Federalîzm

Author: Andreas Follesdal
Translation: Fexriya Adsay
2025/11/08
83

Federalîzm, teorî an berevaniya rêgezên federal in, ên ji bo parvekirina desthilatdariyê di navbera yekeyên endam û saziyên hevpar de. Ji dewleta unîter cuda, serweriya di siyaseta federal de ne-navendî ye, gelek caran ji aliyê makezagonî ve, di navbera kêmtirîn du astan de parvekirî ye ku yekeyên di her astê de xwedî otorîteya nîhayî ne û di hin meseleyan de dikarin xwe bi xwe bi rê ve bibin. Bi vî awayî, welatî berpirsyariyên wan î siyasî an mafên wan hene ku ji aliyê her du otorîteyan jî tên garantîkirin. Dabeşkirina desthilatdariyê di navbera yekeya endam û navendê de dikare biguhere, piranî navend xwedî desthilatdarî ye di warê siyaseta berevaniyê û karên derve de, lê yekeyên endam dikarin rolên wan î navneteweyî jî hebin. Organên biryargirtinê yên yekeyên endam dikare di organên biryargirtinê yên navendî de jî cî bigrin. Bala felsefî ya demên dawî xurt dibe ji ber elaqeya siyasî ya bo federalîzm û encamên surprîz ên mînakên taybet, û ev bal duqat dibe bi peydên ampirîk ên derbarê bingeha zerûrî û rewa ya ji bo îstiqrar û baweriya navbera welatiyên di nîzama siyasî ya federal de. Tevkariyên felsefî li ser wan dubendî û derfetan sekînîne, yên li wan herêmên mîna Kanada, Awistralya, Ewropa, Ûrisya, Iraq, Nepal, Nîjerya, ku nîzamên federal wek çareseriyên balkêş tên dîtin ji bo lihevanîna cudatiyên navbera gelên ji ber îhtilafên etnîk an çandî dabeş bûne lê dîsa jî li dû nîzameke hevpar, demokratîk, siyasî ne.


  • 1. Taksonomî
  • 2. Dîroka Federalîzmê 
  • 2.1. Hin riwangeyên global 
  • 2.2. Tevkariyên rojavayî
  • 3. Sedemên Federalîzmê 
  • 3.1. Sedemên ji bo nîzameke federal li şûna dewletên cihê an veqetînê
  • 3.2. Sedemên tercîhkirina nîzamên federal ji dêvla dewleteke unîter
  • 4. Mijarên din ên Felsefî
  • 4.1. Serwerî an federalîzm
  • 4.2. Mijarên Makezagonî û Sêwirandina Sazûmanî 
  • 4.3. Çavkaniyên Îstikrarê
  • 4.4. Dabeşkirina Hêzê 
  • 4.5. Parvekirina Edaleta 
  • 4.6. Teoriya Demokratîk
  • 4.7. Siyaseta Nasînê
  • Çavkanî
  • yên dîrokî
  • yên hevçax  
  • Çavkaniyên din ên Internetê


1. Taksonomî 

Gelek xebatên biqedir bi hûrgilî rave dikin van têgehên navendî, ‘federalîzm’, ‘federasyon’ û ‘sîstemên federal’ (Wheare 1964, King 1982, Elazar 1987, Elazar 1987a, Riker 1993, Watts 1998).

Nîzameke siyasî ya federal li vir wek “awayeke birêkxistina siyasî ku rêvebiriya hevpar û rêvebiriya xweser bi ser hev vedike” tê qebûlkirin (Watts 1998, 120). Federalîzm, teorî an parastina nîzameke wisa ye rêgezên dabeşkirina otorîteya nîhayî ya di navbera yekeyên endam û saziyên hevpar de jî tê de.

Federasyon cûreyek nîzameke federal a wiha ye; cûreyên din sendîka, konfederasyon, tifaq û yekitiyên nenavendî -û melezên mîna Yekîtiya Ewropaya niha- ne (Elazar 1987, Watts 1998). Federasyon, bi vê maneyê dabeşbûneke terîtoryal a desthilatdariyê dihewîne di navbera yekeyên pêkhate ku carna wek ‘wilayet’, ‘kanton’, belkî ‘bajar’, an ‘eyalet’ tên binavkirin, û hikumeteke hevpar de. Ev dabeşbûna desthilatdariyê tê qewîkirin bi makezagoneke ku ne yekeya endam ne hikumeta hevpar nikarî yekalî biguherîne. Yekeya endam û hikumeta hevpar herdu jî li ser welatiyan yekser bandor dikin -hikumeta hevpar “li ser welatiyên takekes ên neteweyê pêk tînin” karîger e (Federalist Paper 39)—û rayedarên herduyan jî bi awayekî yekser tên hilbijartin (Watts 1998, 121). Lê, otorîteya nenavendî ya dewletên unîter dikare bi awayekî kêfî bê îptalkirin ji aliyê meclîsa zagondaner a navendî. Gelek şêwazên pirmerheleyî yên rêvebirinê jî dikare ji aliyê yekeyên merheleyekê bên nûkirin bêyî rizaya organên merheleyên din. Ligel van qewîkirinan, hin navendîbûn gelek caran ji ber şîroveyên makezagonî yên dadgeheke federal a ji bo çareserkirina îhtilafên derbarê vegiriyên otorîteya nîhayî ya zagondaner û/an adlî, peyda dibin. 

Li aliyê din, ‘konfederasyon’ hatiye maneya nîzameke siyasî ku navenda wê ji ya federasyonekê lawaztir e û pirî caran girêdayî yekeyên pêkhate ye (Watts 1998, 121). Bi awayekî tipîk, di konfederasyonekê de a) yekeyên endam bi awayekî zagonî dikarin derkevin, b) navend tenê otorîteya ji aliyê yekeyên endam hatiye dewrkirin, diemilîne, c) navend di gelek mijaran de tabiyî vetoya yekeya endam e, d) biryarên navendê yekeyên endam girê dide, lê welatiyan yekser girê nade, e) navend ji navendeke serbixwe ya malî an hilbijartinê bêpar e, û/an f) yekeyên endam bi awayekî mayînde otorîteyê dewrî navendê nake. Konfederasyon pirî caran xwe dispêre peymanên ji bo peywirên taybet û hikumeta hevpar dikare ji aliyê delegeyên hikumetên yekeya endam bê sepandin. Loma gelek jê dikaribû wek konfederasyon bên hesibandin; eyaletên Amerikaya Bakur di maweya 1776-1787an de, Swîsreya 1291-1847an û Yekitiya Ewropayê ya niha -herçiqas çendîn hêmanên wê yên aidî federasyonan hebe jî. 

Li (kon)federasyonên sîmetrîk yekeyên endam xwedan heman baqên hêzan e, li (kon)federasyonên asîmetrîk ên mîna Ûrisya, Kanada, Yekitiya Ewropayê, Spanya an Hindistanê baqên hêzan dibe ku cuda be li nav yekeyên endam; hin endam dibe ku, wek mînak, mafên wan î taybet hebin di warê zimên an çandê de. Hin sazandinên asîmetrîk di navbera eyaleteke piçûktir û yeka mezintir de pêk bê; ya piçûktir tevlî ya mezintir dibe di rêvebirinê de lê di hin mijaran de serweriya xwe didomîne (Elazar 1987, Watts 1998).

Kategorîzasyoneke bikêr a sazandinên federal derbarê tekiliya navbera yekeya navendî, yekeya endam û takekesan e. Eger biryarên ji navendê qet yekeyên endam nehewîne, em dikarin qala federalîzma cihê (veqetî an kompakt) bikin. DYA gelek caran wek mînak tê dayin, ji ber ku du Senatorên ji her eyaletî ne ji aliyê rayedarên yekeya endam (yanê Eyalet), ji aliyê hilbijêrên ku yekser ji aliyê welatiyan tên dengdan, tên hilbijartin an temsîlkirin -lê ev bi biryara yekeya endam e (Makezagona D.Y. Made II, Beş 1; Dahl 2001). Federasyon dikarin yekeyên endam daxilî biryargirtina navendî bikin, herî kêm bi du awayên cuda yên şêwazên cûrbicûr ên federalîzma bihevgirêdayî (an hevkar). Nûnerên yekeya endam dikare di organên navendî de cî bigre -di kabîne an meclîsên zagondaner de- (saziya hevpar sazandina lihevcivandinê); ya din, pirî caran yek organeke navendî pêk tînin; bi organên din î bi vî rengî re didin distînin, wek mînak, nûnerên hikumeta yekeya endam Meclîseke Jorîn pêk tîne û hêza wê heye ku veto bike an biryarên pirîneyê an pirîneya mevsuf taloq bike (saziya dabeşbûyî/sazandinên têkîldar). Ev sazandinên zagonî rê vedike li ber cûreyên rêvebirinên pir-ast: mizakereyên berdewam ên nav rayedarên astên cuda yên terîtoryal (Marks 1993, Hooghe and Marks 2003, Scharpf 1983). Dilxwazîtiya bo takekesan dikare ji federalîzma dinavhev îstifade bike, lê pirî caran bi berdêla şefafî û mecbûriyeta hisabdayinê.

Çendîn nivîskar du pêvajoyên têra xwe cihê pênase dikin, ku rê vedikin li ber nîzameke siyasî ya federal (Friedrich 1968, Buchanan 1995, Stepan 1999 û yên din). Dewletên serbixwe dikarin hêzên xwe yî serwer ên hin qadan dewr bikin an bikin yek û bên ba hev ji bo menfaetên ku bi awayekî din nikarin bi dest bixin, wek ewlehî an refaha aborî. Ev nîzamên siyasî yên federal ên hatina ba hev bi gelemperî tên dirustkirin da ku hêza navendê sînordar bikin an nehêlin pirîne yekeyeke endam pûç bikin. Mînakên vê DYAya niha, Kanada, Swîsre û Awistralya ye. Nîzamên siyasî yên federal ên parçenebûnê ji dewletên unîter derdikevin, ji ber ku hikumet otorîteyê dewr dike da ku bêhizûrî an tehdîdên veqetînê yên kêmîneyên li herêmekê kom bûne sivik bikin. Nîzamên siyasî yên federal ên bi vî rengî pirî caran hin qadên taybet ên serweriyê (mîna mafên zimanî û çandî) didin hin yekeyên endam di federasyoneke asîmetrîk de, lê qadeke fireh a kirarê dihêle ji hikumeta navendî re. Mînakên vê Hindistan, Belçîka û Spanya ne. 

Tevî nîzamên siyasî yên federal ên herêmî, alternatîfên din î balkêş ên dewletên unîter peyda dibin dema yekeyên endam ên ne-herêmî (non-territorial) tên dirustkirin ji aliyê komên xwedan taybetmendiyên hevpar ên etnîk, olî an yên din. Carna ji van sîsteman re federasyonên ‘ne-herêmî’ tê gotin. Karl Renner û Otto Bauer li ser van sazandinên ji bo kêmîneyên çandî yên belavbûyî sekinîne, ku hin xweseriya çandî û “şexsî” dide wan bêyî ku xwerêvebirineke herêmî hebe (Bauer 1903; Renner 1907; Bottomore û Goode 1978; Tamir 1993 û Nimni 2005). Lihevkombûn, li nav yekeyên endam, ji komên bi awayekî ji hev dûr ketine pêk tên û, tevî vê, li saziyên navendî yên gelek caran ji pirîneyê bêtir bi yekdengî tên birêvebirin, tên temsîlkirin (Lijphart 1977).


2. Dîroka Federalîzmê

Elaqeyeke berbelav a li nav filozofên siyasetê bo babetên derbarê netewe dewleteke navendî kir ku tevkariyên dîrokî yên bo serweriya unîter jî balê bikşînin. Lê em dikarin herkeke biîstikrar a tevkariyên bo felsefeya federalîzmê jî bibînin ji wan kesên bi angaştên xwe yî derbarê hêza navendî tên nasîn (ji bo xwendinên bi vî rengî, bnr. Karmis û Norman 2005). 

Piraniya lîteratura rojavayî ya li ser federalîzmê li ser yekeya dewletan hûr dibe. Ji bo binxêzkirina vê pêşdarazê, pêşî li pratîkên ne-rojavayî û teoriyên taybetmendiyên federal binêrin.


2.1. Hin riwangeyên global 

Li gelek kîşweran em şêwazên federal ên birêxistinbûna federal û di çavkaniyên nivîskî yên seranserî nerîta felsefî de tevkariyên bo teoriyên derbarê federalîzmê dibînin. Rêza tevkariyên felsefî binxêz dikin ku riwangeyên federal dikare li gelek yekeyên xeynî dewletên serwer ên di fikra ewropî û D.Y. de jî dikare bên sepandin.

Rêxistina eşîrî, Māori ku vêga li Zelandaya Nû ji komên malbatan (whanau) pêk tê; ev malbat bi hev re dixebitin û wek klanek (hapū) ji bo berevaniya xwe hevkarî dikin. Eşîr (iwi), ji bo berevaniya hevpar wek federasyoneke çendîn hapūyan dixebite (Ballara 1998, 19).

Çendîn civakên afrikî ku qelihîne, hêmanên wan î federal hebûn. Edward Wamala tiştên em wek taybetmendiyên federal dizanin teswîr dike ji bo civaka Ganda ya berî sedsala 14mîn; paşê ev der bû qraliyeta Baganda ku niha parçeyek ji Ugandayê ye. Binyadên hêza navbera reîs (ssabataka) û serokeşîran (mutaka) primus inter pares bû. Eşîr parêzbendiya wan hebû da ku yekeyên jorîn berpirsyariyên yekeyên jêrîn xesb nekin, tenê refaha yekeyên jêrîn teşwîq bikin (Wamala 2004: 436–437). 

Çanda Nahua (Aztek) federalîzma pir-ast nîşan dide: Tlaxilacalli - wergera wê zehmet e, dikare wek “tax” bê famkirin- tabiyî otorîteya serweriya rêvebiriya herêmî, an altepetl e ku dûre mezin dibe, dibe parêzgehên pir ên otonom (huei altepetl) û dawî dibe împeratorî. Di her astê de, îtaet dibe berdêla otonomiyê, her cure teşebisa navendîkirina yekser a rêvebiriyê tê qutkirin (Johnson 2017). Di tifaqa sêcarî ya 1428an de, ya ji bo armancên leşkerî ya navbera sê bajar-dewletan (altepeme), Tenochtitlan, Texcoco û Totoquihuatzin, her yek ji van altepetla xwe ya bende bi rê ve dibe bêyî midaxeleya herduyên din (Lockhart 1992).

Filozofê siyasetê yê konfusçusî, Mencius (379–298 BÎ) nîzameke ‘malbatkî’ ya sê-ast danî holê (Chan 2003). Malbat, berpirsyariya wê ya mezin lênêrîna wan kesên nikaribûn li xwe binêrin û rêvebir divê dê û bavê xelkê bûya (Mencius 2003, 1B.13). Dema malbat nikaribe alîkarî bide, tora civatê divê piştgirî bide. Tenê dema civak nikaribe, ew tişta em dikarin bêjin dewlet, mecbûriyetek wê heye ku alîkarî bike.  

Em derbirînên federalîzmê di sêyemîn şertên islamê de dibînin: mecbûriyeta xêrxwaziya bi riya zikatê, dike ku mirov alîkariya kesên muhtac ên derveyî xaneya xwe bike (Qur’an 9: 103). Her mislimanekî bikaribe divê rêjeyeke diyar a serweta xwe -2.5%- bide ji bo piştgiriya kesên muhtac. Rola dewletê dikare biguhere di nirxdanîn, berhevkirin û belavkirina zikatê de. Li hin welatan, berhevkirin an belavkirina zikatê berpirsyariya rêxistinên civata sivil an mizgeftan e. Li yên din, berpirsyariya hikumetê ye ku dema misliman nikaribin bidin jî zikatê temîn bike; an temama sîstemê dikare ji aliyê dewletê bê îdarekirin (Bilo û Mechado 2018).

Felsefeya Ubuntu ya jêr-sehrayî taybetmendiyên wê federal hene ku tevkariya teoriya hiqûqê jî dike. Têgeha ‘Ubuntu’ ji vê gotina Nguni tê, “Umuntu ngumuntu ngabantu” yanê, kesek bi saya kesên din dibe şexs. Ubuntu, têkiliyên ahengdar ên navbera şexsan wek avakara takekes binxêz dike, şefqet û sedaqata ji bo pêşveçûna hevdu dupat dike (Mbiti 1969, Gädeke 2019, Metz 2011). Peywira hikumetê a di astên cûrbicûr ên terîtoryal ew e ku geşbûna ahengdar a parçeyên pêkhate û civatê teşwîq bike (Shutte 2001). Ubuntu di epîloga Makezagona Demkî ya Afrîkaya Başûr a 1993yan de cî digirt, lê di Makezagona 1996an de bi aşkereyî cî negirt.

Konfederasyona navbera pênc (dûre şeş) neteweyên Haudenosaunee (Iroquois) diçe dema navbera sedsalên 12 û 15mîn. Makezagona devkî -Zagona Mezin a Aşitiyê- nûnerên hilbijartî yên her neteweyê, an sachem, ku bi karên navxweyî re mijûl dibûn, diyar dikir. Konseya Mezin a konfederasyonê nikaribû midaxeleyî karên navxweyî yên her eşîrî bike, dikaribû meseleyên taybet ên hevpar ên mîna şer, aşitî û peymançêkirinê nîqaş bike. Pratîka Haudenosaunee ku parêzbendî bexşî yekeyên endam dikir, diyar e bandor kiriye li banga Benjamin Franklin û yên din a ji bo yekitiya koloniyên ingilîz (Fenton 1998). Iris Marion Young li ser vê nerîtê lêkolîn kir da ku teoriyeke federalîzmê dirust bike ku parêzbendiyê têxe bin temînatê û nehevsengiyên hêzê serast bike (Young 2000; Levy 2008).


2.2. Hevkariyên rojavayî 

Aristotle (384–322 BÎ) mînakeke pêş a rojavayî ya fikra federal ku hin yekeyên endam ne politîk in, dabîn dike. Peywirên xane an gundan ew e ku pêdiviyên takekesan ên jiyanê têxin bin teminatê. Bajar-dewlet (polîs) civateke xwe-têrker a xane, klan û gundên wisa ne, ji bo parastin û pêkanînê ne (Politics, III.9, 1280b).

Çend kesên ji tevkarên pêşî yên fikra federalîst li ser mantiq û qelsbûna dewletên navendî disekinîn dema di sedsalên 17mîn û 18mîn de peyda bûn û geş bûn. Johannes Althusius (1557–1630) gelek caran wek bavê fikra modern a federalîst tê dîtin. Di Politica Methodice Digesta (Althusius 1603) de angaşt dikir ku ji bo bajarê xwe Emdenê otonomî dixwest, him li dijî Lordê herêmê yê lutheryan him li dijî Împeratorê katolîk. Althusius pir ketibû bin bandora huguenotên fransî û kalvinîzmê. Kalvinîst, wek kêmîneyên daimî yên li çendîn dewletan doktrîneke berxwedanê çêkirin wek maf û peywira “serkêşên xwezayî” yê berxwedana li hemberî tîraniyê. Kalvinîstên ortodoks israr dikirin ji bo serweriya derdorên civakî yên tenê tabiyî zagonên Xwedê ne. Huguenotên protestan ên fransî teoriyeke din a meşruiyetê çêkirin û di 1579an de ji aliyê nivîskarekî bi navê mustear, “Junius Brutus” hat pêşkêşkirin di Vindiciae Contra Tyrannos (Berevaniya [azadiyê] li hemberî tîranan) de. Gel ku wek organeke yekbûyî ya li civakên hiyerarşîk ên li ser axekê, dihat dîtin, mafekî wan î ji aliyê Xwedê hatiye bexşkirin heye ku li dijî rêvebiran li ber xwe bidin bêyî ku îdiayeke zagonî hebe. Althusiusê ku teokrasî red dikir, teoriyeke siyasî ya federalîst a nemezhebî û neolî ya peymanger çêkir ku ji bo armanca pêşvebirina baweriya rast be jî midaxeleya dewletê qedexe dikir. Toleransa bo nêrînên mixalîf û çêşitdariyê di ser her cure menfaetên tabîkirina desthilatdariya siyasî bo dîn, an berevajî wê, re hat girtin. 

Ji ber ku mirov mecbûrî kesên din in ji bo dabînkirina ewle ya hewcedariyên jiyaneke rihet û pîroz, em hewceyî civat û komeleyan in ku ji aliyê him amrazî him daxilî girîng in ji bo destekkirina [subsidia] pêdiviyên me. Malbat, lonca, bajar, parêzgeh, dewlet an komeleyên din meşrûiyet û îdiayên hêza xwe ya siyasî, ji menfaeta takekes a ji otonomiyê bêtir, deyndarê rolên xwe yî cûrbicûr in di dabînkirina jiyaneke pîroz de. Her komele doza otonomiyê dike di nav qada xwe de li dijî midaxeleyên komeleyên din. Althusius, têgeheke bi eslê xwe ji bo tifaqa navbera Xwedê û mirovan dihat emilandin deyn dike û dibêje, komele peymanên sekuler —pactum foederis—çêdikin da ku di nav qenciya beramber de bi hev re bijîn.

Hin tevkarên pêşî, qismek ji bo çareserkirina pevçûnên nav-dewletî, li ser cûreyên cûrbicûr ên nîzamên siyasî yên federal sekinîn. 

Ludolph Hugo (li dor 1630–1704) yekemîn kes bû ku di De Statu Regionum Germanie (1661) de konfederasyonên li ser hîmê tifaqan, dewletên unîter ên mîna Împeratoriya Roma, û federasyonên bi ‘cot-hikumet’ên bi dabeşbûna terîtoryal an hêzan tên teswîrkirin ji hev cihê dikir (Elazar 1998; Riley 1976).

Endîşeyeke tekrar tengijînên navbera federalîzm û têgehên serweriyê de bû. Samuel Pufendorf (1632–1684) angaşt kiriye ku dewletên serwer dikarin herî zêde “hemfikir bin ku herdaîm têkevin nav hev” li konfederasyoneke ku bi yekdengî biryar digre. Derbasbûna bo qaîdeya pirîneyê, nîzama zagonî kir ‘sîstemeke nerêkûpêk’ a nêzîkî dewletekê. Emmerik Vattel (1714–1767) angaşt kir ku ger serwerî tekane warê otorîteya nîhayî û serbixwe be, federasyon ji peymanên dilxwaz ên navbera dewletên bi eslê xwe serbixwe pê ve ne tiştek e. Ramangerên paşê li dijî vê fehma serweriyê derketin, ev nîqaş di warê Yekitiya Ewropayê de heta îro jî didomin (MacCormick 1999, Schütze 2009).

Di Ruhê Zagonan (1748) de Charles de Secondat, Baron de Montesquieu (1689–1755) sazandinên konfederal parastin ku baştirînên yekeyên piçûk û mezin ên siyasî tîne ba hev, bêyî ku dezavantajên wan hebe. Li aliyê din, dikarin avantajan dabîn bikin ji bo dewletên piçûk ên mîna beşdariya komarî û azadiya wek ne-zalbûn tê famkirin -yanê, ewlehiya li hemberî îstismarkirina hêzê. Di heman demê de, nîzamên konfederal, bêyî rîskên dewletên piçûk û mezin, dikarin fêdeyên dewletên mezin ên mîna ewlehiya leşkerî bixin bin temînatê. ‘Komareke konfedere’ a tevî cihêbûna hêzan têra xwe derfet dide homojenî û xweyekkirina li nav yekeyên endam ên piçûk. Yekeyên endam, tevî mafê veqetînê, têra xwe hêzan tîne ba hev da ku ewlehiya derveyî têxe bin temînatê (Book 9, 1). Yekeyên endam dikin ku li ser hev kontrola wan hebe, ji ber ku yekeyên din î endam dikarin midaxele bikin ji bo tepisandina serhildan an îstismara hêzê ya li nav yekeyeke din a endam. Ev tema, nîqaşên derbarê Yekitiya Ewropayê jî tê de, di tevkariyên paşê de jî tên tekrarkirin (Levy 2004, 2005, 2007).

David Hume (1711–1776) bi Montesquieu re ne hemfikir bû ku hecmê piçûktir baştir e. Ji dêvla wê, “di demokrasiyeke mezin de … têra xwe pisûla û cî heye ku demokrasî pêş ve bê birin.” Hume di “Fikra Civateke Mikemel” (Hume 1752) de sazandineke federal pêşniyaz dikir ji bo mizakerekirina zagonan ku him yekeya endam him organên zagondaner dihewandin. Yekeyên endam çendîn hêzên wan hene û di biryarên navendî de cî digrin, lê zagonên wan û biryarên dadgehên wan dikare hertim bên pûçkirin ji aliyê organên navendî, loma tê famkirin ku modela Hume ne federal e bi maneya ku li vir tê emilandin. Wî angaşt dikir ku pergalên qelebalix û ji aliyê cografî ve mezin wê ji bajarên piçûk çêtir bixebitin ji bo rêgirtina li ber biryarên, di aleyhê menfaeta giştî de, xwe dispêrin “entrîka, pêşdarazî an azwer”ê. 

Çendîn planên aşitiyê yên sedsala 18mîn ên ji bo Ewropayê sazandinên konfederal pêşniyaz dikirin. Plana Aşitiyê ya 1713yan a Abbé Charles de Saint-Pierre (1658–1743) destûr dida midaxeleya nav yekeyên endam da ku serhildan û şerên li dijî ne-endaman bitepisîne û zorê li wan bike ku tevlî konfederasyoneke rûniştî bibin, û ji bo di peymanê de guhertin çêbibe yekdengî lazim bû.

Jean-Jacques Rousseau (1712–1778) pêşniyaza Saint-Pierre pêşkêş kir û rexne lê girt, çendîn şert rêz kirin ku divê hemû hêzên mezin endam bin, mewzûata hevpar divê girêdar be, hêzên hevpar divê xurttir bin ji yek bi yek eyaletan û veqetîn divê derzagonî be. Dîsa, yekdengî lazim bû ji bo di peymanê de guhertin bê kirin.

Immanuel Kant (1724–1804) ji bo aşitiyê konfederasyonek parast di On Perpetual Peace (Li ser Aşitiya Daimî) (1796) de. Madeya Duyemîn a Teqez a Aşitiya Daimî dibêje, mafê neteweyan, ji peymaneke aşitiyê an dewleteke navneteweyî bêtir, divê xwe bispêre federasyoneke aşitîxwaz a dewletên azad: “Ev federasyon wê armanc neke ku hêzeke mîna ya dewletekê bi dest bixe, ew ê tenê azadiya her dewletê biparêze û têxe bin temînatê, tevî ya dewletên din î konfederal, herçend ku ev nayê wê maneya ku lazim e tabiyî zagonên giştî û hêzeke zorlêker bin, mîna mirovên di rewşa xwezayê de dikirin.

Nîqaşên di warê Konvansiyona Makezagonî ya D.Y. ya di 1787an de geşedaneke zelal e di fikra federal de. Taybetmendiyeke navendî ew e ku federasyon tenê yekeyên endam bi hev girê nade mîna di konfederasyonê de, welatiyan jî bi awayekî yekser bi hev girê dide.

Madeyên Konfederasyona 1781ê ya 13 eyaletên amerikî yên li dijî Brîtanyayê şer dikirin navendek ava kirin ku pir lawaz bû ji bo îcrakirina hiqûq, berevanî û temînata ticareta di navbera eyaletan de. Ew civîna ku wek Konvansiyona Makezagonî ya D.Y. tê zanîn di 25ê Gulanê-17ê Îlona 1787an de pêk hat. Bi awayekî aşkere tenê bi serastkirina Madeyan ve sînorkirî bû, lê guhertinên bingehîn pêşniyaz kirin. Makezagona pêşniyazkirî nîqaşên berfireh û angaştên derbarê fêde û rîskên federalîzmê yên li dijî sazandinên konfederal gur kir û rê xweş kir li ber Makezagona ku di 1789an de ket meriyetê.

“Antî-federalîst” ji navendîbûna bêusûl ditirsiyan. Diketin tatêlê ku hêzên rayedar ên navendî têra xwe nehatiye sînordarkirin, wek mînak, bi danezaneke mafan (John DeWitt 1787, Richard Henry Lee) ku axir di 1791ê de hat pesendkirin. Ditirsiyan, navend dibe ku peyderpey hêzên yekeyên endam xesp bikin. Yekî din î bi navê mustear ‘Brutus’ bi îlhama ji Montesquieu, guman dikir gelo komarek ji aliyê cografî ewqas mezin û tevî ewqas şêniyên xwedan berjewendiyên biîhtilaf, wê rê bigirta li ber tîraniyê û derfet bidaya mizakere û biryarên hevpar ên li esasê zanîna xwemalî (Brutus (Robert Yates?) 1787).

Di Rojnameyên Federalîst de James Madison (1751–1836), Alexander Hamilton (1755–1804) û John Jay (1745–1829) bi heraret nîqaş kirin li ser modela pêşniyazkirî ya sazandinên federal ên girêdayî hev (Federalist 10, 45, 51, 62). Madison û Hamilton bi Hume re hemfikir bûn ku rîska tîraniya pirîneyên biazwer hatine kêmkirin li komarên mezintir ku yekeyên endam ên xwedan berjewendiyên hevpar dikaribûn hevdu kontrol bikin û bikirana: “Hêrsa ji bo pere, ji bo betalkirina deynan, ji bo parvekirina wekhev a milkiyetê an ji bo projeyên neguncav an xirab, dê ji endameke wê kêmtir îhtimal hebe ku temama laşê Yekitiyê bipêçe” (Federalîst 10). Hamilton, ligel neqilkirina ji Montesquieu, di wê baweriyê de bû ku dabeşkirina serweriyê di navbera yekeya endam û navendê de wê mafên takekesan jî biparêze li hemberî îstismara rayedarên herdu astan (Federalist 9).

Madison îşaretî belavkirina hêzan kir û piştgirî da ku hinek otorîte bên dewirkirin bo yekeyên endam, ji ber ku herî zêde ew guncav in ku “şertên herêmî û berjewendiyên kêmtir” li ber çav bên girtin an na ji aliyê navendê tên îhmalkirin (Federalist 37).

Madison û Hamilton banga hêzên navendîkirî yên berevanî û ticareta navdewletî kir (Federalist 11, 23) û bi riya du amrazên nû amaje bi pêdiviya çareserkirina kêşeyên koordinasyon û temînatê yên razîbûna qismî kir: Sepandina navendî û şiyana tetbîqkirina yekser a biryarên navendî li takekesan (Federalist 16, Tocqueville 1835– 40 jî diyar kiribû). Bala xwe didanê ku hêza vetoyê ya mîna sazandinên konfederal bexşî yekeyên endam bikin, ji ber ku ew ê navend qels bikira û bibûya sedema “taloqkirinên bêzarker; mizakereya domdar û entrîkayê; lihevkirinên bêheysiyet ên qenciya gişteyê.” (Madison û Hamilton, Federalist 22; û cf. 20).

Ew bi taybetî li ser endîşeyên nehewce yên derbarê navendîbûnê disekinîn û angaşt dikirin ku endîşeyên bi vî rengî divê ne bi sînordarkirina hêza qadên têkildar ên mîna berevaniyê, bi lihevanîna otorîteya navendî li ser bên sekinandin (Federalist 31). Ev jî gotin ku gel wê bêtir “hezkirin, rêz û hurmet” nîşan bide bo hikumeta yekeya endam ji ber zêdetir-xuyakirina wê ya di îdarekirina rojane ya sûc û edaleta sivil de (Federalist 17).

John Stuart Mill (1806–1873) di 17mîn beşa Nêrînên li ser Birêvebirina Temsilî de federasyon pêşniyaz dikir ji bo “qismên mirovayetiyê” yên hez nakin di bin rêvebiriyeke hevpar de bijîn, da ku rê bigrin li ber şerên di nav xwe de û xwe li dijî êrişkariyê biparêzin. Wî têra xwe selahiyet jî didan navendê da ku hemû menfaetên yekitiyê bixe bin temînatê û nehêlin li ser sînoran bac bê stendin ji bo hêsankirina ticaretê. Sê şertên pêwîst rêz dikir ji bo federasyonekê: fehmberiya beramber a “nijad, ziman, ol û, berî her tiştî, saziyên siyasî ku herî zêde dibin sedema hesta hevparbûna berjewendiyên siyasî”; ti yekeya endam ne xurt be bi qasî ku hewceyî yekitiyê çênebe ji bo berevaniyê û teşwîq neke ku veqete; û wekheviya hêza qebe li nav yekeyên endam da ku zalbûna navxweyî ya yek an du yekeyan çênebe. Mill wek fêdeyên federasyonan, îdia kir ku federasyon hejmara dewletên qels kêm dike loma meyla êrişkariyê jî kêm dike, dawî li şeran tîne û sînordarkirinên li ser ticareta navbera yekeyên endam radike; û federasyon kêmtir êrişkar in, hêza xwe tenê ji bo berevaniyê diemilînin. Û yek ji fêdeyên federasyonan -û bi giştî otorîteya bênavendkirî- ‘tecrubeyên jiyanê’ ye.

Pierre-Joseph Proudhon (1809–1865), Du Principe fédératif (1863) de berevaniya federalîzmê dikir, ku baştirîn rêbaz e ku azadiya takekesî tê parastin li nav civatên ‘xwezayî’ yên mîna malbat û loncayan ku di navbera xwe de peyman çêdikin ji bo pêdivî û armancên taybet. Dewlet, bêyî otorîteya nihayî, tenê yek ji çendîn kirdeyên ne-serwer e di koordînekirinê de.

Proudhon hişyar bû li hemberî navendîbûnê; nivîskarên mîna Harold Laski jî hişyariya ‘Kevnbûna Federalîzmê’ didan (1939). Aloziyên girîng ên mîna ji rûyê ‘kapitalîzma dewasa’ bêtir hewceyî bersivên navendîtir in, ku sazandinên federal nikarin bînin cî.

Hizrên felsefî yên li ser federalîzmê dema Duyemîn Şerê Cîhanê û piştî wê ji ber hin sedeman bêtir hatin rojevê. Altiero Spinelli û Ernesto Rossi bang kirin ji bo dewleteke federal a Ewropayê di Ventotene Manifesto de ku di 1944an de çap bû. Dewletên totalîter, navendîkirî û şerên bêdawî yên navbera wan şermezar kirin. Ji dêvla wê, divê kontroleke têra xwe parvekirî hebûya li ser hêza leşkerî û aborî, lê “her Dewlet wê otonomiya jê re lazim biparêze ji bo derbirîna plastîk û geşkirina jiyana siyasî ya li gor taybetmendiyên taybet ên gelên cûrbicûr.” Gelek kes Yekitiya Ewropayê li gor van rêzikan rave dikin û rewa dibînin, lê hin kes jî bêtir rexneyî lê dinêrin.

Hannah Arendt (1906–1975) him totalîteryanîzm him komkujiyên îndustrîyelkirî bi qisûrên modela netewe-dewleta serwer ve girê da. Him ji înternasyonalîzma lîberal him realîzma siyasî biguman bû, ji dêvla wan ji bo modeleke fedaral a Komarhez an cureyeke îdeal ku “yekeyên federasyonê hêzên hevdu beramber kontrol bikin” israr kir (Arendt 1972).

Derketina hêzên kolonyal jî li dû xwe dewletên pir-etnîk hiştin ku hewceyî çareseriyên afirîner bûn ku xwe-rêvêbirin û rêvebiriya parvekirî bi hev re bimeşînin (Karmis û Norman 2005). Ya din, globalîzasyonê tenê întegrasyon û harmonîzebûn teşwîq nekir, -qismek jê wek bertek- lêgerînên ji bo rêbazên parastina xwe-rêvebiriya herêmî jî teşwîq kir (Watts 1998).

Geşbûna Yekitiya Ewropayê û bertekên li dijî şêwazên wê yî taybet û întegrasyona zagonî yek ji sedemên sereke ye ku bala li ser felsefeya federalîzmê nû kir. Nîqaşên dawî yên felsefî li ser çendîn mijaran sekinîn, mîna sedemên federalîzmê û balkişandina ser çavkaniyên îstikrar û bêîstikrariyê; dabeşkirina rewa ya hêzê di navbera yekeya endam û navendê de; edaleta belavker, tehdîdên bo teoriya demokrasiya qebûlkirî û endîşeyên derbarê siyaseta nasînê.


3. Sedemên Federalîzmê

Gelek angaştên ji bo federalîzmê wek nerît ji bo teşwîqkirina şêwazên cuda yên azadiyê yên di şiklê ne-zal, parêzbendî an derfetên zêdekirî de hatin berpêşkirin (Elazar 1987a). Dema em li ser sedemên di lîteraturê de ji bo nîzamên siyasî yên federal hatine pêşkêşkirin, dinêrin, gelek jê alîgirên bênavendkirinê xuya dikin bêyî hewcedariya rûniştina makezagonî ya dabeşkirina otorîteyê. Du cure angaşt hene: Angaştên alîgirên nîzamên federal bi miqayesekirina bi veqetîn û dewletên serwer ên bi temamî serbixwe re; û angaştên, ji dewleteke unîter a (zêdetir) navendîkirî bêtir, piştgiriya sazandinên federal dikin. Bi awayên cuda û ji destpêkên cuda peyda dibin, berevaniya federalîzma ‘lihevkombûnê’ dikin û di lehê federalîzma ‘bihevrehiştin’ê de ne.


3.1. Sedemên ji bo nîzameke federal li şûna dewletên cihê an veqetînê

Çendîn sedemên pêşniyazkirî hene ji bo nîzameke federal li şûna dewletên cihê an veqetînê.

  • Federasyon dikarin hedefên dewletên serwer sivik bikin bi riya dewrkirina hin hêzan bo organeke hevpar, mîna teahudên pêewle, cureyên diyar ên koordînasyonê yên ji bo ‘malên gişteyî’ yên cûrbicûr têxe bin têmînatê û ji bo kontrolkirina tesîrên ji derve ku li aliyên din bandor dikin. Ji ber hevkariya di hin qadan de dikare ‘di ser re here’ û taleban biafirîne ji bo koordînasyona di hin sektorên din de, federasyon pirî caran hêdî hêdî ber bi navendîbûnê ve diçin. Ji bîr mekin ku hin ji van hedefan hewceyî parvekirinên selahiyetan û mafên xalên vetoyê ne di nav nîzamên federal de. Hekena, ji bo hin hedefên hevpar ên têkel, mîna kêşeyên hawirdorê, taybetmendiyên federal dikare bibin parçeyek ji pirsgirêkê (Adler 2005, Dalmazzone 2006).
  • Federasyon dikarin aşitiyê bi çendîn awayan teşwîq bikin bi rêlibergirtina şeran û tirsa şeran. Dewlet dikarin têkevin (kon)federasyonekê da ku bi hev re têra xwe xurt bibin ku êrişkarên ji derve jê vegerînin û/an rê bigrin li ber şerên êrişkar û şerên bergir ên li nav xwe. Federalîstên ewropî Altieri Spinelli, Ernesto Rossi û Eugenio Colorni di Ventotene Manifestoya 1941ê de angaşt dikirin ku: Tenê federasyoneke ewropî dikare rê bigre li ber şerê navbera dewletên totalîter û êrişkar. Angaştên bi vî rengî, helbet, pêşbînî dikin ku (kon)federasyon wê ji her yek dewletê bêtir êrişkar nebe, Mill jî ev angaşt dikir.
  • Federasyon dikarin refaha aborî jî pêş ve bibin bi rakirina astengên li ber ticaretê, bi riya aboriyên pîvek, bi riya çêkirin û berdewamkirina peymanên ticaretê yên navbera yekeyên endam an bi bûyina lîstikvaneke têra xwe mezin a global ku bandor bike li ser rejimên ticaretê yên navneteweyî (ji bo ya dawî û YE, bnr. Keohane û Nye 2001, 260).
  • Sazandinên federal, bi riya sînordarkirina serweriya dewletê û bi dewrkirina hin hêzan bo navendê, dikarin takekesan biparêzin li dijî rayedarên siyasî. Ya din, dikarin otorîte bidin navendê ku midaxeleyî yekeyên endam bike û bi vî awayî dikare mafên mirovî yên kêmîne biparêze li dijî rayedarên yekeya endam (Federalist, Watts 1999). Helbet, angaştên bi vî rengî difikirin ku îhtimala îstismarkirina navendê wê kêmtir be.
  • Sazandinên federal dikarin nifûza siyasî ya hikumetên berê serwer zêdetir bike, him bi riya koordinasyonê û -nexasim ji bo dewletên piçûk- him bi bexşkirina nifûzê, heta mafê vetoyê, bo van yekeyên endam da ku, ji dêvla ku tenê wek wergirê siyasetê bimînin, bikaribin li ser siyasetkirinê jî bandora wan hebe. 
  • Nîzamên siyasî yên federal dikare wek şêwaza guncav a rêxistinên dinavhevde bên tercîhkirin, wek mînak di nav têgehên ‘organîk’ ên nîzama siyasî û civakî. Federasyon dikare hevkariyê, edaletê û nirxên din ên navbera û nav yekeyên endam, yên navbera û nav yekeyên xwe yî pêkhate teşwîq bike, wek mînak, bi riya çavdêrîkirin, zagondanerî, sepandin an peymanên malî, mafên mirovan, parêzbendiya ji midaxeleyê an geşbûnê. Her yekeya mezintir berpirsyar e ku ji malbatê dest pê bike û pêşveçûna yekeyên endam hêsantir bike û têxe bin temînatê wan qenciyên hevpar ku bêyî otorîteyeke hevpar xwe nagihênê. Angaştên bi vî rengî ji aliyê nivîskarên din î cihê, mîna Althusius, nerîtên katolîk ên dewrkirina selahiyetê yên mîna Papa Leo XIII (1891) û Papa Pius XI (1931), û Proudhon hatine îfadekirin.


3.2. Sedemên tercîhkirina nîzamên federal li şûna dewleteke unîter

Çendîn angaşt hene ku, ji dêvla dewleteke unîter, dikare ji bo alîgiriya nîzamên federal bên emilandin. Di nav zehmetiyên ji bo hin ji van angaştan de mesele ew e ku otorîte wê çawa bê tehsîskirin dema daxwazên dijberî hev hebin ji bo dabînkirina berjewendiyên cuda ji bo komên qismen li hev dikevin (overlapping); û di rewşên acil de, mîna pandemiyan, bêhukimkirin wê çawa bê sazkirin (Steytler 2021). Ger em ne hemfikir bin bi Schmitt re ku pênase dike bê serwer kî ye (Schmitt 1985), girîng e ku wê kî xwedî otorîte be ku biryar bide bê îstisna çi ne.

  • Sazandinên federal, bi riya temînkirina parêzbendî û ne-zalbûnê, dikare komên kêmîne an neteweyan biparêze li dijî rayedarên navendê. Parvekirina makezagonî ya hêzan bo yekeyek endam takekesan ji navendê diparêze, li aliyê din, sazandinên navhevde, bi riya organên yekeya endam nifûzê dabîn dike li ser biryarên navendê. (Madison, Hume, Goodin 1996). Yekeyên endam bi vî awayî dikarin rayedarên navendê kontrol bikin û rê bigrin li ber kirinên dijî îradeya kêmîneyan: “Demokrasiyeke mezin divê xwe-rêvebirinê feda bike ji yekitiyê re an wê bi federalîzmê biparêze. Bihevrebûna çendîn neteweyan di bin banê heman Dewletê de azmûnek û baştirîn ewlehiya azadiya wê ye … Pekhînana neteweyên cuda di Dewletekê de bi qasî pêkhînana mirovan di civakê de şertekî pêwîst ê jiyana medenî ye” (Acton 1907, 277).
  • Bi awayekî taybettir, sazandinên federal dikare guncav bin ji bo neteweyên kêmîne ku doza diyarkirina çarenûsa xwe, derbirînên hestê xwe yî nasnameya hevpar û aidiyetê, û parastina çand, ziman û dînê xwe dikin (Carla 2012). Sazandinên otonomî û parêzbendiyê bi awayekî aşkere çêtir in ji pevçûnên siyasî ku dikare ji teşebisên komên wiha yên ji bo veqetînê derkevin. Rayedarên navendê dikarin bi îhlalkirinên mafên mirovan, şerên navxweyî an paqijiya etnîk bertek bidin da ku rê bigrin li ber tevgerên veqetînê yên bi vî rengî.
  • Nîzamên federal dikare derfetan zêdetir bikin ji bo beşdarbûna welatiyan di biryargirtinê de; bi riya mizakere û meqamên him yekeya endam him organên navendî ku çêbûna karakterê gerantî dike bi riya beşdariya siyasî li nav bêtir welatiyan (Mill 1861, beş 15).
  • Nîzamên federal dikare hînbûnê hêsantir bikin bi riya xurtkirina çareseriyên alternatîf ên ji bo pirsgirêkên hevşib û parvekirina dersên ji laboratuwareke wiha ya ‘azmûnên di jiyanê de’ (Rose-Ackerman 1980).  
  • Federasyon dikarin bi awayekî giştîtir tercîha maksîmîzasyona bitesîr hêsantir bikin, mîna di lîteratura federalîzma aborî û malî de bûye fermî -lê gelek angaştên wisa ji federalîzmê bêtir bênavendîbûnê destek dikin. Lêkolînên li ser ‘federalîzma malî’ li ser guncavtirîn belavkirina otorîteyê disekine, jinûvebelavkirina navendî lê tedarîkkirina herêmî ya malên gişteyî pêşniyaz dike. Sazandinên federal dikare derfet peyda bikin ji bo hevberkirina guncavtir a otorîteyê ku malên gişteyî biafirîne ji bo tebeqeyên jêrîn ên gelheyan re. Ger tercîhên takekesan bi awayekî sîstematîk li gor herêman biguhere ji ber parametreyên derve û hundir ên mîna cografya an zewq û nirxên hevpar, sazandinên federal—an bênavendkirî— ku destûr didin çeşitdariya herêmî, dikare guncavtir bin ji ber çend sedeman. Biryarên herêmî dike ku barê biryardanêriya navendî giran nebe, û biryardanêrên herêmî dikarin baştir biryara tercîh û alternatîfan jî bidin û xizmeteke çêtir bikin ji ya hikumeta navendî ku di meyla paşguhkirina çeşîtdariya tercîhên herêmî de ye (Smith 1776, 680). Bexşandina hêzan bo tebeqeyên jêrîn ên gelheyê ku tercîhên wan î di warê xizmetên civakî nêzîkî hev in, dikare bibandortir be, ji ber ku ev tebeqeyên jêrîn dikarin ‘navxweyîbûnan” û ‘civandina malan’ biafirînin bi bihayên ku tenê ew dikarin rakin (Musgrave 1959, 179–80, Olson 1969, Oates’ 1972 ‘Teorema Bênavendkirinê’).
  • Sazandinên federal dikare bibe stare ji bo komên girêdayî axekê û tercîhên wan ji yên gelheyên pirîneyê cuda ne, mîna kêmîneyên etnîk û çandî, da ku marûzî biryarên pirîneya li dijî tercîhên wan nemînin. Sazandinên ne-unîter dikarin givaşê daxin kêmtirîn astê û heta mimkun be ji bo zêdetir welatiyan bibe bersiv (Mill 1861 ch. 15, Elazar 1968; Lijphart 1999). Nêrînên wiha yên derbarê karîgeriya aborî û biryarên pirîneyê dikare di lehê çareseriyên federal de bin, ligel “nedabeşbarî, pîvekên aborî, bandorên ji derve û hewcedariyên stratejîk … qebûlbar wek angaştên karîgeriyê yên di lehê tehsîskirina hêzan bo astên bilintir ên hikumetê” (Padou-Schioppa 1995, 155).
  • Sazandinên federal tenê komên takekesên xwedan nirx an tercîhên hevpar naparêze, dikare rê xweş bike ku livbariya takekesên xwedan tercîhên hevpar teşwîq bike û li herêmekê kom bibin. Otonomiya yekeya endam a ceribandinê dikare reqabetê gur bike ji bo takekesên ku tercîhên wan herî zêde li kû pêk bê, biçin wir. Livbariyeke wiha ya ber bi yekeyên endam ên takekesên mîna-hev dikare fêdeyên otonomiya herêmî zêde bike di warê dabînkirina xizmetên civakî de—ger aboriyên pîvek û bandorên ji derve tunebin (Tiebout 1956, Buchanan 2001)—lê encam dikare wiha be jî ku ew ên pêdiviyên wan biha û yên kêmtir livbar dikare di rewşeke xirabtir de bimînin.


4. Mijarên din ên Felsefî

Dema dawî, piraniya balê çûye ser mijarên felsefî yên ji peydên ampirîk ên derbarê federalîzmê derdikevin (ji bo çavgerandineke li lêkolîneke ampirîk a bi vî rengî, Burris 2015), ev elaqe ji ber dubendiyên têra xwe ji hev cuda yên welatên mîna Kanada, Awistralya, Nepal, Etyopya û çendîn welatên ewropî û Yekitiya Ewropayê peyda bûye.


4.1. Serwerî an federalîzm

Tengijînên navbera serwerî û federalîzmê hê jî nediyariyan derdixin holê, ku di fehmên ‘navneteweyî’ û ‘neteweyî’ ya federalîzmê de rû dide (Schütze 2009). Ger serwerî tekane warê otorîteya nîhayî û serbixwe be, nîzamên federal nikarin serwer bin, ji ber ku ‘gotina dawî’ ne ya kesî ye di hemû meseleyên siyasî de (Friedrich 1968), û “otorîte û hêz di nav torek qadan de hatiye parvekirin” (Elazar 1994, xiii). Madison (Federalist Paper 39) û yên nûtir Beaud (2009) û Schütze (2009) jî tê de, nerîteke din hewl dide bi riya cot-serweriyê hevsengiyekê çêbikin. Çendîn tevkariyên bo teoriya siyasî û hiqûqî ya Yekitiya Ewropayê van meseleyan bi aliyên cuda çareser dikin (Bellamy 2019; Schütze 2020).


4.2. Mijarên Makezagonî û Sêwirandina Sazûmanî 

Nîzamên siyasî yên federal hewce dikin bal bê kişandin ser çendîn meseleyên makezagonî û meseleyên din ên sazûmanî. Çeşitdariya mezin û mijara hevbandoriya teybetmendiyan hewceyî xebatên berawirdî ne da ku bandora li ser hiqûq û siyasetê bê famkirin (Palermo and Kössler 2017). Sêwirandina nîzamên federal meseleyên ecêb û balkêş ên teoriya siyaseta normatîf tîne rojevê (Watts 1998; Norman 2006).

  • Kompozisyon: Sînorên yekeyên endam çawa bên diyarkirin, wek mînak li gor xetên cografî, etnîk an çandî; damezrandina yekeyên nû yên endam ên ji yên berê hewceyî guherînên makezagonî ne an na; destûra veqetînê wê hebe? Hebe wê çawa be, hwd.
  • Belavkirina Hêzê: Parvekirina hêza zagondaner, îcrakar, darêzgêr û makezagon-guhertinê di navbera yekeyên endam û saziyên navendî de. Di sazandinên asimetrîk de hin ji wan dikare cuda bin li nav yekeyên endam.
  • Parvekirina Hêzê: Awayê nifûza yekeyên endam li nav organên biryardaner ên navendî yên nav sîstemên siyasî yên navhevde.

Ev mijar divê bi berçavgirtina hêmanên girîng ên jêr bên çareserkirin.


4.3. Çavkaniyên Îstikrarê 

Dema mijar nîzamên siyasî be, sazandinên siyasî yên federal pirsgirêkên ecêb derdixin di warê îstikar û baweriyê de. Federasyon meyla wan heye ku ji hev bikevin bi awayê veqetînê an ber bi navendîbûnê ve biçin di riya dewleteke unîter de. 

Bêîstikrariyên bi vî rengî divê ne surprîz bin dema em tengijînên ku bûne sedema nîzamên siyasî yên federal, mîna tengîjînên navbera civatên neteweyî yên pirîne û kêmîne ên di federasyonên pirneteweyî de, li ber çav bigrin. Nîzamên siyasî yên federal ji ber vê gelek caran bi ‘îhtilafên makezagonî’ tên îşaretkirin. Hûrgiliyên makezagon û saziyên din dikare bandoreke kûr bike li van pevçûnan û encamên wan. Partiyên siyasî gelek caran li hev nakin li ser meseleyên makezagonî yên di warê qadên guncav ên otonomiya yekeya endam, şêwazên hevkariyê û awayên rêgirtina li ber parçebûnê. Mînakdanên alîgir ên wiha li nav dewletên bûne federal da ku bi hev re bimînin, zehmet dike ku van îdiayên gelek caran tên bihîstin bên nirxandin, wek mînak, bertekên federal ên wek bexşandina otonomiya herêmî rê nagre li ber parçebûnê û ji tepisandina tevgerên dixwazin veqetin bêtir, wan teşwîq dikin. Lê dîsa jî hin kes angaşt dikin ku federasyonên demokratîk û navhevde meylên wiha sivik dikin (Simeon 1998, Simeon û Conway 2001, Linz 1997; cf. McKay 2001, Filippov, Ordeshook û Shvetsova 2004).

Gelek nivîskar amaje pê dikin ku mirov divê li ser tehdîdên li dijî îstikrarê tenê di çarçoveya sêwirandina sazûmanî de nesekine, divê ‘sedaqata berfireh’ an ‘ruhekî federal’ a welatiyan jî hebe bo tevahiya federasyonê ligel sedaqata bo yekeya xwe ya endam (Franck 1968, Linz 1997, Burgess 2012). Hîmên rewa, naverok û dabeşbûna cot-sedaqeteke wiha ya siyasî, mijarên sereke yên felsefeyên siyasî yên federalîzmê ne (Norman 1995a, Choudhry 2001). Hin kes qebûl dikin miracaetên (sînorkirî) bo boçûnên mîna dîrok, pratîk, çand an etnîsiteyeke hevpar ji bo pênasekirina yekeyên endam û ji bo hin hêzên diyar bo wan bê dewrkirin, tevî ku taybetmendiyên wiha ‘komunîtariyan’ bêtir problematîk in ji bo nîzamên siyasî (yên unîter) (Kymlicka 1995, Habermas 1996, 500). Nîqaşên derbarê hebûna ‘demoseke ewropî’ û hewcedariya ‘nasnameyeke ewropî’ ya hevpar heq dikin ku mirov bi baldariyeke zêdetir li ser bisekine (Habermas 1992). Ew helwesta guncav ku hilbijêr û siyasetmedarên wan ên yekeya endam divê nîşan bidin li hemberî berjewendiyên êndinên di federasyonê de, lazim e bê zelalkirin ger mefhûma welatîbûna du civatan wê lihev û mayinde be. Çendîn ji van zehmetiyan nexasim ji bo ‘federalîzma etnîk’ kûrtir in dema yekeyên endam bi xetên etnîk tên pênasekirin: ji bo ‘kêmîneyên navxweyî’ yên ji etnisîteya din rîska zilmê heye, îhtimala sedaqateke berfireh qelstir e û neteweperweriya etnîk dikare rê xweş bike li ber tevgerên veqetînxwaz (Selassie 2003).


4.4. Dabeşbûna Hêzê 

Mijareke din a sereke û têkildar a felsefî nirxandina rexnegir a ûştên bi giştî ji bo sazandinên federal, û di taybet de dabeşbûna hêzê di navbera yekeyên endam û organên navendî, di beşên pêştir hatin nîşandan. Tevkariyên nû yên Knop û êndin. 1995, Kymlicka 2001, Kymlicka û Norman 2000, Nicolaidis û Howse 2001, Norman 2006 in. Ev ên li jêr, nexasim ji ber rîskên bêîstikrariyê, di nav meseleyên girîng de ne: 

  • Hêz wê çawa bên parvekirin, ji ber ku divê ji aliyê muteşebisên siyasî bên emilandin -lê belkî bên îstismarkirin jî- ji bo karîger bin li ser îdiayên xwe. Endîşeyên derbarê îstikrarê hewce dikin baldariyek mezin hebe li ser bandora van hêzan a li ser şiyana afirandin û domandina ‘sedaqatên dualî’ ya li nav welatiyan.
  • Çi bê kirin ku ne yekeyên endam ne otorîteyên navendî ji selahiyetên xwe derbas nebin? Wek ku Mill diyar kiriye, “hêza biryargirtina di nav xwe de, dema îhtilafan de divê ne di destê yek ji hikumetan de an di destê rayedarekî tabiyî wan de be, divê di destê hakemekî bêalî de be” (1861). Dadgeheke bi vî rengî divê têra xwe serbixwe be, lê divê ne ku yekcar hisab jî nede. Wer xuyaye gelek zanyar meyla navendîkirinê tesbît kirine di van dadgehan de (Watts 1998).
  • Kontrola demokratîk a li ser organên navendî wê çawa pêk bê, ger ev organ ji nûnerên şaxê îcrakirinê ya yekeyên endam pêk tê? Zincîreyên hisabdayinê dibe ku zêde dirêj bin ji bo bersivdanên têrûtijî. Ev parçeyek ji endîşeyên derbarê ‘qisûreke demokratîk’ e di Yekitiya Ewropayê de (Watts 1998, Føllesdal û Hix 2006).
  • Ew selahiyeta nûkirina dabeşbûna hêzê ya di makezagonê de ya kê be? Hin kes angaşt dikin ku guherîneke girîng pêk tê di serweriya neteweyî de dema guhertinên wiha bêyî taybetmendiya yekdengîbûnê ya peymanan pêk tê.

“Rêgeza dewirkirina selahiyetê” gelek caran wek rêbera biryarên derbarê parvekirina hêzê tê emilandin. Ev rêgez van demên dawî bal dikşîne ji ber daxilkirina nav peymanên Yekîtiya Ewropayê. Li gor vê divê otorîte di yekeyên endam de be, lê tehsîskirina wan a bo yekeyek navendî wê karîgerî an karîgerbûna miqayeseyî ya di pêkanîna hedefên diyar de têxe bin temînatê. Ev rêgez dikare bi çend awayan bê diyarkirin, wek mînak, kîjan yeke wê bên daxilkirin, kîjan hedef wê bên pêkanîn û kî xwedan otorîte ye ku wê bisepîne. Ev rêgez gelek rehên wê hene û demên dawî bi rola xwe ya di aştkirina tirsên navendîbûna li Ewropayê girîngiya wê ya siyasî derketiye pêş -ev roleke nîqaşbar e ku rêgezê hê tijî nekiriye (Fleiner û Schmitt 1996, Burgess û Gagnon 1993, Føllesdal 1998).


4.5. Edaleta Belavkirinê 

Derbarê edaleta belavkirinê, nîzamên siyasî yên federal divê bikaribe îdare bike tengijînên navbera dabînkirina otonomiya yekeya endam û gerantîkirina jinûvebelavkirina zarûrî ya li nav û navbera yekeyên endam. Bi rastî jî, yên federalîst, li dijî “dabeşkirina wekhev a milkiyetê” wek temînateke girîng nêrîne li sazandinên federal (Federalist 10). Zanyarên siyasetê Linz û Stepan dikare wiha bên dîtin ku ji bo hîpoteza Federalîstan piştgirî peyda kirine: Li gor dewletên unîter ên di OECDyê de, li federasyonên ‘hatine ba hev’ rêjeya feqîriya zarokên di xaneyên dayik-tenê de û sedaneya kesên feqîr ên ser şêst salî re bilindtir e. Linz û Stepan rave dikin ku ev newekhevî ji ber sazandinên ‘sînordarkirina demosê” ya van federasyonan e ku hewl didin takekesan û yekeyên endam ji otorîteyên navendî biparêzin, û sîstema lawaz a partiyan e. Lê Makezagona Almanyayê (ne federasyoneke ‘hatine ba hev’ e) bi awayekî zelal wekhevkirina şertên jiyanê yên li nav yekeyên endam mecbûr dike. (Art. 72.2). Presbey angaşt dike ku federalîzma etnîk bêedaletiya belavkirina çavkaniyan a li nav takekesên komên cuda yên etnîk xirabtir kiriye li Afrîkayê (Presbey 2003). Angaştên normatîv dikarin girîngiya belavkirinê ya sazandinên federal destek bikin, wek mînak, ji ber trampekirina ticarî ya navbera otonomiya yekeyê û talebên jinûvebelavkirina li nav yekeyên endam (Føllesdal 2001), an girîngiya ‘nasname’yeke hevpar (Grégoire and Jewkes 2015, de Schutter 2011). Meseleyeke normatîv a navendî ew e ka gelo çand û girêyên hevpar ên nav welatiyên dewleteke ji aliyê dîrokî ve serwer talebên jinûvebelavkirina li nav yekeyên endam heta çi radeyê kêm dikin?


4.6. Teoriya Demokrasiyê

Federalîzm dikare kontrola welatiyan zêde bike li ser mijarên ji bo wan girîng, lê dikare zehmetiyan jî derxe ji teoriya demokrasiyê re, nexasim ên ji bo dewletên unîter. Sazandinên federal pirî caran têkeltir in, loma standardên şefafî, hisabdayin û mizakereya gişteyî tehdîd dikin (Habermas 2001). Rojeva siyasî ya sînorkirî ya her navenda otorîteyê berevaniyê mecbûr dike (Dahl 1983; Braybrooke 1983). Yek ji çendîn meseleyan derheqê statuya yekeyên endam de ye. Pirsgirêkên zehmet derbarê nîzamên federal de ne ku hin an hemû yeke di nav xwe de ne demokratîk in (ji bo bêtir mijar, bnr., Norman 2006, 144–150).

Hêza ku yekeyên endam di federasyonan de diemilînin pirî caran qaideya pirîneyê sînordar dike an îhlal dike, bi awayên ku heq dikin bi baldarî bên vekolandin. Teoriya demokrasiyê demeke dirêj derbarê rêbazên rêgirtina li ber serdestiya kêmîneyan bû û gelek nîzamên siyasî yên federal vê dikin, ji bo vê hinek nifûz didin yekeyên endam di warê biryarên hevpar de. Nîzamên siyasî yên federal bi awayekî tipîk nifûz dikin li nifûza siyasî ya takekesan, ji ber ku giraniya dengên wan di lehê welatiyên yekeyên piçûk ên endam de kêm dikin an mafê vetoyê didin nûnerên yekeya endam di warê biryarên navendî de. Kêmîne, bi vî awayî, bi îhlalkirina rêgezên wekheviya siyasî û yek-kes-yek-deng kontrolê tetbîq dikin -dema yekeyên endam mezinbûna wan ji hev cuda bin, zêdetir dibe. Ev taybetî pirsên normatîv ên bingehîn tînin rojevê, ku yekeyên endam çima divê girîngî bidin tehsîskirina hêza siyasî ya li nav takekesên di yekeyên endam ên cuda de dijîn. Hin ji van pirsgirêkan ji aliyê ‘demokrasiyê’ ve, nexasim derbarê Yekitiya Ewropayê de, li ser tên sekinandin (van Parijs 1997, Nicolaidis 2012, Schütze 2020). Ji ber vê teorîsyen li hev nakin ka her dewleta endam a YE divê serweriyê bidomîne bi mafê xwe yî vetoyê ya ji bo her biryarê an na (Bellamy 2019, Cheneval û êndin 2015).


4.7. Nasîna Siyasî 

Gelek nîzamên siyasî yên federal komên kêmîne bi du awayan dihewînin, ku li jor hatin nîqaşkirin: bi riya dabeşkirina hêzê û bo wan bexşkirina nifûza li ser biryarên hevpar. Ev tedbîrên siyaseta nasnameyê dikare rêbazên biqedir bin ku, carna tam jî li ser hîmê hakimiyeta berê, qebûla gişteyî û nasînê didin koman û endamên wan. Lê siyaseta nasnameyê pirsgirêkan jî diafirîne (Gutman 1994), nexasim di sazandinên federal de ku bi rîskên mezintir ên bêîstikrariyê re rû bi rû dimînin û divê sedaqatên siyasî yên dualî yên welatiyan biparêzin. Sazandinên xwe-birêvebirinê dikare nîzama siyasî ya federal tehdîd bike: “daxwazên xwe-birêvebirinê dikare bibin rengvedana arezûya lawazkirina girêyên bi civata mezintir û, bi rastî, xweza, otorîte û mayindebûna wê dide ber pirsan” (Kymlicka û Norman 1994, 375). Dupata li ser “nasîn û sazûmanîkirina cudatiyê dikare şertên ku maneyekê didin nasnameya hevpar û mimkuna beramber lawaz dike” (Carens 2000, 193).

Federasyon gelek caran wek sui generis, yek ji jirêderketinên ji cureya îdeal a dewleta serwer a unîter a ji nîzama cîhana Westphaliyayê tê zanîn, tê dîtin. Bi rastî, her federasyon dikare bi terza xwe bibe federal û ne hêsan e ku wek nîzameke siyasî ya cureya îdeal bê xulasekirin û nirxandin. Dîsa jî diyardeya serweriya ne-unîter ne nû ye, û hewandina federal a cudatiyan dikare ji alternatîvan çêtir be. Kengî û çima ev demeke dirêj e bûye mijara analîz û fikirîna felsefî, teorîk û normatîv. Angaştên gişteyî yên bi vî rengî bixwe tevkarî didin geşkirina sedaqata gişgir ku lazim e li nav welatiyên federasyonên biîstikrar û rewa ku divê xwe wek endamên du civatan bibînin.


Çavkanî

Yên Dîrokî

Yên yekemdest

Çendîn ji nivîsên dîrokî —ew ên li jêr bi ‘*’ îşaretkirî û êndin— bi qismî an tevahî hatine çapkirin di Theories of Federalism: A Reader, Dimitrios Karmis û Wayne Norman (ed.), New York: Palgrave, 2005 de.

  • Brutus, Junius (Philippe Duplessis-Mornay?), 1579, Vindiciae contra tyrannos, George Garnett (transl. and ed.), Cambridge: Cambridge University Press, 1994.
  • *Althusius, Johannes, 1603, Politica Methodice Digesta, Frederick S. Carney (transl.), Daniel J. Elazar (introd.), Indianapolis: Liberty Press, 1995.
  • Arendt, Hannah, 1972, “Thoughts on Politics and Revolution,” in Crises of the Republic, New York: Harcourt Brace, 199–233.
  • Hugo, Ludolph, 1661, De Statu Regionum Germaniae. Helmstadt: Sumptibus Hammianis.
  • Saint-Pierre, Abbé Charles, 1713, Projet pour rendre la paix perpêtuelle en Europe (Project to make peace perpetual in Europe), Paris: Fayard, 1986.
  • *Montesquieu, Baron de, 1748, The Spirit of Laws, Amherst, NY: Prometheus Books, 2002.
  • *Rousseau, Jean-Jacques, 1761, A Lasting Peace Through the Federation of Europe, C.E. Vaughan (trans.), London: Constable, 1917.
  • *–––, 1761, “Summary and Critique of Abbé Saint-Pierre’s Project for Perpetual Peace,” in Grace G. Roosevelt (ed.), Reading Rousseau in the Nuclear Age, Philadelphia: Temple University Press, 1990.
  • Hume, David, 1752, “Idea of a Perfect Commonwealth,” in T.H. Green and T.H. Grose (eds.), Essays moral, political and literary, London: Longmans, Green, 1882
  • Smith, Adam, 1776, An Inquiry into the Nature and Causes of the Wealth of Nations, London: Dent, 1954.
  • Storing, Herbert, and Murray Dry (eds.), 1981, The Complete Anti-Federalist (7 Volumes), Chicago: University of Chicago Press.
  • *Hamilton, Alexander, James Madison, and John Jay, 1787–88, The Federalist Papers, Jacob E. Cooke (ed.), Middletown, CT: Wesleyan University Press, 1961.
  • Kant, Immanuel, 1784, “An Answer to the Question: ‘What Is Enlightenment?’” in Hans Reiss (ed.), Kant’s Political Writings, Cambridge: Cambridge University Press, 1970, 54–60.
  • *–––, 1796, “Perpetual Peace: A Philosophical Sketch,” in Hans Reiss (ed.), Kant’s Political Writings, Cambridge: Cambridge University Press, 1970, 93–130.
  • *de Tocqueville, Alexis, 1835–40, Democracy in America, P. Bradley (ed.), New York: Vintage, 1945 [Text available online].
  • *Mill, John Stuart, 1861, Considerations on Representative Government, New York: Liberal Arts Press, 1958 [Text available online].
  • *Proudhon, Pierre Joseph, 1863, Du Principe Federatif, J.-L. Puech and Th. Ruyssen (eds.), Paris: M. Riviere, 1959.
  • Leo XIII, 1891, “Rerum Novarum,” in The Papal Encyclicals 1903–1939, Raleigh: Mcgrath, 1981.
  • Renner, Karl, 1899, Staat und Nation, Vienna. Reprinted as “State and Nation” in Ephraim Nimni (ed.), National Cultural Autonomy and Its Contemporary Critics, London: Routledge, 2005, 64–82.
  • Pius XI, 1931. “Quadragesimo Anno,” in The Papal Encyclicals 1903–1939, Raleigh: Mcgrath, 1981.
  • *Spinelli, Altiero, and Ernesto Rossi, 1944, Il manifesto di Ventotene (The Ventotene Manifesto), Naples: Guida, 1982; reprinted in Karmis and Norman 2005. [Text available online]
  • Vattel, Emmerich, 1758 (2008), “The Law of Nations (Le Droit Des Gens),” in The Classics of International Law, edited by Bela Kapossy and Richard Whatmore, Indianapolis: Liberty Fund.

Çavkaniyên duyemdest

  • Aroney, Nicholas, 2007, “Subsidiarity, Federalism and the Best Constitution: Thomas Aquinas on City, Province and Empire,” Law and Philosophy, 26(2): 161–228.
  • Dimitrios, Karmis, 2010, “Togetherness in Multinational Federal Democracies. Tocqueville, Proudhon and the Theoretical Gap in the Modern Federal Tradition,” in M. Burgess and A. G. Gagnon (eds.), Federal Democracies, Abingdon: Routledge, 46–63.
  • Elazar, Daniel J., 1987, Federalism As Grand Design: Political Philosophers and the Federal Principle, Lanham, MD: University Press of America.
  • Forsyth, Murray, 1981, Union of States: the Theory and Practice of Confederation, Leicester: Leicester University Press.
  • Hueglin, Thomas O., 1999, Early Modern Concepts for a Late Modern World: Althusius on Community and Federalism, Waterloo, Ontario: Wilfrid Laurier University Press.
  • Jewkes, Michael, 2016, “Diversity, Federalism and the Nineteenth-Century Liberals,” Critical Review of International Social and Political Philosophy, 19(2): 184–205.
  • Klusmeyer, Douglas, 2010, “Hannah Arendt’s Case for Federalism,” Publius, 40(1): 31–58.
  • Levinson, Sanford, 2015, An Argument Open to All: Reading “the Federalist” in the 21st Century, New Haven: Yale University Press.
  • Riley, Patrick, 1973, “Rousseau As a Theorist of National and International Federalism,” Publius, 3(1): 5–18.
  • –––, 1976, “Three Seventeenth-Century Theorists of Federalism: Althusius, Hugo and Leibniz,” Publius, 6(3): 7–42.
  • –––, 1979, “Federalism in Kant’s Political Philosophy,” Publius, 9(4): 43–64.
  • Stoppenbrink, Katja, 2016, “Representative Government and Federalism in John Stuart Mill,” in D. Heidemann and K. Stoppenbrink (eds.), Join, or Die: Philosophical Foundations of Federalism, Berlin: de Gruyter: 209–232.


Yên Hevçax

Publius: The Journal of Federalism, bi rêkûpêk meqaleyên felsefî diweşîne.

Antolojî

  • Bakvis, Herman, and William M. Chandler (eds.), 1987, Federalism and the Role of the State, Toronto: Toronto University Press.
  • Bottomore, Tom and Patrick Goode (eds.), 1978, Austro-Marxism, Oxford: Oxford University Press.
  • Burgess, Michael, and Alain G. Gagnon (eds.), 1993, Comparative Federalism and Federation: Competing Traditions and Future Directions, London: Harvester Wheatsheaf.
  • –––, 2010, Federal Democracies, Abingdon: Routledge.
  • Fleiner, Thomas, and Nicolas Schmitt (eds.), 1996, Towards European Constitution: Europe and Federal Experiences, Fribourg: Institute of Federalism.
  • Fleming, James E., and Jacob T. Levy (eds.), 2014, Federalism and SubsidiarityNomos (Volume 55), New York: New York University Press.
  • Franck, Thomas M. (ed.), 1968, Why Federations Fail: An Inquiry into the Requisites for Successful Federalism, New York: New York University Press.
  • Gagnon, Alain-G., and James Tully (eds.), 2001, Multinational Democracies, Cambridge: Cambridge University Press.
  • Gaudreault-DesBiens, Jean-François, and Fabien Gélinas (eds.), 2005, The States and Moods of Federalism: Governance, Identity and Methodology—Le Fédéralisme Dans Tous Ses États : Gouvernance, Identité Et Méthodologie Quebec: Éditions Yvon Blais.
  • Grégoire, Jean-Francois, and Michael Jewkes, (eds.), 2015, Recognition and Redistribution in Multinational Federations, Leuven: Leuven University Press.
  • Gutmann, Amy (ed.), 1994, Multiculturalism: Examining the Politics of Recognition, Princeton: Princeton University Press.
  • Härtel, Ines (ed.), 2012, Handbuch Föderalismus: – Föderalismus als Demokratische Rechtsordnung und Rechtskultur in Deutschland, Europa und der Welt, 4 volumes, Berlin: Springer.
  • Heidemann, Dietmar, and Katja Stoppenbrink (eds.), 2016, Join, or Die: Philosophical Foundations of Federalism, Berlin: De Gruyter.
  • Karmis, Dimitrios, and Wayne Norman (eds.), 2005, Theories of Federalism: A Reader, New York: Palgrave.
  • Kincaid, John (ed.), 2011, Federalism, 4 Vols., Sage Library of Political Science London.
  • Knop, Karen, Sylvia Ostry, Richard Simeon and Katherine Swinton (eds.), 1995, Rethinking Federalism: Citizens, Markets and Governments in a Changing World, Vancouver: University of British Columbia Press.
  • Kymlicka, Will, and Wayne Norman (eds.), 2000, Citizenship in Diverse Societies, Oxford: Oxford University Press.
  • Nicolaidis, Kalypso, and Robert Howse (eds.), 2001, The Federal Vision: Legitimacy and Levels of Governance in the US and the EU, Oxford: Oxford University Press.
  • Nimni, Ephraim (ed.), 2005, National-Cultural Autonomy and its Contemporary Critics, Milton Park: Routledge.
  • Steytler, Nico (ed.) 2021. Comparative federalism and Covid-19: Combating the Pandemic, Routledge.
  • Trechsel, Alexander (ed.), 2006, Towards a Federal Europe, London: Routledge.
  • Tushnet, Mark (ed.), 1990, Comparative Constitutional Federalism: Europe and America, New York: Greenwood Press.
  • Ward, Ann, and Lee Ward (eds.), 2009, The Ashgate Research Companion to Federalism. Farnham: Ashgate.

Kitêb û Meqale

  • Acton, Lord, 1907, “Nationality,” in J. N. Figgis (ed.), The History of Freedom and Other Essays, London: Macmillan.
  • Adler, Joseph H., 2005, “Jurisdictional mismatch in environmental federalism,” New York University Environmental Law Journal, 14: 130–178.
  • Ballara, Angela, 1998, Iwi: The Dynamics of Māori Tribal Organisation from C.1769 to C.1945. Wellington: Victoria University Press
  • Bauer, Otto, 2000, The Question of Nationalities and Social Democracy (with introduction by Ephraim Nimni), Minneapolis: University of Minnesota Press. [original 1907, Die Nationalitätenfrage und die Sozialdemokratie, Vienna].
  • Beaud, Olivier, 2009. Théorie de la Fédération (2nd ed). Paris, PUF.
  • Beer, Samuel H., 1993, To Make a Nation: the Rediscovery of American Federalism, Cambridge, MA: Harvard University Press.
  • Bellamy, Richard, 2019, A Republican Europe of States: Cosmopolitanism, Intergovernmentalism and Democracy in the EU. Cambridge, Cambridge University Press.
  • Bilo, Charlotte, and Anna Carolina Mechado, 2018, “The Role of Zakat in the Provision of Social Protection – a Comparison between Jordan, Palestine and Sudan,” International Journal of Sociology and Social Policy 40, no. 3/4: 236–48.
  • Braybrooke, David, 1983, “Can Democracy Be Combined With Federalism or With Liberalism?” , in J. R. Pennock and John W. Chapman (eds.), Nomos XXV: Liberal Democracy, New York, London: New York University Press.
  • Buchanan, James, 1995, “Federalism as an ideal political order and an objective for constitutional reform,” Publius, 25(2): 19–27.
  • –––, 1999/2001, Federalism, Liberty and the LawCollected Works (Volume 18), Indianapolis: Liberty Fund.
  • Burgess, M. 2012, In Search of the Federal Spirit: New Comparative Empirical and Theoretical Perspectives, Oxford University Press.
  • Burris, A., 2015, “Federalism,” International Encyclopedia of the Social & Behavioral Sciences (Second Edition), J. D. Wright. Oxford, Elsevier: 875–877.
  • Carens, J. H., 2000, Culture, Citizenship, and Community. A Contextual Exploration of Justice as Evenhandedness, Oxford: Oxford University Press.
  • Carla, A., 2018, “Peace in South Tyrol and the Limits of Consociationalism,” Nationalism and Ethnic Politics, 24(3): 251–275.
  • Chan, Joseph, 2003. “Giving Priority to the Worst Off. A Confucian Perspective on Social Welfare,” in Confucianism for the Modern World, edited by Daniel Bell and Hahm Chaibong, 236–56. Cambridge: Cambridge University Press.
  • Cheneval, Francis, Sandra Lavenex and Frank Schimmelfennig, 2015, “Demoi-cracy in the European Union: principles, institutions, policies,” Journal of European Public Policy 22(1): 1–18.
  • Choudhry, Sujit, 2001, “Citizenship and Federations: Some Preliminary Reflections,” in Nicolaidis and Howse (eds.) 2001, 377–402.
  • Dahl, Robert A., 1983, “Federalism and the Democratic Process,” in J. R. Pennock and J. W. Chapman (eds.), NOMOS XXV: Liberal Democracy, New York: New York University Press, 95–108.
  • –––, 2001, How Democratic Is the American Constitution?, New Haven: Yale University Press.
  • Dalmazzone, Silvana, 2006, “Decentralization and the environment,” Handbook of fiscal federalism, E. Ahmad and G. Brosio (eds.), 459–477.
  • Davis, S. Rufus, 1978, The Federal Principle. Berkeley: University of California Press.
  • De Schutter, Helder, 2011, “Federalism as Fairness,” The Journal of Political Philosophy, 19(2): 167–189.
  • Deuerlein, Ernst, 1972, Föderalismus: Die Historischen Und Philosophischen Grundlagen Des Föderativen Prinzips. Berlin: List Verlag.
  • Elazar, Daniel J., 1968, “Federalism,” International Encyclopedia of the Social Sciences, New York: Macmillan, p. 356–361.
  • –––, 1987, Exploring Federalism, Tuscaloosa: University of Alabama Press.
  • –––, 1994, Federal Systems of the World: A Handbook of Federal, Confederal and Autonomy Arrangements: Longman.
  • –––, 1998, Covenant and Civil Society, New Brunswick, NJ: Transaction Publishers.
  • Fenton, William N., 1998, The Great Law and the Longhouse: A Political History of the Iroquois Confederacy. Norman: University of Oklahoma Press.
  • Filippov, Mikhail, Peter C. Ordeshook, and Olga Shvetsova, 2004, Designing Federalism: A Theory of Self-sustainable Federal Institutions, Cambridge: Cambridge University Press.
  • Føllesdal, Andreas, 1998, “Subsidiarity,” Journal of Political Philosophy, 6(2): 231–59.
  • –––, and Simon Hix, 2006, “Why There Is a Democratic Deficit in the EU,” Journal of Common Market Studies, 44(3): 533–62.
  • –––, 2021, “A Just yet Unequal European Union: A Defense of Moderate Economic Inequality,” Review of Social Economy. doi:10.1080/00346764.2021.1967433
  • Friedrich, Carl, 1968, Trends of Federalism in Theory and Practice., New York: Praeger.
  • Gädeke, Dorothea, 2009, “Relational Normative Thought in Ubuntu and Neo-Republicanism,” in Debating African Philosophy: Perspectives on Identify, Decolonial Ethics and Comparative Philosophy, edited by George Hull, 269–87. Abigdon: Routledge.
  • Golemboski, David, 2015, “Federalism and the Catholic Principle of Subsidiarity,” Publius, 45(4): 526–51.
  • Goodin, Robert, 1996, “Designing constitutions: the political constitution of a mixed commonwealth,” Political Studies, 44: 635–46.
  • Habermas, Jürgen, 1992. “Citizenship and national identity: some reflections on the future of Europe,” Praxis International 12(1): 1–19.
  • –––, 1992, Faktizität und Geltung, Frankfurt am Main: Suhrkamp; translated as Between Facts and Norms, William Rehg (trans.), Oxford: Polity, 1996.
  • –––, 2001, Postnational Constellation, Cambridge, Mass: MIT Press.
  • Hooghe, Liesbet, and Gary Marks, 2003, “Unraveling the Central State, but How? Types of Multi-Level Governanec,” American Political Science Review 97, 2: 233–43.
  • Keohane, Robert O., and Joseph S. Nye, 2001, Power and Interdependence: World Politics in Transition (3rd Edition), New York: Longman.
  • Hueglin, Thomas O., and Alan Fenna, 2015, Comparative Federalism: A Systematic Inquiry (2nd Ed). Toronto: University of Toronto Press.
  • Johnson, Benjamin, 2017, Pueblos within Pueblos: Tlaxilacalli Communities in Acolhuacan, Mexico, Ca. 1272–1692. Boulder, CO: University Press of Colorado.
  • King, Preston, 1982, Federalism and Federation, Baltimore: Johns Hopkins, and London: Croom Helm.
  • Klusmeyer, Douglas, 2010, “Hannah Arendt’s Case for Federalism,” Publius, 40(1): 31–58.
  • Kymlicka, Will, 2001, “Minority Nationalism and Multination Federalism,” in Politics in the Vernacular, Oxford: Oxford University Press, pp. 91–119.
  • –––, 2002, Contemporary Political Philosophy: An Introduction (2nd edition), Oxford: Clarendon Press.
  • –––, and Wayne Norman, 1994, “Return of the Citizen: A Survey of Recent Work on Citizenship Theory,” Ethics, 104(2): 352–381.
  • Laski, Harold, 1939, “The Obsolesence of Federalism,” The New Republic, 98 (May 3): 367–69. Reprinted in Karmis and Norman 2005.
  • Lépine, Frédéric, 2012, “A Journey through the History of Federalism: Is Multilevel Governance a Form of Federalism?” L’Europe en formation 1: 21–62.
  • Levy, Jacob, 2004, “National Minorities Without Nationalism,” in Alain Dieckhoff (ed.), The Politics of Belonging: Nationalism, Liberalism, and Pluralism, Lanham, MD: Rowman & Littlefield.
  • –––, 2006, “Beyond Publius: Montesquieu, Liberal Republicanism, and the Small-Republic Thesis,” History of Political Thought, 27(1): 50–90.
  • –––, 2007a, “Federalism, Liberalism, and the Separation of Loyalties,” American Political Science Review, 101(3): 459–77.
  • –––, 2007b, “Federalism and the Old and New Liberalisms,” Social Philosophy and Policy, 24(1): 306–26.
  • –––, 2008, “Self-determination, non-domination, and federalism,” Hypatia, 23(3): 60–78.
  • Lijphart, Arend, 1977, Democracy in Plural Societies: A Comparative Exploration, Yale University Press, New Haven.
  • –––, 1999, Patterns of Democracy: Government Forms and Performance in Thirty-Six Countries, New Haven: Yale University Press.
  • Linz, Juan J., 1999, “Democracy, multinationalism and federalism,” in A. Busch and W. Merkel (eds.), Demokratie in Ost und West, Frankfurt am Main: Suhrkamp, 382–401.
  • Lockhart, James, 1992, The Nahuas after the Conquest : A Social and Cultural History of the Indians of Central Mexico, Sixteenth through Eighteenth Centuries: Stanford University Press.
  • MacCormick, Neil, 1999, Questioning Sovereignty. Law. State, and Nation in the European Commonwealth. Oxford: Oxford University Press.
  • Marks, Gary, 1993, “Structural Policy and Multi-Level Goverance in the Ec,” in The State of the European Community (Vol 2), edited by A. Cafruny and G. Rosenthal, Harlow: Longman.
  • Mbiti, John S., 1969, African Religions and Philosophy. New Hampshire: Heinemann.
  • McKay, David, 2001, Designing Europe—Comparative Lessons from the Federal Experience, Oxford: Oxford University Press.
  • Mencius. (2003) Mencius: A Bilingual Edition. Translated by D. C. Lau. Hong Kong: Chinese University Press.
  • Musgrave, Robert A., 1959, The Theory of Public Finance: a Study in Political Economy, New York: Mcgraw-Hill.
  • Metz, Thaddeus, 2011, “Ubuntu as a Moral Theory and Human Rights in South Africa,” African Human Rights Law Journal, 11: 532–59.
  • Nicolaidis, Calypso, 2012, “The Idea of European Demoicracy,” in Philosophical Foundations of European Union Law, edited by J. Dickson and Pavlos Eleftheriadis, 247–74, Oxford: Oxford University Press.
  • Norman, Wayne J., 1994, “Towards a Philosophy of Federalism,” in Judith Baker (ed.), Group Rights, Toronto: University of Toronto Press, 79–100.
  • –––, 1995a, “The Ideology of Shared Values: A Myopic Vision of Unity in the Multi-Nation State,” in Joseph Carens (ed.), Is Quebec Nationalism Just? Perspectives From Anglophone Canada, Montreal: McGill-Queens University Press, 137–59.
  • –––, 1995b, “The Morality of Federalism and the Evolution of the European Union,” Archiv für Rechts- und Sozialphilosophie, 59: 202–211.
  • –––, 2006, Negotiating Nationalism: Nation-building, Federalism and Secession in the Multinational State, Oxford: Oxford University Press.
  • Oates, Wallace, 1972, Fiscal Federalism, New York: Harcourt Brace Jovanovich.
  • Olson, Mancur, 1969, “Strategic Theory and Its Applications: the Principle of ‘Fiscal Equivalence’: the Division of Responsibility Among Different Levels of Government,” American Economic Review, 59(2): 479–532.
  • Padou-Schioppa, Tommaso, 1995, “Economic Federalism and the European Union,” in Knop et al. 1995, 154–65.
  • Palermo, F. and K. Kössler (2017). Comparative federalism: Constitutional arrangements and case law, Hart.
  • van Parijs, Philippe, 1997, “Should the European Union Become More Democratic?” In Democracy and the European Union, edited by Andreas Follesdal and Peter Koslowski, 287–301. Berlin: Springer.
  • Presbey, Gail M. (2003) “Unfair Distribution of Resources in Africa: What Should Be Done About the Ethnicity Factor?” Human Studies 26: 21–40.
  • Renner, Karl, 1917, “The Development of the National Idea,” in Bottomore and Goode 1978, 118–25.
  • Riker, William H., with Andreas Føllesdal, 2007, “Federalism,” in Robert E. Goodin, Philip Pettit and Thomas Pogge (eds.), A Companion to Contemporary Political Philosophy, Oxford: Blackwell.
  • Rose-Ackerman, Susan, 1980, “Risk Taking and Reelection: Does Federalism Promote Innovation?,” The Journal of Legal Studies, 9(3): 593–616
  • Sbragia, Alberta M., 1992, “Thinking about the European future: the uses of comparison,” in Alberta M. Sbragia (ed.), Euro-Politics: Institutions and policymaking in the ‘new’ European Community, Washington, DC: The Brookings Institution, 257–90.
  • Scharpf, Fritz W., 1988, “The Joint Decision Trap: Lessons from German Federalism and European Integration,” Public Administration 66, 3: 239–78.
  • Schmitt, Carl, 1985, Political theology. Chicago, The University of Chicago Press.
  • Schütze, Robert, 2009, From Dual to Cooperative Federalism: The Changing Structure of European Law. Oxford, Oxford University Press.
  • –––, 2020, “Models of Demoicracy: Some Preliminary Thoughts,” EUI Law no. 8. [Schütze 2020 available online]
  • Selassie, Alemante, 2003, “Ethnic Federalism: Its Promise and Pitfalls for Africa,” Yale Journal of International Law 28: 51–107.
  • Shepsle, Kenneth A., 1986, “Institutional equilibrium and Equilibrium institutions,” in Herbert Weisberg (ed.), Political Science: The science of politics, New York: Agathon Press, 51–81.
  • Shutte, Augustine, 2001 Ubuntu: An Ethic for a New South Africa. Cape Town: Cluster Publications.
  • Simeon, Richard, 1998, “Considerations on the Design of Federations: The South African Constitution in Comparative Perspective,” SA Publiekreg/Public Law, 13(1): 42–72.
  • Simeon, Richard, and Daniel-Patrick Conway, 2001, “Federalism and the Management of Conflict in Multinational Societies,” in Gagnon and Tully 2001, 338–65.
  • Stepan, Alfred, 1999, “Federalism and Democracy: Beyond the U.S. Model,” Journal of Democracy, 10: 19–34; reprinted in Karmis and Norman 2005.
  • Tamir, Yael, 1993, Liberal Nationalism, Princeton: Princeton University Press.
  • Taylor, Charles, 1993, Reconciling the Solitudes: Essays on Canadian Federalism and Nationalism, Montreal: McGill-Queen’s Press.
  • Tiebout, Charles M., 1956, “A Pure Theory of Local Expenditures,” Journal of Political Economy, 64(5): 416–24.
  • Tully, James, 1995, Strange Multiplicity: Constitutionalism in an Age of Diversity, Cambridge: Cambridge University Press.
  • Tushnet, Mark, 1996, “Federalism and Liberalism,” Cardozo Journal of International and Comparative Law, 4: 329–44.
  • Voyenne, Bernard, 1975, Histoire De L’idée Fédéraliste. Paris: Presses d’Europe.
  • Wamala, Edward. “Government by Consensus: An Analysis of a Traditional Form of Democracy,” in A Companion to African Philosophy, edited by Kwasi Wiredu, 435–42, Oxford: Blackwell.
  • Watts, Ronald L., 1998, “Federalism, Federal Political Systems, and Federations,” Annual Review of Political Science, 1: 117–37.
  • –––, 1999, Comparing Federal Systems, Montreal: McGill-Queens University Press.
  • Weinstock, Daniel, 2011, “Self-Determination for (some) cities?” in Axel Gosseries and Yannick Vanderborght (eds.), Arguing About Justice: Essays for Philippe Van Parijs, Louvain: Presses universitaires de Louvain, 377–86.
  • Wheare, Kenneth C., 1964, Federal Government (4th edition), Oxford: Oxford University Press.
  • Young, Iris Marion, 2000, “Hybrid Democracy: Iroquois Federalism and the Postcolonial Project,” in Political Theory and the Rights of Indigenous Peoples, edited by Duncan Ivison, Paul Patton and Will Sanders, 236–58, Cambridge: Cambridge University Press.


Çavkaniyên din ên Internetê

  • Nivîsên Daniel J. Elazar ên li ser federalîzmê (Jerusalem Center for Public Affairs tên parastin)


Spasî

Ji bo vê madeyê ji pêşniyazên Andrea Carla, Federica Cittadino, Philippe Crignon, Dorothea Gädeke, Douglas Klusmeyer, Silje Langvatn, Petra Malfertheiner, Thaddeus Metz, Francesco Palermo, Antoinette Scherz, Robert Schütze, û Katja Stoppenbrink, û danûstendinên li Konferansa li ser Federalîzmê ya di 2022yan de li EHESS, Parisê, û li înstîtuya Eurac a ji bo mafên kêmîneyan û federalîzmê, Bolzano, 2022 hatiye îstifadekirin.