Şoreş
Şoreşên siyasî kêliyên veguherînê ne ku di nîzama siyasî de guherînên kûr û bi lez çêdibin, lê ji dêvla konsensus an pêvajoya hiqûqî, bi riya emilandina hêzê pêk tên. Bertekên exlaqî yên bo şoreşan gelek caran xumamî an têra xwe dijberî hev in. Li aliyekî, şoreş ehd dikin ku bibin motorên xurt ên pêşveçûna exlaqî û destûr didin civatekê ku nîzameke civakî ya zordest biqelibînin û derfetê bidin ku yeka çêtir bê sazkirin. Li aliyê din, şoreş ew rîska wan heye ku tevna civata siyasî verşînin û di nav xwînê de bihêlin, bibin sedema şerên dûrûdirêj ku tenê bikaribin rejimeke nû ya zordest ji nû ve ava bikin. Di vê madeyê de, em ê têgeha şoreşê zelal bikin û dûre li ser meseleyên têkel ên exlaqî yên li dor şoreşên siyasî bisekinin.
Beşa 1. meseleyên têgehî nîqaş dike û fehmên cuda yên şoreşê û yên bişidet û bêşidet ji hev cihê dike; şoreşê ji berxwedan, serhildan û veqetînê jî cihê dike. Beşa 2. bi xetê stûr behsa nêrînên dîrokî yên derheq exlaqê şoreşê dike. Beşa 3. çarçoveya exlaqî ya ji aliyê teoriya şerê adil a hevçax diemilîne ji bo tevliheviyên rewakirina şerê şoreşger (jus ad belluma şoreşger) vekolîne. Beşa 4. li ser danûstendinên fikrî yên li ser rewakirina midaxeleya biyanî bo şerê şoreşger disekine. Beşa Encamê ji bo xebatên zêdetir ên felsefî îstiqametan pêşniyaz dike.
- 1. Meseleyên Têgehî
- 2. Nêrînên Hin Şexsiyetên Sereke yên li ser Exlaqa Şoreşê
- 3. Jus ad Belluma (Ûştên) Şoreşger
- 4. Jus in Belloya (Qaideyên) Şoreşger
- 5. Midaxele
- 6. Pêşniyazên ji bo Lêkolînên Zêdetir di Felsefeya Şoreşê de
- Çavkanî
- Çavkaniyên din ên Internetê
- Nîşeyên Şoreşê
1. Meseleyên Têgehî
Çendîn têgeh tên emilandin ji bo diyarkirina rediyeya, bi temamî an di hin qadan de, otorîteya rêvebiriyeke heyî: berxwedan, serhildan, veqetîn, şoreş. Berxwedan hewce nake tevahî be; dikare tenê îteatî zagoneke taybet an hin zagonan neke an hewl bide tenê rê bigre li ber hinek siyasetên hikumetê an teşebisên rêvebiriyê yên îcrakirina hin kirinan; û berxwedan dikare bi gelek awayan be, wek mînak, bêîteatiya ku tenê ne ya gişteyî, ya ji bo bidestxistina ya maksîmum (mîna bêîteatiya sivîl) hatiye sêwirandin, an dikare bi awayên nixumandî yên neguhdanê; û dibe ku aşitîxwaz be an bêşidet û hilweşîner be an ne hilweşîner be. Serhildan, bi awayekî manîdar ji berxwedanê cuda ye; di wê de rediyeya tevahiya otorîteya rêvebiriyê heye. Lê otorîteya rêvebiriyê dikare bi çend sedeman bê redkirin: ji bo bi temamî tunekirina hikumetê (armanca anarşîst), ji bo avakirina rêvebiriyeke nû li ser heman axê, ji bo avakirina yekeyeke nû ya terîtoryal li ser qismeke terîtoriya rêvebiriya heyî an ji bo qetandina parçeyeke axa rêvebiriyê û tevlêkirina wê bo dewleteke din a heyî (veqetîna rizgarker).
Şoreş bi gelemperî bi du pêkhateyên xwe tê zanîn: redkirina otorîteya rêvebiriya heyî û hewla bicîkirina yeka din li dewsa wê, ku herdu jî amrazên zorê yên ser-zagonî dihewînin. Di vê xwendinê de, şoreş û serhildan armancake wan neyênî heye, rediyeya tevahî ya otorîteya rêvebiriyekê, lê şoreş wek îlawe armanceke erênî jî dihewîne, avakirina rêvebiriyeke nû li dewsa ya ku hilweşandiye. Divê bê diyarkirin ku di emilandina me ya têgeha “makezagon”ê de maneya tiştekî ji rêgezên zagonî yên damezrêner an dokumenteke zagonî ya damezrêner firehtir heye. Bilakîs, em dizanin makezagon, li ciyekî ku ji bo biryargirtina hevpar koordinasyon hebe, li nav hejmareke endamên heman komê li ser hin qaideyên bingehîn, heye. Li gor fehma me, ewçax, bazarek li nav bijardeyên leşkerî ku rolên civakeke bi cuntayeke leşkerî pênase dike, wek makezagon tê pejirandin û loma serhildaneke milîtan a gel ku armanc dike rejimeke wiha biqelibîne, wek şoreş tê pejirandin.
Hin xebatên empirîk ên girîng ên derbarê exlaqa şerê şoreşger di nav xebatên li ser şerê sivîl dikare bê dîtin. Şerê sivîl carna wek şerekî çekdar ê fireh ê navbera hêzên dewletê û yek an du aliyên der-dewletê tê pênasekirin. Lê ev pênase dibe ku zêde teng be, ji ber ku şerê çekdar ê fireh ên navbera du an bêtir aliyan li derve dihêle; ev cure şer di wan şertan de ku rêvebirî bi temamî ji hev ketiye an hê jî heye lê nikare heq ji wan bê, pêk tê. Fehmeke berfirehtir a şerê sivîl ku bikaribe rewşeke wiha jî bihewîne, wê şerekî çekdar ê mezin ê nav-dewletê be.
Têgehên berê hertim bi vî awayî di gotara siyasî ya rastîn de nayê emilandin. Wek mînak, rêvebiriya Dewletên Yekgirtî veqetîna eyaletên Başûr ji Yekitiyê wek serhildan bi nav kirin, lê gelek ji kesên ji Eyaletên Yekitiya Başûr teşebisa xwe wek Duyemîn Şoreşa Amerikî bi nav dikirin; û kolonîzatorên amerikî ku hewl didan ji Împeratoriya Brîtanî veqetin, xwe wek şoreşger bi nav dikirin, ne veqetîner an serhildêr. (Dibe ku amerikî ji navê serhildêr dûr sekinîbin, ji ber ku difikirîn ku tiştên neyênî tîne bîra mirov.) Herwiha, veqetîna Cizayirê ji Fransayê jî gelek caran wek Şoreşa Cizayirê tê behskirin û şerên rizgarkirina koloniyê kêm caran wek şerên veqetîner tên binavkirin, armanca wan veqetîna ji nîzama siyasî ya dewleta metropol e ku axa wê ne bi ser koloniyê ve ye. Li jêr, peyva “şoreş”ê wê ji bo teşebisên ser-makezagonî yên ji bo hilweşandina rêvebiriyeke neteweyî ya heyî û li dewsa wê avakirina rêvebiriyeke nû li ser axa ku ew lê hukim dike, bê emilandin. Yên veqetînxwaz û şoreşger bêjenebêje serhildêr in; serhildêr dikare veqetînxwaz bin jî şoreşger bin jî (dikare anarşîst bin jî), lê veqetînxwaz bi serê xwe ne şoreşger in.
Carna têgeha “şoreş”ê bi maneyeke xurttir, tenê ji bo teşebiseke ser-makezagonî ku rêvebiriyekê bi yeka din biguhere, nayê emilandin, lê ji bo guherîneke bingehîn di cureya rêvebiriyê de jî tê emilandin, wek şoreşa ji bo anîna demokrasiyê şûna otokrasiyê. Loma hin zanyarên çepgir angaşt kirine ku Şoreşa Amerikayê bi eslê xwe ne şoreş e, ji ber ku ji awayekî nû yê dewleteke birjuwa -dewleta ji aliyê çîna ku amrazên hilberînê kontrol dike, tê kontrolkirin û ji bo berjewendiya wê ye- pê ve tiştek neafirandiye, heta armanc jî nekiriye (Zinn 1980, Jennings 2000). Gelek dîrokzanên amerikî jî îdia kirine ku ev bi maneyeke xurttir şoreş bûye, ji ber ku li şûna monarşiyê komar ava kiriye û gihiştine encameke din (Nash 2005; Wood 1993). Bi vê fehma xurttir a şoreşê ku guherîneke bingehîn dihewîne di awayê rêvebiriyê de, veqetînxwaz jî wê şoreşger bin, ger rêvebiriya nû ku teşebis dikin ava bikin li ser parçeyek axa dewletê bi awayekî bingehîn cuda be. Di dawiya mayî ya vê nîqaşê de, em ê “şoreş”ê di maneya lawaztir de biemilînin, lê ew ê bikaribe şoreşên di maneya xurttir de jî bihewîne. Hêja ye bê diyarkirin ku, ferqek hebe, exlaqa şoreşa di maneya xurttir de ji ya maneya lawaztir têkeltir e, ji ber ku ya ewil tenê hilweşîna ser-makezagonî ya rêvebiriya heyî nahewîne, damezrandina ser-makezagonî ya cureya nû ya rêvebiriyê jî dihewîne.
Divê cihêkirinek din jî bê kirin. Şoreş dikarin bişidet an bêşidet bin û bêşidet dest pê bikin û bişidet bidomin. Ev jihevcihêkirin, herçiqas têra xwe girîng be jî, ewqas ne zelal e, ji ber ku ka çi şidet e an ne şidet e nîqaşbar e. Wek mînak, teşebisên ji bo hilweşandina rêvebiriyekê bi riya teknîkên hilweşîner (wek mînak, grevên giştî, qutkirina ceryanê an girtina riyan) ne şidet e mîna valakirina çekan an teqandina teqîneran, lê dîsa jî dikare rê li ber mirinan veke. Mijara sereke ya vê madeyê şoreşa bişidet e ku “şidet” bi awayê herî xurt û di qadeke fireh de pêk tê; bi gotineke din, mijar şerê şoreşger e; ji ber ku “şer” bi giştî wisa tê famkirin (Singer & Small 1994: 5).
Lêbelê divê bê diyarkirin, di meseleya şoreşê de pozisyonek heye ku rê digre li ber hewcedariya teoriya şerekî adil ê şoreşger, yanê, ew nêrîna ku şoreşgerên berfireh ên bişidet ji aliyê exlaqî ve qet nayên rewakirin, ji ber ku rîskên hewldaneke wiha pir mezin e û ji ber ku şoreşa bêşidet karîgertir e. Hin zanyarên siyasetê yên ampirîk angaşt kirine ku îhtimala serkeftina şoreşa bêşidet ji ya şerê şoreşger zêdetir e (Chenoweth & Stephan 2011). Ev wek gelemperîkirin rast be jî, ev pirs heye ka gelo îstisna hene an na -rewşên ku bêşidetî nikaribe armancên şoreşeke adil bi dest bixe an ji aliyê refaha mirovan bi berdêlên pir giran bi dest bixe- û gelo dikarin bên pêşbînîkirin an na. Ger rewşên wisa hebin, teoriyeke şerê şoreşger lazim e.
2. Nêrînên Hin Şexsiyetên Sereke yên li ser Exlaqa Şoreşê
Li vir mirov nikare li ser nêrînên derbarê şoreşê yên seranserî dîroka Felsefeya Rojava bisekine, nerîtên din jî tê de be îhtimal kêmtir dibe. Ji dêvla vê, ew ê bes be bê gotin ku helwesta tipîk a şexsiyetên sereke yên nerîta Rojava ya berî serdema modern a li hemberî şoreşê şermezarkirina wê bû an di pir kêm şertan de pejirandina destûra wê ya exlaqî bû (Morkevicius 2014). Augustine (City of God) û Aquinas (Summa theologiae), wek mînak, herdu jî serhildanê û loma şoreşê jî şermezar dikin; bi awayekî aşkere îteata bo desthilatdaran teşwîq dikin. Suárez (1609) dibêje, tenê “hakimên nizmtir” selahiyeta wan heye ku hewl bide rêvebiriyeke heyî biqulipîne û îma dike ku ne heq e şoreşa ew kesên ne di mewqiyên fermî de bin. Hobbes (1651), bi aşkere înkar dike ku şoreş bikaribe rewa bê dîtin. Li gor wî, teb’ayek tenê ji bo xwe biparêze û ew jî tenê dema îhtimala xisareke kuştinê hebe dikare li hemberî otorîteya rêvebir serî hilde.
Belkî navdartirîn şermezarkirina şoreşan ji Immanuel Kant tê. Li gor Kant, hêza siyasî çiqas zêde bê îstismarkirin jî, qet nabe şoreş rewa bê dîtin. Dibêje: “Peywira gelekî ew e ku, dema îstismara otorîteya bilind neyê tehemilkirin jî, lazim e tehemil bike, ji ber ku berxwedana hemberî bilindtirîn zagondanêr ji dijberiya zagonê pê ve ne tiştek e û, ya rast, jiholêrakirina temama makezagona zagonî ye” (Ak 6:320). Rediyeya Kant a bêşertûmerc a îhtimala şoreşa heq xwe dispêre fehma wî ku mafên takekesî jixwe têkildarî hev in. Li gor Kant, Rêgeza Gerdûnî ya Mafan ferz dike ku sînordarkirinên li ser azadiya takekes divê bi azadiya herkesê tabiyî zagona gerdûnî re li hev be (Ak 6:230–1). Maf, ji îdiayên derbarê reftarên êndin pêk tên, lê takekes nikare wan îdiayan bi yekalî bisepîne. Sepandina takekesî ya mafan tê wê maneyê ku takekes îrade û şîroveya xwe ya derbarê rewşê li ser êndin ferz dike, û ev cure ferzkirin nabe bê pejirandin wek meseleyeke bingehîn a edaletê. Wek encam, îradeyeke hiqûqî, piralî ku ne aliyê ti têkiliyên mafan be lazim e da ku talebên mafan bisepîne bi awayekî ku bi Rêgeza Gerdûnî ya Mafan re li hev bike. Dewlet îradeyeke wiha ye. Loma, îteata bo dewletê şerteke pêwîst e ji bo bidestxistina şertên hiqûqî yên azadiya beramber ku lazim in ji bo Rêgeza Gerdûnî ya Mafan (ji bo nîqaşên bêtir bihûrgilî, bnr: Hill 2002, Korsgaard 2008, Flikschuh 2008). Şoreş ti carî rewa nayê dîtin, ji ber ku otoriteyek wê heq tuneye.
Angaştên dijî şoreşê yên gava din li ser sekinîn dikare bi têgehên jêr bên xulasekirin. Yek, Angaşta Rîska Nehewce ye; li gor vê, îhtimala anarşiya bişidet ku piştî teşebisa şoreşê tê ewqas mezin e ku hemû sedemên din ên îdia dikin şoreşa siyasî rewa bikin, ji holê radike. Du, Angaşta Têgehî ya Kant e; li gor vê, kirarên ji bo handana şoreşê ti carî hewcedariya otorîteyeke heq tetmîn nakin û loma bêjenebêje neheq in.
Hin şexsiyetên dîroka hizra siyasî li dijî van pozisyonên dijî şoreşê derketine. Monarkomakên [dijberên monarşiyê] sedsala 16mîn ên Fransayê angaşt kirine ku monarşiya wan ne rewa ye û alîgiriya şoreşê û kuştina tîran kirine. Francois Hotman bi angaşta ku makezagona Fransayê bi eslê xwe xwe dispêre meclîsa neteweyê, ev îdia diparast û nivîskarê Vindicie contra Tyrannos ku bi navê mustear Stenhanus Junius Brutus nivîsandiye, angaşt dikir ku teb’a ti carî ne mecbûr in îteat bikin bo hikimdar ku zagona Xwedê îhlal dike û teb’a mafê wan heye serî rakin li dijî Qralekî ku ji bin peywirên xwe yî pîroz derketiye (ji bo çavgerandineke derbarê monarkomakan, bnr. Dunning 1904). Di berhema xwe, De Jure Regni apud Scotos de ramangerê skotî George Buchanan têgeha serweriya gel diparêze; li gor vê, gel mafê wan heye li dijî tîranan serî rakin û wan ciza bikin (Macmillan 2016 [1906] biyografiyeke berfireh li ser jiyana Buchanan û xulaseyeke fikrên wî yî siyasî amade kiriye).
Mezintirîn berevaniya şoreşê ya di nerîta lîberal de ji aliyê John Locke hatiye kirin. Li gor wî, dema dewlet peywira xwe ya parastina mafên xwezayî yên şexsan îhlal bike, şoreş him rewa ye him dikare destûr bê dayin (1689, beş XIX). Di teoriya peymana civakî ya Locke de, dewlet ji bo mafên takekes biparêze û îhtilafên navbera kesan ên derbarê mafên wan de çareser bike, tê dirustkirin. Bi vî awayî dewlet wek muteweliyê mafên takekesan tevdigere û îhlalkirina wan mafan tê maneya îhlalkirina baweriyê (Simmons 1993, rr. 157–8). Ger bawerî bê îhlalkirin, mafên bo dewletê hatine emanetkirin vedigerin bo civaka sivîl; endamên civaka sivîl jî, bi riya emilandina şidetê, mafê wan î berevaniyê heye li dijî îhlalkirina wan mafan. (Locke 1689, beş 227, li ser vegera Mafan bo civaka sivîl bnr. Simmons 1993, rr. 171–2). Em dikarin puxteya nêrîna Locke ya li ser şoreşê bi Angaşta Xwe-Parastinê xulase bikin; li gor vê angaştê, dema Dewlet peywira xwe, parastina mafên xwezayî yên takekesî îhlal bike, şoreş rewa dibe li dijî wê û otorîteya parastina van mafan vedigere bo gel (ji bo nîqaşeke dijberî nêrînên Kant û Locke ên li ser şoreşê, bnr. Flikschuh 2008).
Locke, ji Hobbes an pêşiyên xwe yî serdema navîn bêtir alîgiriya şoreşê kiriye, ji ber ku wî bawer nedikir rîskên fizikî yên hilweşîna rêvebiriyeke heyî bi qasî ew difikirîn mezin be. Wê nêrîna çêbîntir xwe dispart baweriya wî ku hilweşandina nîzamake siyasî hilweşandina civakê jî -yanê, wan pratîk û adetên civakî ku bi karîgerî cidîtirîn şêwazên şidetê kontrol dikin- bi xwe re nîne (Simmons 1993, r. 171). Lê, wê şaş be, derbarê encamên ewlehiya fizikî ya hilweşandina rêvebiriyê mirov bigihêje wê encamê ku Hobbes rast bû Lock xelet bû an a berevajî vê. Nêrîneke maqûltir ew e ku rîskên hilweşandina rêvebiriyê û rîskên şoreşê li gor şertûmercan diguhere. Ger wisa be û rewabûna şoreşê girêdayî cidiyeta rîskên neewlebûna fizikî be, ewçax diyar dibe ku naveroka teoriyeke exlaqî ya şoreşê divê li gor nêrînên empirîk şikil bigre. Em ê dîsa vegerin ser vê xalê di beşek din de ku em behsa cihêkirina cûreyên cuda yên peywendên civakî yên tê de şoreş pêk tên, dikin.
Filozofên lîberal ên siyasetê di wê meylê de ne ku rewabûna şoreşê têxin çarçoveya têgehên mafên xwezayî û edaletê, lê di nerîta marksîst de şoreş bi awayekî pir cuda tê famkirin. Di şîroveya Marks de, mizakerekirina mafan bi tevahî tê redkirin di lehê gotara berjewendiyên dijber an lehê ferhenga xwepêkanînê an heqjêderketina biyanîbûna mirovayetiyê ya ji “heyina xwe ya cureyî” de (Buchanan 1982). Di vê şîroveyê de, Marks angaşt dike ku tam jî têgeha mafan înşayeke îdeolojîk e ku bi derûniya egoîstîk a civaka birjûwa tê xwedîkirin û ji aliyê wê tê xurtkirin û dema mirovayetî derbasî civaka pêşketî ya komunîst bibe, ew ê bê terikandin. Ger tam jî têgeha mafan qirêjî bûbe û mehkûmî terikandinê be, ewçax ev pirs derdikeve holê ka gelo şoreşa proleteryayê di kîjan çarçoveyê de dikare bê rewakirin (Finlay 2006). Yek bersiv ku qet nebe bi nivîsên ewil ên Marks re li hev e, ew e ku şoreşa proleter divê şertên biyanîbûnê hilweşîne û wan şertên nû ava bike ji bo xwepêkanîna bêkêmasî ya xwezaya mirovê wek afirindeyekî, heyînekî komunal, heyînekî ku, bi saya pêvajoyên biryargirtina hevpar ên bi awayekî zanistî hatine dirustkirin, wê xwezayê û cîhana civakî bi temamî bi qestî têxe bin kontrola mirovî ji bo qenciya herkesî. (Economic & Philosophical Manuscripts of 1844, in MER: 66–125).
Ger Marks fikirîbe jî ku şoreşeke serkeftî dikare bi awayekî rast wek heqjêderketina biyanîbûnê an, bi awayekî erênîtir, pêkanîna “heyîna cureyî” ya mirovayetiyê bê teswîrkirin, dîsa jî ciyê gumanê ye ku fikirîbe ku şoreşa proleteryayê lazim e bi vî awayî an bi awayekî din bê rewakirin. Dawiya dawî Marksek heye ku henekê xwe bi sosyalîstên “exlaqparêz” dike û dibêje şoreşa serkeftî ya proleteryayê ji aliyê dîrokî ve meseleya pêkhatina jêneger a berjewendiyên hevpar ên proleteryayê ye, ne girêdayî ti rêgezên exlaqî ye (On the Division of Labor in Production in MER: 683–717). Şîroveyek bi vî rengî û fehma Marks ku teoriya wî ya dîrokê zanistî û realîstîk e, li hev dikin. Li gor vê, pirsa ka gelo şoreş rewa ye an na vala ye; ew ê pêk bê, ji ber ku şoreşa di şêwaza hilberînê de ku nîşana derbasbûna ji kapitalîzmê bo komunîzmê ye, wê veguherîna bingehîn a hemû têkiliyên civakî bi xwe re bîne; ev ê jî dê mirovayetiyê wêdetirî dewletê û siyasetê bibe (Critique of the Gotha Programme, Part IV, 1875 di nav MER: 525–541). Bi vê xwendinê, Marks rewakirineke şoreşê pêşkêş nake, ji vê bêtir hewl dide rave bike bê çima cureyeke diyar a şoreşê divê (li gor nêrîna xwe) pêk bê (ji bo nîqaşeke berawirdkirina nêrînên Kant û Marks ku li dijî xwendina ne-exlaqîxwaz a Marks, bnr. Ypi 2014)
Wek xulase û wek gelemperîkirineke fireh, wê adil be bê gotin ku qet nebe ji dema Locke vir ve, nêrîna zal a li ser şoreşê di felsefeya siyasetê ya Rojava de, him di nerîta lîberal him di nerîta Marksîst de, û belkî di çanda siyaseta populer de jî, ji ya dema Hobbes û Kant û pêşiyên wan î serdema navîn têra xwe xweşbîntir e. Di dawiya mayî ya vê madeyê de, em ê ji kûrbîniyên di teoriya şerê adil a hevçax îstifade bikin û li ser çendîn taybetmendiyên exlaqî yên şoreşan bisekinin.
3. Jus ad Belluma (Ûştên) Şoreşê
Teoriya şerê adil a hevçax çarçoveyeke sofistîke dabîn dike ji bo nirxandina exlaqê şoreşa siyasî (bnr., madeya li ser şer). Şerê adil bi mijara me re têkildar e, ji ber ku şoreş jî emilandina berfireh a şer dihewîne, him ji aliyê şoreşgeran him ji aliyê rejima ku hewl dide hewldanên wan vala derxin. Angaşta Locke ya alîgira şoreşê ev têkiliya navbera şoreşê û şerê adil nîşanî me dabû, ji ber ku ew şoreşê wek kirineke xwe-parastina hevpar dibîne li dijî îstismarkerên hêza siyasî.
Di vê beşê de, em ê lê binêrin bê standardên jus ad bellum di rewşa şerekî şoreşger de çawa bi zehmetiyan re rû bi rû dimîne. Berî ku vegerin vê analîzê, em ê cihêkirineke esasî bikin derbarê peywenda civakî ya şoreşan. Peywenda civakî ku şoreşek tê de pêk tê, dikare şideta şoreşekê diyar bike; ev jî parametreyeke girîng e di nirxandina şertên jus ad bellum de ku çêbûne an na.
Şoreşek wê çiqas xwînî û demdirêj be û bi serkeve an na, girêdayî serkêşiya wê ya şoreşger e ku çiqas baş birêxistinkirî û karîger e. Li gor vê, em ê ji hev cihê bikin wan tiştên em wek peywendên şoreşger ên Hobbesiyen û peywendên şoreşger ên Lockeyen bi nav dikin. Peywendên şoreşger ên Lockeyen de, şoreşger dikarin xwe bigihêjin binyadên fermî an nefermî ku xwe dikarin bispirênê ji bo çareserkirina du kêşeyên bingehîn: kêşeya hevkariyê (seferberkirina hejmareke têra şoreşgeran bike) û kêşeya koordinasyonê (bi rêxistina şoreşgeran bi awayekî karîger). Di peywendên Hobbesyen de ev cure çavkaniyên sazûmanî tunene.
Peywendên Hobbesyen û Lockeyen bi vî awayî teswîr kirine cureyên îdeal in, ku piraniya şoreşan di wan peywendan de ku dikevin navbera cureyên îdeal, pêk tên. Şoreşa Amerikî, bi riya beşdariya ku şiyanên xwe yî birêxistinkirin û serkêşiyê pêş ve birin, bi qasî ku şoreşgerên xwe digihandin organên zagondanêr ên kolonyal, di peywenda Lockeyen de pêk hatiye. Ev çavkaniyên sazûmanî derfet dida şoreşgerên amerikî ku kêşeyên hevkarî û koordinasyonê çareser bikin û vê bi saya aşitiya nisbî, bi amrazên demokratîk bikin. Merhaleyên pêş ên şoreşa ûris, bilakîs, di şertên Hobbesyen de pêk hatin û bû sedema dabeşbûn û pevçûna di nav fraksiyonên şoreşger de û şideta neplankirî ya komên binisbet piçûk (leşkerên serî hildidan an karkerên grevê) ku bi serê xwe tevdigeriyan. Di mînaka Ûrisyayê de, berevajî ya Amerîkayê, pêvajoya ku pê kêşeyên hevkarî û koordinasyonê dihatin halkirin, derfet neda koma ku di taliyê de kontrola şoreşê xist destê xwe, yanê bolşevîk, serkêşiya bi nisbet demokratîk, ne-zorlêker tecrube bikin.
Ya girîng, peywenda civakî ya şoreşekê ne sabit e ji ber ku, bi qewlê Skopcol, şoreş bi qasî asta serkeftina xwe, afirandina binyadên dewleta nû dihewînin (Skocpol 2015). Ya din, peywenda ku şoreş tê de pêk hatiye, dikare biguhere berî bidestxistina serkeftî ya hêza têra avakirina binyada dewleteke nû. Mînaka ya duyemîn di şoreşa Îranê de dikare bê dîtin. Vê şoreşê bi protestoyên xwendekaran ên berbelav lê nekoordînekirî dest pê kir û piştî mirina hin xwendekaran ji aliyê Ayetulah Xumeynî hat guhertin, bû tevgereke protestoya girseyî a birêxistinkirî. Çavkaniya sazûmanî ku Xumeynî emiland, tora saziyên dînî yên heyî bû.
Girîng e ku em cihêtiya navbera peywendên şoreşger ên Hobbesyen û Lockeyen bînin hişê xwe da ku ji gelemperîkirinên zêde yên derbarê rîskên şoreşê dûr bisekinin. Ger, bi awayekî nixumandî be jî, em ferz bikin ku şoreş bêtir di şertên Lockeyen de pêk tên, em dikarin rêjeya rîska anarşiyê û şideta bêhed kêm bibînin û loma jî nêrîna me dikare bêtir musamahakar be di warê rewabûna şoreşê de. Ger em ferz bikin ku şertên Hobbesyen zaltir in, em ê bigihêjin wê encamê ku rîskên şoreşê mezin in û meyla me ya neheqdîtina şoreşan wê xurttir be. Em hewcedariya dûrsekinandina ji gelemperîkirina zêde di bîra xwe de bihêlin û derbas bin bo nirxandina ku pîvanên standard ên jus ad bellum dikare çiqas li şoreşan bê sepandin, an qet nebe li şoreşên ku, mîna piraniya şoreşan, muhtemel e şideteke berbelav a hevpar bihewîne.
Em pêşî li ser sedema heq bisekinin. Em dikarin hin sedemên şoreşê wê gavê deynin aliyekî, yanê ew ên neheqbûna wan eyan e. Wek mînak, ev ne sedemeke rewa ya şoreşê ye ku li şûna dewleteke lîberal ku di asteke maqûl de mafên mirovan ên bingehîn diparêze, teokrasiyek ku wê mafên mirovan ên bingehîn îhlal bike, bê damezrandin. Şoreşeke ku koletiyê saz bike an wê biparêze jî ne rewa ye. Hedefên guncavtir ên şoreşê Tîraniyên Hişk ên Bibiryar in; ev rejimên ku bi berdewamî hin mafên mirovan ên bingehîn ên beşeke mezin a gelheyê îhlal dikin, bêhed otorîteryan in (yanê, bi tevahî nedemokratîk), û qet rê nadin nûkirinê (Buchanan 2013, r. 296).
Rîskên exlaqî yên dijrabûna Tîraniyeke Hişk a Bibiryar wê girêdayî wê be ku kîjan mafên mirovan tên îhlalkirin. Dema mafên binisbet bingehîn ên mîna jiyan, laş an şertên ji bo debarê pêwîst bên îhlalkirin, ewçax rayedar û aktorên rejimê dikarin marûzî xisara berevaniya nişkave bimînin di weqayên takekesî de ku îhlalên wisa peyda dibin û îhlalkirina sîstematîk ên mafên bingehîn sedemeke rewa ye ji bo berxwedana çekdar a rejimê (Finlay 2015, rr. 78). Tîranî dikare kêmtir hişk bin dema mafê mirovan ên ew îhlal dikin bi nisbet kêmtir acil bin ji mafê bingehîn; dikare mafên siyasî an mafên li dijî cihêkariyê bin ev.
Sedemek hebe jî ji bo guherandina rejimeke zordest, rewabûna şoreşê bi hin zehmetiyan re rû bi rû dimîne dema dor tê ser diyarkirina cureya rêvebiriyê an sazandina sazûmanî ku têkeve dewsa rejimê ger şoreş bi ser keve. Ev pirsgirêk nexasim di şertên Hobbesyen de pir mezin e, ji ber ku şoreşgeran pêvajoyên siyasî yên heyî yên ji bo diyarkirina hedefên siyasî red kirine an nikarin jê îstifade bikin û pêvajoyên nû hê geş nekirine ji bo bicîanîna wê peywirê (qet nebe di merhaleyên pêşî yên têkoşînê de). Dibe ku li nav şoreşgeran di warê hedefa şoreşê de îhtilafên mezin hebin û pêvajoya çareserkirinê dibe ku ne bêşidet be û kêmtir rewa be. Ger şoreşger ji çavkaniyên sazûmanî yên ji bo diyarkirina fehmeke hevpar ku nîzama nû ya siyasî wê çi be, bêpar bin, ewçax peywira nirxandina heqbûna têkoşîneke şoreşger zehmettir dibe. Dibe ku xelet be mirov bibêje “X hedefa şervanên şoreşger e” ji ber ku dibe ku yek hedef tunebe û hedefên ji yekê zêdetir di nav xwe de li hev nekin, hinek jê heq bin û yên din neheq bin. Di hin peywendan de, sedema şoreşa siyasî, hedefa rewakirina wê, dibe ku ne diyar be.
Sedema şoreşê ne diyar be an neheq be jî, nayê wê maneyê ku beşdarbûna nav şer, piştî ku dest pê kiriye, illeh şaş an neheq be (Buchanan 2013). Gelo takekesên cûrbicûr ji aliyê exlaqî ve heq in ku beşdarî şer bibin an na, ev girêdayî vê ye ka ji aliyê exlaqî ve sedemên wan î maqûl hene an na, ne girêdayî exlaqî an bêexlaqîbûna kirinên kesên din e ku şer dane destpêkkirin. Rewabûna destpêkkirina şoreşê wê cuda be ji rewabûna beşdarbûna bo şoreşekê. Ev xal tenê ne ji bo şerên şoreşger e, lê dibe ku girîngtir be di şerê şoreşger de ger bi giştî rewakirina destpêkkirina şerên şoreşger ji şerên navbera dewletan, nexasim şerên xwe-parastinê an parastina li dijî êrişkariya êndin, zehmettir be.
Vêga li pîvana rêjeyîtiyê ya li şerê şoreşger tê sepandin bifikirin. Rêjeyîtî ciyê xwe dibîne dema girîngiya exlaqî ya qenciyên bidestketî yên şoreşê mezintir be ji girîngiya “xiraban” an xisaran an îhlalkirinên mafan ku şerê şoreşger bi xwe re anîne. Wek ku Richard Norman û David Rodin angaşt dikin, aciliyeta exlaqî ya mafên siyasî bi awayekî kategorîk di bin girîngiya mafên jiyan û ûzwên laş re ne, ew ên ku wê bên îhlalkirin an tehdîdkirin ji aliyê şerê şoreşger, loma şerê şoreşger ê li dijî tîranan ku tenê mafên siyasî îhlal dikin, ne rewa ye (Norman 1995: 128; Rodin 2002: 48). Jonathan Parry jî, bi awayekî hevşib, dibêje şoreşger dezavantajek wan exlaqî heye dema dor tê ser tetmîna rêjeyîtiyê. Bi nêrîna Parry, ev, ji ber ku ji bo hin berjewendî têkeve nav hisabên rêjeyîtiyê, xwediyên wan berjewendiyan divê razî bin ji emilandina hêzê ji bo parastina wan berjewendiyan. Û, ji ber ku kêm îhtimal heye ku şoreşger rizayê werbigrin, tê wê maneyê ku wê kêmtir berjewendî hebin ku di lehê şideta şoreşger de bê hisabkirin (Parry 2018).
Çendîn bersiv hene ku mirov dikare pêşkêş bike ji bo van zehmetiyên derheq rêjeyîtiyê. Yek, mirov dikare angaşt bike ku girîngiya exlaqî ya îhlalkirina mafên binisbet kêmtir acil dicive digihêje maliyeteke mezin, bi qasî ku rêjedar be bi hejmareke binisbet kêmtir a xisarên bo mafên aciltir ên wek encameke şoreşa bişidet wê peyda bibin (McMahan 2004). Ev angaşta civandinê dikare bê xurtkirin bi diyarkirina qenciyên din ên şoreşê. Tesîrên şerê şoreşger ên dijî “kêmtir zordest” ên li ser norma guncaviya mûteber jî dikare bê daxilkirin. Em ferz bikin, normeke mûteber e ku rêvebirî xisarê nedin welatiyên xwe û rêz bigrin li azadiyên siyasî yên welatiyan. Ger saziyên navneteweyî qels bin û nikaribin vê normê ferz bikin, ewçax baştirîn îhtimala ferzkirina normeke rêvebiriya qenc tehdîda şoreşê ye li dijî rêvebiriyên normê îhlal dikin. Di van şertan de, wê problematîk be ku nirxandinên rêjeyîtiyê bi xisarên demildest, yekser re bê sînordarkirin û tesîrên li ser ferzkirina normên girîng ên edaletê bên paşguhkirin. Du, mirov dikare angaşt bike ku rejimeke mafên kêmtir acil îhlal bike, aşkere an nixumandî, bi tehdîdeke mercdar vê dike û ji ber vê jî rejim berspiyar e ji gurbûna pevçûna ku bi îdiaya mafên binisbî kêmtir acil ji aliyê takekesan hatiye derxistin û wek bertek emilandina hêzê rewa ye (McMahan 1994; Finlay 2015: 63–76). Sê, yek dikare bibêje, rêjeyîtî hesas e li hemberî berpirsyariyê, loma dema yek berpirsyar be ji hinek xisar an îhlalkirina mafan, ewçax heta radeyekê derazînka rêjeyîtiyê kêm dibe. Ji ber vê, ger rejimek berpirsbiyar be ji îhlalkirinên mafên mirovan ên binisbî kêmtir acil, ewçax ev dikare endamên rejimê bike berpirsyar li hemberî hêzeke ku bi awayekî din be wê nebe rêjeyî (Kapelner 2019). Çar, yek dikare bibêje ku şoreş bertek didin cureyeke xeletiya jihevcihêkar ku hisabê rêjeyîtiyê diguhere di lehê şoreşê de. Mattias Iser îdia dike ku dewletên ku dibin sedema îhlalên berbelav ên mafên mirovan, ji ber vê nikarin nas bikin statuya wekhev a welatiyan a exlaqî û bingehîn, û ev nefamkirina nasînê cureyeke xeletiya jihevcihêkar e ku di lehê guhertina zordar a rejima serdest de ye (Iser 2017).
Xalên berê bi giştî derbarê rêjeyîtiya di şerê şoreşger de ne. Di şertên binisbî Hobbesiyen de, zehmetiyek din heye derbarê rêjeyîtiyê de. Di şertên wiha de, serkirdeyên heweskar ên şoreşger bi pirsgirêkeke cidî ya kirara hevpar re ku dewletên nizamî ji xwe hal kirine, rû bi rû dimînin: lazim e qismeke guncav a gelheyê seferber bikin da ku şer karîger be, digel ku wê pirî caran aqilanetir be ku takekesek jê dûr bisekine. Wek ku em ê di peywenda pîvana jus in bello de nîqaş bikin, şoreşger gelek caran hewce ye zorê bidin endamên din ên gelheyê da ku motîve bibin ji bo hevkariya di çalakiyên şoreşger de. Muhtemel e ku rejîm jî bi heman taktîkên zorkirinê bertek bide û spîraleke zêdebar a şidetê hildiberîne.
Nîqaşa heta niha taybetmendiyeke giştî ya şoreşan dide me, ku nexasim dema di şertên Hobbesyen de pêk tên, gelek caran ji şerên navbera dewletan bişidettir dibin. Şerên şoreşger rîskeke mezintir a anarşiya rastîn dihewîne, tevî hemû tehdîdên bo mafên mirovan û refaha ku bi giştî ev dibe sedem, ji ber ku şoreşger, wexta rejimê têk dibin jî, dibe ku hê (û belkî carna qet nikarin) şiyana wan tunebe ku nîzama nû ferz bikin. Ji vî aliyî ve, rîskên di şerên şoreşger de zêdetir in û îhtimala nerîtî ya hewcedariya serkeftina teoriya şerekî heq dibe ku pêk neyê. Şerên şoreşger, mîna şerên din î navdewletî pirî caran nexasim bêrehm e, ji ber ku xetên navbera şervan û neşervanan zêde ne diyar e, ji ber spîrala zorkirinê ya ji hevbandoriya stratejîk a derbarê seferberiya şoreşger a li jor hat behskirin û ji ber ku takekes û kom pirî caran peywenda giştî ya şidetê diemilînin ji bo halkirina pevçûnên taybet ku tekiliya wan pir kêm e an qet tuneye bi wan meseleyan re ku bûne sedema şoreşê (Kalyvas 2006: 14).
Zehmetiyên hevşib ên di sedema heq de tên dîtin, di warê hewcedariya otorîteya heq de jî derdikevin, nexasim di peywendên şoreşger ên Hobbesyen de. Hin aktor ji bo selahiyeta wan a heq a destpêkkirina şer hebe, lazim e têra xwe temsîl bikin wan şexsan ku şoreş armanc dike berjewendiyên wan biparêze an pêş ve bibe (Finlay 2015 ch. 6; Parry 2018). Ger “temsîlkirin” bi maneya di peywenda siyaseta demokratîk a asayî de be, yanê, A Byê temsîl dike û tenê A selahiyeta wê heye ku li ser navê Byê tevbigere bi riya hin pêvajoyên siyasî yên guncav (wek hilbajartinê), ev bi kêr nayê, ji ber ku rejimeke zordest wê destûr nede pêvajoyeke wiha.
Ev fehma standard a temsîliyeteke xwedan bingeheke sazûmanî, ancex ger yek ji du şertan guncav be, dikare wek pîvaneke selahiyeta heq a destpêkkirina şerekî şoreşger kar bike. Yek, ew ên şerê şoreşger didin destpêkkirin wek temsîlkar hatibin hilbijartin berî rejima zordest bê (mîna ku darbeyeke otorîteryen rêvebiriyeke hilbijartî xesb bike). Du, nîzama makezagonî di hin şertên taybet de, selahiyeta şoreşê bihewîne. Wê baş be bê diyarkirin ku Deklerasyona Mafên Mirov û Welatiyan a Fransayê bi aşkereyî mafê (û ya rast, peywira) berxwedana li dijî zordestiyê dihewîne û Zagona Xizmeta Navxweyî a Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (madeya 35 û 85) wêdetir diçe, ji pêş ve selahiyetê dide artêşê ku rêvebiriyê biqelibîne ger hewcedariyên makezagonî yên rêvebiriyeke sekuler îhlal bike û wê wek aktoreke şoreşê disêwirîne. Eyn mîna direktîfeke pêşin a ji bo lênêrîna tibî ku derfet dide nexweşeke liserxwe ku selahiyetê bide wekîlekê ku li ser navê wê tevbigere ger melekeyên xwe winda bike, biryareke makezagonî ya bi vî rengî jî derfet dide gelekî di nav şertên azadiya siyasî de selahiyetê bide wekîlekî ku li ser navê gel şoreşê bide destpêkkirin ger îstismarkirina otorîteya rêvebiriyê şiyana îcrakirina kirara selahiyetê lawaz bike. Herçiqas di şertên Lockeyen de hin saziyên bakiye hebin jî ku bi saya wan bikaribe serkêşên şoreşger ên nûner bên hilbjartin, dema bi Tîraniya Hişk û Bibiryar an dagirkirina peywendên Hobbesyen re rû bi rû bimîne, îhtimal kêm dibe ku di van şertan de jî temsîliyet bê bidestxistin. Tîraniyeke Hişk a Bibiryar ne muhtemel e destûr bide ti pêvajoyên sazûmanî yên dijayetiya wan temsîl bike.
Li vir girîng e bê diyarkirin ku dema kêmîneyeke binisbet piçûk dest bi têkoşîna çekdar dike li hemberî rêvebiriyê û îdia dike ku vê li ser navê gel dike, şerê şoreşger dest pê dike. Pirsgirêk ew e ku, di peywendên Hobbesiyen de, zehmet e bê dîtin ka bê otorîteya hereketkirina li ser navê gel çawa dikare bê dayin.
Pirsgirêkek din a di otorîteya rewa ya di peywendên Hobbesyen de ew e ku gelek caran du an sê alî hene di şideta şoreşger de ku bi hev re reqabet dikin (gelek caran bi şidet) da ku wek yekane şervanê rewa yê şoreşê bên pejirandin ji aliyê gel û dewletên din û rêxistinên navneteweyî ve. Pirî caran şoreş bi têkoşînên bişidet ên ji bo serkêşiyê tên zanîn, ger ti reqîb nikaribe bi serê xwe, ger hebe, doza rewatiyê bike. Loma, di şertên Hobbesyen de çavkaniyên civakî an sazûmanî tunene ji bo diyarkirina otorîteya rewa û ya din, komên reqîb ên şoreşger dikarin li dijî hev serî li şidetê bidin bi doza otorîteyeke wiha.
Di nebûna otorîteyeke sazûmanî ya ji bo hilbijartina nûneran di maweya têkoşînê de an ji bo pêş-selahiyetdana bo hin koman ku wek nûner berî wê xizmet bikin, yek dikare temsîliyeteke cuda pêşkêş bike di peywendên ku şoreşên siyasî cazib in.
Aktorek, ger bibiryar be ku bi awayekî guncav ji bo pêkanîna berjewendiyên hevpar an qenciya hevpar tevbigere, ji aliyê exlaqî ve xurt be ku şerê şoreşger bide destpêkkirin û serkêşiyê bike, gel temsîl dike (Biggar 2013). Divê bê diyarkirin ku ev nêrîn pir dûr e ji wê mefhûma qebûlkirî ya otorîteya rewa ku şer dike di peywendên din de an ji bo otorîteya rewa ya di her peywendê de, çi taybet çi gişteyî. Jones qenciya Smith bixwaze û bikaribe ji bo pêşvebirina wê hewl bide jî, ev nayê wê maneyê ku Jones otoriteyek wî rewa heye li ser Smith; qet nayê wê maneyê ku ew otorîteya wî rewa heye ku li ser navê Smith tevbigere û ji bo wî û yên din têkeve nav tevgerên bitalûke. Ev fehma otorîteya rewa mijara hemû îtirazên li paternalîzma hemberî mezinên xwedan şiyan e.
Di vê xalê de, yek dikare bizaveke radîkal bike: înkarkirina hewcedariya otorîteya rewa ya di şerên şoreşger de an qet nebe di şerên şoreşger ên di peywenda Hobbesyen de. Ev bizav dikare bê nirxandin bi şertê digel ku komek bêyî otorîteya rewa teşebis bike serkêşiya têkoşîna şoreşger bide ser xwe, ev rola serkêşiyê tenê bi awayekî ku şertên otorîteyeke rewa dabîn bike tevbigere, rewa tê dîtin. Herwiha, yek dikare angaşt bike ku otorîteya rewa hewce nake ger komek bikaribe şertên rewatiyê biafirîne di nav rewşa têkçûna dewletê ya anarşîk de, bi şertê ku kom ji bo hêsankirina avakirina rewatiyê hewl bide. Ev bersiva bo kêşeya otorîteya rewa, wê nêrîna derbarê destpêka rewa ya şerekî ya ji bo şerên di navbera dewletan de dikare bi tevahî li şerên şoreşger jî bê sepandin, dide ber pirsan. Herwiha, wek ku em ê di beşa din de bibînin, ev pirs jî heye ka gelo hewcedariyên nerîtî yên jus in bello bêyî îstisna li rêvebirina şerên şoreşger tê sepandin an na.
Em vegerin bo dawîtirîn pîvana jus ad bellum, hewcedarî. Dema riyeke kêmtir xisardêr a gihiştina sedema şidetê tunebe, standarda hewcedarbûnê ciyê xwe dibîne. Ji bo şoreşek hewce be, divê saziyên heyî ji aliyê exlaqî ve pir zêde riziyayî bin û ji nûkirinê re jî girtî bin. Ji ber vê ye ku nîqaşên derbarê şoreşê bi giştî qebûl dikin ku hedefa şoreşê tiştekî mîna Tîraniya Hişk a Bibiryar e -tenê rejimên wiha dibin tehdîdeke têra xwe girîng bo mafên bingehîn ên şexsan, li aliyê din hemû îhtimalên nûkirina saziyên siyasî asteng dikin. Ewçax, endamên maqûl ên şoreşê ew dewlet in ku bi qasî ku riyên nûkirinê bigrin baş birêxistinkirî ne. Ev rê hewce nake tenê zagonî an makezagonî bin. Heta dewletên ku nahêlin beşeke girîng a gelheyê xwe bigihênin mekanizmayên hiqûqî an siyasî yên guherînê jî dibe ku şoreşê pêwîst nekin. Welatiyên dewletên wiha hê jî dikarin alternatîfên din biceribînin, mîna protesto, bêîteatiya sivîl û bêîteatiya nesivîl, wek amrazên zordana guherînên têkildar, û bi vî awayî şoreşê bikin nepêwîst. Ji ber vê, nîqaşa me herî zêde da ser şopa nîqaşên şoreşa siyasî û li ser rejimên zordest ên mîna Tîraniya Hişk a Bibiryar sekinî, ji ber ku tenê di şertên wiha yên zordestiya temam û bêrehm de qanihker e ku şoreş hewce ye ku guherîn çêbibe.
4. Jus in Belloya (Qaideyên) Şoreşgeriyê
Rêgezên jus in bello diyar dike ku kîjan kirar dikare di şer de bên qebûlkirin. Du standard derdikevin pêş di nîqaşên di warê jus in bello de. Yek, rêjeyîtî ye ku dibêje, kirar û taktîkên taybet ên di şer de tên emilandin divê qenciyê teşwîq bike, divê qencî ji “xirabî”, xisar an îhlalkirinên mafan ên kirar an taktîkan zêdetir be. Du, cihêkarî ye ku di vir de wek parêzbendiya ne-şervanan tê famkirin -kesên masûm ne berpirs in ji xisaran û loma nayê pejirandin ku ew hedef bên girtin. Mijareke pir nîqaşbar ew e ku hemû û tenê sivîl masûm in an na. Li vir hêja ye bê gotin ku maneya resen a “masûm” kesê ku şiyana wê ya xisardayinê tuneye. Hin karmendên artêşê, ew ên di destê wan de çek tuneye an nikarin wan biemilînin jî dikare têkevin nav vê pênaseyê û hin sivîlên ku çavkaniyên artêşê dabîn dikin, nekevinê.
Meseleyek bingehîn a teoriyeke derbarê exlaqê şerê şoreşger lazim e li ser vê bisekine, ka gelo ev normên qebûlkirî yên jus in bello bê îstisna an bê tadîlat li şerê şoreşgeran tê sepandin an, ji dêvla vê, ji aliyê exlaqî ve tê qebûlkirin ku şoreşger hin kiraran pêk bînin lê neyê qebûlkirin ku personelên artêşên dewletan bi giştî van bikin. Ev tenê ne meseleyeke teorîk e: şervanên şoreşger gelek caran rêbazên ji aliyê exlaqî ve problematîk ên şerê “nerêz” (irregular) emilandine. Serkirdeyên sivîl an sivîlên din ên mîna birokrat û hakimên rêvebiriyê kuştine, êrişî hêzên rejimê kirine bi cilên xwe yî sivîl (unîforma an nîşaneyên şer li xwe nekirine, ku li gor hiqûqa şer divê uniforma li xwe bikin û çekên xwe jî veneşêrin); serî li terorîzmê dane, bi qestî bombeyan diteqînin li mekanên gişteyî û takekesên ku têkiliyeke wan a berbiçav çênebûye bi rejimê re, dikujin. Ya din, ji bo seferberkirina gel ji bo beşdarbûna şoreşê an rêgirtina li ber alîkarîdana rejimê di tepisandina şoreşê de, li dijî yên tepisandî kirarên terorîzmê pêk tînin.
Ev mînakên nerêz dikevin nav çar kategoriyên cuda (Finlay 2015, rr. 206–8). Ya yekem kamuflaja sivîl e, yanê şervan xwe wek ku sivîl be didin xuyakirin da ku berî şer neyên îmhakirin. Ya duyem dilqguhertin e, ku, mîna kamuflaja sivîl, şervan wek sivîl xuya dikin, lê, ji kamuflaja sivîl cuda, ev xuyakirina xapînok tê emilandin ku di şer de neyaran bixapînin. Di mînakeke dilqguhertina sivîl de ku Michael Walzer nîqaş dike, partîzanên fransî yên li hemberî dagirkeriya almanan li ber xwe didin, kincên gundiyan li xwe dikin û kemîn datînin (Walzer 1977 r. 183). Ya sêyem mertala mirovî ye, ew taktîka ku şervan bi zanebûn hedefên leşkerî nêzîkî sivîlan bi cî dikin da ku êrişkar jê dûr bisekine (Schmitt 2009). Ya çarem, şervan dikarin hedefên ne-şervan deynin, taktîkek ku bi qestî kesên ne-şervan, yanê sivîl, ji bo hin avantajan dixin talûkeyê. Mînakên hedefgirtina ne-şervan wiha ne: veşartina sivîlan li ciyekî nêzîkî hedefên leşkerî, bi hêviya ku neyar li heman ciyî xisarekê bide wan jî û rejimê provoke bike bi niyeta xisardana sivîlan an, helbet, hedefgirtina qestî ya deverên ji aliyê sivîlan tên emilandin an lê dijîn. Armancên hedefgirtina ne-şervan dikare ji motîvekirina xelkê ya bo beşdarbûna xebatên şoreşger, heta zordana li xelkê ya ji bo piştgirî bide şoreşê û tehrîkkirina teror û bênîzamiyê dikare bên rêzkirin. Ev taktîkên nerêz bi awayekî zelal ne li gor standardên jus in bello yên rêjeyîtî û cihêkariyê ne, ji ber ku zehmet dikin ku neyar şervan û ne-şervanan ji hev derxin an ne-şervanan bi yekser marûzî xisarên mezintir dihêlin bi sedem ku wan wek mertal an hedefên qestî bi kar tînin; li heman cihî sivîlan marûzî rîskên mezin ên xisarê dihêlin.
Şoreşger gelek caran sedemên wan xurt hene van taktîkên nerêz bi kar bînin, ji ber ku li gor reqîbên xwe bidezavantaj in. Yek, bi giştî temrîna wan a leşkerî û disiplîna wan a birêxistinbûne wê kêmtir be li gor şervanên rejîmê, ew ê wek hejmar jî kêmtir bin, çêkên wan bi giştî wê bi qasî yên rejimê ne bikalîte bin û kapasiteya wan a lojistîk û îstixbaratê wê ji ya rejimê lawaztir be. Du, ji bo şoreşgeran zehmet e gelekî di bin zordestiya rejimeke bêedalet de seferber bikin. Rejimên zordest ên rûniştî kontrola xwe diemilînin li ser perwerde û medyayê ku propagandaya xwe bikin da ku nehêlin xelk bizanibe bê rejim çiqasî riziyaye, aborî çiqas xirab e, kalîteya jiyanê çiqas xirab e li gor welatên çêtir tên birêvebirin, û nerazîbûna ji rejimê çiqas berbelav e. Loma, kirara karîger a şoreşger dibe ku lazim be hişmendiya şaş a xelkê ji hev belav bike. Serkirdeya heweskar a şoreşger ji bo vê dibe ku hewce bike ji xwe re bike peywir ku hişmendiya şaş a ewên hêvî dikin tevlî têkoşîna şoreşger bikin, ji holê rakin. Di mînakên rastîn de, serkirdeyên heweskar gelek caran şidet û carna terorîzm emilandine da ku astengiyên epîstemîk ji holê rakin ku bêtir kes tevlî şoreşê bibe. Wek mînak, êrişî “hedefên nerm” -polês an rayedarên rêvebiriyê- kirine da ku nîşanî xelkê bidin ku “ew hêza me heye ku em xisarê bidin wan.” Taktîkek din ku pir tê emilandin ji aliyê şoreşgeran da ku astengên epistemîk ji holê rakin, ji bo provokekirina rejimê ye ku bertekên zalimane bidin xwepêşandinên binisbet aştiyane, da ku teşhîr bikin ku rejim çiqas xedar e. Kirarên bi vî rengî ku ji aliyê fikra sereke ya jus in bello tên şermezarkirin, tê gotin hewce ne ku hesta faîlbûnê ku hişmendiya şaş têk biriye, bê xurtkirin.
Herçiqas tê famkirin ku taktîkên wiha “nerêz” çima cazib e ji şoreşgeran re, ev îdiaya ku ev heq tên dîtin, bi giştî bi guman tên pêşwazîkirin. Em bi kamuflaja sivîl û dilqguhertina sivîl dest pê bikin. Eyan e ku ev taktîk bi hewcedariyên standard ên cihêkariyê re li hev nakin, li gor vê şervan divê uniforma li xwe bikin û bi awayekî eyan çekên xwe bi xwe re bigerînin da ku neyar bikaribe wan û ne-şervanan ji hev derxe. Cazibeya pêjinîdar (intuitive) a îzeha standard a cihêkariyê dike ku hin ramanger îdia bikin ku kamuflaja sivîl û dilqguhetina sivîl nabe bên pejirandin, ji ber ku taktîkên wiha ne-şervanan marûzî rîska xisara hemdem a neheq û bêreje dihêle (Meisels 2008; Chiu 2010).
Ew kesên dibêjin kamuflaja sivîl û dilqguhertina sivîl dikare bê pejirandin, serî li edaletê didin. Fikir ev e ku, qet nebe, di merhaleyên pêşî yên têkoşîna xwe de, şoreşger dezavantajên wan zêde ne li gor hêzên rêvebiriyê, ev dezavantaj tiştekî wiha ye ku ew jê ne berpirsyar in, û divê mirov ne li bendê be ku şoreşger bihêlin têkoşîna wan a li dijî rejimeke bêedalet têk biçe (Gross 2010: 153–4). Wek ku berê jî hat qalkirin, çekên şoreşgeran û kapasiteya wan lojistîk kêmtir e, herêmên wan î ewle tunene ku lê li hev kom bibin û hewcedariyên xwe tedarîk bikin, ji ber ku xetên şer tunene di şerekî nekonvansiyonel de. Finlay angaşt dike ku ji ber van sedeman, dikare bê pejirandin ku kamuflaja sivîl, lê ne dilqguhertin, bê emilandin ji aliyê şoreşgeran (Finlay 2015, pp. 211–12). Li gor Finlay, kamuflaja sivîl dikare heq bê dîtin, ji ber ku ev taktîk tenê dike ku şoreşger bikaribin car bi car ji nav şer vekişin û mimkunkirina vê him di belavbûna mafan û peywirên derbarê şerê di peywendên asimetrîk de edaletê tamîr dike him bi zagonên standard ên şer re nakeve nakokiyê. Li aliyê din, emilandina dilqguhertina sivîl nabe bê pejirandin, ji ber ku hedefa vê taktîkê ne tamîrkirina edaletê ye derbarê şiyaneke ku ji aliyê zagonên şer tê parastin (yanê, şiyana vekişîna ji şer), ev bêtir ji bo kêmkirina şiyana şervanên birêz (regular) a xwe parastinê ye (B.n.b., r. 213).
Kamuflaja sivîl û dilqguhertina sivîl taktîkên wiha ne ku jihevderxistina şervanan û ne-şervanan zehmettir dike û bi awayekî neyekser dike ku sivîl marûzî rîska xisara hemdem bimînin; li aliyê din, taktîkên mîna emilandina mertalên mirovî an hedefgirtinên ne-şervan bi awayekî yekser ne-şervanan marûzî rîskên girîng dihêle ji bo hin avantajên leşkerî û loma rêgeza parêzbendiya ne-şervanan îhlal dike. Li gor gelek teorisyenên li ser şerên nerêz ên mîna şerê şoreşger dixebitin, taktîkên wiha bi giştî ti carî nabe bên pejirandin.
Divê bê diyarkirin ku rexnegirên taktîkên wiha yên nerêz bi giştî îdia nakin ku wek prensîb taktîkên nerêz ti carî nayên qebûlkirin. Li hemberî “rewşa bala ya acil” ku ger rejima serdest neyê guhertin, wê bibe sedema bobelateke exlaqî, teorîsyenên wiha gelek caran difikirin ku taktîkên nerêz ku bikaribin hêsantir bike çareserkirina rewşa acil, dikare wek xirabiyeke kêmtir xirab rewa bê dîtin. Pirsgirêk ew e ku kesên şer dikin bixwe biryar bidin ku rewşa tê de ne îstisnaî û aciliyeteke bala ye. Endîşe ew e ku ger beşdarên şer bizanibin ku îstisnayên wiha li ber wan e, ewçax rîskek girîng heye ku nirxandinên wan î bi îhtimal xelet bin (belkî encama hin pêşdarazan an muhakemeya alîgir bin), dikare bibe sedema tesbîteke şaş û taktîkên ku nayên pejirandin biemilînin û dikare xisareke nerêjeyî bidin masûman û kesên ne di nav şer de ne (Nathanson 2010, rr. 201–8; Nagel 1972; Coady 2002; Coady 2004). Girêdayî vê, mirov dikare têkeve tatêlê ku ger aliyekî şer rêgeza parêzbendiya ne-şervanan îhlal bike, aliyê din jî dikare guh nede norman û qaideyên şer bi tevahî birûxin (Waldron 2010: rr. 88–90).
Ka gelo rîsk heye ku taktîkên navborî bên îstismarkirin an na, helbet ev ê girêdayî wê rêbaza taybet be ku tê de tên emilandin, loma wê baş be ku cureyên cuda yên ne-şervanên hedef ji hev bên derxistin. Ya yekemîn, û ya herî bêhed, terorîzm e; bi vê qesta me hedefgirtina ne-şervanan a qestî ye (ji bo nîqaşeke bêtir bihûrgilî û berfireh, bnr. madeya li ser terorîzmê). Mînakek, hedefgirtina mekanên gişteyî ne ku şêr lê naqewime. Armanca kirarên bi vî rengî dikare tirsandina xelkê, lawazkirina piştgiriya bo rejimê an peyamşandina bo rejimê an aktorên navneteweyî be.
Şoreşger dikarin wan taktîkên ku ne-şervanên hewce nake bên cihêkirin jî hedef bigrin. Bilakîs, dikarin taktîkeke duyem a nerêz ku em ê wek hedefgirtina cihêkirina berfireh bi nav bikin, biemilînin. Ev taktîk hedefgirtina qestî ya ne-şervanan dihewîne, ew ne-şervanên ku îhtimal heye ji aliyê exlaqî ve ji şerê şoreşger berpirsyar bin. Emê ûştên vê berpirsyariyê bi kurtî nîqaş bikin dema em li ser angaştên di parastina hedefgirtina nerêz sekinîn.
Sê, şoreşger dikarin xwe bispêrin provokekirina neyar. Armanca vê taktîkê provokekirina aktorên rejimê ye ku xisarê bidin ne-şervanan da ku piştgiriya gel a bo tevgera şoreşger zêde bibe. Provokasyon ji emilandina mertalên mirovî cuda ye, ya ewil êrişkar e, ya duyem berevan e. Şervan, bi hêviya ku neyar ji ber hebûna ne-şervanan êriş neke, mertalên mirovî diemilînin, lê niyeta provokekirina neyar xisardîtina masûman e. Çar û ya dawî, şervan dikarin zorê bidin ne-şervanan ku wan mecbûr bihêlin beşdarî hewldanên şoreşger bibin.
Angaşta ji bo rîska îstismarê û rîska rûxîna qaideyên şer li hinek ji van taktîkên nerêz tên sepandin, ne li hemûyan. Ev angaştên li dijî taktîkên nerêz lawaztir dimînin dema xweajoyên jixweber peydabûyî hebin ku li dijî îstismarkirina taktîkên nerêz an li dijî bersivdana emilandina wan têkevin tevgerê û dema rejima serdest di halêhazir de teşebisî îstismarkirina wê taktîka têkildar nake.
Rewşeke wiha muhtemel e ku çêbibe bi hedefgirtina ne-şervan a binisbet kêmtir derhed, yanê, hedefgirtina cihêkar a gişgir û piştgiriya bizorê. Bi îhtimaleke mezin, rejimeke bûbe hedefa şerekî şoreşger, ji bo refên xwe xurt bike jixwe wê rêbazên bizorê biemilîne; ev jî bêmane dike ku mirov têkeve tatêlê ku wê vê taktîkê bi awayekî xirabtir biemilîne. Ya din, hedefgirtina cihêkar a berfireh, ji ber hêza asimetrîk a rejimê, ji bo rejimeke serdest kêm îhtimal heye ku stratejiyeke hêja be wê biemilîne.
Şoreşger derfetên wan tuneye xwe bigihênin binyadên sazûmanî ku bikaribin xwe bispêrinê ku hewldanên xwe yî şer pêş ve bibin. Neyarê rejimê ji endamên taybet ên tevgera şoreşger ku wê tehdîd dike, pêk tê, lê neyarê şoreşgeran jî rejim e ku ne tenê ji rayedarên siyasî û şervanên îteatî fermanên rayedaran dikin, ji sazî û binyadên ku rejimê li ser xwe dihêle jî, pêk tê; ev dide famkirin bê çima hedefên rewa ji bo şoreşgeran cazib in, ne ji bo rejimê. Lê, xuyaye argumanên ji bo rîska îstismarkirinê û rîska rûxîna qaideyên şer ji bo terorîzm û emilandina mertalên mirovî jî dewam dike. Rejimên serdest hin berjewendiyên wan hene di emilandina yek ji van taktîkan de, ji ber ku emilandina hedefgirtina bêcihêkirin wê bêtesîr bike emilandina muhtemel a kamuflaja sivîl û dilqguhertinê ku şoreşger wê mecbûrî biemilîne, û emilandina mertalên mirovî bi îhtimal wê li dijî êrişên şoreşger bergir be (lê, ji bo berevaniya emilandina mertalên mirovî, bnr. Fabre 2012, rr. 256–67).
Angaştên derbarê rîska îstismarkirinê û rîska rûxîna qaideyên şer di halê piştgiriya bi zorê û emilandina fehmeke berfireh a hedefên rewa dewam neke jî, ev nayê wê maneyê ku şoreşger heq in di tertîbkirina van taktîkên nerêz de. Rêgeza parêzbendiya ne-şervanan xuyaye hê jî têra xwe sedemeke eyan e ku nehêle taktîkên wiha bên pejirandin û divê hin sedemên erênî bên pêşkêşkirin ji bo piştgiriya emilandina wan.
Di berevaniya piştgiriya zordayinê de, Buchanan (2013) angaşt dike ku hin awayên zordayinê dikare bê pejirandin, wek ku dema şervanên şoreşger bi riya tehdîdên cizayên madî yên mîna îstimlakkirina milkiyetê an heta hepiskirin an sînordarkirina azadiyê bi darê zorê leşker peyda dikin. Maqûltirîn mazûrdîtina rêbazên wiha yên seferberiya bi zorê wê hedefên şoreşê wek qenciyên gişteyî yên xwedan giringiya derasayî ya exlaqî karakterîze bike û zordayinê jî wek çareseriya pirsgirêka kirara hevpar pêşkêş bike. Ji bo zordayineke wiha mazûr bê dîtin, divê sedema şoreşê adil be, yanê qenciya bi zorê bidestketî divê di rêjeya xirabiya zordayineke wiha de be (yanê, mirov nikare zorê bide kesî ku tevlî dozeke bêhûde bibe), birêxistinkirina kesên zêdetir ku tenê dikare bi riya zorê pêk bê, divê ji bo serkeftinê pêwîst be, û zordayin divê li gor rêgezên standard ên derbarê emilandina zorê be ku qenciyeke gişteyî ya xwedan exlaqa derasayî têxe bin temînatê, bi gotineke din, divê maliyetên zordayinê û hevkariya bo şoreşê bi awayekî adil bên belavkirin.
Çi dikare, eger hebe, hedefgirtina qestî ya neşervanan ji aliyê hêzên şoreşger heq derxîne? Li gor Fabre, “kuştina kesekî masûm -ku mafê wî yî divê-neyê-kuştin îhlal dike û hemû mafên wî yî din jî ji holê radike- nikare heq bê dîtin ger ev ne ji bo rêgirtina li ber xirabiyeke mezintir be ku hejmareke gelekî zêdetir kes marûzî windakirin an îhlalkirineke hevşib a hemû mafan nemîne. Yanê, wek mînak, tenê îhlalkirinên mafê hevpar a diyarkirina çarenûsa xwe hedefgirtina qestî ya ne-şervanan heq dernaxîne” (Fabre 2012, r. 253).
Haya me jê hebe ku encama Fabre ne-şervanan jî masûm dibîne. Finlay, di berevaniya zemîneke firehtir a ji bo hedefgirtinên qestî ya ne-şervanan de, angaşt dike ku hin kesên ji ne-şervanan ne masûm in û ji ber vê, hinek ji xisarên şer dikare li wan jî bê belavkirin. Bingeha angaşta Finlay ew îdia ye ku wê hinek, belkî gelek, sivîl hebin ku helwest û reftarên wan tevkariya parastina rejima zordest dike û heta radeyekê jê berpirsyar in, qet nebe şirîkên sûc in di destûrdana xisarên zordestiyê de. Ewçax, bi nêrîna Finlay, ku hedefgirtina ne-şervanan pêwîst e ji bo pêşvebirina şerekî heq ê şoreşger û ev kirin amraza herî rêjedar a berdest e, loma hedefgirtina ne-şervanan dikare mazûr bê dîtin ger hedef heta radeyekê şirîk an berpirsyar bin ji zordestiyê (Finlay 2015, rr. 261–83). Aloziyên vê angaştê zêde ne ji ber ku ew tişta wek tevkariya girîng dihesibîne ne zelal e û nîqaşbar e. Wek mînak, cotkarekî ku xwarinê bide polêsê veşartî yê rejimê an seyareyên ku pê didin dû mixalîfan, tamîr bike, bi awayekî zelal tevkariya texrîbata wan dike, lê ne zelal ka ev cure tevkarî wî dike berpirsyar bi qasî ku bibe hedef di şer de (Fabre 2009, Frowe 2014).
5. Midaxele
Midaxelekirina şoreşê dikare rewa be an na, ev mijareke pir girîng e ji bo exlaqê şoreşa siyasî. Em ê di maneyeke fireh de peyva “midaxele”yê biemilînin ji bo behsa tevkariyên leşkerî yên aktorên biyanî. Midaxele dikare kirinên mîna tevkariya şervanan an çekan û kirinên mîna diyarkirina herêmekê wek qada-firîn-qedexe, an dabînkirina îstixbaratê an piştgiriya lojistîk an perwerdeya emilandina çekan be. Ger em xwezaya asîmetrîk a şerê şoreşger li ber çav bigrin, alîkariya leşkerî ya ji aktorên biyanî dikare heyatî be, heta belkî pêwîst be ji bo serkeftina şoreşgeran.
Herçiqas midaxele girîngiyek wê heyatî hebe jî ji bo serkeftina şoreşekê, rewakirina midaxeleyeke leşkerî ya aktorên biyanî tabiyî hin sînorên girîng ên exlaqî ye. Michael Walzer angaşt kiriye ku mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya hevpar hin sînorên teng datîne ku aktorên biyanî dikare çi bikin. Bi nêrîna Walzer, aktorên biyanî dikare midaxeleyeke nehatiye-xwestin bikin tenê dema gelek bi aciliyeteke pir mezin a mirovî, mîna qirkirinê, re rû bi rû mabe (Walzer 1977; Walzer 1980). Angaşta Walzer asîmetriyekê tîne bi xwe re di navbera heqdîtina şoreşê û heqdîtina midaxeleyê de; ya pêşî wek berteka bo zordestiyê ku negihiştibe asta aciliyeta mezin a mirovî, dikare heq bê dîtin, ya duyem nabe heq bê dîtin (ji bo nîqaşa rewşa asimetrîk, bnr. Dobos 2011).
Buchanan angaşt kiriye ku rêzgirtina li mafê diyarkirina çarenûsa xwe rê daye encamên pir cuda (Buchanan 2013). Buchanan red dike du rêgezên hevpar ên wek sînorên midaxeleyê tên pêşkêşkirin bi sedema rêzgirtina mafê diyarkirina çarenûsa xwe. Ya yekemîn rêgeza Mill e ku dibêje piştgiriya gel a bo şoreşê pêwîst e ku midaxele heq bê dîtin. A duyemîn rêgeza rizayê ye, li gor vê yên menfaeta wan ji midaxeleyê heye divê riza bidin midaxeleyê ku heq bê dîtin. Buchanan red dike van rêgezan, ji ber ku gelekî di bin zextên Tîraniyeke Hişk a Bibiryar de gelek asteng hene ku bikaribe piştgiriya xwe diyar bike bo şoreşê û rizaya xwe nîşan bide bo midaxeleyê.
Buchanan, bêyî van sînorên li ser midaxeleyê, du sedemên cuda pêşkêş kiriye ji bo midaxeleya li şoreşan. Yek, li ser zemîna nêrînên li ser rêjedariyê angaşt kiriye ku aktorên biyanî dikarin bi awayekî heq midaxele bikin li şoreşên dibe ku têra xwe nehatibin teşwîqkirin jî, lê midaxele a) bêbandor dike neheqî û zêdebûna şidetê û zordayina ku di şerên şoreşger de pêk tê an b) wan şertan ava dike ku yên tepisandî bikaribin bi awayekî manîdar piştgiriya (an mixalefet) xwe bidin şoreşê an rizaya xwe bidin midaxeleyê (Buchanan 2013). Du, Buchanan angaşt kiriye ku nêrînên derbarê mafê diyarkirina çarenûsa xwe, a rast, dikare di lehê heqderxistina midaxeleyê de bin (Buchanan 2016). Angaşt dike ku rêzgirtina li mafê gelekî yê diyarkirina çarenûsa xwe hewceyî tedbîrên ji bo parastina wan şertan e ku komek bikaribe mafê xwe yî diyarkirina çarenûsa xwe bipareze û wan şertan pêş ve bibe ku kom tê de xwedan şiyana diyarkirina çarenûsa xwe be. Wek encam, bi nêrîna Buchanan, rêzgirtina li mafê diyarkirina çarenûsa xwe, bi serê xwe, pêwîst dike destûra midaxeleya di şerên şoreşger de, ev ê mafê gelekî yê diyarkirina çarenûsa xwe biparêze û pêş ve bibe. Ev destûr nifşên siberojê li ber çav digre, yanê aktorên biyanî dikarin midaxeleyî çêbûna rêvebiriya pişt-şoreşê jî bikin ger rejima pişt-şoreşê wisa bibe ku şertên diyarkirina çarenûsa xwe wê nikaribe pêk bê ji bo kesên siberojê. Divê bê diyarkirin ku angaşta Buchanan berê xwe tenê dide nêrîna ku rêzgirtina li mafê diyarkirina çarenûsa xwe rê nade midaxeleyê. Nabêje, ew rastiya ku midaxele wê mafê diyarkirina çarenûsa xwe pêş ve bibe, midaxeleyê heq derdixe. Dikare nêrînên telafîker hebin.
Massimo Renzo bersiva rexnegirane ya li jêr dide angaşta Buchanan (Renzo 2018). Renzo pêşî dibêje, ger kesek ji bo demekê nikaribe mafekî bi kar bîne, ev nayê wê maneyê ku êndin nikarin wî mafî îhlal bikin. Li gor vê, dema komek nikaribe mafê xwe yî diyarkirina çarenûsa xwe bi kar bîne, ev îma nake ku êndin dikarin wek ku ew kom mafê wê yî diyarkirina çarenûsa xwe qet tunebe tevbigere. Sînordarkirinên ku xwe dispêrin mafê diyarkirina çarenûsa xwe dikare bi van sedeman bê pesendkirin, a) pratîkên berê yên emilandina mafê diyarkirina çarenûsa xwe, û b) sedemên heyî yên derbarê ku kom, ger mafê wan hebe bikin, çawa dikare mafê xwe yî diyarkirina çarenûsa xwe biemilîne (ji bo bersiveke rexnegirane bo Renzo, bnr. Weltman 2019). Buchanan dikare wiha bersiv bide ku mafê diyarkirina çarenûsa xwe di wan şertan de ku xwediyên maf nikaribin wê biemilînin dewam dike, lê maf, tenê dema bikaribe bê emilandin, tê îhlalkirin, ne bi tedbîrên ku emilandina wê mimkun bike.
Fikir wê ew be ku di bin şertên ku tîraniyek nahêle mirov şiyana xwe ya diyarkirina çarenûsa xwe pêş ve bibe, maf ew e ku, nixumandî an veşartî, rêzgirtina li mafê diyarkirina çarenûsa xwe bikaribe di hin şertan de bê maneya kirina tiştên lazim in ji bo emilandina wî mafî.
Nêrînên em heta niha li ser sekinîn diyar dikin ku mafê diyarkirina çarenûsa xwe heta radeyekê dikare ji rewakirina midaxeleyê re bibe sedem. Lê hin nivîskar înkar dikin ku mafê diyarkirina çarenûsa xwe girîngiyek wê hebe. Li gor van nêrînan, ger rêgezên jus ad bellum bi cî bûbin, ewqas midaxele dikare rewa bê dîtin bêyî ku ka xwediyên menfeatê piştgirî didinê an na. (McMahan 2010; Altman û Wellman 2011: beş 5; Teson 2017 beş 3). Ji ber ku ev angaşt red dikin ku rêzgirtina li mafê diyarkirina çarenûsa xwe sînoran datîne li ber midaxeleyê, di encamê de rediyeya pozisyona Walzer a asimetrîk pêwîst dikin, ev jî rê vedike li ber simetriya navbera destûrdanên bo midaxeleya şerê şoreşger û destûrdanên bo aktorên biyanî ku midaxeleya leşkerî pêk bînin.
Renzo di bersiva bo van nêrînan de, angaşt kiriye ku mafê diyarkirina çarenûsa xwe nirxek e ku sînoran datîne li rewabûna midaxeleyê (Renzo 2020). Bingeha angaşta Renzo ew îdia ye ku mafê diyarkirina çarenûsa xwe nirxeke bi serê xwe ye. Ji bo xurtkirina vê îdiayê, Renzo angaşt dike ku lazim e miracaatî mafê diyarkirina çarenûsa xwe bikin ji bo ravekirina xeletbûna kolonyalîzmê. Renzo dibêje, şaş e ku kolonyalîzm nakeve îhlalkirina mafên bingehîn ên mirovî yên gelê kolonîzekirî, ji ber ku mafê gelekî yê diyarkirina çarenûsa xwe îhlal dike.
Renzo, piştî ku isbat dike ku mafê diyarkirina çarenûsa xwe nirxeke bi serê xwe ye, angaşta xwe didomîne ku rêzgirtina li nirxa mafê diyarkirina çarenûsa xwe sînoreke pro tanto (ancex heta vê radeyê) datîne li ser rewabûna midaxeleyê. Li gor vê sînorê pro tanto lazim e li ber çav bê girtin bê civatek çawa dikare mafê xwe yî diyarkirina çarenûsa xwe biemilîne ger bikaribe vê bike û berê ev mafê xwe çiqasî emilandiye da ku bê diyarkirin ka midaxele wê ji aliyê civatê bê pejirandin an na. Lê Renzo, li gor hisabê xwe, nagihêje wê encamê ku simetriyek heye di navbera şoreş û midaxeleyê de. Bilakîs, dibêje simetrî heye, ji ber ku şoreş wê di wê meylê de be ku bê teşwîqkirin ji aliyê komeke avangard ku, mîna aktoreke biyanî, a rast xwedan heman têkiliyê ye. Li gor vê, angaşt dike ku simetriyek heye di navbera rewakirina midaxeleyê û rewakirina şoreşê de, ji ber ku herdu jî divê mafê gel ê diyarkirina çarenûsa xwe li ber çav bigrin.
Îzehateke alternatîf a têkiliya navbera şoreş û midaxeleyê ji aliyê Christopher J. Finlay (Finlay 2020) tê pêşkêşkirin. Finlay dibêje, şoreş û midaxele hevdu temam dikin. Îdia dike ku midaxele şoreşê temam dike û rewakirina midaxeleyê fonskiyoneke rewakirina şoreşê ye. Ji bo midaxele bikaribe bê rewakirin, bi nêrîna Finlay, pêşî, yên marûzî midaxeleyê dimînin divê nikaribin mafê xwe biparêzin û ya duyem, serkirdeyên xwemalî yên şoreşê divê nikaribin bi serê xwe bi ser kevin.
6. Pêşniyazên ji bo Lêkolînên Zêdetir di Felsefeya Şoreşê de
Him etîka şoreşê him etîka midaxeleya li şoreşê bêtir girêdayî bûyerê ye, ji ber ku herdu jî bi nêrînên derbarê encamên muhtemel ên beşdarbûna şoreşê şikil digrin. Bi awayekî taybettir, meseleya ku gelo divê an dikare bê qebûlkirin ku takekes an kom teşebis bikin nîzama siyasî ya heyî hilweşînin an yeka nû bînin şûna wê, tevî yên din, girêdayî wê ye ku pêşbîniyên pêşveçûnên girîng baş bin û hêjayî maliyetên hewldanên bidestxistina wê bin. Û ji bo aliyên sêyemîn, rîsk an menfaetên midaxelekirina ji bo piştgirî an dijberiya şoreşê jî girîng in. Me dît ku, ji bilî Angaşta Têgehî ya Kant, dabeşbûna navbera fîlozofên ku şoreşê qedexe dikin (û herwiha, midaxeleya ji bo piştgiriya şoreşê jî) û ew ên ku dibêjin şoreş carna dikare bê rewakirin, herî baş bi hîpoteza ku komên dijber xwe dispêrin texmînên cuda yên rîskên şoreşê, tê ravekirin. Lê me ev jî dît ku rîskên li gor peywendên ku şoreş tê de pêk tên, diguhere. Dawiya dawî, teoriyeke maqûl a felsefî ya şoreşê wê partîkularîstîk be, ji ber vê: wê bê pejirandin ku bersiveke rast tuneye ji vê pirsê re “Gelo şoreş tê rewakirin,” ger peywend nehatibe diyarkirin û têkiliya navbera peywendên cuda û encamên cuda yên muhtemel ên şoreşê nehatibin îzehkirin. Ji bo vê îzaheteke empirîk a têkiliya navbera peywend û encaman lazim e. Heta niha, teoriyên exlaqê yên şoreşê ev pêdivî nehanîne cî.
Li gor vê, em tên vê encamê ku teoriyeke maqûl a li ser exlaqê şoreşê divê xwe bispêre teoriyeke teswîrî-îzehkar a berfirehiya guherina siyasî ya muhtemel, teoriyeke ku peywendê li ber çav bigre. Ya din, ji ber ku pirs ew e ku şoreş, ger hebe, kengî muhtemel e ku nîzameke siyasî ya ji aliyê exlaqî ve çêtir hilberîne, tişta lazim e ji teoriyeke teswîrî-îzehkar a pêşveçûna berfireh a guherîna siyasî pê ve ne tiştek e.
Riyeke din a îfadekirina vê xala bingehîn ew e ku teorîzekirina exlaqa şoreşê divê bê “xwezayîkirin,” ne di maneya ku meseleyên normatîv divê bên daxistin asta meseleyên diyardeyî, di maneya ku teorisyen divê girîngiya diyardeyan qebûl bikin ku di rastiyê de çi diqewime di şoreşan de. Heta ku vê bikin, nîqaşên berdewam ên mîna ka şoreş an reform baştirîn rê ye ji bo pêşveçûna exlaqî, nîqaşên derbarê girîngiya mezin a rewakirina şoreşê, wê bê encam bimînin.
Ev tê maneya ku teorîzekirina normatîv a derbarê şoreşê, ger wê têra xwe şênber be ku rêbertiya kiraran bike, ne tenê hewceyî behreyên fîlozofan e, hewceyî serîlêdana teoriyên zanistên civakî yên têkildar e jî ku guherînên berfireh çawa pêk tên (pirseke diyardeyî) û nirxandinên biprensîb lê bên zêdekirin, ku encamên muhtemel ên şoreşê yên di peywendên cuda de wê ji aliyê exlaqî ve pêşverû be an na.
Çavkanî
Jêgirtinên MER îşaretî vê berhemê dike: The Marx-Engels Reader, Robert Tucker (ed.), New York: W.V. Norton, çapa 2., 1978.
- Altman, Andrew, and Christopher Heath Wellman, 2011, A Liberal Theory of International Justice, Oxford: Oxford University Press.
- St. Augustine, City of God (De civitate Dei), Henry Bettenson (trans.), John O’Meara (introduction), London: Penguin, 1972.
- Aquinas, Thomas, Summa theologiae (Section IIaIIae 42: On Sedition), in Aquinas: Political Writings (Cambridge Texts in the History of Political Thought), R.W. Dyson (ed.), New York: Cambridge University Press, 2002.
- Biggar, Nigel, 2013, “Christian Just War Reasoning and Two Cases of Rebellion: Ireland 1916–1921 and Syria 2011–Present”, Ethics & International Affairs, 27(4): 393–400. doi:10.1017/S089267941300035X
- Buchanan, Allen, 1979, “Revolutionary Motivation and Rationality”, Philosophy & Public Affairs, 9(1): 59–82.
- –––, 1982, Marx and Justice: The Radical Critique of Liberalism, London: Methuen.
- –––, 2006, “Institutionalizing the Just War”, Philosophy & Public Affairs, 34(1): 2–38. doi:10.1111/j.1088-4963.2006.00051.x
- –––, 2013, “The Ethics of Revolution and Its Implications for the Ethics of Intervention”, Philosophy & Public Affairs, 41(4): 291–323. doi:10.1111/papa.12021
- –––, 2015, “A Richer Jus ad Bellum”, in Lazar and Frowe 2015: .
- –––, 2016, “Self-Determination, Revolution, and Intervention”, Ethics, 126(2): 447–473. doi:10.1086/683639
- Chenoweth, Erica and Maria J. Stephan, 2011, Why Civil Resistance Works: The Strategic Logic of Nonviolent Conflict, New York: Columbia University Press.
- Coady, C. A. J., 2002, “Terrorism, Just War and Supreme Emergency”, in Terrorism and Justice, C. A. J. Coady and Michael O’Keefe (eds.), Melbourne: Melbourne University Press.
- –––, 2004, “Terrorism, Morality, and Supreme Emergency”, Ethics, 114(4): 772–89.
- Chiu, Yvonne, 2010, “Uniform Exceptions and Rights Violations”, Social Theory and Practice, 36(1): 44–77.
- Cohen, G.A., 1978, Karl Marx’s Theory of History: A Defence, Princeton, NJ: Princeton University Press.
- Davis, Ryan W., 2004, “Is Revolution Morally Revolting?”, The Journal of Value Inquiry, 38(4): 561–568. doi:10.1007/s10790-005-7254-y
- Dobos, Ned, 2011, Insurrection and Intervention: The Two Faces of Sovereignty, Cambridge: Cambridge University Press. doi:10.1017/CBO9781139049214
- Dunning, Wm. A., 1904, “The Monarchomachs”, Political Science Quarterly, 19 (2): 277–301.
- Engels, Friedrich, [1880] 1892, Socialism: Utopian and Scientific, Edward Aveling (trans.). [Engels [1880] 1892 available online]
- Elster, Jon, 1985, Making Sense of Marx, Cambridge University Press.
- Fabre, Cécile, 2009, “Guns, Food, and Liability to Attack in War”, Ethics, 120(1): 36–63. doi:10.1086/649218
- –––, 2012, Cosmopolitan War, Oxford: Oxford University Press.
- Finlay, Christopher J., 2006, “Violence and Revolutionary Subjectivity: Marx to Žižek”, European Journal of Political Theory, 5(4): 373–397. doi:10.1177/1474885106067277
- –––, 2015, Terrorism and the Right to Resist: A Theory of Just Revolutionary War, Cambridge: Cambridge University Press.
- –––, 2020, “Assisting Rebels Abroad: The Ethics of Violence at the Limits of the Defensive Paradigm”, Journal of Applied Philosophy, 39(1): 38–55.
- Flikschuh, Katrin, 2008, “Reason, Right, and Revolution: Kant and Locke”, Philosophy & Public Affairs, 36(4): 375–404. doi:10.1111/j.1088-4963.2008.00146.x
- Frowe, Helen, 2014, Defensive Killing, Oxford: Oxford University Press.
- Frowe, Helen and Seth Lazar (eds.), 2017, The Oxford Handbook of Ethics of War, Oxford: Oxford University Press. doi:0.1093/oxfordhb/9780199943418.001.0001
- Gross, Michael, 2010, Moral Dilemmas of Modern War: Torture, Assassination, and Blackmail in an Age of Asymmetric Conflict, Cambridge: Cambridge University Press.
- Hill, Thomas E., 2002, “Questions About Kant’s Opposition to Revolution”, The Journal of Value Inquiry, 36(2–3): 293–298. doi:10.1023/A:1016156620402
- Hobbes, Thomas, [1651] 1994, Leviathan, Edwin Curley (ed.), Indianapolis, IN: Hackett.
- Iser, Mattias, 2017, “Beyond the Paradigm of Self-Defense? On Revolutionary Violence”, in The Ethics of War: Essays, Saba Bazargan and Samuel C. Rickless (eds.), Oxford: Oxford University Press. doi:10.1093/acprof:oso/9780199376148.003.0010
- Jenkins, Brian Michael, 2014, “The Dynamics of Syria’s Civil War”, Santa Monica, CA: RAND Corporation, PE-115-RC. [Jenkins 2014 available online]
- Jennings, Francis, 2000, The Creation of America: Through Revolution to Empire, Cambridge: Cambridge University Press.
- Johnson, James Turner, 2013, “Ad Fontes: The Question of Rebellion and Moral Tradition on the Use of Force”, Ethics & International Affairs, 27(4): 371–378. doi:10.1017/S0892679413000336
- Jones, Daniel M., Stuart A.Bremer, and J. David Singer, 1996, “Militarized Interstate Disputes, 1816–1992: Rationale, Coding Rules, and Empirical Patterns”, Conflict Management and Peace Science, 15(2): 163–213.
- Kalyvas, Stathis N., 2006, The Logic of Violence in Civil War, Cambridge: Cambridge University Press.
- Kant, Immanuel, 1797, Metaphysics of Morals (Die Metaphysik der Sitten) in Practical Philosophy, Mary Gregor (trans.), Cambridge: Cambridge University Press, 1996.
- Kapelner, Zsolt, 2019, “Revolution Against Non-violent Oppression”, Res Publica, 25: 445–461. doi: 10.1007/s11158-019-09437-0
- Kelsay, John, 2013, “Muslim Discourse on Rebellion”, Ethics & International Affairs, 27(4): 379–391. doi:10.1017/S0892679413000348
- Korsgaard, Christine, 2008, “Taking the Law into our own Hands: Kant on the Right to Revolution”, in Reclaiming the History of Ethics: Essays for John Rawls, Andrews Reath, Barbara Herman, and Christine M. Korsgaard (eds.), Cambridge: Cambridge University Press. doi:10.1017/CBO9780511527258.012
- Lee, Steven P., 2012, Ethics and War: An Introduction, Cambridge: Cambridge University Press.
- Locke, John, 1689, Second Treatise of Government: An Essay Concerning the True Original, Extent and End of Civil Government, Richard H. Cox (ed.), Arlington Heights, IL: H. Davidson, 1982.
- Macmillan, D., 2016 [1906], George Buchanan; A Biography, Amsterdam: Leopold Classics.
- McMahan, Jeff, 1994, “Innocence, Self-Defense and Killing in War”, Journal of Political Philosophy, 2(3): 193–22. doi:10.1111/j.1467-9760.1994.tb00021.x
- –––, 2004, “War as Self-Defense”, Ethics and International Affairs, 18(1): 75–80.
- –––, 2010, “Humanitarian Intervention, Consent, and Proportionality”, in Ethics and Humanity: Themes from the Philosophy of Jonathan Glover, Ann N. Davis, Richard Keshen, and Jeff McMahan (eds), New York: Oxford University Press.
- –––, 2014, “What Rights May Be Defended by Means of War?” in The Morality of Defensive War, Cécile Fabre and Seth Lazar (eds.), Oxford: Oxford University Press. doi:10.1093/acprof:oso/9780199682836.001.0001
- Meisels, Tamar, 2008, The Trouble with Terror: Liberty, Security, and the Response to Terrorism, Cambridge: Cambridge University Press.
- Morkevicius, Valerie, 2013, “Why We Need a Just Rebellion Theory”, Ethics & International Affairs, 27(4): 401–411. doi:10.1017/S0892679413000440
- Nagel, Thomas, 1972, “War and Massacre”, Philosophy and Public Affairs, 1(2): 123–44.
- Nash, Gary B., 2005, The Unknown American Revolution: The Unruly Birth of Democracy and The Struggle to Create America, New York: Viking.
- Nathanson, Stephen, 2010, Terrorism and the Ethics of War, Cambridge: Cambridge University Press.
- Norman, Richard., 1995, Ethics, killing and war, Cambridge: Cambridge University Press.
- Parry, Jonathan, 2018, “Civil War and Revolution”, in The Oxford Handbook of Ethics of War, Seth Lazar and Helen Frowe (eds.), Oxford: Oxford University Press.
- Renzo, Massimo, 2018, “Helping the Rebels”, Journal of Ethics and Social Philosophy, 13(3): 222–239.
- –––, 2020, “Revolution and Intervention”, Noûs, 54(1): 233–253.
- Rodin, David, 2002, War and Self-Defense, Oxford: Oxford University Press.
- –––, 2011, “Justifying Harm”, Ethics, 122(1): 74–110. doi:10.1086/662295
- Schmitt, Michael N., “Human Shields and International Humanitarian Law”, Columbia Journal of Transnational Law, 47: 292–338.
- Simmons, A. John, 1979, Moral Principles and Political Obligations, Princeton: Princeton University Press.
- Singer, J. David and Melvin Small, 1994, “Correlates of War Project: International and Civil War Data, 1916–1992”, Inter-University Consortium For Political And Social Research (ICPSR), Institute For Social Research, University Of Michigan. [Singer & Small 1994 available online]
- Skocpol, Theda, 2015, States and Social Revolutions, Cambridge, MA: Harvard University Press.
- Smith, Matthew Noah, 2008, “Rethinking Sovereignty, Rethinking Revolution”, Philosophy & Public Affairs, 36(4): 405–440. doi:10.1111/j.1088-4963.2008.00147.x
- Suárez, Francisco, [1609] 2006, “Justice, Charity, and War” (Opus de triplici virtute theologica fide, spe & charitate), in The Ethics of War: Classical and Contemporary Readings, Gregory M. Reichberg, Henrik Syse, and Endre Begby (eds.), Oxford: Blackwell, chapter 29.
- Tesón, Fernando R., 2017, “A Defene of Humanitarian Intervention”, in Debating Humanitarian Intervention, Bas van der Vossen and Fernando Tesón (eds.), Oxford: Oxford University Press.
- Wagner, R. Harrison, 2000, “Bargaining and War”, American Journal of Political Science, 44(3): 469–484. doi:10.2307/2669259
- Waldron, Jeremy, 2004, “Terrorism and the Uses of Terror”, Journal of Ethics, 8: 5–35.
- Walzer, Michael, 1977, Just and Unjust Wars: A Moral Argument with Historical Illustrations, New York: Basic Books.
- –––, 1980, “The Moral Standing of States: A Response to Four Critics”, Philosophy and Public Affairs, 9(3): 209–229.
- Weinstein, Jeremy M., 2007, Inside Rebellion: The Politics of Insurgent Violence, Cambridge: Cambridge University Press.
- Wittman, Donald, 1979, “How a War Ends: A Rational Model Approach”, Journal of Conflict Resolution, 23(4): 743–763. doi:10.1177/002200277902300408
- Wood, Gordon S., 1993, The Radicalism of the American Revolution, New York: Vintage.
- Ypi, Lea, 2014,“On Revolution in Kant and Marx”, Political Theory, 42(3): 262–287. doi: 10.1177/0090591714523138
- Zinn, Howard, 1980, A People’s History of the United States, New York: Harper & Row.
Çavkaniyên din ên Internetê
- Projeya Akademîk a li ser Şer
- Konvasniyonên Cenevê yên 1949an û Protokolên wan î Îlaweyî (1977, 2005)
Nîşeyên Şoreşê
1.Cécile Fabre (2012), Steven Lee (2012), û Allen Buchanan (1979, 2006, 2013) giş li ser hin meseleyên girîng ên şerê şoreşger ên rewa sekinîne, lê kesî ji wan bi berfirehî îzeh nekirine.
2.Kitêba qedirbilind a Ned Dobos, Insurrection and Intervention: Two Faces of Sovereignty (2011), gavekê pêş ve davêje di nirxandina babeta îhmalkirî ya şoreşê. Ji aliyê vegiriyê ji xebata Finlay tengtir e, ji ber ku li ser vê mijarê disekine ka gelo heman şert û mercên şoreşê rewa dikin dikarin midaxeleyê jî rewa bikin.
3.Veqetîn dikare bi riya pêvajoyên makezagonî pêk bê, lê ev pir kêm pêk tê. Gelek caran veqetîn diyardeyeke ser-makezagonî ye.
4.Bi tevahî redkirin û hilweşandina otorîteya rêvebiriyê ya heyî, yanê armanca anarşîst, di maneyeke fireh de dikare wek şoreş bê dîtin, ji ber ku hedef wê avakirina sazandineke nû ya civakî ya bêdewlet, guherîneke radîkal be.
5. Cizayir ne kolonî bû, beşeke Fransayê bû.
6.Bnr., wek mînak, Erica Chenoweth û Maria Stephen, Why Civil Resistance Works: The Strategic Logic of Nonviolent Conflict (New York: Columbia University Press, 2011).
7.Encama nîhayî ya jêneger tê dîtin, veguherîna radîkal a civakê ye ne rêvebiriyeke nû, awayekî ji bin ve cuda ye, lê bêtir şêwazeke civakî ya ji dewletê wêdetir e, ewçax şoreşa jê re ya proleter tê gotin wê bi awayekî rasttir wek serhildaneke proleter bê teswîrkirin. Lê ger di têkoşînê de gaveke destpêkê hebe, yanê dîktatoriya proleteryayê wek kontrola proleteryayê ya li ser alavên dewletê bê famkirin, ewçax wê rast be ku ev şoreşek e, lê di pey re veguherîneke radîkaltir wê hebe, ku ne guherîneke di şiklê rêvebiriyê de ye.
8.Ew ên şerê şoreşger didin destpêkirin an teşebis dikin wisa bikin hertim kêmîneyek e û loma hewl didin kesên din bikşînin nav şerê şoreşger, tê famkirin ku dikevin nav teşebiseke berfireh bi şideta li ser rêvebiriyê ku hewce dike pêşvebirina stratejî û taktîkên îcra bikin, ev jî hewldanên hevpar ên koordînekirî lazim in jê re. Carna şideta şoreşger dikare bi destê takekêsên ku hewes nakin serkêşiya şerê şoreşger bi dest bixin, pêk tê, ji ber ku şidet ji nişka ve dest pê dike û wek parçeyek ji plana şer nayê dîtin.
9.Protokola 1mîn a Konvasyonên Ceneva ya 1949an destûr dide ku şervanên şoreşger kincên sivîlan li xwe bikin û çekên xwe veşêrin dema kirarekê pêk neynin an ne di nav kirarekê de bin, lê destûr nade ku xuyanga sivîl ji bo armancên kêmînê biemilînin; ev bi awayekî berbiçav hatiye pênasekirin. (Beş II, Made 44).