Felsefeya Siyaseta Feminîst

2023/05/24
1991

Felsefeya siyaseta feminîst, qadeke felsefeyê ye ku bala xwe dide têgihiştin û rexnekirina rêbaza ku bi giştî felsefeya siyasetê pê tê sazkirin —pirî caran bêyî ku guh bide endîşeyên feminîst— û difikire ka gelo teoriyeke siyasetê çawa bê vesazkirin ku endîşeyên feminîst li ber çav bigire. Felsefeya siyaseta feminîst, him şaxeke felsefeya feminîst e him jî şaxeke felsefeya siyasetê ye. Wek şaxeke felsefeya feminîst, wek şêwazeke rexneyê an hermenotîka gumanê (Ricœur 1970) kar dike. Yanê, rêbazeke axaftin an nêrîna li siyasetê ye bi awayê wê ku bi gelemperî tê famkirin, û kişifkirina wan rêbazan e ku jin û endîşeyên wan ên niha û yên dîrokî pir kêm tên şayesandin, temsîlkirin û xitabkirin. Wek şaxeke felsefeya siyasetê jî, felsefeya siyaseta feminîst, wek qadekê, ji bo geşkirina fikir û pratîkên nû, û ûştên ji bo wan rêbazên ku divê sazî û pratîkên siyasî pê bên rêxistinkirin û ji nû ve bên sazkirin kar dike.



Digel ku felsefeya feminîst bûye amraz di rexnekirin û jinûvesazkirina gelek şaxên felsefeyê de ji estetîkê heta felsefeya zanistê, felsefeya siyaseta feminîst dikare bibe şaxa paradîgmatîk a felsefeya feminîst ji ber ku herî baş ew bi mînak dike armanca teoriya feminîst ku, bi qewlê Marks, ne tenê ji bo şirovekirina dinyayê lê ji bo guhertina wê ye jî (Marks û Engels 1998). Û, her çiqas qadên din bandora wan hebe jî di guhertina dinyayê de, li ser rêbazên ku bikaribin jiyana kolektîv çêtir bikin, herî zêde felsefeya siyaseta feminîst hûr dibe Ev proje, hewl dide fam bike ka desthilatdarî çawa peyda dibe, di jiyana gişteyî de çawa tê emilandin an şaş tê emilandin (bnr. riwangeyên feminîst li ser desthilatdariyê). Wek cûreyên din ên teoriya feminîst, ji bo nîqaş û rexneyê temayên hevpar peyda bûne, lê di warê baştirîn rêbaza famkirina wan de pir kêm konsensûs heye li nav teorîsyenên feminîst.


Ev meqaleya destpêkî, ekolên fikrî û qadên elaqedar ên cûrbicûr, ku di çil salên dawî de ev qada zindî ya felsefeyê dagir kirine, li ber çavan radixe. Bi berfirehî dinêre li felsefeya feminîst da ku cih bide xebatên teorîsyenên feminîst ku vê xebata felsefî ji disiplînên din dikin, bi taybetî ji zanista siyasetê lê ji antropolojî, edebiyata berawirdî, hiqûq û bernameyên din ji zanistên mirovî û civakî jî.


  1. Peywend û Geşedanên Dîrokî
  2. Boçûn û Nîqaşên Hevçax
  3. Hevbandoriyên Feminîst bi Lîberalîzmê û Neolîberalîzmê re
  4. Feminîzmên Radîkal
  5. Feminîzmên Sosyalîst û Marksîst
  6. Teoriyên Lênêrîn, Bêewlehî û Hestiyarbûnê
  7. Feminîzmên Piştbinyadger
  8. Feminîzmên Dermêtinger û Dinavhevde
  9. Feminîzmên Performatîv
  10. Çavkanî

Alavên Akademîk

Çavkaniyên Din ên Înternetê

Madeyên Têkildar


  1. Peywend û Geşedanên Dîrokî


Felsefeya siyaseta feminîst a îro, deyndarê xebat û çalakgeriya nifşên feminîst ên berê ne, pêla yekem a feminîzma li cîhana îngilîzîaxêv jî tê de ku ji salên 1840î heta salên 1920an dewam kir, û bêtir ji bo jinên çîna navîn li ser çêtirkirina pergala siyasî, perwerde û aboriyê dixebitî. Mezintirîn serkeftina wê, pêşxistina zimanekî mafên wekhev bû ji bo jinan û kir ku jin mafên dengdanê bi dest bixin. Felsefeya siyaseta feminîst a îro, deyndarê pêla duyem a feminîzmê jî bû.


Pêla duyem a feminîzmê ji salên 1960î ve xwe spart zimanê bizavên mafên sivîl (w.m., zimanê rizgariyê), hişmendiyeke nû ya feminîst ku di nav bizavên jinan ên pişthevgirtinê de peyda bûbû, û şêwazên nû yên rengvedanê ku reftar û astengên zayendperest ên li nav civakê kişif dikirin. Di 1970 de, feminîzm êdî bi weşanên Diyalektîka Cinsiyetê1 a Shulamith Firestone (Firestone 1971); Siyaseta Cinsiyetê2 a Kate Millett (Millett 1970); û Xwehtî Hêz e3 a Robin Morgan (Morgan 1970) ji çalakgeriyê ber bi lêkolîneriyê ve fireh bûbû.


Yek ji pêşveçûnên pêşî yên pêla duyem a feminîzmê ew bû ku têgehên biyolojîk ên nasnameya jinan ji yên civak-sazkirî veqetand da ku hilweşîne wê fehma ku dibêje biyolojî qedera jinan e û loma rola sereke ya jinan dayiktî û lênêrîn e. Antropolog Gayle Rubin, li ser zemîna zanistên civakî û teoriya psîkoanalîtîk îzehata “pergala cinsiyetê/zayenda civakî” kir (Rubin 1975; Dietz 2003, 401; û madeya li ser riwangeyên feminîst ên li ser cinsiyet û zayenda civakî). Cihêkirina cinsiyet/zayenda civakî îşaretî nîzamekê dike ku “materyala xav a biyolojîk a cinsiyet û zêdebûna (procreation) mirovî, bi midaxaleya mirov û civakê tê şêwandin” (Rubin 1975, 165). Bi nêrîna Rubin, cinsiyeta biyolojîk sabit bû, lê zayenda civakî sazkirineke civakî bû û kir ku zayend û mêrên bi îmtiyaz ji hev bên cihêkirin. Ji ber ku zayenda civakî guherbar bû, cihêkirina zayenda biyolojîk/zayenda civakî amûreke xurt da destê feminîstan ku di behsa tepisandina jinan de li rêbazan bigerin.


Bi vê mefhûma zayenda civak-sazkirî, teorîsyenên pêla duyem ên pêşî hewl dan wek kirdeyên gerdûnî û aktorên siyaseta feminîst li jinan binêrin. Di ramangeriya feminîst de ji salên 1990î vir ve xetên şikandinê yên sereke li ser pirsên derbarê “jin”ê bi xwe ne. Li gor nivîsa Mary Dietz a 2003yan a ku berê qadê tayin kiriye, li vir du komên mezin hene. Yek jê parastina kategoriya jinê (bi yekjimar û gerdûnî) dike û dibêje taybetbûna nasnameya jinan,


cudabûna wan a zayendî ya ji mêran divê bê pejirandin û ji nû ve bê nirxandin. (A din, ku li jêr tê nîqaşkirin, bi çeşitdariya jinan mijûl e.) Ev “feminîzma cudatiyê” jî du koman dihewîne: (i) yên dinêrin ka cudatiya cinsî ya zayendîkirî bi awayê civakî çawa hatiye sazkirin û (ii) yên dinêrin ka cudatiya cinsî bi awayê sembolîk û psîkoanalîtîk çawa hatiye sazkirin. A yekem, feminîzma cudatiya civakî, wan teoriyan dihewîne ku dayiktî û lênêrînê ji nû ve dinirxînin û piranî di peywenda Anglo-Amerîkan de geş bûne. (bnr., wek mînak, Tronto 1993 û Held 1995.) A duyem, feminîzma cudatiya sembolîk, gelek caran, Irigaray, Cixous, û Kristeva jî tê de, li Feminîstên Fransî tê atifkirin. Feminîzma cudatiya sembolîk, heta radeya ku qedir didin cudatiya cinsî ya taybet a jinan û wan ji mêran cihê dikin, aidî vê komê ne. Irigaray bi giraniya dide cudatiya cinsî, vê temsîl dike. Feminîzmên cudatiya-civakî û cudatiya-sembolîk pir kêm bi hev re elaqedar in, lê, Dietz angaşt dike, fehma ku siyaseteke feminîst hewceyî kategoriyeke jinê ye ku maneyeke wê a qethî hebe, xala wan a hevpar e (Dietz 2003, 403; Nicholson 1994, 100).


Çawa ku teoriya Marksîst di şexsê karker de di lêgerîna kirdeyeke gerdûnî de bû, teorîsyenên feminîst jî li vê geriyan di nav rewşeke hevpar û berbelav de ku di hemû çandan de li jinan bandor kiriye. Lê ev mefhûma jintiyeke gerdûnî, ji aliyê ramangerên din ên mîna Bell Hooks hat birrîn, û gotin ev tecrûbe û derdên jinên ne-spî û ne-çîna navîn li derve dihêle. Kitêba Hooks a sala 1981ê Qey Ez Ne Jin im?4 pêla mezin a feminîzmê teşhîr kir ku ew tevgera komeke piçûk a jinên çîna navîn û jorîn e, ku tecrubeyên wan tenê aidî wan in û hema hema qet ne gerdûnî ne. Xebatên Hooks û paşê yên Cherrie Moraga, Gloria Anzaldúa, Maria Lugones, Elizabeth Spelman û yên din pêwîstiya îzahkirina pirbûn û têkelbûna nasname û tecrubeyan derxistin pêş. Heta salên 1990î nîqaşên li ser ka têgeheke hevgirtî a jinê heye ku bibe hîmê siyaseta feminîst, zêdetir rastî berhengariya jinên ne-Rojavayî hat, ku heman jinan, bi hinceta ku di bin bandora îdealên Ewronavendî de ye û rê li ber kolonîzasyon û serdestiya li ser “Cîhana Sêyem” vekiriye, berhengariya tevgera jinên Rojavayî jî dikir.


Tişta wek teoriya dermêtinger tê zanîn jî bilind kir herareta nîqaşa navbera feminîstên ku dixwestin ji jinan kirdeyeke gerdûnî feminîst derxin (w.m. Okin, Nussbaum, û Ackerly) û yên bang dikirin ku bila piratî, çeşitdarî û dinavhevdebûn bê dîtin (w.m., Spivak, Narayan, Mahmood, û Jaggar).


Encamên vê tevgera çeşitdariyê bêtir di salên 1990î û jê vir de hatin dîtin. Ligel van, di salên 1970yî û 1980yî de teoriya feminîst di nav qadên cuda yên zanistên civakî û mirovî de geş dibû, û di felsefeyê de jî pêş ve diçû, ku ji xwe tê de nerît û qadên cuda yên lêkolînê hebûn. Felsefeya siyaseta feminîst, wek şaxeke felsefeya siyasetê, gelek caran bi awayekî berfirehtir bûye mirêka dabeşbûnên cûrbicûr ên di felsefeya siyasetê de. Berî ku Dîwarê Berlînê hilweşe û Şerê Sar bi dawî bibe, felsefeya siyasetê bi gelemperî di nav kategoriyên wek lîberal, mihefezekar, sosyalîst û Marksîst de dabeş bûbû. Ji bilî mihefezekariyê, gelek caran di nav her kategoriyê de feminîst jî dixebitîn û rexne jî lê digirtin. Loma, mîna ku deqa klasîk a Alison Jaggar, Feminist Politics and Human Nature, bi hûrgilî rave dikir, her boçûneke îdeolojîk zanyarên feminîst ber bi xwe ve kişandin, ji ber ku him sertayê xwe jê digirtin him zimanê îdeolojiyeke taybet jê deyn dikirin (Jaggar 1983). Deqa Jaggar, felsefeya siyaseta feminîst kir çar kom: feminîzma lîberal, feminîzma sosyalîst, feminîzma Marksîst û feminîzma radîkal. Her sê komên pêşî li ser xetên dabeşbûnên siyasî yên Şerê Sar bûn: lîberalîzma Amerîkî, sosyalîzma Ewropî û komunîzma şoreşger (her çiqas li Rojava pir kêm kes alîgirên terza Sovyetî a komunîzmê be jî). Feminîzma radîkal a herî xwecih bû di nav felsefeyên feminîst de, gotinên xwe yên siyasî ji nav rexnegiriya kûr a bavsalariyê afirandin, ku hişmendiya feminîst di pêlên xwe yên yekem û duyem de ew hilberandibû. Yan na, felsefeya siyaseta feminîst, bi giranî, xetên felsefeya siyaseta kevneşopî dişopand. Lê, ev, ti carî ne şopandineke bê rexne bû. Wek qadeke li ser meyla guherandina dinyayê,



teorîsyenên feminîst ên lîberal jî, bi qasî ku lîberalîzm dipejirandin an ji vê zêdetir meyla wan hebû ku rexne li lîberalîzmê bigrin, û her wiha ji redkirinê bêtir, ji sosyalîzm an riwangeyên din ên radîkaltir re jî himbêza xwe vedikirin. Lê dîsa jî, ev teorîsyen, bi giştî di nav ziman û çarçoveyên boçûna xwe ya felsefeya siyasetê de tevdigeriyan.


Felsefeya siyasetê, di dawiya salên 1980yî de, hema berî dawiya Şerê Sar, dest bi guherînê kir, û gazî kategoriyeke kevn a Hegeliyen kir: civaka sivîl, qadeke jiyana siyasî di navbera dewlet û malê de. Ev, qada komele, dêr, sendîka, klûbên xwendinê, komên koro û gelek kom û civatên ne-hikumetî, lê dîsa jî rêxistinên gişteyî, bû. Di salên 1980yî de, teorîsyenên siyasetê dest pê kirin giraniya xwe ji ser dewletê dan vê qada li navberê ku li Ewropaya Rojhilat ji nişka ve derketibû ser dika navendê di nav rêxistinên ku li ber desthilatdariya dewletê sekinîn û di taliyê de riya hilweşîna rejimên komunîst vekirin.


Piştî Şerê Sar, felsefeya siyasetê ji bin ve guherî ligel jiyana siyasî. Bal çû ser civaka sivîl û qada gişteyî, bi taybetî wergera biwext a xebata pêşî ya Habermas, Veguherîna Binyadî ya Qada Giştî5 (Habermas 1989). Paşê gelek berhem derketin li ser civaka sivîl û qada gişteyî ku, ji rêbazên bihêzbûna dewletê û tetbîqkirina hêza xwe bêtir, li ser wan rêbazan hûr dibûn ka merivan xwe çawa birêxistin kirine û hêza gişteyî geş kirine. A rast, wê demê fehmek çêbûbû ku hêza qada gişteyî dikare ji ya dewletê bêtir bi bandor be, qet ne, di awayê bingehîn de ku tê de îradeya gişteyî çêdibe û xizmeta meşrûkirina desthilatdariya dewletê dike —an nake. Ji aliyekî din ve, xebata John Rawls di geşkirina teoriyeke derbarê edaletê de bû xwedî bandor. Vê xebatê, meşrûiyeta saziyan bi darazên normatîv ve girê dida, ew darazên ku merivên bîrbir û hişmend dikarin çêbikin (Rawls 1971). Heta destpêka salên 1990yî, Marksîstan xuya nedikirin an pir bi îhtiyad bûn (digel ku hilweşîna rejîmên komunîst hewce nedikir bandor bike li ser analîzên Marksîst ku ti carî ne ligel fikrên leninîst û an maoîst bûn). Sosyalîstan jî xwe paşve kişandin û bûn “demokratên radîkal” (Mouffe 1992, 1993, 2000).


Êdî şemaya kevn a feminîzmên lîberal, radîkal, sosyalîst û Marksîst zêde ne di rojevê de bû. Kêmtir nîqaş hebûn derheqê ka bê kîjan awayê birêxistinbûna dewletê û binyada aborî wê baştir be ji bo jinan, lê nîqaş li ser qedrê qada taybet a malê û qada ne-hikumetî ya komeleyan nîqaş zêdetir bûn. Ligel felsefeya siyasetê bi xwe, bêtir filozofên siyaseta feminîst, dest bi guhertina mane û şiroveya civaka sivîl, qada gişteyî û demokrasiyê bi xwe kirin.


Teorîsyenên feminîst karekî girîng kirin ku filozofên siyaseta feminîst jî ji nenasbûnê xilaskirin, ji ber ku ev filozof ji kanonê û fikirîna li ser kanonê hatibûn vederkirin. Bnr. madeya Dîroka Feminîst a Felsefeyê.



  1. Boçûn û Nîqaşên Hevçax

Niha di dehsaleya duyemîn a sedsala bîst û yekemîn de, teorîsyenên feminîst xebatên pir hêja ên cûrbicûr dikin li ser babetên siyasî û demokratîk, ên mîna etîka global, mafên mirovan, xebatên li ser neşiyaniyan (disabled), biyoteknîk, guherîna keşûhewayê û geşedanên navneteweyî. Hin tengijînên ku di dehsaleyên borî de derketine pêş, di her yek van qadan de rola wan heye.

Wek mînak, di etîka global de nîqaşek heye ka gelo nirxên gerdûnî yên edalet û azadiyê hene ku bên geşkirin ji bo jinên cîhana ne-pêşketî an çeşitdariya çandî divê bê berzkirin an na. Teorîsyenên feminîst hewl dane bersiv bidin van pirsan bi rêbazên cuda û mecbûrî. (Ji bo hin mînakan



bnr. Ackerly 2000, Ackerly & Okin 1999, Benhabib 2002 û 2008, Butler

2000, Gould 2004, û Zerilli 2009.)


Her wiha xebatên nû yên felsefî yên li ser neşiyaniyan, wek ku madeya li ser riwangeyên feminîst ên li ser neşiyaniyê rave dike, têra xwe ji teoriya feminîst, ji nêrîngeha felsefeyê heta fenomenolojiya feminîst, û pirsên siyasî, felsefî yên derheqê nasname, cudatî û çeşitdariyê îstifade dikin. (Bnr. Carlson & Kittay, 2010.)


Ser dawiyê, hejmara boçûnên li ser her yek ji van babetan bi qasî hejmara fîlozofên li ser wan dixebitin zêde ye. Lê di hin kombikombûnan de hin manendiyên giştî yên malbatî hene, ku bi temamî ji senifandina Jaggar a 1983yan ne cuda ne. Dawiya mayî ya vê madeyê hewl dide tesbît bike ka şemaya berê çawa guheriye û çi ne komstêrkên nûpeyda.


  1. Hevbandoriyên Feminîst bi Lîberalîzm û Neolîberalîzmê re


Ji nav kategoriyên Jaggar, feminîzma lîberal ji bo ramana siyasî ya feminîst wek cereyaneke xurt dimîne. Feminîzma lîberal, li ser şopa lîberalîzmê ku giraniyê dide azadî û wekheviyê, yekemîn tatêla wê parastin û pêşxistina otonomiya şexsî û siyasî ya jinan e, di azadiyê de jî du tişt girîng in, a yekemîn, yek bikaribe jiyana ew dixwaze bijî û ya duyemîn, cîgirtin e di diyarkirina berê siyasî yê civatê de. Ev boçûn, bi weşandina berhemên John Rawls Teoriya Edaletê6 (1971) û Lîberalîzma Siyasî7 (1993) hat qewîkirin. Susan Moller Okin (Okin 1989, 1979; Okin û yên din. 1999) û Eva Kittay (Kittay 1999) bi awayekî kêrhatî berhema Rawls emilandin ku teoriya wî ber bi endîşeyên jinan berfirehtir bikin.


Ji riwangeyeke bêtir rexneyî, gelek teorîsyenên feminîst angaşt dikin ku hin kategoriyên navendî yên lîberalîzmê endîşeyên jinan dinixumîne; wek mînak, jihevcihêkirina esasî ya lîberal a taybet/gişteyî, qada taybet îzole dike û dema ji vir zirarek bigihêne jinan, ji lêpirsîna siyasî dûr dimîne (Pateman 1983). Teoriya feminîzma lîberal, belkî ji hemû boçûnên din zêdetir, hevterîbê geşedanên nav çalakgeriya feminîzma lîberal e. Li aliyekî, çalakgerên jin têkoşîna hiqûqî û siyasî didan ku, tenê wek mînakek, şideta li dijî jinan (ku berê di têkiliyên nav zewacê de wek sûc nedihat dîtin) wek sûc nîşan bidin, fîlozofên siyaseta feminîst, ku bala xwe dabûn ferhenga lîberal, raber kirin bê ew jihevcihêkirina qadên taybet û gişteyî çawa serdestbûna mêran a li ser jinan xurt dike, ji ber ku têkiliyên desthilatdarî yên nav malê dike “xwezayî” û ji binîzamkirina siyasî miaf dihêle. Felsefeyeke wiha ya siyasî kişif kir bê ajendayên wan kategoriyên ku masûm û “aqlê selim” xuya dikin çiqas veşartî ne. Wek mînak, fehmên berê yên pîrozbûna qada taybet a navmalê û rola sereke ya jinan wek zarok-mezinkirin û xizmeta lênêrînê, dikir ku serdestiya mêran a li ser jinan a di nav malê de ji lêpirsîna gişteyê bê parastin. Rexneyên feminîst ên li ser jihevcihêkirina taybet/gişteyî rê li ber pêşketinên hiqûqî xweş kir ku, di taliyê de, di salên 1980yî de tecawiza navbera jin û mêran de wek sûc bê qebûlkirin (Hagan û Sussman 1988).



Rexnegirên din ên feminîst dest nîşan dikin ku lîberalîzm gelek têgehên ku teorîsyenan di salên 1990î û vir ve problematîze kirine, bêpirsgirêk diemilîne, mîna têgeha “jin” wek kategoriyeke sabit û dikare bê pênasekirin û yekbûna xwetiyê ku bingeha xwe-rêvebirin an otonomiyê ye. Rexnegiran (mîna Zerilli 2009) angaşt kirine ku nirxên gerdûnî yên lîberalên mîna Okin serî lê dane, bi rastî, partikulerên firehkirî ne, û teorîsyenên lîberal nirxên bi eslê xwe etnosentrîk bi yên gerdûnî re tevlihev dikin. Lê, di heman demê de, hin rexnegirên feminîst raber dikin bê çend nirxên lîberalîzmê bi awayê performatîv dikare ji nû ve bên sazkirin. (Bnr. beş 2.7).






Lê di vê qadê de gelek xebatên girîng tên kirin. Wek mînak, Carole Pateman û Charles Mills di nav nerîta lîberal de dixebitin da ku sînor û kêmasiyên peymana civakî ji bo jinan û merivên ne-spî nîşan bikin. Kitêba xwe Peyman û Serdestî8 de rexneyeke tûj li pergalên serdestiya zayendperest û nijadperest digrin. Ev xebat li ser hin cureyên herî serdest ên felsefeya siyasetê disekine û rexne li wan digre.

Ji feminîzma lîberal wêdetir, fîlozofên feminîst ên hevçax pêşengtî kirin di warê teorîzekirin û rexnelêgirtina tişta ku wek neolîberalîzm tê zanîn, bi taybetî di nîşandana awayên ku hêzên neolîberal ên civakî û aborî bandorê li jiyana jinan dike. Li gor Wendy Brown (2015), neolîberalîzm îşaretî komek têkiliyên navbera dewlet, civak û kirdeyan dike, ku ev di aboriyê de îdealên radîkal ên bazara serbest teqlîd dikin û wan xurt dikin. Ev hêz, dibêje Brown, xisarê didin welatîbûna demokrat a lîberal, saziyên gişteyî û serweriya gel. Nancy Fraser (2013), Jodi Dean (2009) û Judith Butler (2015) jî mîna Brown dipirsin gelo demokrasî —an “demo”— di van şertên neolîberal de ku her diçe bêîstiqrariya aborî mezintir dike û çavkaniyên civakî û siyasî yên berxwedanê hildiweşîne, dikare an nikare dewam bike.



  1. Feminîzma Radîkal

Dema lîberalîzma feminîst geş dibû, geşedanên dîrokî û nîqaşên pê re yên di beşên berê de hatin teswîrkirin vemirîn an bi awayekî kûr veguherandin sê kategoriyên din ên Jaggar, feminîzma radîkal, Marksîst û sosyalîst (Jaggar 1983). Û, “vebêjeyên mezin” ku bingeha van nêrînan bûn, bi taybetî herduyên dawî, lawaz bûn (Snyder 2008).

Ew ên di nav feminîzma radîkal de dixebitîn, îtiraz dikin li gelek rêgezên feminîzma lîberal, bi taybetî giraniya ku dide ser takekes û qaşo tercîhên azad ku takekes dikare bike. Li ciyê ku lîberal potansiyela azadiyê dibînin, feminîstên radîkal, binyadên serdestiyê dibînin, ku ji hemû takekesan mezintir e. Li gor vê nêrînê, bavsalarî bi xwe jinan wek objeyên arezûya mêran bi cî dike û hukim li wan dike (Welch 2015). Feminîstên radîkal bi biryar in ku dakevin koka serdestiya mêran û jêdera cudatiyên hêzê fam bikin, ku hin feminîstên radîkal, Catharine MacKinnon jî tê de, pêde diçin heta seksueliteya mêran û fikra ku têkiliya heteroseksuel dike sedema serdestiya mêran a li ser jinan. “Jin û mêr bi zayendên civakî ji hev cuda dibin û dibin ew cinsiyetê ku em dizanin, bi rêya heteroseksueliteyê û hewcedariyên şêwaza wê ya serdest ku serdestiya seksuel a mêran û serîtewandina seksuel a jinan saz dike. Ger ev rast be, seksualîte takêşa newekheviya zayenda civakî ye” (MacKinnon 1989,113). Feminîstên radîkal ên salên 1980yî di wê meylê de bûn ku hêzê yekalî bibînin, ji yên xwedî hêz bi ser ew ên tên tepisandin. Wek ku Amy Allen diyar dike, “Feminîstên radîkal, ji feminîstên lîberal ku desthilatdariyê wek çavkaniyeke civakî ya erênî ku dikare bi awayekî adil bê belavkirin dibînin, û ji feminîstên fenomenolojîst ku serdestiyê ji hêla tengijîna navbera balabûn û liherderêbûnê fam dikin, cuda difikirin û di wê meylê de ne ku desthilatdariyê ji têkiliyên dualî yên serdestî/bindestîyê fam bikin ku gelek caran bi analojiya têkiliya navbera efendî û kole tê famkirin.” (Bnr. beşa li ser boçûnên feminîstên radîkal di madeya riwangeyên feminîst ên li ser desthilatdariyê.) Feminîstên radîkal ên salên 1980yî, ji siyaseta reformîsttir a feminîzma lîberal cuda, hewl didan nîzama serdest bi temamî red bikin û carna cihêbûn jî diparastin (Daly 1985, 1990).


Nifşeke nû ya teorîsyenên feminîst ên radîkal kevneşopê nû dikin; raber dikin ka ew çawa ji endîşeyên mîna dinavhevdebûnê (Whisnant 2016) rêz digrin û li hin teahudên feminîstên postmodern ên li jêr tên nîqaşkirin, w.m., gumana derbarê nasnameya zayenda civakî ya sabit an zayendên civakî yên dualî û boçûneke bêtir herikbar û performatîv bo seksualîte û siyasetê (Synder 2008), û awayên ku desthilatdarî û îmtiyaz jinan li paş dihêle (Chambers in Garry û yên din 2017, 656) xwedî derdikevin.


  1. Feminîzmên Sosyalîst û Marksîst

Piraniya sedsala bîstemîn de, gelek teorîsyenên siyasetê yên li Ewropayê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Amerîkaya Latîn ji bo çêkirina teoriyên guherîna civakî yên derheq têkiliyên çînî û îstismara di aboriyên kapitalizma modern de ji deqên sosyalîst û marksîst îstifade dikirin. Piştî ku haya wan ji şideta stalinîzmê çêbû, piraniya sosyalîst û Marksîstên Rojavayî pir bi rexneyî nêzîkî pergalên komunist ên li Yekîtiya Sovyetan û Çînê bûn. Ramana marksîst a rojavayî, piranî antî-komunîst, li Îtalyayê (bi berhemên Antonio Gramsci), Îngilîstanê (bi berhemên Stuart Hall û Raymond Williams), Fransayê (bi koma Socialisme ou Barbarie) û li Dewletên Yekbûyî (piştî MacCarthyîzmê kêmtir, lê di salên 1960î de bi New Left hinekî xwe nû kir) geş bû. Kitêba Jaggar a 1983yan baş xulase dike wan rêbazên ku feminîstan pê fikrên sosyalîst û marksîst bi kar dianîn ku fam bikin jin çawa tên îstismarkirin û, digel ku ji bo kapîtalîzm erka xwe bîne cî hewce jî, keda wan û xebata wan a hilberîner tê bêqîmetkirin û kêm pere distînin an qet nastînin. Di madeya li ser riwangeyên feminîst ên li ser çîn û xebatê de, nivîskar, piraniya xebatên salên 1990î yên di vê qadê de, nîşan didin.


Lê ji wê çaxê ve, nivîskar diyar dikin, teoriyên cûrbicûr ên postmodern, paşmêtinger , paşbinyadger û dekonstraktîf rexne li hîmên ramana sosyalîst û marksîst digrin, “vebêjeya mezin” a determinîzma aborî û daxistina her tiştî asta têkiliyên aborî û madî jî tê de. Di heman demê de, analîzên marksîst di xebatên filozofên feminîst ên hevçax de ciyekî girîng digrin (bnr. Dean 2009, Fraser 2009, Spivak 1988.) Loma, her çiqas îro kategoriyên sosyalîst û marksîst zêde ne di rojevê de bin jî, gelek filozofên feminîst şert û mercên madî cidî dibînin û hesabê wan dikin, û bala xwe didin hermenotîka gumanê, ku di analîza marksîst de lazim e. Ev, bi taybetî di xebatên feminîst ên nû yên di warê teoriya rexneyê de diyar e (bnr., wek mînak, Fraser 2009, Allen 2007, McAfee 2008, û Young 2000.)



  1. Teoriyên Lênêrîn, Hesasiyet û Hestiyarbûnê

Li ciyê ku feminîstên lîberal tercîh dikirin li ser wekheviya ne tenê navbera mirovan, lê ya navbera zayendan jî hûr bibin, feminîstên radîkal meyl dikirin cudatiya zayendî wek tiştekî ji aliyê desthilatdariyê hatibe danîn bibînin. Loma balkêş e ku herdu boçûn jî, her çiqas li hev nekin jî, cudatiya zayendî cidî nabînin. Wê wek bandora desthilatdariyê dibînin, wek tiştekî bi serê xwe rastîn nabînin. Berovajî vê, çeşitdariya teoriyên tên behskirin di vê û beşa bê de kategoriya jinan cidî digrin û dixwazin etîk û siyasetekê li ser ava bikin. Nêrînên di vê beşê de tên behskirin, piranî ji peywenda Anglo-Amerîkî hatine, sertayên wan şertên madî yên jinan û tecrubeyên wan in, ku him wek dayik him wek kirde jiyane, û ew siyaset e ku van tecrubeyan rê li ber vekiriye.


Mînakeke sereke etîka lênêrînê ye, ku, bi eslê xwe wek alternatîfa teoriya etîk a şîpa mezin geş bû, ji bo lihemberderketina teoriya siyasî ya lîberal hatiye emilandin (Gilligan 1982; Held 1995). (bnr. li nîqaşa di madeya derheqê etîka feminîst de.) Ev qad, di derûnnasiya exlaqî de ji lêkolînên feminîst îstifade dike (Gilligan 1982; Held 1995), û lê dikole ka bê ew fezîletên ku civak û dayiktî di jinan de pêş dixe gelo dikare ji dupata kevneşopî ya felsefeya exlaq û siyasetê ya li ser gerdûnîtî, aqil û edaletê re bibe alternatîfek. Hin etîkparêzên lênêrînê hewl dane ew fezîletên ku demeke dirêj e bo qada taybet hatine hewalekirin, mîna elaqeya taybet bo kesên bêparastin an liberçavgirtina şertan û ne tenê prensîbên razber, bînin nav qada gişteyî û li wir biemilînin. Ev boçûn bû sedema nîqaşên gur di navbera lîberalên ku îdealên gerdûnî yên edaletê diparêzin û etîkparêzên lênêrînê ku baldayîna bo ya ne-gerdûnî, bo têkiliyan, bo lênêrînê diparastin.


Lê, di salên 1990î de, gelek etîkparezên lênêrînê, nêrînên xwe ber çav re derbas kirin. Ji dêvla ku lênêrîn û edaletê wek alternatîfên dijberî hev bibînin, êdî qebûl kirin ku divê lênêrîn û edalet bi hev re li ber çav bên girtin da ku bal bê kişandin ser kesên rewşa wan xirab ku têkiliyeke me nêzik pê re tuneye (Koggel 1998).

Boçûna etîka lênêrînê kir ku ev pirs peyda bibe, gelo, ger wisa be, jin-wek-lênêrîner fezîletên wan cuda hene an na, hebe çawa heye? Feminîst demeke dirêj ji wê fikra ku gewhereke jinan a cuda heye dûr sekinîn, ji dêvla vê tercîh kirin ku jinbûn û fezîletên bi wê re wek înşayên civakî, mîzacên encama çand û demîngirtinê bibînin, ne wek encama biyolojiya cuda. Loma ji ber ku etîkparêzên lênêrînê fezîletên li jinan tên telkînkirin diparêzin, wer xuya dike ku pergala bavsalar jî diparêzin ji ber ku zayendekê dide rola lênêrîneriyê. Bersiva etîkparêzên lênêrînê ji bo vê kêşeyê serobinkirina hiyerarşiyê bû; îdia kirin ku xebata kevaniyekê ji karê polîsekî manîdartir e û bêtir dikare bê domandin. Lê rexnegirên mîna Drucilla Cornell, Mary Dietz, û Chantal Mouffe îdia dikin ku jinûvenirxandineke bi vî rengî, dubendiya navbera qada taybet û gişteyî û têkiliya kevn a jinan bi karê zaroknêrînê re qewî dihêle (Butler û Scott 1992; Phillips û NetLibrary Inc 1998, rr. 386–389)


Di jiyana siyasî de piştguhkirina rola hestan, demeke dirêj siyasetek bû di dîroka felsefeyê de, bi taybetî ji ber ku hestiyarbûn —mîna lênêrînê— gelek caran bi jinan û êdinên nijadîkirî re tê têkildarkirin. Lê, fîlozofên jin, li ser girîngiya vê dinavhevdebûnê israr kirine (wek mînak, Hall 2005, Krause 2008, û Nussbaum 2015). Ji ber ku etîkparêzên lênêrînê û feminîstên cudatiyê ku hewl dane girîngiya encamên erênî yên ku tenê bi jinbûnê re tê têkildarkirin —mîna evîn, elaqe û lênêrîn—di nav rasthatinên etîk de nîşan bidin (bnr. Held 1995, Tronto 1993), ramangerên din endîşe dikirin ku ev pesindayin encax dîkotomiyeke şaş (zayendkirî) a di navbera aqil û hest, hiş û laş de şênber bike.


Ji dêvla vê, Alison Jaggar (1990), Elizabeth Spelman (1989 û 1991), Genevieve Lloyd (1993), Elizabeth Grosz (1994), û yên din gotin ku aqil him bercestebûyî him jî hest-barkirî ye, û hest jî çavkaniyeke girîng e, taybetî ji bo epîstemolojiyê. Teorîsyenên siyasetê yên feminîst li gor vê îdia kirin ku famkirina rola hest û hestiyarbûnê, ji bo famkirina hin diyardeyên siyasî pir girîng e: motîvasyona kiryarê (Krause 2008), kiryara kolektîv û çêbûna civatê (Beltrán 2009 û 2010, Butler 2004 û 2015), pişthevgirtin û welatparêzî (Nussbaum 2005 and 2015), hesasiyet (Fineman 2013), nijadperestî û tirsa ji biyaniyan (Ahmed 2015, Anker 2014, Ioanide 2015). Di vê navberê de, yên din jî li ser girîngiya siyasî ya hin hestên taybet sekinîn, mînak: fedî (Ahmed 2015), hesasiyet (precarity) û keser (grief) (Butler 2004), hêrs (Spelman 1989, Lorde 1984), tirs (Anker 2015), û hezkirin (Nussbaum 2015).

Demên dawî de, gelek rexnegirên feminîst bala xwe didinê bê neolîberalîzm çawa li hemberî bêewlehiya zêdebar berxwedêriyê dixwaze. Hin ji xebata dawî ya Michel Foucault a li ser biyopolitîkayê deyn dikin, ku dinêre bê çawa daxwazên neolîberal ên ji bo xweserî, têraxwekirin, xwe-dîsîplînkirin û xwe-razemenîkirin li takekesan bandor dike di asta kirdeyîtiyê (subjectivity) de, û him jiyanê him îhtimala kiryara siyasî ya veguherandina şertên jiyanê her diçe zehmettir dike. Rexnegirên feminîst îdia dikin ku takekes, li hemberî hêzên aborî her diçe zêdetir bêparastin dimînin û ji ber îzolasyona civakî û kêmderfetên gihiştina xizmetên civakî derfetên heqjêderketina rewşa bêparastin dijwartir dibe (Butler 2015, Povinelli 2011). Hin feminîst lêdikolin bê kirdebûyîn, hestiyarî û exlaq çawa bi van meylên neolîberal re li hev dikin. Wek mînak, hewl didin bi riya dupata hevçax a li ser “berxwêdêrî”ya takekesî ji bo “heqjêderketina bêhêziyê” fam bikin ka çawa hewl didin kesên bêhêz, bi taybetî jî jinan, bikin kirdeyên hilberîner ên neolîberal (James 2015), hestên hilberîner ên mîna “bextewarî” çawa tê teşwîqkirin û hestên neîtaatkar, mîna “înad” nayê teşwîqkirin (Berland 2011, Ahmed 2014), an gotara hedef a li dor “li-xwe-nêrîn”ê çawa dikare tevkariya çanda berxor a takekesperest bike, ku kapasîteya jinan a ji bo kiryara kolektîv lawaz dike (Ahmed 2017). Li şûna vê, gelek rexnegirên feminîst, bi angaşta ku hewce nake failbûn di maneya xweseriyê de be, li hemberî takekesperestiya neolîberal disekinin, û ji dêvlê, îzahatên neserwer an têkilîhev ên kirdeya fail pêşniyaz dikin.





  1. Feminîzmên Paşbinyadger


Komek teorîsyenên siyaseta feminîst ku cudatiya cinsî cidî digirin, ew kes in ku di nav nerîtên parzemînî, bi taybetî di nav piştbinyadgeriyê de, dixebitin, û bi wan şêwazan re elaqeder in ku pergalên zimên û maneyê pê şikil didin tecrubeyê. “Feminîstên Fransî”, Cixous, Kristeva, û Irigaray navdarên ji vê komê ne. Ji van, Irigaray, bi çendîn kitêbên xwe yên li ser mafên ku divê bo keç û jinan bên dayin, dibe ku xwedî felsefeya siyasetê ya herî pêşketî be. Berhemên pêşî yên Irigaray (1985a û 1985b) dest nîşan kir ku di dîroka felsefeyê de jin ji gewher an nasnameya xwe bêpar hatine hiştin. Ji dêvla vê, wek neyînîkirina mirêkê ya mêran hatine dîtin. Yanê mêrbûn ne jinbûn e, û loma jin û ne-mêrbûn heman tişt in. Stratejiya wê ya li dijî vê rewşê axaftina ji wan qeraxên ku jin bervê hatine dehfkirin û dozkirina cûreyek “gewher” e ji bo jinan, û ligel vê jî hin mafên bi taybetî ji bo keç û jinan (Irigaray 1994 û 1996). Rexneyên li dijî nêrînên wê bi heraret bûn, li nav feminîstan bi xwe jî, bi taybetî ew ên li hemberî biserhevxistinên gewherparêz û biyolojîk a nasnameya jinan bi îhtiyad in. Ji ber gewherparêziya Irigaray, mîna ku Dietz di 2003yan de kir, nêrînên wê bo boçûna ku li vir wek feminîzma cudatiya sembolîk tê xulasekirin, hatin dehfkirin. Lê hin argumanên zorakî hene ku dibêjin Irigaray gewherxwaziyê bi awayekî stratejîk an metaforîk diemilîne, angaşt nake ku jin bi rastî jî xwedî gewherekî nekêmbar (irreducible) in ku, dîroka metafizîkê ew înkar kirine (Fuss 1989). Ev xwendineke din e ku Irigaray dixe nav koma performatîv ku li jêr tê




teswîrkirin. Heman cûre arguman dikare ji bo xebatên Julia Kristeva jî bê gotin, ku metaforên wê ya koroya jinan, wek mînak, muxayileya rojavayî teswîr dike, ne realîteya jinan. Loma hê jî ji nîqaşê re vekirî ye ku hizra feminîst a fransî divê di nav feminîzma cudatiyê an feminîzma performatîv de bê bicîkirin.


Du cureyên teoriya feminîst ên li jor, bi qasî ku di navbera cinsan de hin cudatiyên taybet tesbît dikin derbarê gewherparêzî û diyarkirina nirxên cuda ku tenê aidî jinan in, endîşeyan çêdikin. Endîşeyên bi vî rengî, beşeke mezin a rexneyan e, ku ji salên 1970yî vir ve teorîzekirina feminîzmê di warê jinên ne-spî, yên çîna ne-navîn û ne-rojavayî de mijûl dike, û tam jî kategoriya “jin”ê û wê nêrînê didin ber pirsan ku ev sernav dikare sînoran derbas bike û bibe kategoriyeke sînor-şamil, ku dikare her cûre jinan bîne ba hev. (Bnr. madeyên li ser siyaseta nasnameyê û riwangeyên feminîst ên li ser cinsiyet û zayenda civakî). Motîvasyona rexneyên li nasnameyeke unîter a “jinan” ew endîşe bûn ku kaniya piraniya teoriya feminîst ji nêrîngeha çîneke taybet a jinan e, ku nêrîngeha xwe ya taybet bi ya gerdûnî re tevlihev dikin. Di kitêba xwe ya sala 1981ê Qey Ez Ne Jin im?: Jinên reş û feminîzm9 de Bell Hooks dibêje tevgera feminîst wek ku li ser navê hemû jinan bipeyive tevdigere, lê berî her tiştî ew ji jinên spî, çîna navîn pêk hatiye, ku ji ber riwangeya xwe ya teng, hewcedariyên jinên feqîr û jinên bireng temsîl nekirin û taliyê de qalibên çînî xurttir kirin (Hooks 1981). Di vê rexneyê de tişta tehrîpkar ew e ku nîşan dide ku feminîst jî li texma wan teorîsyenên siyaseta şîpa mezin disekinin, ku kategoriyeke taybet a mêran wek ku kategoriya gerdûnî ya mirovayetiyê be tevdigerin û jinan di nav kategoriya mirovayetiyê de nabînin, wan wek êdin nîşan dikin (Lloyd 1993).



  1. Feminîzmên Dermêtinger û Dinavhevde


Yek ji meseleyên herî zêde acizker bi giştî di felsefeya siyaseta feminîst de, û taybetî di felsefeya siyaseta feminîst de, mijara nasnameyê ye (bnr. madeya li ser siyaseta nasnameyê). Siyaseta nasnameyê, ji aliyê siyasî ve bi xwe têgeheke nîqaşbar e, îşaretî pratîkên siyasî yên seferberiya ji bo guherînên li ser hîmê nasnameya siyasî (jin, reş, çîkana, hwd.) dike. Nîqaşa felsefî li ser vê ye ka nasnameyên bi vî rengî xwe dispêrin cudatiyê an dîroka tepisandinê, û ka meriv divê li nasnameyên ku di dîrokê de ji bo tepisandina wan hatine emilandin xwedî derkeve, an na. Siyaseta nasnameyê ya di nav pratîka feminîst de, herî kêm li ser du xetan bi fikar e: ka bi giştî gewhereke heqîqî an nasnameyeke jinan heye an na, û ger hebe jî ev kategoriya jinan dikare ji bo temsîliyeta hemû jinan bê emilandin, an na. Ew kesên çend nasnameyên wan ên marjînalkirî hene (w.m., jinên reş), pirsên wan hebûn ka gelo kîjan nasname divê li pêş be an herdu nasname jî bi hev re dibin, an na. Pirsên wiha pirsa derheq temsiliyeta siyasî jî dianî rojevê —kîjan aliyên nasnameyê berbiçav e û ji aliyê siyasî ve xwedî temsiliyeteke rastîn e, nijad, çîn an zayenda civakî? (Phillips 1995; Young 1997, 2000). Dema dor tê ser meseleyên temsiliyeta siyasî, mafên komî û kiryara erênîker, pirsa ontolojîk a derbarê nasnameya jinan tê ser dika siyasî. Di 2008an de şerê navbera Senator Barack Obama û Hillary Clinton ê di nav Partiya Demokratîk a DY de, ev pirsa felsefî şênber kir û li nav jinên reş ên li Dewletên Yekbûyî heraret rakir. Jineke reş a piştgiriya Clinton dikir, gelo bi nijada xwe re xiyanet dikir, an jineke reş a piştgiriya Obama dikir, bi cinsiyeta xwe re xiyanet dikir? An ti maneya wê heye, bi awayekî ku rê li ber tometa xiyanetê vebe, meriv qala nasnameyê bike? Ji boçûnên li jor hatin qalkirin, xuya ye feminîzma radîkal û dayiksalar xwe terxan kirine bo siyaseta nasnameya feminîst.

Koma din a mezin a filozofên feminîst ên hevçax ku Dietz (2003) pênase dike, bi temamî ne hemfikir in ku yek kategoriyeke gerdûnî ya “jin”an hebe an divê hebe. Dietz, wek feminîzma çeşitdariyê qala wan dike, ku bi wê tişta me berê teswîr kiribû dest pê dikirin: jinên bireng û yên din dest nîşan dikin ku fereziyên feminîzma şîpa mezin xwe dispêrin nijad û çîna wan a pir taybet. Di salên 1980 û 1990î de felsefeyê ligel dawiya mayî ya çanda Rojava, bi talebên riwangeyên pirçandî mijûl bûn.


Piştî vê, teoriya paşmêtingerî, pêdiviya haydarbûna ji pir-riwangeyên global anî rojevê. Mîna ku Sharon Krause teswîr dike, “ev geşedan ‘çeşitdarkirina cîhana’ feminîzmê ber bi binyadeke bêtir global, miqayeseyî û çeşitdarkirî dihewîne” (Krause 2011, 106). Ev çeşitdarî, dibêje Kraus, ji ber lîteratûra nû ya li ser dinavhevdebûnê ye jî, yanê, ew rêbazên ku bi riya wan dinavhevdebûnên pir-nasnameyên me (nijad, zayend, berîdanî, etnîsîte, hwd.) giş lazim e dema behsa guherîna siyasî tê kirin hisabê wan bê kirin (Krause 2011, 107). Dinavhevdebûn, têkiliya wê bi nîqaşên derheq “melezbûn”ê ya di lîteratûra paşmêtinger, dîn û globalîzasyonê û tecrubeyên kesên LGBTQ jî heye. “Wek encam, birrek pêzanîn derbarê tecrubeyên jiyana jinan ku ciyê wan û pozîsyona wan a di nav civakê de ji hev cuda ne, ketine ser hev.” (Krause 2011, 107).

Feminîstên dermêtingerî û jinên feminîst ên bireng, di qelek qadan de li ser heman xalan disekinin, lê di warê tecrubeya mêtinger û paş-mêtinger de çendîn endîşeyên feminîstên dermêtinger ên yekta hene. Di teoriya dermêtinger a hevçax de, ev endîşe, bi giranî dikevin nav çarçoveya gotara “mêtingehbûn”ê, ku cara pêşî bi têgeha “mêtingeriya desthilatdariyê” ji aliyê Anibal Quijano ve hat teorîzekirin (Quijano 2003). Li vir “mêtingehbûn” îşaret dike bê têkiliyên navbera mêtinger û mêtingehkirî çawa tê nijadîkirin, wek mînak ked, kirdeyîtî û desthilatdarî li dor pergala mêtinger a îstismara kapîtalîst çawa tê nijadîkirin. (Ji bo bêtir agahî li ser “mêtingehbûn”ê, bnr. Lugones 2010, Mignolo 2000, Maldonado Torres 2008, Wynter 2003.) Li gor ramangerên feminîst ên mîna María Lugones (2007, 2010), zayenda civakî mihwereke din e ku pergala desthilatdariya kapîtalîst merivan disenifîne û ji mirovayetiyê derdixîne. Bi dîtina Lugones û yên din, Oyeronke Oyewumi (1997) jî tê de, zayenda civakî ferzkirineke mêtingeriyê ye ku bi kozmolojî û aboriyên ne-modern û awayên merivantiyê re li hev nake, navbera wan de tengijîn heye. Lugones, vê wek “mêtingehbûna zayenda civakî” bi nav dike û diyar dike ku dermêtingehkirina zayenda civakî parçeyek e ji projeya mezintir a berxwedana dermêtinger a li dijî mantiqa kategorîk, dîkotomîk (çetelî) û hîyerarşîk a modernîteya kapîtalîst ku di mêtingehkirina Amerîkayan de reh berdaye.


Di lîteratûra feminîst a dermêtinger de, berxwedan, gelek caran bi têgehên mêtingehbûna zayenda civakî (Lugones 2003, 2007, 2010; Oyewumi 1997, 2004); ziman (Spivak 2010); nasname û kirdeyîtî —wek mînak, melezbûn, pirayî û mestizaje [kesê aliyekî wê/wî ewropî aliyekî wê/wî ji xwecihên amerîkayan be] (Anzaldúa 1987, Ortega 2016, Moraga û Anzaldúa 2015); û “seyahata dinyayê” (Lugones 1995, Ortega 2016) tê nîqaşkirin. Piraniya van heman ramangeran, li gerdûnîbûnên feminîst rexne digirin, ku îdia dikin dinavhevdebûnên têkel ên cinsiyet, nijad, zayenda civakî û çînê îzah dikin, û dibêjin feminîzm bi xwe divê bê dermêtingehkirin (bnr. Mohanty 2003, Lugones 2010).

Dinavhevdebûn ku bi aliyekî xwe teoriyereke desthilatdariyê ye, ji berhemên bingehîn ên teorîsyenên feminîst ên reş derket, mîna “De-marjînalkirina Dinavhevdebûna Nijad û Cinsiyetê: Rexneyeke Feminîstên Reş li Doktrîna Dij-Cihêkariyê, Teoriya Feminîst û Pratîka Dij-Nijadperest”10 a Kimberlé Crenshaw (Crenshaw 1989), kitêba Patricia Hill Collins Ramana Feminîstên Reş: Zanîn, Hişmendî û Siyaseta Xurtkirinê11 (Collins 1990), Jin, Nijad û Çîn12 a Angela Davis (Davis 1981), û Sîmyaya Nijad û Mafan13 a Patricia Williams (Williams 1992). Bandora van berheman, li ciyê ku teoriya feminîst lê peyda bûye pir xurt hat hîskirin (bnr. felsefeya hiqûqê ya feminîst), û ji bo teoriyên desthilatdarî û tepisandinê him di nav felsefeya siyaseta feminîst de him li derveyî wê bû têgeheke girîng. (bnr. li beşa li ser dinavhevdebûnê di madeya li ser cihêkariyê de.)



  1. Feminîzmên Performatîv

Ger wek feminîstên çeşitdariyê be, ji pirçandîhezan bigire heta ramangerên paşmêtingeh û dinavhevdeyî (intersectional), ewçax kategoriyeke ewle ya jinan tuneye ku siyaseta feminîst xwe bispêrê. Dawiya salên 1990î hin kesan ev wek xetereyeke radîkal a rolatîvîzmê dîtin, û mesele hat li girêkekê sekinî. Lê wê demê boçûneke din peyda bû. Mîna ku Mary Dietz di nivîsa xwe ya 2003yan de behsa îhtilafên teoriya feminîst dike,


Di salên dawî de, teorîsyenên siyasetê ketin nav nîqaşan ku bitêgînkirina pratîkeke siyaseta feminîst ku bi demokrasiyê re li hev bike, lê xwe nespêrê dulibiya zayenda civakî dikare bê çi maneyê. Di van nîqaşan de, wek mînak, Mouffe (1992, rr. 376, 378; 1993) têgeheke welatîbûna demokratîk a feminîst pêşniyaz dike ku cudatiya cinsiyetê “bi awayekî karîger ne-eleqedar (effectively nonpertinent)” bike. Belkî taybetiya berbiçav a têgehên wisa ew e ku ber bi piratiyê meyl dikin, ku civaka demokratîk wek qadeke dinavhevdabûnê bi cî dike, ku tê de gelek mîhwerên cudatî, nasname û tabiyetê politîze dibin û dikevin nav hev. (w.m., Phelan 1994, Young 1990, 1997b, 2000; Benhabib 1992; Honig 1992; Ferguson 1993; Phillips 1993, 1995; Mouffe 1993; Yeatman 1994, 1998; Bickford 1996; Dean 1996; Fraser 1997; Nash 1998; Heyes 2000; McAfee 2000). (Dietz 2003, 419)


Sharon Krause, ku ji nivîsa Dietz vir ve dişopîne ka di teoriya siyaseta feminîst de çi diqewime, dibêje ev xebat “li dijî wê nêrînê derdikeve ku faîlbûn û xweserî heman tişt in” û “di faîlbûnê de, ji şêwazên kirdeyîtiyê û kiryarê re ku ne serwer in lê dîsa jî xurt in” cî dihêle (Krause 2011, ji Allen 2007, Beltrán 2010, Butler 2004, Hirschman 2002, û Zerilli 2005 neqil dike.) Krause dibêje “ji bo hin teorîsyenan, ev guhertin, dike ku bi awayekî bêtir kolektîv li ser faîlbûnê û azadiyê bê fikirîn, ku pişthevgirtinê, têkilîhevbûnê dupat dike, û navkirdeyîtiyê (constitutive intersubjectivity) saz dike” (Krause 2011, 108, nql. ji Butler 2004, Cornell 2007, Mohanty 2003, û Nedelsky 2005).


Ev koma ramangeran, dibe ku li ser wê tişta ku em dikarin wek felsefeya siyaseta performatîv bi nav bikin û bi çendîn maneyan performatîv e, dixebitin: di teorîzekirina awayê sazkirina faîlbûnê, di nebûna qaîdeyên rûniştî de rêbazên hukimdayînê (Honig 2009, 309), rêbazên afirandina gerdûniyên nû û avakirina civatên nû. Siyaseta feminîst a performatîv, xem nake ka lihevkirina li ser yek pênaseya “jin”ê an nasnameyên din ên siyasî mimkun an ne mimkun e; ew, nasnameyê wek tiştekî ku bi awayekî performatîv tê afirandin dibîne. Drucilla Cornell dibêje, “tişta dike ku em bi van nasnameyan bizanibin ne tiştekî ‘li wê derê’ ye û ew diyar nake ka kî dikare mêr an jin be, gey, lezbiyen, heteroseksuel, quîr, transseksuel, transgender, an wekî din be” (Cornell 2003, 144). Tiştekî wiha ye, her ku em nasnameyan dijîn û xaricî dikin, ew şikil digire. Ji riwangeyeke feminîst a performatîv, feminîzm, projeyeke afirandin û pêşdîtina siberojên siyasî yê baştir in, di nebûna dezgehan de. Bi qewlê Linda Zerilli, “siyaset, îdiakirin û hukimdayîn e —û wêrektiya kirina van e— di nebûna pîvan û qaîdeyên objektîv de ku bikaribin garantî bikin wê axaftina li ser navê jinan bê qebûlkirin û ji aliyê kesên din li ser bê sekinîn” (Zerilli 2005, 179). Zerilli, bi giranî, ji Arendt û Butler îstifade dike û banga “feminîzmeke navend-azadî” dike ku “hewl bide têgehên normatîv ên zayendên civakî veguherîne, bêyî ku vegerin ser wan fehmên klasîk ên azadiyê wek serwerî qebûl dikin”, ku demeke dirêj e feminîst rexne dikin lê bi zehmet dibînin li hember bisekinin (b.n.b.)

Ev nêrîn, di mînakên xwe yên feminîst ên şênber de sertayê xwe ji îzahata performatîv a Judith Butler a derheq zayendên civakî, ji çavdêriya Hannah Arendt ku mafên mirovan bi siyasetê tê afirandin, û ji fikrên ramangerên din digire, da ku ji bo siberojê îdealeke siyasetê pênase bike. Linda Zerilli, vê siyaseta feminîst, wek “pratîka gişteyî ya israra hemfikirbûna yên din ji bo tişta em her yek îdia dikin gerdûnî ye” (Zerilli 2005, r. 173) pênase dike. Ji riwangeyeke performatîv, îdiayên siyasî yên normatîv xitabî kesên din dikin, xitabî ew rastî an hîmên wek hebin tên qebûlkirin nakin.


Ev dîtin, gelek îdealên Ronakbîriyê —mîna azadî, xweserî û edalet— nû dike, lê bi awayekî jî pêşqebûlên metafizîk ên Ronakbîriyê yên derheq aqil, pêşveçûn û xwezaya mirovî red dike. Ji dêvla ku van îdealan bispêrin hin diyardeyên metafizîk, ev nêrîna nû, van îdealên wiha dibînin ku mirov wan dipejirînin û hewl didin wan bi riya pratîk û muxayileyê şênber bikin. Her çiqas gelek îdealên qedîm û modern ên siyasetê xwe dispartin pêşqebûlên derheq xwezaya realiteyê an a mirovan, felsefeyên siyasetê yên hevçax, bi giştî, mîna bêyî ku rastiyên gerdûnî an ebedî hebin dişixulin. Hin kes dibe ku vê rewşê wek amadebûna ji bo nihîlîzm, kêfîtî an emilandina hêza qebe bibînin. Alternatîva performatîv texeyulkirin û hewldana bi riya pêşvedîtin, daxwazkirin, û qanihkirina kesên din e ji bo afirandina cîhaneke çêtir. Ger heqîqeteke metafizîk ku mirovayetî xwedî rûmet û qedreke ebedî ye tunebe jî, mirov dikarin wek ku ev rast be tevbigerin da ku cîhaneke wiha biafirînin, ku tê de mirovayetî xwedî rûmet û qedreke ebedî be.


Felsefeya siyaseta feminîst a performatîv, mîna feminîzma lîberal, îdealên Ronakbîriyê dipejirîne, lê derheq hîmên wê de bi guman e. Mîna ku Zerilli bi awayê performatîv têgeha azadiyê ji nû ve saz dike, Drucilla Cornell, fikrên otonomî, rûmet û kesanetiyê bi kapasîteyeke nû ya performatîf careke din bi dest dixe, lê ne wek diyardeyên exlaqî ku li bendê ne bên kişifkirin, tetbîqkirin an pêkanîn, bêtir wek îdelaên ku mirov wan arezû dikin.


Feminîstên performatîv, ligel ku teorîzekirina paş-damezrêner bi kar tînin, dema dor tê ser fikirîna li ser siyaseta demokratîk, îhtilafên kûr derdikeve li ser pirsa ka gelo “tê çi maneyê pêkanîna mekanên gişteyî û pêkanîna siyaseta demokratîk” (Dietz 2003, 419). Teorîsyen, li ser van pirsan dibin du kom: tekilîhev û agonistîk. Teorîsyenên têkilîhevbûnê (w.m., Benhabib 1992, 1996; Benhabib û Cornell 1987; Fraser 1989; Young 1990, 1997, 2000),





berê wan ber bi teoriya demokrasiya biîhtiyad ve ye, li aliyê din teorîsyenên agonistîk (e.g., Mouffe 1992, 1993, 1999, 2000; Honig 1995; Ziarek 2001) di wê tatêlê de ne ku teorîsyenên demokratîk ên li ser konsensûsê hûr dibin dikarin nîqaşê biqedînin û bêtir li ser piratî, îhtilaf û di siyasetê de pêşbaziya bêdawî hûr bibin.

Cudatî ji xwendinên cuda yên filozofa herî zêde îlham daye teoriya siyaseta performatîv, Hannah Arendt derdikeve, an belkî jî cudatî dibe sedema xwendinên cuda. Yanê, fikrên Arendtê yên derheq axaftin û kiryara li qada gişteyî, maneya piratiyê, awayên ku mirov dikarin hay ji xwe bibin. Bi qewlê Bonnie Honig, pêşengê modela agonistîk,


Bi taybetî teorîsyenên siyasetê û feminîstan, demeke dirêj ji ber rehendên agonistîk ên siyaseta wê rexne li Arendtê girtin, û agonîzm wek pratîkeke maskulîn, qehremanîhez, bi şidet, reqabethez, (tenê) estetîk, an bêje nebêje takekesperest îtham kirin. Li gor van teorîsyenan, mefhûma feminîzmeke agonistîk dikare, bi îhtimala herî baş, di warê têgehan de nakokiyek be, bi îhtimala herî xirab, fikreke tevlihev û belkî bi talûke be. Riwangeya wan ji aliyê Seyla Benhabib ve bi karîgerî tê teyîdkirin ku, bi rêzenivîsên xurt ên vê dawiyê, hewl dide agonîzmê ji fikra Arendtê derxîne û wê ji bo feminîzmê xilas bike (Honig 1995, 156)


Teorîsyenên têkilîheviyê, di wê meylê de ne di nav hemû cudatî û pirsên derheq nebûna palpiştên damezrêner de li riyan bigerin ku li ser meseleyên hevpar bigihêjin lihevkirinekê. Ev, di teoriya demokratîk a feminîst de xuya dike, belkî herî baş bi riya xebatên Seyla Benhabib (Benhabib 1992, 1996) tê zanîn, ku bi giranî îlham ji xwendinên ne-agonistîk ên Arendt û berhemên teorîsyenê rexneyî yê Alman, Jürgen Habermas girtiye. Xebatên Benhabibê, ne tenê teorîsyenên feminîst, teorîsyenên demokrasiyê jî têra xwe mijûl dike.


Ev paragraf, armanca wê ya di felsefeya siyasetê de zelal dike: rewşeke wiha ku hemû kesên jê bandor digirin jê razî bin. Wiha dibêje, Dikare bê gotin tenê ew norm (yanê, qaîdeyên giştî yên kiryar û nîzamnameyên sazûmanî) ku hemû kesên dikevin bin bandora encamên wan wê li ser hemfikir bin, wê derbas bibin (yanê, ji aliyê exlaqî ve zerûrî bin), ger di encama pêvajoyeke mizakereyê de li ser van taybetiyan ev lihevkirin pêk were: 1) beşdarbûna di mizakereyeke wiha de bi normên wekhevî û sîmetriyê bê birêvebirin; giş xwedî heman derfetê bin ku bipeyivin, bipirsin, lê bipirsin û nîqaş bidin destpêkirin; 2) giş xwedî maf bin ku mijarên axaftinê yê diyarkirî bidin ber pirsan; û 3) giş xwedî maf bin ku hemû qaîdeyên pêvajoya gotarê û rêbazên ku ev tên tetbîqkirin an pêkanîn bidin nîqaşkirin (Benhabib 1996, 70).


Benhabib, li ser şopa Habermas, dibêje, hin şert divê bên bicîanîn da ku endamên civateke politîk bigihêjin encamên demokratîk, yanê rêbaz divê ji mizakereyê re vekirî bin. Hin kes mizakereyê wek babeteke gengeşekirina maqûl dibînin; yên din wê zêde derheq aqil û gengeşeyê de nabînin, bêtir wek pêvajoyeke vekirî ya xebata di nav alternatîvan de dibînin (McAfee 2004.)


Teorîsyenên meyla wan ber bi modela têkilheviyê ve, giş ne amade ne teoriya mizakereyê zû bi zû bipejirînin. Kitêba pêşeng a Iris Young Edalet û Siyaseta Cudatiyê14 û çendîn berhemên wê yên din bi bandor bûn û li nav civatên feminîst ên teoriyê re elaqeder derbarê angaştên teoriya mizakereyê de bûn sedema teredudeke mezin. Li ciyê ku Benhabib bawer bû ku şert û merc dikare rê bide ku her kesê elaqeder dengê wan di mizakereyan de bikaribe hebe, Young dest nîşan kir ku ew ên ji mêj ve hatine bêdengkirin, ji bo wan zehmet e ku dengê xwe bidin bihîstin an kes guh bide dengê wan.


Young bi guman e derheqê angaştên teoriya demokrasiyê de ku pêvajoyên mizakereya demokratîk dikare bigihêje encamên wiha ku her kes bikaribe bipejirîne (Young 1990, 1997). Young, ligel Nancy Fraser (Fraser 1989) û yên din, endîşe dike ku di pêvajoya gehiştina konsensûsê de, dengên jinan ên bêtecrube û yên din ku hatine marjînalkirin wê li derve bên hiştin. Rexneyên Young pir qanihker bûn û kir ku nifşeke fîlozofên siyaseta feminîst bi îhtiyad bin li hemberî teoriya mizakereya demokratîk. Li şûna demokrasiya mizakereyê, di nîvê salên 1990î de, Young teoriya demokrasiya ragihîner pêşniyaz kir, bi hêviya ku ji îfadeya rasyonel a teoriya mizakereya demokratîk wêdetir, ji têgeheke mizakereyê re cî veke ku ji amûrên îfadekirinê re vekirî be. Young endîşe dikir ku mizakereya Habermas pênase dikir, pir zêde xwe dispart mantiqê û awayên ragihandinê ku jinan û mirovên bi reng diemilandin, mîna “silavkirin, retorîk û çîrokbêjî, li derve dihişt.” Young digot, ev şêwazên alternatîv ên ragihandinê, ji teoriyeke demokratîktir, ragihanertir re dikarin bibin bingeh. Di kitêba xwe ya dawî, Hewandin û Demokrasî15 (Young 2000) de, Young, bi eşkereyî ber bi pejirandina teoriya mizakereyê bi xwe çûbû, ji ber ku tê de ew rê dîtibûn ku dikare ji nû ve bê sazkirin da ku deng bide ew ên hatine marjînalkirin. Teoriya feminîst a demokratîk a nûtir, bi awayekî erênîtir bi teoriya mizakereyê re mijûl dibe. (bnr. McAfee û Snyder 2007.)

Li ciyê ku feminîstên lîberal ên ji John Rawls îlham digirtin û feminîstên demokratîk ên ji Jürgen Habermas û/an John Dewey îlham digirtin, bi hêviya mizakereyên demokratîk bikaribe rê li ber lihevkirinên demokratîk veke, feminîstên agonistîk bi îhtiyad bûn li hemberî konsensûsê, bi sedem ku di xwezaya xwe de ne demokratîk e. Felsefeya siyaseta feminîst a agonistîk, ji nerîtên feminîst û felsefî ya parzemîna paşbinyadger tê. Ji Marksîzmê, hêviya civakeke xwedî wekheviya radîkaltir werdigire. Ji felsefeya hevçax a parzemînê, mefhûmên kirdeyîtiyê û pişthevgirtinê werdigire, bi sedem ku nerm û înşakirî ne. Ligel ramana postmodern, mefhûmên exlaqî an heqîqet an palpiştên damezrêner ên siyasî yên kevn red dike


(Ziarek 2001). Angaşta wê ya sereke ew e ku têkoşîna feminîst, mîna têkoşinên din ên ji bo edaleta civakî, wek pêşbaziyeke bêdawî bi siyasetê re mijûl dibe. Nêrînên agonistîk, xwezaya siyasetê bi xwe biîhtilaf dibînin, ku şerên ji bo desthilatdarî û hegemonyayê peywirên sereke yên têkoşîna demokratîk in. Alîgirên siyaseta agonistîk endîşe dikin ku konsensûsa ku teorîsyenên demokrasiyê li dû ne (li jor hat nîqaşkirin) wê bi riya bêdengkirina têkoşînên nû rê li ber tepisandin an bêedaletiyê veke. Bi qewlê Chantal Mouffe, “divê em qebûl bikin, her konsensûs, ji bo îstikrara desthilatdariyê, wek encameke demkî ya hegemonyayeke demkî peyda dibe, û her tim hin şêwazên vederkirinê meşrû dike” (Mouffe 2000, 104).

Li aliyekî teorîsyenên têkilîheviyê li wan rê û rêbazan digeriyan ku mirov heq ji ragihandin û mizakereya bi awayekî sîstematîk hatiye xirakirin derkevin, li aliyekî Dietz dest nîşan dike, agonîst ji vê projeyê direvin, ji ber ku ew siyasetê “di eslê xwe de wek pratîkeke afirandin, jinûvehilberîn, veguherîn û biserhevvekirinê fam dikin. Bi awayekî besît bêjin, feminîstên têkilîheviyê, li ser şertên vederkirinê disekinin, ku azadbûna kirdeyê li qada gişteyî ya hevbandoriya ragihîner teorîze bikin; feminîstên agonistîk pêvajoyên azadker ji hev dixin ku kişif bikin ka kirde bi riya vederkirinên siyasî çawa him tê hilberandin him jî li hemberî wan pozîsyon digire” (Dietz 2003, 422).


Xebatên nû yên di teoriya demokratîk û xwendinên nû yên felsefeya Arendt, hêviyekê didin ku ji dabeşbûna têkilîhevî/agonistîk a di siyaseta feminîst a performatîv de wêdetir biçin (Barker û yên din 2012). Proseduralîzma Benhabib, bi mizakereyên bêtir hest-barkirî tê derbaskirin (Krause 2008; Howard 2017). Ji dêvla tevgera rasyonel a paş-ve-û-pêş ve ya gengeşeya mantiqî, teorîsyen, axaftina mizakereyê êdî wek awayên sazkirina kirdeyê, hukimdayîna bêyî rastiyên berê-sêwirandî û projeyên nû yên siyasî yên bi awayekî performatîv hatine afirandin dibînin.



Bi kurtasî, felsefeya siyaseta feminîst, qadeke ramanê yê ku hê jî diguhere û gelek tişt heye pêşkêşî felsefeya siyasetê bike. Di bîst salên dawî de, her tim ne qanihker be jî, îtirazên wê fîlozofên şîpa mezin mecbûr kir ku li ser bisekinin, û di teorîzekirina siyasetê de bandora wê xurttir bû. Û di geşedanên xwe yên nûtirîn de waad dike ku wê hê pêştir biçe.



1 The Dialectic of Sex

2 Sexual Politics

3 Sisterhood is Power

4 Aint I a Woman?

5 Structural Transformation of the Public Sphere

6 Theory of Justice

7 Political Liberalism

8 Contract & Domination

9 Aint I a Woman?: Black women and feminism

10 “Demarginalizing the Intersection of Race and Sex: A Black Feminist Critique of Antidiscrimination Doctrine, Feminist Theory and Antiracist Practice”

11 Black Feminist Thought: Knowledge, Consciousness and the Politics of Empowerment

12 Women, Race, and Class

13 The Alchemy of Race and Rights

14 Justice and the Politics of Difference

15 Inclusion and Democracy



Madeyên Têkildar


kiryara erênîker | Arendt, Hannah | demokrasî | Dewey, John: siyaseta felsefeyê | wekhevî | îstismarkirin | felsefeya feminîst | felsefeya feminîst: etîk | felsefeya feminîst: felsefeya hiqûqa feminîst | felsefeya feminîst: dîroka felsefeyê | felsefeya feminîst: riwangeyên derheqê otonomiyê de | felsefeya feminîst: riwangeyên derheqê desthiladariyê de | felsefeya feminîst: riwangeyên derheqê xwe de | globalîzasyon | Habermas, Jürgen | homoseksuelî | siyaseta nasnameyê | mafên zagonî | lîberalîzm | temsîliyet, siyasî


Çavkanî


Abbey, Ruth, 2011. The Return of Feminist Liberalism, Durham, UK: Acumen Publishing.

Ackerly, Brooke, 2000. Political Theory and Feminist Social Criticism, Cambridge: Cambridge University Press.

Ackerly, Brooke, and Susan Okin, 1999. “Feminist Social Criticism and the International Movement for Women’s Rights as Human Rights,” in Democracy’s Edges, I. Shapiro, C. Hacker-Cordon (eds.), Cambridge: Cambridge University Press, pp. 134–62.

Ahmed, Sara, 2000. Strange Encounters: Embodied Others in Post- Coloniality. New York: Routledge.

–––, 2010. The Promise of Happiness, Durham: Duke University Press.

–––, 2014. Willful Subjects, Durham: Duke University Press.

–––, 2015. The Cultural Politics of Emotion, New York: Routledge.

–––, 2017. Living a Feminist Life. Durham: Duke University Press. Alcoff, Linda M., 2006. Visible Identities: Race, Gender, and the Self,

Oxford: Oxford University Press.

Alexander, M. Jacqui, 2005. Pedagogies of Crossing: Meditations on Feminism, Sexual Politics, Memory, and the Sacred, Durham: Duke University Press.

Allen, Amy, 2007. The Politics of Our Selves: Power, Autonomy, and Gender in Contemporary Critical Theory, New York: Columbia University Press.

Anker, Elizabeth, 2014. Orgies of Feeling: Melodrama and the Politics of Feeling, Durham: Duke University Press.

Anzaldúa, Gloria, 1987. Borderlands/La Frontera: The New Mestiza, San Francisco: Aunt Lute Foundation Books.

Barker, Derek, David McIver, and Noëlle McAfee, (eds.), 2012.

Democratizing Deliberation: A Political Theory Anthology, Dayton: Kettering Foundation Press.

Beltrán, Cristina, 2010. The Trouble with Unity: Latino Politics and the Creation of Identity, Oxford: Oxford University Press.

–––, 2009. “Going Public: Hannah Arendt, Immigrant Action, and the Space of Appearance.” Political Theory, 37(5): pp. 595–622.

Benhabib, Seyla, 1992. Situating the Self: Gender, Community, and Postmodernism in Contemporary Ethics, New York: Routledge.

–––, 1996. Democracy and Difference: Contesting the Boundaries of the Political, Princeton: Princeton University Press.

–––, 2002. The Claims of Culture: Equality and Diversity in the Global Era, Princeton: Princeton University Press.

–––, 2008. Another Cosmopolitanism, Oxford: Oxford University Press. Benhabib, Seyla, Judith Butler, Drucilla Cornell, and Nancy Fraser, 1995.

Feminist Contentions: A Philosophical Exchange, New York: Routledge.

Benhabib, Seyla, and Drucilla Cornell, 1987. Feminism as Critique: On the Politics of Gender, Minneapolis: University of Minnesota Press.

Berlant, Lauren, 2011. Cruel Optimism, Durham: Duke University Press. Brown, Wendy, 1988. Manhood and Politics: A feminîst Reading in

Political Theory, Totowa: Rowman & Allenheld.

–––, 1995. States of Injury, Princeton: Princeton University Press.

–––, 1997. “The Impossibility of Women’s Studies,” Differences, 9: 79– 101.

–––, 2000, “Rights as Paradoxes,” Constellations, 7: 230–41.

–––, 2005. Edgework: Critical Essays on Knowledge and Politics,

Princeton: Princeton University Press.

–––, 2015. Undoing the Demos: Neoliberalism’s Stealth Revolution, New York: Zone Books.

Butler, Judith, 1990. Gender Trouble: Feminism and the Subversion of Identity, New York: Routledge.

–––, 1993. Bodies That Matter: on the Discursive Limits of “Sex,” New York: Routledge.

–––, 1995. “Contingent foundations: feminism and the question of ‘postmodernism’,” in Benhabib et al. 1995, pp. 35–58.

–––, 1997a. The Psychic Life of Power: Theories in Subjection, Stanford: Stanford University Press.

–––, 1997b. Excitable Speech: a Politics of the Performative, New York: Routledge.

–––, 2000. “Restaging the Universal: Hegemony and the Limits of Formalism,” in Contingency, Hegemony, Universality: Contemporary Dialogues on the Left, J. Butler, E. LaClau, S. Žižek (eds.), pp. 11–

43. London: Verso.

–––, 2004. Precarious Life: The Powers of Mourning and Violence, New York: Verso.

–––, 2015. Notes Toward a Performative Theory of Assembly, Cambridge, Mass.: Harvard University Press.

Butler, Judith, and Joan Wallach Scott, 1992. Feminists Theorize the Political, New York: Routledge.

Butler, Judith, and Gayatri Chakravorty Spivak, 2007. Who Sings the Nation State? Language, Politics, Belonging, Calcutta: Seagull Books.

Carlson, Licia, 2010. The Faces of Intellectual Disability: Philosophical Reflections, Bloomington: Indiana University Press.


Carlson, Licia, and Eva Kittay, 2010. Cognitive Disability and Its challenge to Moral Philosophy, Malden, MA: Wiley Blackwell.

Cavarero, Adriana, 2005. For More Than One Voice: Toward a Philosophy

of Vocal Expression, Stanford: Stanford University Press.

–––, 2016. Inclinations: A Critique of Rectitude, Stanford: Stanford University Press.

Collins, Patricia Hill, 2000. Black Feminist Thought: Knowledge, Consciousness and the Politics of Empowerment, New York: Routledge.

–––, 2005. Black Sexual Politics: African Americans, Gender, and the New Racism, New York: Routledge.

Cornell, Drucilla, 1998. At the Heart of Freedom: Feminism, Sex, and Equality, Princeton: Princeton University Press.

–––, 2003. “Autonomy Re-Imagined,” Journal for the Psychoanalysis of Culture and Society, 8(1): 144–149.

–––, 2007. Moral Images of Freedom, Lanham, MD: Rowman & Littlefield.

Crenshaw, Kimberle, 1989. “Demarginalizing the Intersection of Race and Sex,” University of Chicago Legal Forum, pp. 139–167.


Critchley, Simon, and Chantal Mouffe, 1996. Deconstruction and Pragmatism, London ; New York: Routledge.

Cudd, Ann E., 2006. Analyzing Oppression, Oxford: Oxford University Press.

–––, 2012. “Resistance is (Not) Futile: Feminism’s Contribution to Political Philosophy,” in Out from the Shadows, Anita Superson and Sharon Crasnow (eds.). Oxford: Oxford University Press, pp. 15–31.

Daly, Mary, 1985. Beyond God the Father: Toward a Philosophy of Women’s Liberation, Boston: Beacon Press.

–––, 1990. Gyn/ecology: The Metaethics of Radical Feminism, Boston: Beacon Press.

Davis, Angela, 1981. Women, Race, and Class, New York: Random House.

–––, 2016. Freedom is a Constant Struggle, Chicago: Haymarket Books. Dean, Jodi, 1996. Solidarity of Strangers: Feminism After Identity

Politics, Berkeley: University of California Press.

–––, 2009. Democracy and Other Neolîberal Fantasies: Communicative Capitalism and Left Politics, Durham: Duke University Press.

Dietz, Mary G., 1985. “Citizenship with a Feminist Face: The Problem with Maternal Thinking,” Political Theory, 13: 19–38.

–––, 1987. “Context is All: Feminism and Theories of Citizenship,”

Daedalus, 116: 1–24.

–––, 2002. Turning Operations: Feminism, Arendt, and Politics, New York: Routledge.

–––, 2003. “Current controversies in feminîst theory,” Annual Review of Political Science, 6: 399–431.

Fineman, Martha, 2013. The Vulnerable Subject: Anchoring Equality in the Human Condition, Princeton: Princeton University Press.

Firestone, Shulamith, 1971. The Dialectic of Sex: The Case for Feminist Revolution, revised edition, New York: Bantam Books.

Fraser, Nancy, 1989. Unruly Practices: Power, Discourse, and Gender in Contemporary Social Theory, Minneapolis: University of Minnesota Press.

–––, 2009. Scales of Justice : Reimagining Political Space in a Globalizing World, New York : Columbia University Press.

–––, 2013. Fortunes of Feminism : From State-Managed Capitalism to Neolîberal Crisis, New York: Verso.

Fuss, Diana, 1989. Essentially Speaking: Feminism, Nature & Difference, New York: Routledge.

Garry, Ann, Serene J. Khader, and Alison Stone (eds.), 2017. The Routledge Companion to Feminist Philosophy, New York, London: Routledge.

Gilligan, Carol, 1982. In a Different Voice: Psychological Theory and Women’s Development, Cambridge: Harvard University Press.

Gould, Carol C., 2004. Globalizing Democracy and Human Rights, Cambridge: Cambridge University Press.

Grewal, Inderpal, 2005. Transnational America : Feminism, Diasporas, Neoliberalism, Durham : Duke University Press.

Grosz, Elizabeth, 1994. Volatile Bodies: Toward a Corporeal Feminism, Indianapolis: Indiana University Press.

Habermas, Jürgen, 1975. Legitimation Crisis, Boston: Beacon Press.

–––, 1989. The Structural Transformation of the Public Sphere: An Inquiry into a Category of Bourgeois Society, Studies in contemporary German social thought, Cambridge: MIT Press.

Hagan, Frank E., and Marvin B. Sussman, 1988. Deviance and the Family, Marriage & Family Review (Volume 12, No. 1/2), New York: Haworth Press.

Hall, Cheryl, 2005. The Trouble with Passion: Political Theory Beyond the Reign of Reason, New York: Routledge.

Held, Virginia, 1995. Justice and Care : Essential Readings in Feminist Ethics, Boulder, Colo.: Westview Press.

Hirschmann, Nancy J., 2002. The Subject of Liberty: Toward a Feminist Theory of Freedom, Princeton: Princeton University Press.

–––, 2008. Gender, Class, and Freedom in Modern Political Theory, Princeton: Princeton University Press.

Honig, Bonnie, 1993. Political Theory and the Displacement of Politics, Ithaca: Cornell University Press.

–––, 1995. Feminist Interpretations of Hannah Arendt, University Park: Pennsylvania State University Press.

–––, 2001. Democracy and the Foreigner, Princeton: Princeton University Press.

–––, 2009. Emergency Politics: Paradox, Law, Democracy, Princeton: Princeton University Press.

–––, 2011. “Ismene’s Forced Choice: Sacrifice and Sorority in Sophocles’ Antigone” in Arethusa, 44(1): 29–68.

–––, 2013. Antigone Interrupted, London: Cambridge University Press. Honig, Bonnie, and David Mapel, 2002. Skepticism, Individuality, and

Freedom: The Reluctant Liberalism of Richard Flathman, Minneapolis: University of Minnesota Press.

hooks, bell, 1981. Ain’t I a Woman: Black Women and Feminism, Boston: South End Press.

Howard, Katherine, 2017. “The Right to Have Rights 65 Years Later: Justice Beyond Humanitarianism, Politics Beyond Sovereignty.” Global Justice: Theory, Practice, Rhetoric, 10(1): 79–98.

Hull, Gloria T., Patricia Bell Scott, and Barbara Smith, 1982. All the Women Are White, All the Blacks Are Men, But Some of Us Are Brave: Black Women’s Studies, New York: The Feminist Press at the City University of New York.

Irigaray, Luce, 1985a. Speculum of the Other Woman, G. Gill (trans.), Ithaca: Cornell University Press.

–––, 1985b. This Sex Which Is Not One, C. Porter (trans.), Ithaca: Cornell University Press.

–––, 1993. An Ethics of Sexual Difference, G. Gill, C. Burke (trans.), Ithaca: Cornell University Press.

–––, 1994. Thinking the Difference: for a Peaceful Revolution, K. Montin (trans.), New York: Routledge.

–––, 1996. I Love to You: Sketch of a Possible Felicity in History, A. Martin (trans.), New York: Routledge.

Ioanide, Paula, 2015. The Emotional Politics of Racism: How Feelings Trump Facts in an Era of Colorblindness, Stanford: Stanford University Press.

Jaggar, Alison M., 1983. Feminist Politics and Human Nature, Philosophy and Society, Totowa, NJ: Rowman & Allanheld.

–––, 1990. “Love and Knowledge: Emotion in Feminist Epistemology,” in Gender/Body/Knowledge: Feminist Reconstructions of Being and Knowing, Alison Jaggar and Susan Bordo (eds.). New Brunswick: Rutgers University Press.

–––, 2005. “‘Saving Amina’: Global Justice for Women and Intercultural

Dialogue,” Ethics & International Affairs, 19(3): 55–75.

James, Robin, 2015. Resilience and Melancholy: Pop Music, Feminism, Neoliberalism, London: Zero Books, 2015.

Khader, Serene J., 2011. Adaptive Preferences and Women’s Empowerment, Oxford: Oxford University Press.

Kittay, Eva Feder, 1999. Love’s Labor: Essays on Women, Equality, and Dependency New York: Routledge.

Koggel, Christine M., 1998. Perspectives on Equality: Constructing a Relational Theory, Lanham, MD: Rowman & Littlefield Publishers.

Krause, Sharon, 2008. Civil Passions: Moral Sentiment and Democratic Delîberation, Princeton: Princeton University Press.

–––, 2011. “Contested Questions, Current Trajectories: Feminism in Political Theory Today,” Politics & Gender, 7(1): 105–111.

Kristeva, Julia, 1980. Desire in Language: a Semiotic Approach to Art and Literature, L. Roudiez (trans.), New York: Columbia University Press.


–––, 1982. Powers of Horror: an Essay on Abjection, L. Roudiez (trans.), New York: Columbia University Press.

–––, 1984. Revolution in Poetic Language, M. Waller (trans.), New York : Columbia University Press.

–––, 1986. “Women’s Time,” in The Kristeva Reader, T Moi (ed.), New York: Columbia University Press, pp. 187–213.

Lloyd, Genevieve, 1993. The Man of Reason: ‘Male’ and ‘Female’ in Western Philosophy, New York: Routledge; first published in 1984 by Methuen & Company Limited.

Lorde, Audre, 1984. Sister Outsider: Essays and Speeches, Berkeley: Crossing Press.

Love, Heather, 2007. Feeling Backward: Loss and the Politics of Queer History, Cambridge, MA: Harvard University Press.

Laclau, Ernesto, and Chantal Mouffe, 1985. Hegemony & Socialist Strategy: Towards a Radical Democratic Politics, London: Verso.

Lugones, Maria C. and Elizabeth Spelman, 1986. “Have We Got a Theory for You! Feminist Theory, Cultural Imperialism and the Demand for ‘The Woman’s Voice’,” in Women and Values: Readings in Recent Feminist Philosophy, Marilyn Pearsall (ed.), Belmont, Calif.: Wadsworth Publishing Company, pp. 19–31.

Lugones, María, 2010. “Toward a Decolonial Feminism” Hypatia, 25(4): 742–759.

–––, 2007. “Heterosexualism and the Colonial/Modern Gender System.”

Hypatia, 22(1): 186–209.

–––, 2003. “Street Walker Theorizing”.Pilgrimages/Peregrinajes: Theorizing Coalition Against Multiple Oppression, María Lugones (ed.), Lanham, MD: Rowman & Littlefield Publishers, Inc.

–––, 1995. “Playfulness, ‘World’-Traveling, and Loving Perception,” in Free Spirits: Feminist Philosophers on Culture, Kate Mehuron and Gary Percesepe (ed.) Engleweood Cliffs, NJ: Prentice-Hall, pp. 121– 128.

MacKinnon, Catharine A., 1989. Toward a Feminist Theory of the State, Cambridge: Harvard University Press.

Mahmood, Saba, 2005. Politics of Piety: The Islamic Revival and the Feminist Subject, Princeton: Princeton University Press.

Malabou, Catherine, and Ewa P. Ziarek, 2012. “Negativity, Unhappiness, or Felicity: On Irigaray’s Dialectical Culture of Sexual Difference,” L’Esprit Créateur, 52(3): 11–25.

Maldonado Torres, Nelson, 2008. Against War: Views from the Underside of Modernity Durham: Duke University Press.


Marx, Karl, and Friedrich Engels, 1998. The German Ideology: Including Theses on Feuerbach and Introduction to The Critique of Political Economy, Amherst: Prometheus Books.

McAfee, Noëlle, 2004. “Three Models of Democratic Delîberation” in Journal of Speculative Philosophy, Special Issue on Pragmatism and Deliberative Democracy, 18(1): 44–59.

–––, 2008. Democracy and the Political Unconscious, New York: Columbia University Press.

McAfee, Noëlle and R. Claire Snyder, 2007. “Democratic Theory” in

Hypatia: A Journal of Feminist Philosophy, 22(4): vii-x.

Mignolo, Walter, 2000. Local Histories/Global Designs: Coloniality, Subaltern Knowledges, and Border Thinking, Princeton: Princeton University Press.

Millett, Kate, 1970. Sexual Politics, 1st edition, Garden City, N.Y.: Doubleday.

Mohanty, Chandra Talpade, 2003. Feminism Without Borders: Decolonizing Theory, Practicing Solidarity, Durham: Duke University Press.

–––, 1991. “Under Western Eyes: Feminist Scholarship and Colonial Discourses,” in Mohanty et al. 1991, pp. 51–80.

Mohanty, Chandra Talpade, A. Russo, and L. Torres, 1991. Third World Women and the Politics of Feminims, Bloomington: Indiana University Press.

Moraga, Cherrie and Gloria Anzaldúa (eds.), 1983. This Bridge Called My Back: Writings by Radical Women of Color, New York: Kitchen Table: Women of Color Press.

Morgan, Robin, 1970. Sisterhood is powerful; an anthology of writings from the women’s liberation movement, 1st ed., New York: Random House.

Mouffe, Chantal, 1979. Gramsci and Marxist theory, London: Routledge & Kegan Paul.

–––, 1992. Dimensions of Radical Democracy: Pluralism, Citizenship, Community, London: Verso.

–––, 1993. The Return of the Political, London: Verso.

–––, 1999. The Challenge of Carl Schmitt, London: Verso.

–––, 2000. The Democratic Paradox, London: Verso.

–––, 2005. On the Political, Thinking in action, New York: Routledge.

Nurayan Uma, and Sandra Harding (eds.), 2000. Decentering the Center: Philosophy for a Multicultural, Postcolonial, and Feminist World, Bloomington: Indiana University Press.

Nussbaum, Martha C., 1995. “Human capabilities, Female Human Beings,” in Women, Culture, and Development: a Study of Human Capabilities, ed. M. Nussbaum, J. Glover, pp. 61–104. Oxford, UK: Clarendon.

–––, 1999a. Sex and Social Justice, Oxford: Oxford University Press.

–––, 1999b. “The Professor of Parody,” New Republic, 2(22): 37–45.

–––, 2000. Women and Human Development: the Capabilities Approach, Cambridge: Cambridge University Press.

–––, 2001. Upheavals of Thought: The Intelligence of Emotions, London: Cambridge University Press.

–––, 2015. Political Emotions: Why Love Matters for Justice, Cambridge, MA: Belknap.

Okin, Susan Moller, 1979. Women in Western political thought, Princeton: Princeton University Press.

–––, 1989. Justice, Gender, and the Family, New York: Basic Books. Okin, Susan Moller, Joshua Cohen, Matthew Howard, and Martha Craven

Nussbaum, 1999. Is Multiculturalism Bad for Women? Princeton: Princeton University Press.

Ortega, Mariana, 2016. In-Between: Latina Feminist Phenomenology, Multiplicity, and the Self, Albany: SUNY Press.

Oyewumi, Oyeronke, 1997. The Invention of Women: Making an African Sense of Western Gender Discourses, Minneapolis: University of Minnesota Press.

Pateman, Carole, 1988. The Sexual Contract, Oxford: Polity.

–––, 1989. The Disorder of Women: Democracy, Feminism and Political Theory, Stanford: Stanford University Press.

Pateman, Carole, and Charles W. Mills, 2007. Contract and Domination, Cambridge: Cambridge University Press.


Phillips, Anne, 1995. The Politics of Presence, Oxford: Clarendon Press.

–––, 2009. Multiculturalism without Culture, Princeton: Princeton University Press.

Phillips, Anne, 1998. Feminism and Politics, New York: Oxford University Press.


Povinelli, Elizabeth, 2011. Economies of Abandonment: Social Belonging and Endurance in Late Liberalism, Durham: Duke University Press.

Quijano, Anibal, 2003. “Coloniality of Power, Eurocentrism, and Latin America”. Nepantla: Views from the South, 1(3): 533–580.

Rawls, John, 1971. A Theory of Justice, Cambridge, MA: Belknap Press of Harvard University Press.

–––, 1993. Political Liberalism, New York: Columbia University Press. Ricœur, Paul, 1970. Freud and Philosophy: An Essay on Interpretation,

The Terry lectures, New Haven: Yale University Press.

Rubin, Gayle, 1975. “The Traffic in Women: Notes on the ‘Political Economy’ of Sex,” in Toward an Anthropology of Women, R. Reiter (ed.), New York: Monthly Review, pp. 157–210.

Scott, Joan, 1988a. “Gender: A Useful Category of Historical Analysis,” in Gender and the Politics of History, J. Scott (ed.), New York: Columbia University Press, pp. 28–52.

–––, 1988b. “Deconstructing Equality-versus-Difference: Or the Uses of Poststructuralist Theory for Feminism,” Feminist Studies, 14: 33–50.

–––, 1992. “Experience,” in Butler & Scott 1992, pp. 22–40.

–––, 2007. The Politics of the Veil, Princeton: Princeton University Press.

–––, 2011. The Fantasy of Feminist History, Durham, NC: Duke University Press.

Snyder, R. Claire, 2008. “What is Third-Wave Feminism? A New Directions Essay,” Signs, 34(1): 175–196.

Song, Sarah, 2007. Justice, Gender, and the Politics of Multiculturalism, Cambridge: Cambridge University Press.

Spelman, Elizabeth V., 1989. “Anger and Insubordination,” in Women,


Knowledge, and Reality: Explorations in Feminist Philosophy, A. Garry and M. Pearsall (eds.). Boston: Unwin Hyman.

–––, 1991. “The Virtue of Feeling and the Feeling of Virtue,” in Feminist Ethics, Claudia Card (ed.), Lawrence: The University of Kansas Press.

Spivak, Gayatri C., 2010. Can the Subaltern Speak: Reflections on the History of an Idea, New York: Columbia University Press.

–––, 1988. In Other Worlds: Essays in Cultural Politics, New York: Routledge.

Taylor, Keeanga-Yamahtta, 2016. From #BlackLivesMatter to Black Liberation, Chicago: Haymarket.

––– (ed.), 2017. How We Get Free: Black Feminism and the Combahee River Collective, Chicago: Haymarket.


Tronto, Joan C., 1993. Moral Boundaries: a Political Argument for an Ethic of Care, New York/London: Routledge.

–––, 2013. Caring Democracy: Markets, Equality, and Justice, New York: NYU Press.

Welch, Shay, 2015. Existential Eroticism: A Feminist Approach to Understanding Women’s Oppression-Perpetuating Choices, Lanham, MD: Lexington Books.

Whisnant, Rebecca, 2016. “Our Blood: Andrea Dworkin on Race, Privilege, and Women’s Common Condition,” Women’s Studies International Forum, 58: 68–76.


Williams, Patricia, 1992. The Alchemy of Race and Rights: Diary of a Law Professor, Cambridge: Harvard University Press.

Wynter, Sylvia, 2003. “Unsettling the Coloniality of Being/Power/Truth/Freedom: Towards the Human, After Man, Its Overrepresentation–An Argument”. CR: The New Centennial Review, 3(3): 257–337.

Young, Iris Marion, 1990. Justice and the Politics of Difference, Princeton: Princeton University Press.


–––, 1997. Intersecting Voices: Dilemmas of Gender, Political Philosophy, and Policy, Princeton: Princeton University Press.

–––, 2000. Inclusion and Democracy, Oxford Political Theory, Oxford: Oxford University Press.

Zerilli, Linda M. G., 2005. Feminism and the Abyss of Freedom, Chicago: University of Chicago Press.


–––, 2009. “Towards a Feminist Theory of Judgment,” Signs, 34(2): 295– 317.

–––, 2012. “Value Pluralism and the Problem of Judgment: Farewell to Public Reason,” Political Theory, 40(1): 6–32.

Ziarek, Ewa P., 2001. An Ethics of Dissensus: Postmodernity, Feminism, and the Politics of Radical Democracy, Stanford: Stanford University Press.

–––, 2012. Feminist Aesthetics and the Politics of Modernism, New York: Columbia University Press.

–––, 2016. A Democratic Theory of Judgment, Chicago: University of Chicago Press.