Bazar
Bazar, ew sazî ne, ku kes yan jî ajanên kolektîv mal û xizmetan pev re diguherînin. Van ajanan, bi gelemperî pereyan wekî navgîneke danûstendinê bi kar tînin, ew jî dibe sedema çêbûna bihayan. Bazar, dikarin li gorî sê pîvanan ji hev werin veqetandin: a) Li gorî mal an xizmetên ku tê de tên dan û stendin (wekî mînak, bazarên darayî, bazarên xaniyan, bazarên kedê), b) li gorî çarçoveya wan (wekî mînak, bazarên herêmî, neteweyî, navneteweyî), an jî c) li gorî binyada wan (wekî mînak, bazarên hevrikîdar, bazarên olîgopolîstîk, bazarên monopolîstîk). Ji perspektîveke normatîv, bazar ji ber çend sedeman eleqeyê dibînin: argumentên têvel ên ji aliyên û li dijî bazaran, bi pirsên navendî yên fîlozofiya civakî û siyasî ve girêdayî ne. Her wiha bazar hem girêdayiyê gelek sazî û wechên jiyana civakî yên din e û hem jî bandorê li wan dike. Bi vî awayî, ew hemû, rêyên ku nirxên wek azadî, edalet yan hevgirtinê derdixin holê, diyar dikin. Ji ber vê, pirsên ku ka kîjan bazar bo kîjan tiştan dikare ji hêla argumentên normatîv ve were parastin û ew bi saziyên din re çawa dikevin têkiliyê di bingeha ramana civakeke adil de cih digirin.
Bazar, ji aliyên gelek dîsîplînên cuda ve tên dahûrandin; wekî civaknasî, dîroknasî û nexasim aborînasî. Di fîlozofiyê de eleqeya li hember pirsên têkildarî bazaran kêşan û vekêşan dîtiye; carinan kêm bûye û carinan jî zêde. Teqrîbî di sedsala 18an û pê de mirov dikare nîqaşên li ser civakeke ku bazar qadên civakî ne û bandorê li ser tevahiya civakê dikin bibîne. Ev gotar, beşên girîngtirîn ên nîqaşa fîlozofî a li ser bazaran radixe ber çavan. Gotar, di navbera têgiha bazarê û têgihên têkildar de hin cudakirinan û her wiha kurteya helwestên dîrokî yên rasterast li dijî bazaran pêşkêş dike. Bala sereke li ser pêşkêşkirina argumentên herî hevpar ên ji alî û li dijî bazaran e, û her wiha li ser dahûrandina awayên ku bazar bi saziyên din ên civakî re dikevin têkiliyê. Di beşa dawî de pirsên derbarê bazaran de bi du temayên têkildar ve tên girêdan; pirsên metodolojîk ên di aborînasiyê de û babetên sincnasiya xebatê û berpirsiyariya civakî ya şîrketan.
- 1. Radekirinên têgihî
- 2. Sê xetên kevneşopiyê: dost, dijmin û hevalên rexnegir
- 3. Argumentên di derbarê bazaran de
- 3.1 Peyitandinên bazaran
- 3.2 Rexneyên li ser bazaran
- 3.3 "Bazar" li dijî bazarên cuda
- 4. Têkiliyên navbera bazaran û saziyên din
- 4.1 Pêşmercên bo bazaran
- 4.2 Saziyên ku encamên bazarê temam an jî sererast dikin
- 4.3 Pirsgirêkên têkildarî dîkotomiya "bazar" li dijî "dewlet"
- 4.4 Pevtêkildariya saziyan
- 5. Temayên têkildar
- 5.1 Di aborînasiyê de pirsên metodolojîk
- 5.2 Sincnasiya xebatê û berpirsiyariya civakî ya şîrketan
- Bîbliyografî
- Çavkaniyên din ên li ser înternetê
1. Radekirinên têgihî
Terma "bazar"ê, bi hevzayên xwe yên bi zimanên din ên Ewropayî (marché, Markt, mercado, hwd.) ji koka Latînî "merx" derdikeve. Ew, tê wateya "kelûpel" yan jî "pertal". Bo baştir were fehmkirin ka bazar çi ne, girîng e ku têgiha “bazaran” ji têgihên din ên têkildar ve were veqetandin.
Têgiha "pevguherîn"ê, di navenda têgiha “bazaran” de ye. Di bazaran de, pevguherînên mal û xizmetan ji ber sedemên berjewendiyên xweyî pêk tên, ku ev cure têkilî li dijî, bo nimûne, pevguherîna diyariyan e ku bi armanca avakirina têkiliyan tên çêkirin (li ser pevguherîna diyariyan bnr. wekî mînak Maus 1923-24). Piraniya bazaran, pereyan wekî navgîneke pevguherînê bi kar tînin. Gelek caran, takekes wekî "wergirên bihayê" tevdigerin, ango bihayan wekî dayî qebûl dikin û li gorî wî bihayî biryar didin ka dê çiqas tişt bikirin yan bifiroşin. Lê belê ew cure bazar jî hene ku pevguherîn bi şiklê trampeyê yan jî bi şiklên cuda yên mezadan çêdibin. Lê belê têgiha "bazaran", ji têgiha pevguhertinê berfirehtir e, çiku ew, bandorên makro yên binyadî, ku ji gelek pevguherînan pêk tên, wekî mînak guherînên asta bihaya giştî, jî di nav xwe de dihewîne.
"Hevrikî" taybetmendiyeke bazaran e, lê belê di heman demê de di wateyên cuda de jî tê bikaranîn, wekî mînak, derbarê hevrikiya saziyî yan jî hevrikiya peresanî de. Di bazaran de, hevrikî wekî encama wê rastiyê çêdibe, ku ajanên bazarê li peymana baştirîn digerin da ku bi vî rengî di navbera aliyên din ên bazarê de, ango bi rêzkî navbera aliyên pêşkêşvan û daxwazvan de, hevrikiyê biafirînin. Bazar heke xwediyê hin taybetmendiyên binyadî yên diyar bibin wekî “hevrikîdar” tên binavkirin; wekî, pirbûna kiriyar û firoşyaran, malên hevberbar, tunetiya asîmetriyên enformasyonel û hwd. Di beşên bê de, bal dê li ser bazarên hevrikîdar be, û pirsgirêkên diyar (nexasim, hêza bazarê yê newekhev) ên bazarên ne-hevrikîdar, wekî monopolî û kartelan. Lê belê, divê were zanîn ku di bazarên qaşo hevrikîdar de jî bi piranî “berîkên” hêza bazarê yê newekhev hene, wekî mînak, dema ku şîrketek di herêmeke diyar de kardêrê tekane be yan jî bankayek ji muşteriyên xwe zêdetir xwediyê agahdariyê be. Divê ev averêbûnên ji modela bazara hevrikîdar, li gorî nepêkaniya li derve hiştina wan -wekî mînak, çiku di hikumraniya dîjîtal de bandorên torî rê li bazarên pir tîr vedike- di nirxandinên normatîv ên bazaran de bên hesibandin.
Têgiha "aborî"yê, çalakiyên berdar û belavker ên herêmekê yan jî welatekî pênase dike, ku tevî çarçoveya hiqûqî ya ku ew tê de cih digirin bazaran, û her wiha rêxistinên di nava bazaran de, wekî malbatan û şîrketan, jî dihewîne (li ser a paşîn bnr. Ciepley 2013 û Anderson 2017). Binyada navxweyî ya paşîn bi gelemperî astegerkî û burokratîk e, û bi vî awayî ji binyada bazaran gelek cuda ye.[1] Li gelek welatan "aborî" sektora dewletê û her wiha teşeyên têkel ên wekî şirîkatiyên dewletê û sektora taybet jî dihewîne. Her wiha ew dikare teşeyên din ên nûvebelavkirinê yên wekî xêrxwazî yan jî "bazarên reş" jî di nav xwe de vehewîne. Polanyi kategorîzasyoneke vetûrî ya mekanîzmayên terxanê peyda kiriye: ew, cudahiyê dixe navbera beramberî (li ser bingeha têkiliyên sîmetrîk), nûvebelavkirin (li ser bingeha navendîtiyê: desthilateke navendî malan berhev dike û radestî takekesan dike), xwebesî (hilberana ji bo bikaranîna xwe bi xwe) û bazar (1944, beş: 4). Ev nîşan dide ku bazar di nav civakekê de bona terxankirina mal û xizmetan teşeyek tenê ye. Heta ku binyadên din -wekî mînak, binyadên astegerkî yên di hundirê saziyan de- di nav pergalên aboriyî de rolekê bilîzin, binavkirina wan wekî “aboriyên bazarî” dê şaş bibe.
Têgiha "kapîtalîzm"ê, bo bazaran referansekê dihewîne, lê wekî pergaleke civak-aboriyî berfirehtir e; taybetmendiya wê ya pênaseyî xwedîtiya taybet a sermayeyê ye (bnr. wekî mînak Scott 2011). Ev taybetmendî, bi gelemperî rê li ber zexta ku derfetên veberhênanên kardar werin kişfkirin û di navbera xwedî û ne-xwediyên sermayeyê de asîmetriyan vedike. Bazar, hêmaneke bingehîn a kapîtalîzmê ne, lê belê di prensîbê de ew dikarin di nava civakên ku xwedîtiya sermayeyê bi awayên cudatir tên rêxistinkirin jî peyda bibin (bo pêşniyaza ku li ser "teşwîqên exlaqî" hatiye avakirin bnr. wekî mînak Carens 1981; bo nîqaşên gelemper ên li ser "sosyalîzma bazarî" bnr. wekî mînak Bardhan/Roemer 1993). Gelek pêşniyazên derbarê nûkirina teşeyên heyî yên kapîtalîzmê, wekî mînak ramana Rawlsiyen a “demokrasiya xwediyê milk” (bnr. wekî mînak O'Neill/Williamson 2012), bazaran red nakin, lê belê belavkirineke wekhevtir ya heyînên hilberaner diparêzin.
Di navbera "aboriyên bazarî" û “civakên bazarî" de veqetandineke şêlû, lê belê dîsa jî alîkar ji aliyê Polanyi ve hatiye nîşandan. “Civakên bazarî”, ew celeb civak in ku “li şûnê ku aborî di nava têkiliyên civakî de naştî be, têkiliyên civakî di nava aboriyê de naştî ne” (Polanyi 1944, 57, ji Cunningham 2005 jî bnr.). Pêwendiya gelek argumentên derbarê nirxê bazaran de bi bandora wan a li ser kesayetiya tevahiya civakê û pirsên ka takekesek dikare li ku, kengî û çawa bandora bazaran sînordar bike re heye. Bi termên Polanyi pirs ev e ka gelo "aboriya bazarî" dikare û divê wekî "aboriya bazarî" bimîne yan jî dê û divê rê li ber "civaka bazarî" veke.
2. Sê xetên kevneşopiyê: dost, dijmin û hevalên rexnegir
Di ramangeriya Rojavayî de lêpirsîna bipergal a li ser kesayet û nirxa bazaran di destpêka serdema modern de dest pê kir. Dahûrînên pêşîn bi gelemperî bi pirsên li ser têkiliyên aborî yên malbatê, "oikos" (ku koka terma "aborî" ye) sînordar bûn. Îstîsnayên girîng, nîqaşa Aristoteles a li ser karakterê pere (Politics I, 8-10) û nîqaşên ku ev mijar tê de hatiye nîqaşkirin in. Ew nîqaşan, li ser teşeyên rewa û ne rewa yên pevguherînê pirsên bingehîn radixin ber çavan. Qet nebe ji sedsala 18an û pê ve, em dikarin li ser xwezaya bazaran û nirxa wan bo takekes û civakan rastî nîqaşên gur werin (li ser dîroka ramangeriya aborî bnr. wekî mînak xebateke vetûrî, lê belê hinek kevin, Schumpeter (1954) yan jî bo vegotineke teknîkîtir bnr. Blaug (1996)).
Xeta ramangerên ku bi giştî bazaran dipejirînin, ji Fable of the Bees (1924 [1714/1721]) ya Mandeville bi xebata Adam Smith a ku di sala 1776an de bi navê Inquiry into the Nature and Causes of the Wealth of Nations hatiye weşandin û bi gelemperî wekî belgeya zayînê ya aboriyê wekî zanisteke cuda tê dîtin digihîje Ronahiya Skotlandî. Hûrbîniyên Smith û ramangerên din ên berê, di sedsala 19an de ji hêla aborînasên "vetûrî" yên wekî Thomas Malthus [1798] yan David Ricardo [1817] ve hatin wergirtin. Di sedsala 20an de kevneşopiya alîgirê bazarê ev dibistanan dihewandin: Bi ramangerên wek Ludwig von Mises (wekî mînak, 1949), Joseph Schumpeter (wekî mînak, 1942) û F.A. von Hayek (wekî mînak, 1944; 1973-9) ve “Dibistana Awûstûrya"; bi lêhûrbûna xwe ya li ser teoriya hilbijartina xelkî (wekî mînak, Buchanan 1975) "Dibistana Virginia" û James Buchanan; û wekî nûnerê xwe yê herî pêşeng bi Milton Friedman ve "Dibistana Chicago" (ya bi piranî lîberal) (wekî mînak, 1962; bi awayekî giştî li ser Dibistana Chicago bnr. wekî mînak Emmett (2010); bo radekirineke rexnegir ê li dijî ramangeriya lîberal bnr. Freeman 2001). Argumentên alîgirên bazarê bi demê re guherîn, lê hin mijarên ku vê kevneşopiyê li cem hev digirin hene: çiku alîkariyê didin takekesan da xwe ji pêgirêkên kevneşopkî azad bikin balkişandina li ser takekesparêziyê û bazarê, derbarê azadiyê de têgihîştineke "neyînî", lêhûrbûneke li ser bandorên înovatîv û nûjenkar ên bazaran, û bandora wan a erênî li ser kamiraniya civakê.
Kevneşopiyeke dûvdirêj a ramangeran jî heye, ku bazaran rexne dike. Ev, bi wateyekê, di çanda Xiristiyanan a serdema navîn a Ewropayê de helwesta "standard" bû, ku bazirganî û bazar wekî tiştên ku ji hêla gunehên xwerayî û çavbirçîtiyê ve tên ajotin û xizmetkariya wan dikin û dijminê pergala damezrandî dihatin dîtin.[2] Di sê sedsalên dawîn de rexnegirên girîngtirîn ên li dijî bazaran Jean-Jacques Rousseau (nexasim di gotara Second Discourse on the Origins of Inequality de [1764] (1997)), Karl Marx û Friedrich Engels (wekî mînak, Manîfestoya Komunîst, Kapîtal) û kevneşopiya Marxîst, ku ji demokratên sosyal ên çepgir heta komunîstên rihdar (bnr. Kołakowski 1978) di nav spektrûmeke berfireh a helwestan de belav dibin. Di vê kevneşopiyê de mijarên hevpar ew in: encamên ne-wekheviyê û wêranker ên bazarên bêpergal, bêîstiqrariya wan, bandorên wan ên bêgankirinê (wekî mînak, veqetandina takekesan ji berhemên keda xwe, li beşa 3.2 a jêrîn jî bnr.), û bandorên wan ên nizimker li ser belengazan. Xaleke din jî ku van ramangeran tîne cem hev hêviya hebûna wan vebijarkan e ku pê jiyana aborî ya civakên mezin dikare were rêxistinkirin. Di sedsala 19an û sê çaryekên pêşîn ên sedsala 20an de tiştê ku bi awayekî standard wekî vebijarka aboriya bazarî dihate bilêvkirin aboriyeke ku bi awayekî navendkî hatiye plankirin bû. Piştî hilweşîna komunîzmê li Ewropaya Rojhilat û Rûsyayê, modelên din, piranî yên nermtir, hatin nîqaşkirin û carinan jî hatin ceribandin (wekî mînak, Wright 2011, beş: 7). Piraniya hêza rexneyên li dijî bazaran girêdayî hebûna modelên vebijark bû, ku li gorî çend pîvanên normatîv çêtir bûn. Ji ber vê, lêkolînên li ser û ceribandinên bi modelên vebijark, ji fîlozofên ku dixwazin bazaran ji perspektîveke normatîv binirxînin eleqeyeke mezin dibîne.
Xeteke sêyem a ramangeran heye, ku di navbera dost û dijminên bazaran de disekinin û doza erêkirineke bimerc dikin: ewan, di bazaran de avantajan jî dibînin, her wiha pirsgirêkan jî. Ji ber vê, yan doz dikin ku hevsengiya giştî erênî ye, yan jî pirsgirêk dikarin ji hêla saziyên din ve bên sivikkirin. Ev helwest gelek caran ji hêla wê argumentê ve tê handankirin, ku em bo rêxistinkirina jiyana aborî ya civakên mezin rêbazeke çêtir nizanin, û ji ber vê jî, bi gelemperî, “kedîkirina” bazaran ji xerabkirina wan çêtir e. Ev helwest, ji hêla ramangerên têvel ên wekî G.W.F. Hegel (1942 [1821]), J.S. Mill (1848), J.M. Keynes (1936) û John Rawls (1971) û gelek partiyên demokrat û civakparêz ên Ewropayê (bnr. Berman 2006) ve hatiye pejirandin. Tiştê ku wan tîne cem hev, baweriya bi "pêşengiya ramyariyê" ye. Bazar, di nava çarçoveya dewletê de bona pêkanîna hin armancan wekî navgînekê tê pêşwazîkirin, lê belê armanc, berfirehî û sînorên wan divê ji hêla ramyariyê ve werin diyarkirin. Di nîqaşa fîlozofî de derbarê bazaran de pirseke girîng jî ev e: Gelo û çawa ev pêşengiya ramyariyê pêkan e? (her wiha bide ber beşa 4.3yan ya li jêr)
Îro, bermahiyên van kevneşopiyên dîrokî dikarin di nav awayên ku dîsîplînên akademîk ên cuda li bazaran dinêrin werin dîtin. Her çend îstîsna hebin jî, aborînas, bi gelemperî bazaran di bin ronahiyeke erênî de dibînin. Wan , ji mêj ve bi rêbazên razber, ku takekesan wekî serwer û hilbijêrên aqlî qebûl dikin, bazar dahûrandine. Ev nêzikahîtêdan, ku hejmarek pirsgirêkên derbarê bazarên jiyana rastîn de bêîzah dihêle, bo dahûrînên li ser qadên din ên civakî jî tê bikaranîn, ku li ser handeran tê avakirin (bnr. nexasim Gary Becker, wekî mînak 1976). Ev yek, derbarê îhtimal û sînorên nêzikahîtêdana hilbijartinên aqlî hinek pirsan derdixe holê, nexasim ji wê demê pê ve ku aborînasên reftarparêz dest bi kişfan kirine ka çawa tevgerên rastîn ên mirovan ji yên ku di modelan de tên ferzkirin vediqetin (bnr. wekî mînak Kahneman/Tversky 1979; Laibson 1997; Fehr/ Schmidt 1999; bo kurteyeke li ser aborînasiya reftarparêz bnr. wekî mînak Camerer/Loewenstein/Rabin 2003; bo rexneyeke li ser teoriya hilbijartinên aqlî ji perspektîveke fîlozofî bnr. wekî mînak Sen 1977). Civaknas, mirovnas û dîroknas bo kişfkirina bazarên cuda rêbazên cuda û bi piranî kêmtir razber bi kar tînin. Ewan, gelek caran balê dikişînin ser têkiliya bazaran a bi qadên din ên jiyanê ve, lewre ew, takekesan wekî bi civakê ve naştî û biryarên wan jî ji aliyê hawirdora wan ve tên diyarkirin dibînin. Gelek lêkolînerên ji van dîsîplînan, li dijî bazarên kapîtalîst rexnegir in. Rêbazên wan derfetê dide wan ku pirsgirêkan bibînin, ku mihtemelen aborînas bi awayekî metodolojîk nikarin bibînin. Lê aborînas dikarin bersiv bidin ku rêbazên ku ji hêla dîroknas, civaknas û mirovnasan ve tên bikaranîn bo diyarkirina bandorên erênî yên neyekser ên bazaran ne minasib in, wekî mînak dema şîrketek ji nû ve tê birêxistinkirin fêdeyên bo muşteriyan. Her çiqas dikarin di nav hev de bin jî, ji ber vê yekê girîng e ku nêzikahîtêdanên dîsîplînî, rêbazên lêkolînê û argumentên berbiçav ên li ser nirxa bazaran bên cudakirin.
3. Argumentên di derbarê bazaran de
Darazên li ser bazaran pirî caran bi awayê "hemû tişt hatine hesibandin” in, ku hem parêzvan û hem jî rexnegir dikarin di hin xalan de mafê hevdû teslîm bikin, lê belê bona ku hevdû têkbibin bi hin xalan ve pihêt digirin. Bo ku mijarê zelaltir bibe, argumentên herî hevpar li vir tevlî xetên peyitandinê û rexnegiriyê hatine pêşkêşkirin. Ji van argumentan hinek bi giştî li ser bazaran, hinek li ser civakên bazarî û hinekên din jî li bazarên taybet tên sepandin (her wiha bide ber 3.3 ya li jêr). Lê belê, gelek argument dikarin li ser çend astên hanê tev jî bên bikaranîn, û ev, girêdayî armanca nivîskarê ku wan bi kar tîne ye (bo vegotineke bi dirêjiya pirtûkekê li ser argumentên alîgir û dijberê bazaran bnr. Buchanan 1985 jî).
3.1 Peyitandinên bazaran
Sen (1985), bo peyitandina bazaran du stratejiyên bingehîn ji hev vediqetîne: ji hêlekê maf yan jî azadiyên pêşane, ji hêla din jî encaman. Çiku tê gotin ku mafên navborî azadiyên navborî diparêzin, argumentên di derbarê maf û azadiyên pêşane de bi piranî di nav têkiliyeke nêzîk de ne. Ev argument, di teşeya xwe ya paradîgmatîk de, xwe dispêre mafê milkiyeta taybet. Ew, mafê dide takekesan ku bi mal û milkê xwe çi bixwazin wê bikin. Ev, mafê bi kesên din re ketina têkiliyên pevguherînê dihewîne. Qedexekirina yan jî bi awayeki din mudaxelekirina pevguherînên bi vî rengî, van mafan, û bi vî rengî, tê gotin ku, şiklê bingehîn ê azadiyê binpê dike. Dilkêşiya peyitandinên bazaran ên bi vî rengî, di kesayeta wan a pêşbîr û bawerbarîtiya wan a pêhesînkî de mevcûd e. Lê belê, ew, tenê heke mirov bikaribe mafên pêşane an jî azadiyên ku ew li ser hatiye avakirin biparêze dixebitin. Ji ber vê yekê, nîqaşên bi vî rengî gelek caran bi argumentên li ser xwezayîbûna mafên milkiyetê ve tên girêdan, ku doz dikin ew maf beriya dewletê hebûn. Heke mirov mafên milkiyetê wekî pêşbîr bihesibîne, derbarê van mafan de parastina bêtawîziyê, ji têgihîştineke bi wî rengî maqûltir e, ku doz dike ku ew mafan ji aliyê civakî ve girêdayî razîbûnê ne û ji aliyê dewletê ve jî girêdayî bicihanînê ne. Xwezayîbûna mafên milkiyetê, gelek caran bi girêdana wan bi xwe-xwedaniyê û bi bicihkirina li ser tevliheviya keda mirov bi tiştên daringî ve tên parastin, û bi vî rengî li ser xeta Lockeyen tên pejirandin (Locke 1960 [1689]; ji Nozick 1974 jî bnr.; bo parastineke çepgir û azadîparêz ya milkiyeta taybet (ku ew, derbarê wekhevî û rola dewletê de wan bi helwestên pir cuda tîne cem hew) bnr. wekî mînak Vallentyne/Steiner 2000). Lê belê, ev nêrîna li ser mafên milkiyetê nîqaşbar e. Gelek ramangeran, di derbarê peydakirina mafên milkiyetê û mafê peymana azad û parastina wan de rola dewletê ya heyatî destnîşan kirine (wekî mînak, Murphy/Nagel 2002). Her wiha, gelek dîroknasên ramanan destnîşan kirine ku ew fikra ku azadiyê di nav bikaranîna bêasteng a takekesekî ya li ser mal û milkê xwe de bi cih dike (ku MacGilvray (2011) wekî "azadiya bazarê" bi nav dike), bo fehmkirina azadiyê ne rêya tekane ye, û di seranserê dîrokê de jî wiha nehatiye fehmkirin (bo nîqaşkirineke bazaran ji perspektîva azadiyê wekî bêserweriyê bnr. wekî mînak Pettit 2006, bo erêkirineke dupattir a bazaran ji perspektîveke nû-komarparêziyê bnr. Taylor 2013). Bi rastî, hêza van parastinên bazaran ên pêşbîr bi awayekî heyatî girêdayî wê yekê ye ka çi wekî binpêkirina azadiyê tê “hesibandin”: gelo mirov tenê qanûnên zordar ên dewletê yan dema mirov di civakeke bazarî de li pey berjewendiyên xwe diçe astengên ku tecrube dike jî, ku gelek caran encamên gelek biryarên kesên nenas in, wekî binpêkirina azadiyê “dihesibîne” (bide ber wekî mînak Cohen 1979; Olsaretti 2004, beş: 4-6; MacGilvray 2011, beş: 5) Pergaleke qayim a mafên milkiyeta taybet dikare rê li newekheviyên ewqas dijwar veke ku hin endamên civakê bi birçîtiyê ve rû bi rû dimînin, wêca dibe mijara pirsiyarê ka bi kîjan wateyê ew rewş wekî “azad” tê binavkirin. Ev yek, li ser bingeha pêşbîr tercîhekê pêşkêşî parêzvanên bazaran dike: Yan divê li ber xwe bidin û yan jî newekheviya dijwar û xizaniyê wekî peyitandî qebûl bikin. Yan jî divê dev ji helwesta xwe ya xwerû pêşbîr berdin û qebûl bikin ku encam dikarin di hizirkirina ser bazaran de rolekê bilîzin. Piştre, mirov dikare qebûl bike ku mihtemelen bazar ji hêla saziyên din ve werin zexmandin, û peyitandina wan nikare bêhtir bê şert û merc be (Sen 1985). Dîsa jî, maf û azadî dikarin di argumentên alîgirê bazarê de roleke girîng bilîzin. Heta, dema ku di çarçoveyeke berfirehtir de bi cih bin jî, ku tê de, wekî mînak, backirina heta astekê jî tê parastin dikarin rola xwe bilîzin (bo vegotineke nû, bi navê "edaleta bazara azad", ku wekî mafên bingehîn girîngiyê dide mafên aborî, lê li aliyê din bo edaleta civakî destûrê dide hin sînordarkirinan bnr. Tomasi 2012).
Dîsa jî, gelek peyitandinên bazaran li ser maf yan azadiyên pêşbîr in, lê belê zêdetir li ser encamên bazaran tên avakirin. Çend rehendên van encaman dikarin ji hev bên veqetandin. Argumenta yekem, ku ji aliyê dîrokî ve girîng e, angaşt dike ku bazar takekesan bêtir dilsoz û civakî dikin: Ew, ji azweriyên tund zêdetir li ser berjewendiyên sekan û aqlî tên avakirin. Bazar, bi vî rengî tevgerên mirovan bêhtir aştîxwaz û şaristanî dikin (bnr. Hirschman 1977, ku serî li Montesquieu û ramangerên din ên sedsala 18an dixe).[3] Argumentên li ser bandora kesayetî-avakirina bazaran îro jî carinan derdikevin holê (bide ber wekî mînak McCloskey 2006, bo nîqaşeke rexnegir bnr. Fumagalli 2020). Hirschman texmîn kiriye ku tenê hêzên şaristanîker û exlaqîker ên bazaran dibe ku têrî têkbirina hêzên wan ên xwe-xirabker bike (1982); Bowles, berevajî, nîşan kiriye ku hêmanên ne-bazarî yên civakên lîberal dibe ku li dijî bandorên mihtemelen xeternak ên bazaran tevbigerin.
Argumenteke duyem, bi encamên bazaran re ji aliyê belavkirina ku ew derdixin holê mijûl dibe. Carinan tê qebûlkirin ku bazar, bi taybetî bazarên kedê, tiştê heq dikin didin mirovan, çiku tevkariya takekesan bo tevahiya civakî xelat dikin. Ev, li şûna astegeriyên kevneşopkî, liyaqetê dike diyarkerê helwestên civakî (wekî mînak, Miller 2001, beş: VIII-IX; Honneth di nav Fraser/ Honneth 2003 da, r. 137 û pê de, Mankiw 2010; bo peyitandinên qezencên bi heman rengî bnr. wekî mînak Arnold 1987; Narveson 1995). Argumentên bi vî rengî, li ser wê pêhesîniyê (wekheviya bextî) tên avakirin, ku balê dikişînin ku cudahiyên di navbera dahatên takekesan de, heta ku ne neheq bin û tercîhên azad bidin der, peyitandî ne (bnr. wekî mînak Arneson 2008). Bo nimûne, biryara ku di hefteyekî de ne 40 lê 50 saet şixûlîn yan jî kirina karekî kêmtir xweşik, ku ‘bona temîrkeriya dûkêşan yan mûmyakeriyê yan jî xebata şevê bexşîşan’ didin mirovekî (Okun 1975, 72). Dîsa jî, ew bûye mijareke nîqaşê ka gelo bazar bi rastî jî tercîhan bi vî rengî xelat dikin yan na, yan jî ka gelo paşxana civak-aboriyî, tevkariya takekesekî ya di tîmên karkeran de (ku tevkariya takekesî dibe ku ne pêkan be were cudakirin) yan jî tenê bext di diyarkirina dahata kesekî de roleke mezin dilîze. Heke wisa be, wê demê dê "kulta berpirsiyariya kesane" xapînok be (Barry 2005, beş: IV; her wiha, bo nîqaşeke bazaran ji aliyê liyaqetê ve, ku ew di dawiyê de red dike, bide ber Olsaretti 2004, beş: 1-3). Bi awayekî balkêş, hin parêzvanên bazarên azad, wekî von Hayek û Knight, doz kirine ku wateya ku bazar wekî ‘adil’ tên wesfandin, tenê bi çarçoveya qaîdeyên ku bazar tê de cih digirin ve têkildar e, bi encama belavkirina dahatê ve eleqedar nîn e. Ew doz dikin ku tu eleqeya tiştên ku bazar xelat dikin, bi navkî tetmînkariya daxwazan, bi nirxên exlaqî ve nîn e (1978, beş: IX; her wiha bide ber Knight 1923). Mirov dikare doz bike ku ev qaîdeyên di wateya liyaqetê de kêm yan zêde dikarin li edaletê re vekin, û ew, ceteris paribus, divê di vê erkê de hêza wan were zêdetirkirin, ne kêmtirkirin (wekî mînak, Lamont 1997; Herzog 2013, beş: V; li Herzog 2017 beş: V jî bnr.). Di vê teşeyê de, argument, ji peyitandina bazaran zêdetir li ser pirsa ka çarçoveya wan çawa were çêkirin da encamên ku liyaqetê xelat dikin derbixin holê disekine.[4]
Bo bazarên ku li ser encaman tê avakirin argumenta girîngtirîn, dîsa jî, bi zerengiya wan bo belavkirina encamên birişt û afirandina kamiraniyeke astbilind mijûl dibin. Ew argumentan, her çiqas xwe naspêrin mekanîzmayeke li ser plansaziya navendî, lê berjewendiyên şexsî yên takekesan jî, werariya aboriyî teşwîq dikin. Tiştê ku metafora Smithyen a navdar "destê nedîtbar" (WN IV.II.9) bi gelemperî temsîl dike ev e. Di bin hin qebûlan de, wekî tercîhên biîstikrar, nebûna bandorên derveyî yên li ser partiyên sêyem, gîhana agahdariyê ya wekhev û aşkere, û nebûna hêza bazariya yekalî encamên bazarê Pareto birişt in. Ev, di teorema yekem ya aboriya kamiraniyê de hatiye nîşandan (bo delîlê fermî bnr. wekî mînak Mas-Colell/Whinston/Green 1995, beş: 16). Biriştiya Pareto tê wê wateyê ku, derbarê tetmîna ji tercîhan tê wergirtin de bêyî kêmkirina asta tetmîna takekesekî din ne pêkan e asta tetmîna takekesekî bilindtir bibe, ango ji derfetên bazarkirinê yên nehatine bikaranîn tu ziyan dernakeve holê. Mercên hişk ên matematîkî yên teorema yekem a aboriya kamiraniyê di kirdariyê de qet naşixulin. Lê belê modela hevsengiya giştî, li ser bazaran du argumentan dihewîne ku diyar dikin ka çawa ew dikarin werariya aborî teşwîq bikin û ev argumentan dikarin li bazarên rastîn bên sepandin. Argumenta yekem, dikare wekî "argumenta koordînasyonê" (bide ber Roemer 2012) were binavkirin: pergala bihayê, dikare agahdariya tevlihev li ser tercîhên mirovan bi awayên nenavendî veguhêze, ev jî rê li wê vedike da ku mal û xizmet li cihên ku herî zêde tên xwestin werin terxankirin. Pergala jixweber a ku derdikeve holê, hewcedariyên civakî bi hin awayan tetmîn dike, ku ên ji hêla plansaziya navendî ve tên kirin baştir in (bnr. bi taybetî von Hayek 1945). Bihayên bazarê bo diyarkirina maliyetên firsendî yên bikaranînên diyar ên çavkaniyan wekî navgînekê dixebitin, ku di heman demê de bo berawirdkirina setên çavkaniyan ên cihêreng ku takekes radigirin rê vedike (bnr. Dworkin 2000, beş: 1 û 2).
Argumenta duyem ew e ku, bazar enerjiya takekesan zêde dikin, çiku ew handeran didin wan da ku bona bikaranîna behremendiyên xwe rêyên ku ji aliyê civakî ve werin qebûlkirin bibînin. Wekî gotina Adam Smith ya navdar (ku pir caran dihê îstîsmarkirin jî) wiha dibêje: "Em ji xêrxwaziya qesab, bîravan yan jî nanpêj ne, lê ji rêzdariya wan ya li hember berjewendiyên xwe şîva xwe dipên" (WN I.II.2). Li vir armanca Smith ne ew e ku xwezaya mirov bi awayekî bingehîn wekî ezperest pênase bike. Zêdetir, ew destnîşan dike ku bazar pê li çavkaniyeke handanê dikin, ku ji xêrxwaziya ku mirov di nav malbatê û koma hevalan de dimîne derbas dibe. Berjewendiyên şexsî, takekesan bi gelek hevparên danûstendinê ve girê dide, ew jî rê li karbeşiyeke berfirehtir û bi vî rengî hilberaneke birişttir vedike. Parêzvanên bazaran îdia dikin ku bazar, çiku bo mirovan derfetên bikaranîna teknîkên nû û kombînasyonên nû yên pêkerên hilberanê peyda dikin, piştevaniyê didin înovasyonê jî, û bo peyaner û dahêneran sermayeyê jî peyda dikin. Ev, rê li pêvajoyeke dînamîk bo “hilweşîna afirîner” vedike, ku alîkariya bilindtirkirina standarda jiyanê dike (Schumpeter 1942, ku ev termê Marxîst populer kiriye).
Her wiha, argumentên ji biriştiyê û werarê derbarê belavkirina dahat û dewlemendiya ku di aboriya bazarî de tê bidestxistin tiştekî nabêjin. Rewşek, dikare li aliyekî Pareto birişt û di heman demê de pir newekhev be (bide ber wekî mînak Sen 1973). Carinan mirov rastî hin argumentên alîgirê bazaran tê ku dibêjin dewlemendiya ji aliyê bazaran ve tê afirandin “diherike” tebeqeyên jêrîn ên civakê. Ev, wekî mînak, di rewşên wiha de dikare çêbe: dema mirovên dewlemend mal û xizmetên ku hilberana wan bo mirovên xizan îstihdamê çêdike dikire (wekî ku Smith di 1976b [1759] IV.I.10] de doz dike) yan jî dema ku înovasyonên ku pêşî bo tiştên luks hatine çêkirin, paşê di bazara girseyî de jî tên bikaranîn. Lê belê ne zelal e ka ev di bin kîjan şert û mercan de çêdibe. Bi rastî, aboriyên bazarî di civakên wekhevîxwaz û kêmtir wekhevîxwaz de hene. Saziyên derdorê di diyarkirina asta newekheviya ji wan derdikeve de roleke mezin dilîzin. Dîsa jî mirov dikare doz bike ku bazarên baş-sêwirandî dikarin tevkariya çêkirina aboriyeke (ji ya ku bêyî wan dê çêbûba) mezintir a neteweyî bikin, û dewlemendiya veser dikare bi backirinan an jî pîvanên din were nûvebelavkirin. Piştre bazar, bi saziyên din re di nav kombînasyonekê de, dibe ku li gorî bandorên wan ên belavker rasterast wekî saziyên ne-bazarî werin peyitandin, wekî mînak li ser xeta Rawls a bi navê “rêgeza cudahiyê”. Li gorî vê rêgezê, newekhevî, heke "herî zêde bo berjewendiya endamên herî bêavantaj ên civakê bin” dibe ku werin peyitandin (1999, 5-6). Heke mirov bo bazaran vê peyitandinê hilbijêre, sêwirandina saziyan û asta ku divê dahat û dewlemendî ji nû ve were belavkirin, ne tenê girêdayî helwesta normatîv a mirovekî ye, lê di heman demê de girêdayî wê pêşbîniya mirov e ka di rastiyê de kîjan rejîm endamên xizantirîn ên civakê dewlemendtirîn dike. Ev berevaniya navgînî bo bazaran, dikare di gelek teoriyan de were dîtin, ku Freeman (wekî mînak, 2011) wekî "lîberala bilind" (berevajiya "lîberala vetûrî") bi nav dike.
3.2 Rexneyên li ser bazaran
Bo ku bazaran bi temamî red bikin yan jî banga sînordarkirina wan bikin, li dijî wan gelek argument hatine berpêşkirin. Yek ji rexneyên sereke yên li hember pêbaweriya bo bazaran derbarê birêxistinkirina jiyana aboriyî, encamên newekhev û xizaniya -çi bi termên reha, çi bi yên gorkesî- ku ew diafirînin destnîşan dike. Di sedsala 19an de, ev rewş, bi taybetî têkildarî wan endamên civakê bû, ku ne xwedî amrazên hilberanê bûn û ji ber vê yekê neçar diman da bo dahatekê bi dest bixin keda xwe bifiroşin. Di dema şoreşa pîşesaziyî de rêjeyeke gelek mezin a endamên çîna kedkaran veguherîne proleterekî ku, bi gotina navdar a Marx û Engels, “bêyî zincîrên xwe, tu tiştê ku winda bikin tunebû” [Manîfestoya Komunîst, 1848]. Bi vî awayî, ji sedsala 19an û vir ve, pirsiyarî li şiyana bazaran ku bibe "kêş û vekêşeke ku hemû keştiyan hildide" (gotineke ku îsnadê J.F. Kennedy tê kirin) hatiye kirin. Rexnegiran banga belavkirineke wekhevtir a çavkaniyan di nav civakê de kirin. Pir caran, ev rexne, bi banga hilweşandina bi temamî ya pergala kapîtalîst hatiye cem hev, ku ji ber dabeşkirinên mezintirîn ku wê afirandine; ev nîqaş û nakokiyên dûvre yên li ser meylên têvel di nav civaka kapîtalîst de ji hêla weşana Piketty (2014) dîsa hatin vejandin.
Parêzvanên bazaran dikarin bersiva vê rexneyê bi pirsiyariya nirxa wekheviyê ya encaman bidin. Bo wan, tiştê ku redkirin zehmettir e -çiku argumentên wan gelek caran balê dikişînin ser maf û azadiyan- ev îdia ye ku dibêje newekheviyên ku bazarên nerêzikîkirî diafirînin dikarin heya wê astê biçin da ku îhtimala bikaranîna maf û azadiyan a takekesan bi awayekî cidî sînordar bikin (li Rawls 1971, beş: 32 jî bnr.). Di civakeke ku piraniya mal û xizmetan bi rêya bazaran tê belavkirin, kesên ku ne xwediyê derfetên kirîna wan in, tenê bi wateyeke pir sînordar dikarin wekî azad werin bilêvkirin. Heta xizaniya gorkesî (berevajiya xizaniya reha) dikare rê li teşeyên cure bi cure yên dervehiştina civakî veke. Li vir piranî girêdayî têgihîştina mirov a derbarê azadî û neçarhiştinê de ye, lê di hin rewşan de îhtimala ku kêmasiya çavkaniyan mirovan duçarê neçarhiştinê dike jî maqûl e, ne ji ber wê ye ku mafên milkiyetê yên mirovên din bi darê zorê gehîna wan a çavkaniyan asteng dike (Cohen 1995, Otsuka 2003, Waldron 1993, Widerquist 2013). Wekî Satz (2010, nexasim beş: 4) doz dike, şikestinbariya ajanên ku ji ber rewşa dijwar tercîhên xwe sînordar in, û her wekî “ajaniya lawaz” a takekesên ku bi awayekî kêm hatine agahdarkirin û girêdayî biryarên mirovên din in, dibe ku ji ber vê yekê bo sînordarkirina bazarên azad bibin sedem. Di sedsala 19an de, asîmetriya di navbera hêzên bazarkirinê yên kedkaran û kapîtalîstan de di navenda nîqaşê de bû, û li gelek welatan hêj roleke girîng dilîze. Ser de, nexasim takekesên ku sermayeya wan a mirovî kêm e, yên xwedî derdên derûnnasiyî, yan jî yên xwedî barûdoxên qanûnî yên bipirsgirêk (wekî mînak, koçberên derqanûnî) di bazaran de şikestinbar in. Fikra ku bazaran wekî mekanîzmayên koordînasyona civakî dibîne, li ser bingeha wê wêneyê hatiye avakirin ku tê de hemû takekes wekî serwer, bi temamî agahdarkirî û hilbijêrên bi temamî aqlî xuya dikin. Li ku derê rewş ne ev be, bazar dikarin rê li îstismarkirina takekesên şikestinbar ji hêla takekesên din ve vekin. Ev argument bi awayekî hewce redikirineke tevahî li hember bazaran îma nakin, lê belê derbarê çarçoveya saziyî ya berfirehtir de pirsiyariyan dikin, ku bazar di nav de bi cih dibin. Bo van pirsgirêkan dermanên mihtemel yan dikarin rêzikîkirina bazaran yan jî bi hin saziyan, ku takekesan di rewşeke wekhevtir de dixin têkiliyên pevguherînê, temamkirina wan armanc bikin (bide ber 4.2 ya li jêr).[5]
Fikra ku dibêje têkiliya bazaran bi "liyaqetê" ve heye jî nexasim ji perspektîva teoriyên Marxîst ên kedxwariyê ve hatiye rexnekirin. Ew, wekî berevajî, îdia dikin ku karker bi awayekî pergalî ji tevkariyên xwe yên mafdar bêpar tên hiştin, çiku mizên wan ji nirxên ku ew bi keda xwe diafirînin kêmtir in (wekî mînak, Marx, Capital, cîld: I, beş: 7-8; bo nîqaşekê bnr. wekî mînak Buchanan 1985, 87-95). Dîsa wekî hatiye nîşankirin, fikra liyaqetê dikare bo mirovên di bazarê de serkeftî bi hêsanî wekî perdeyeke mijî ya îdeolojîk xizmetê bike (bide ber wekî mînak Hayek 1978, r. 74 û pê de). Bazarên bo qayîmkirina newekhevî û dabeşkirina civakî û bi vî rengî qelskirina wekheviya derfetê hatine rexnekirin (bide ber wekî mînak Barry 2005, beş: II-IV). Ev, rê li wê pirsê vedike ka gelo saziyên din, wekî mînak pergala perwerdehiya giştî, dikare bo kêmkirina van pirsgirêkan alîkar bibe da ku pergala hevbeş dikare were peyitandin.
Dema mijar malên taybet bin şiyana bazaran a peydakirina encamên birişt ji aliyê rexnegirên bazaran ve gelek kêm hatiye rexnekirin. Lê belê, hevalên bazaran jî qebûl dikin ku bazar di rewşên "têkçûna bazarê" de, nexasim dema ku bandorên derxweyî yan jî malên giştî hene, rê li encamên birişt venakin. Bandorên derxweyî, bandorên li ser aliyên sêyem in ku di nav mafên milkiyetê de nayên qebûlkirin, wekî mînak qirêjiya hewayê yan jî emîsyonên CO2. Malên giştî ew mal in ku nayên liderhiştin (ne pêkan e ku mirov ji bikaranîna wan bi awayekî karîger werin dûrxistin) û ne hevrikîdar in (îhtimala bikaranîna takekesekî, îhtimala bikaranîna takekesên din kêm nake) (bnr. Mas-Colell/Whinston/Green 1995, beş: 11). Bo malê giştî mînakek ewlehiya giştî ye: Heke were peydakirin, mirov nikare jê were derhiştin, û rastiya ku zêdetir takekes jê kêfê werdigirin, bo kesên din nirxa wê kêmtir nake. Ji ber vê, tu takekes bo peydakirina wê xwedî teşwîqên aborî yên têrker nîn e; divê ew ji aliyê dewletê ve were peydakirin. Rexnegirên bazaran pirî caran îdia dikin ku rewşên ku bandorên derxweyî yan malên giştî dihewînin, li gorî hejmara ku parêzvanên bazaran qebûl dikin gelek berbelavtir in, û tenê ne pirsgirêkên hawirdorî lê her wiha yên civakî jî dihewînin. Di derbarê derxweyîtiyan de, aborînas, pir caran teorema navdar a Coase destnîşan dikin, ku îdia dike heke tu lêçûnên kirarîkî tune bin, pirsgirêkên derxweyîtiyan dikarin bi rêya bazarkirinê, ku ji belavkirina ewilîn a mafên milkiyetê azad e, werin çareserkirin (1960). Lê belê, di rastiyê de, kirarî gelek caran pirzêde bizehmet û biha ne, nexasim dema ku gelek ajanên xwedî berjewendiyên cuda tevlî dibin. Ev, sepanbariya vê teoremê -û her wiha di rewşên wiha de parastina çareseriyên bazarî- pirsgirêkdar dike. Rûdaneke din a pirsgirêkdar di derbarê “malên barûdoxî” de ye (Hirsch 1976), ango malên ku nirxa wan girêdayî barûdoxa wan a gorkesî ye, ku bi berawirdkirina malên mirovên din tê diyarkirin. Di vê mijarê de mînakek xaniyên giranbiha ne, ku mirov bo taybetmendiyên wan ên hundirîn ne, lê bo xatirê barûdoxa xwe dixwazin: Dixwazin bibin xwedî xaniyekî ku li gorî xaniyên din jî xwediyê mezinahiyeke diyar e. Malên barûdoxî, ji pênaseyê ve, kêmpeyda ne: Tenê ji sedî 10ê xaniyan dikarin di nav ji sedî 10ê bazarê de cih bigirin. Ji ber vê, hevrikiya bo wan lîstikeke yekûn-sifir e: ew "pêşbirka mişkan" e, ku her kes bi heman mîqdarê malê xwe zêde dike û dîsa di heman barûdoxa xwe ya gorkesî de dimîne. Ji ber vê, hin teorîsyen doz dikin ku derxweyîtiyên ji hevrikîdariyeke bi vî rengî derdikevin holê tevdîrên rêzikîkirinê dipeyitînin (bnr. wekî mînak Frank 2005; li ser malên barûdoxî bo nîqaşeke ji perspektîveke wekhevîxwaz bnr. Brighhouse & Swift 2006, di warê teoriya nasînê de bo vegotinekê bnr. Claassen 2008).
Di vê çarçoveyê de pirseke berfirehtir ku dikare were pirsîn, pirsa "biriştiya çi?" ye (di heman demê de bide ber Satz 2010, r. 33 û pê de). Wekî rexnegirên bazaran destnîşan dikin, dibe ku bazar di tetmînkirina daxwazên mirovan de birişt be, lê carinan dibe ku ew çiku bazar bi rastî tercîhên mirovan ber bi tiştên ku ji bazaran bi hêsanî (ku bi piranî tê wateya “bi kardarî”) dikarin werin peydakirin ve biguherînin biqewime. Evan, dema mirov li ser bifikirin ne ji wan tercîhan in ku bi gerekî hilbijêrin (bide ber wekî mînak George 2001, ku metafora "qirêjîtiya tercîhê" bi kar tîne). Modelên aboriyî, tercîhên takekesan ên derbarê bazaran de bi gelemperî wekî “dayî” qebûl dikin, ku di vê mijarê de gelek pirsên di derbarê bazaran de hatine pirsîn vedişêre: bazar takekesan, têkiliya wan bi hev re, û têkiliya wan bi hin mal û nirxan re çawa diguherînin? Di nav teorîsyenên Marxîst de terma "bêganebûn", bo pênasekirina diyardeya dûrbûnê yan jî hesta dûrbûnê ya takekes ji tiştên ku divê aidî wî bin tê bikaranîn. Bo nimûne, heke karker neçar bimînin da keda xwe bifiroşin xwediyên amrazên hilberanê, tê gotin ku ew ji keda xwe û berhemên wê, û her wekî ji mirovên din û ji aidbûna cinsê mirov bêgane bûne (Marx [1844], I; li ser nosyona bêganebûnê bo vegotineke nû bnr. Jaeggi 2014).
Di derbarê têkiliyên mirovî de, civakên bazarî, çiku bazar li ser bingeha têkiliyên bi temamî navgînî û guherok hatine avakirin û "hemû tiştên hişk, dibin hilm û gulm” bi binîkolana civakê û hevgirtinê hatine tawanbarkirin (Marx/Engels, Manîfestoya Komunîst; bo vegotineke hevdem bnr. wekî mînak Lane 1991).[6] "Hilweşîna afirîner" û hevrikîdariya ku di bazaran de pêk tê, wekî parêzvanên wan îdia dikin, dibe ku înovasyonê teşwîq dike, lê di heman demê de têkiliyên civakî û kevneşopiyên heyî jî hildiweşîne (bide ber Polanyi 1944) û dibe ku binî hevgirtinê jî bikolin (Hussain 2021). Ev raman, xuya dike ku di rexneya komunîteryen a li hember nêrîna lîberal li ser xwezaya mirov de rolekê dilîze (wekî mînak, MacIntyre 1984, bo kurteyeke giştî bide ber Bell 2012). Bi ser de, rastiya ku bazar li ser berjewendiya xweyî hatine avakirin, bi îdiaya ku mirovan bêhtir ezperest û daringîparêz dike hatiye rexnekirin. Argumentên bi vî rengî li hemberî wê îdiayê tên kirin, ku, wekî parêzvanên xwe, dibêje bazar takekesan bêhtir civakî û exlaqî dikin. Aliyekî girîng ê vê nîqaşê, ku bi awayekî ampîrîk jî hatiye vekolan, meyla teşwîqên diravî li hember "dehfkirina" handana xwekî ya bo tevgera xêrxwaziyê yan rindiya giştî (bide ber wekî mînak lêkolîna navdar a Titmus li ser bexşên bipere û bêpere yên xwînê (1971); Frey (wekî mînak, 2007); di heman demê de bnr. lêkolîna Gneezy/Rustichini ya li ser cizayê ku ji aliyê navendeke lênihêrîna biroj li dêûbavên derengmayî hatiye birîn ka çawa -çiku ciza wekî bihayekê hatiye qebûlkirin- hejmara derengmayiyan zêde kiriye (2000).
Hêza argumentên bi vî rengî girêdayî wê ye ka takekes dikare “helwesta xwe ya bazarî” bi qada aboriyê sînordar bike û dike, yan jî ev helwest ka di nav civakê de bi awayekî giştî serdest dibe yan na. Bo nimûne, gelo pêkan e ew ji têkiliyên taybet dûr were girtin, yan jî, wekî civaknas Eva Illouz (wekî mînak, 2012) doz dike, takekes di têkiliyên mehrem de jî helwesteke bazarî ava dikin? Zexta li ser qada taybet tenê ji ragihandina bihiş yan jî ne bihiş a hin awayên diyar ên ramanê di navbera mirovan de der nayê, lê di heman demê de ji hejmara zêdebar (an jî herî kêm wekî zêdebar tê sehkirin) a kirariyên diravî yên vê qadê eleqedar dikin, wekî mînak di forma lênihêrîna zarokan a bipere yan jî dayiktiya hilgir, jî der tên. Vê yekê, rê li rexnegirên bazaran vekir da ku bangî sînordarkirina qada wan a bandorê bikin, bo ku malên bi nirxên wekî têkiliyên mehrem, şênbûna takekesî yan têkiliya navbera dêûbavan û zarokan re bi awayekî nêzîk girêdayî neyên “metakirin” (bide ber wekî mînak Radin 1996; Anderson 1993; Sandel 2012; bo nîqaşeke rexneyî bnr. Satz 2010, r. 80 û pê de). Wekî ku Anderson balê dikişîne ser, pirsa mezintir a li pişt vê pirsgirêkê ev e ku civakek çawa dikare pirjimariyeke malên bi awayên cuda tên nirxandin vehewîne (1993, nexasim beş: 1 û 3). Beşek argumentên hevreng bi wê pirsê re mijûl dibin ka gelo bazar mirovan ji malên nedaringî zêdetir ber bi berxwarina malên daringî dehf dikin an na (bnr. wekî mînak vegotina populer a Fromm 1976). Heke mijar ev e, ew ne tenê tercîhên xwe "qirêj" dikin, lê di heman demê de tevkariya berxwarina pirzêde ya çavkaniyên xwezayî û pirsgirêkên têvel ên ekolojîk jî dikin (wekî mînak Wright 2011, 70; Hardin 1968).
Nîqaşên têkildar bi wê pirsê re mijûl dibin ka hin malên diyar, wekî mînak ray an jî endamên laşî, li bazaran werin firotin jî gelo hemwelatî dikarin di nav têkiliyeke wekhev û rêzdar de bisekinin an na (Sandel 2012, r. 10 û pê de, her wiha bide ber Satz 2010, beş 3; li ser sincnasiya kirîna rayan bnr. beşa têkildar a gotara raydanê, li ser endamên laşî bnr. Phillips 2013,[7] li ser nûneriya qanûnî bnr. Wilmot-Smith 2019, Agmon 2021). Bo nimûne, ev tê doz kirin ku hin sazî, wekî dibistanan, wisa ne ku nakokî ne ji hêla "derketinê", lê ji hêla “dengê” ve tên çareserkirin (di cudakirina Hirschman a di sala 1970yan de; bo mînaka dibistanan bnr. wekî mînak Anderson 1993, r. 162 û pê de). Her wiha, gelek teorîsyenên ramyariyî dibêjin ku qada ramyariyî ya demokrasiyekê divê ji bazaran cuda were dîtin, ku tiştên tê de tên firotin ne berjewendiyên takekesî ne, lê rindiya giştî ye (bide ber wekî mînak Radin 1996, beş: 14, ku ji têgihîştina demokrasiyê ya John Dewey sûd werdigire). Tiştê ku teoriyên wiha li hev tên ew e ku civakê wekî ji qadên civakî yên cuda pêkhatî dibînin -û wekî Walzer tîne ziman, "exlaqê bazarê, aidî bazarê ye”, lê belê pevguherînên di qadên civakî yên din de divê werin astengkirin (1983, 109). Di gelek rewşên wiha de, kombînasyoneke argumentan ne tenê li kesayeta malan lê li şikestinbariya hin beşdarên bazarê jî tê sepandin. Wekî di demên dawî de Brennan and Jaworski (2015, 2016) doz kirine, argumentên derbarê metakirina ku bi taybetî li ser rehenda sembolîk a bazirganiya malên diyar tê avakirin ne qanîker in, çiku ev rehendên sembolîk ji aliyê çandî ve girêdayî hev in. Lê belê, gelek rewşên metakirinê ne bi temamî ji aliyê sembolîk ve zirardar in, ew zirarên sembolîk û yên din dikin yek. Ji aliyê din ve, wekî Satz (2010, wekî mînak, 9) tîne bîra me, bo bazarên pirsgirêkdar bersiva herî baş her dem ne girtina wan e, çiku dibe ku ev yek rê li bazarên reş an jî mekanîzmayên din ên qelizandinê veke. Pirsa vebijarkan, wekî mînak bazarên birêzikkirî yan jî bazarên ku ji hêla saziyên din ve hatine temamkirin, gelek caran girêdayiyê çarçoveya saziyî ya ku bazaran di nav xwe de digire. Ev, dê di beşa 4an a jêr de were hizirîn.
3.3 "Bazar" li dijî bazarên cuda
Wekî ku dê zelal bibe, hin argumentên li aliyê û li dijî bazaran rasterast bersivê didin hev, lê hinekên din bêyî ku rasterast werin hember hev li dijî hev derdikevin. Gelek ramanger hêza hin argumentên ji her du aliyan jî qebûl dikin. Ew, xeta ku di beşa 2yan de wekî "pesendkirina sînordar" hatiye binavkirin werdigirin û bazarê di çarçoveyeke saziyî de wekî yek hêman diparêzin, ku dikare hin bandorên xwe yên pirsgirêkdartir sivik bike. Lê belê, divê neyê jibîrkirin ku, bazarên cuda dibe ku li gorî argumentên li jor hatine rêzkirin pir cuda xuya bikin. Ev, wê pirsê derdixe holê ka gelo qet pêkan e ku li ser nirxa "bazaran" ne di rewşên taybet de û li ser bazarên taybet lê tiştekî gelemper were gotin. Di nîqaşê de derbarê bazaran de pirsgirêkeke hevbeş asta razberkirinê ye, çiku gelek modelên razber qebûlên îdealîzeker dikin ku di jiyana rastîn de nayên qebûlkirin (di heman demê de bnr. Phillips 2008).[8] Her çiqas di bikaranîna modelên razber de tiştekî çewt tune be jî, girîng e ku li ber çavan were girtin ku rûdanên jiyana rastîn de derbasdariya wan sînordar e. Dema bazar bi çareseriyên saziyî yên din re tê berawirdkirin, divê berawirdkirin di heman asta razberkirinê de pêk were. Wekî din dê wekî ku sêv bi pirteqalan re werin berawirdkirin bibe; ango, wekî ku bazareke pir kêm û ji aliyê hêzê ve xwediyê asîmetriyên mezin bi bûrokrasiyeke giştî ya îdeal re were berawirdkirin, yan jî wekî ku bazareke bi hemû takekesên tê de bi tevahî aqlî bi saziyên giştî yên xerab re were berawirdkirin dibe. Heke bûrokrasiyeke ku bi awayekî maqûl baş dixebite û bazareke ku bi awayekî maqûl baş dixebite werin berawirdkirin dê watedartir bibe.
Di nîqaşên derbarê bazaran de pirsgirêkeke din ev e: Heke argumentên rexnegir ên li dijî bazaran bilind dibin, parêzvanên bazaran carinan îdia dikin ku divê sûcê nexweşiyan ne li bazaran lê li saziyên derdorê were barkirin, çiku bo ku bazar karê xwe yê sûdmend pêk bîne şertên pêdivî nîn in. Bo nimûne, dema bazar bo ku rê li berxwarina pirzêde ya çavkaniyên xwezayî vedikin tên rexnekirin, parêzvanên bazaran gelek caran destnîşan dikin ku bo gelek malên hawirdorê mafê milkiyetê yê temam tune ye. Heke bihayeke malên hawirdorê hebûya, dê bikaranîna wan giranbiha bûya, û xwediyên wan bo ku bi awayekî berpirsiyar li wan binihêrin dê teşwîq bistendana (bnr. wekî mînak bersiva Tomasi bo "trajediya xelkê" (2012, r. 259 û pê de)). Lê belê, yek dikare bersiv bide ku di gelek rewşan de mafên milkiyetê yên bi vî rengî nikarin pirsgirêkan çareser bikin, çiku bo dîtina çareyên bazarkirinê maliyetên kirariyan dê gelek zêde be. Mînakên bi vî rengî nîşan didin ku nirxa bazarên şênber pir caran nikarin bi termên sade razber werin nîqaşkirin; çibûna wan û bandorên wan bi awayekî girîng bi saziyên ku wan dorpêç dikin ve girêdayî ne. Ev, dê piştre werin nîqaşkirin.
4. Têkiliyên navbera bazaran û saziyên din
4.1 Pêşmercên bo bazaran
Piraniya teorîsyenan qebûl dikin ku bo bazar derkevin holê, divê hin saziyên diyar hebin. Di navenda van de bo bicihanîna peymanan mafên milkiyetê û saziyên hiqûqî hene.[9] Li welatên xwedî avahiyên birêvebirinê yên lawaz bo nirxandina bazaran mijara mafên milkiyetê yên ku dikarin werin bicihanîn roleke girîng dilîze. Li wir, şiyana bicihanîna mafên mirovekî dikare bi awayekî pir newekhev belav bibe, ew qas ku bazarên azad van neheqiyên berê girantir bikin. Pirsa ka kîjan mafên milkiyetê dikarin werin bicihanîn, derbarê bazarên ku dikarin di nav civakekê de peyda bibin, yek ji diyarkerên sereke ye (ji bilî qedexeyên tekûz). Wekî mînak, li gelek welatan mirov nikare xwe wekî kole bifiroşe, çiku dadgehên hiqûqê dê peymaneke wiha bi cih naynin. Qadeke ku ev pirsa derbarê mafên milkiyetê û her wekî bazarbarîtiyê de bi tundî tê nîqaşkirin mafên milkiyeta zêhnî ye, ku hin kes doz dikin ku derbarê mafên milkiyetê de nosyonên me yên kevneşopkî bo malên ku bi lêçûnên pir kêm dikarin ji nû ve werin hilberandin, wekî naveroka dîjîtal, ne li cih e (wekî mînak, Shiffrin 2007; Boutang 2011, beş: 4).
Her çiqas hebûna mafên milkiyetê -û sewa vê jî dewleteke mînîmal ku wan tîne cih- ji hêla piraniya ramangerên azadîxwaz ve bo bazaran wekî pêşmerc tê qebûlkirin jî, pêşmercên din bi gelemperî di nêzikahîtêdanên aboriyî bo bazaran de nayên aşkerekirin, û bêhtir nîqaşbar in. Wekî ku bi taybetî ji hêla endamên "Dibistana Freiburg" a Almanyayê a "ordoliberalîzm"ê ve hatiye balkişandin, bo bazar hevrikîdar bimînin divê qanûnên dij-trost, ku rê li ber kartel û monopolan digirin, hebin (bnr. wekî mînak Eucken 1939; bo cihguherandina vê nihêrînê bi nihêrînên berfirehtir ên alîgirê bazara azad (laissez-faire) li Amerîkayê bnr. Crouch 2011, beş: 3). Civaknasan, bo hebûna pevguherînên di bazaran de girîngiya heyatî ya pêbaweriyê ji mêj ve destnîşan kirine, çiku peymanên di bazaran de tên çêkirin gelek caran hêmanên nixumandî yên ku di warê mafên milkiyetê de nikarin werin nivîsandin dihewînin, û ji ber vê, bi awayekî qanûnî nayên bicihanîn (bnr. wekî mînak vegotina vetûrî ya Durkheim 1997 [1893] yan jî bo yeke nêzîktir Beckert 2002). Hin teşeyên diyar ên etosa civakî, wekî mînak, pabendiya bi sozên dayî ve, dikare kirariyên bazarê hêsantir bikin (Rose 2011). Her wiha, lêkolînên di civaknasiya aboriyî de balê dikişînin ser girêdayîbûna bazaran bi têkiliyên civakî yên din re jî. Bo nimûne, Granovetter nîşan daye ka çawa têkiliyên bazarê bi piranî di nav têkiliyên kesane de bi cih dibin, wekî têkiliyên di navbera pisporên hin teknolojiyên diyar ên bo şîrketên cuda dişixulin (1985). Fligstein bal kişandiye ka çawa qaîdeyên ji hêla dewletan ve hatine danîn, bo nimûne, qaîdeyên di derbarê avahiyên rêveberiyê û saziyên din ên sazgêr jî tê de, bandorê li tevgerên şîrketên di bazaran de dikin û bazaran dikin "avahiyeke civakî, ku tekane avahiya siyasî-çandî ya şîrket û neteweyên xwe nîşan dide" (1996, 670; li ser "avakirina qanûnî" ya bazarên darayî bnr. Pistor 2013). Hin civaknas, nexasim Callon, jî doz dikin ku bazar girêdayî hêza performatîv a teoriyên aboriyî yên derbarê çibûna bazaran de ye: evan, bo çarçovekirina rewşan wekî pevguherînên bazarî alîkariya takekesan dikin (wekî mînak, 1998). Bo nimûne, MacKenzie doz dike ku di hin bazarên darayî de beşdarên bazarê bo diyarkirina tevgerên xwe modelên teoretîk bi kar tînin (wekî mînak, 2009). Ev mînakan bi taybetî aşkere dikin, bazarên em dizanin ne tiştekî ku bi awayekî serbixwe "tê dayîn" e, lê belê bi norm û saziyên din ên di nav civakê û carinan jî bi hin teşeyên teknolojiya agahdariyê ve girêdayî ne. Heta, şiyana bazaran bo têkoşîna li hember agahdariya nenavendî jî (Hayek 1945) gelek caran bi "binesaziya epîstemîk" re tev dişixule, ku ji aliyê saziyên din ên taybet û giştî ve bo bazaran tê peydakirin, (Herzog 2020).
4.2 Saziyên ku encamên bazarê temam an jî sererast dikin
Gelek fîlozofên ramyariyî (hinek) rexneyên li dijî bazaran (bide ber beşa 3.2 ya li jor) bi awayekî cidî digirin. Ji ber vê, ew doz dikin ku bazar, heke tenê bi saziyên din ên ku encamên wan temam dikin an jî sererast dikin re tev hebin dikarin werin peyitandin. Ev saziyan, dikarin wekî du vebirran werin dabeşkirin. Aborînas, bo pênasekirina rewşên ku bo bicihanîna encamên bazara birişt mercek an zêdetir merc kêm e bi gelemperî têgiha "têkçûna bazarê" bi kar tînin, wekî mînak, dema ku derxveyîtî yan jî malên giştî hene (bnr. wekî mînak Bator 1958; Cowen 1988). Di van rewşan de baştirkirina encaman, dikare birêzikkirina bazaran bivê (wekî mînak, bi qedexekirina derxweyîtiyên nerênî yên wekî emîsyona qirêjkerên zirardar) yan jî pêşkêşkirina malên giştî ji hêla saziyên dewletê ve. Dibe ku rêzik û birêzikkirin, di rewşên ku Basu (2007) wekî "pirsgirêka hejmara mezin" de bi nav kiriye bivê -û dikare ji hêla biriştiya Pareto ve were peyitandin-: hin şêwazên tevgerê, her çend di xwe de bê zirar bin jî, heke ji hêla hejmareke mezin a mirovan ve were bicihanîn dibe ku bandoreke neyînî derbixin holê. Heman tişt, dema di bazarekê de ji yekê zêdetir hevsengî hebin û ji yekê derbasbûna bo yeke din dilkêştir be jî dibe ku derbasdar bibe; wekî mînak, derbasbûna ji hevsengiyeke ku karkeriya zarokan dihewîne bo yeke ku karkeriya zarokan nahewîne (Basu / Van 1998). Mirov dikare doz bike ku stabilîzekirina makroekonomîk a bazaran, wekî mînak bi destê bankaya navendî yan jî bi tevdîrên ku di resesyonê de daxwazê zêde dikin (bide ber Keynes 1936), di nav vebirra pêşkêşkirina malên giştî de ye. Lê belê, karîgerîtiya tevdîrên bi vî rengî di nav aborînasan de gelekî nîqaşbar e.
Vebirreke duyem a berfireh a saziyan ku encamên bazaran temam an jî sererast dike, di bin terma "dewleta kamiraniyê" de dikare were kurtekirin. Ew hewl dide ku bersivên rexneyên li dijî bazaran ên derbarê xizaniyê, encamên newekhev û kêmasiya wekheviya derfetê peyda bike. Peywirên bingehîntirîn ên dewleta kamiraniyê ew in ku mafên civakî-aborî yên hemwelatiyên ku nikarin di bazara kedê de dahatekê bi dest bixin ewle bike (bide ber wekî mînak Marshall 1992), û heta astekê wekheviya derfetê peyda bike. Gelek fîlozofên ramyariyî, bo van armancan girîngiya nûvebelavkirinê destnîşan kirine (li Fleurbaey 2012 jî bnr.); balkişandina nûvebelavkirinê hema hema pirsên derbarê encamên rasterast ên belavker ên bazarên têvel û ka çawa dibe ku ji hêla birêzikkirinê ve bandor li van encaman were kirin, xistiye bin siya xwe (lê belê bnr. Dietsch 2010). Saziyên dewleta kamiraniyê, ji kêmtirîn lênihêrîna hejaran heta nîzameke berfireh a xizmetên civakî, wekî perwerdehiya giştî û xizmeta tenduristî ya giştî dikarin teşeyên cuda hildin, û dikarin bi awayên cuda werin birêxistinkirin. Hin ramangeran di demên dawî de bo takekesan doza dahateke bingehîn a bêmerc kirine da teqez bikin ku takekes ne hewceyî merhemeta yên di gehîna çavkaniyan kontrol dikin de ne (wekî mînak Van Parijs 1995, Widerquist 2013). Biryarên derbarê saziyên wiha de, gelek caran wekî danûstendinên navbera biriştiya bazaran û niyaza heta astekê wekheviya dahatê û dewlemendiyê tê dîtin. Wekî Okun nivîsiye: "Her israra di derbarê neqandina pastayê wekî parçeyên wekhev de dê mezinahiya pastayê biçûk bike" (1975, 48). Lê belê ne diyar e ka ev wêne rastiya aboriyê bi têrkerî rave dike yan na. Ew, bi gelemperî bi qebûlên ku bacên bilindtir motîvasyona mirovan ya bo xebata zêdetir difetisîne ve girêdayî ye. Lê belê rastbûna vê, tevî tiştên din, girêdayî wê pirsê ye ka gelo takekes bi piranî bi daxwaza bidestxistina diravan motîve dibin yan jî ka dibe ku ew bo peydakirina hin mal û xizmetan xwediyê motîvasyoneke xwekî bin (bide ber Roemer 2012). Hin tevdîr, wekî pergala perwerdehiya giştî ku derfetê dide her zarokekî ku behreyên xwe pêşve bibe, dibe ku di heman demê de rê li wekheviya zêdetir û pastayeke aborî ya mezintir veke. Çiku zêdetirbûna sermayeya mirovî, dikare ziyanên mihtemel ên biriştiyê ku ji ber backirinê, ku pergala perwerdehiyê fînanse dike, derdikevin holê bi temamî telafî bike (her wiha bide ber Okun 1975, r. 81 û pê de; li ser biriştiya saziyên cuda yên ne-bazarî li Heath 2006 jî bnr.). Wekî rastiyekê, li hin welatan, wekî welatên Skandînavyayê, dewleteke bihêz a kamiraniyê bi aboriyeke bazarî ya geş ve tev dijî, û îdiayên hevnegirtîbûna hevdû lawaz dike. Ji bilî rola di nûvebelavkirinê de, dewleta kamiraniyê, dikare wateyeke berfirehtir a çandî jî bihewîne: wekî Cunningham (2005) doz dike, ew dikare bo têkbirina tirsa ji aliyê xeterên hebûnî, ku takekes di civakên sade bazarî de rû bi rû dimînin, alîkar bibe, û dibe ku di nav civakên wiha de li pişt çandeke qaşo ezperesttir û daringîparêztir pêkereke girîng be. Bo nimûne, di dewleteke kamiraniyê yê baş dixebite de, ne hewce ye ku takekes dahata xwe bo debara demên bêkariyê zêdetir bikin, lê dikarin beşdarî pergaleke civakî ya ku wan li dijî bêkariyê sîgorta dike bibin. Her wiha, dewletek dikare bi rêya kêmtirkirina zirarên têkçûnê wergirtina xeterê teşwîq bike, ku ev jî dibe ku înovasyonê zêdetir bike.[10]
4.3 Pirsgirêkên têkildarî dîkotomiya "bazar" li dijî "dewlet"
Têkiliya di navbera bazar û dewletê de bi awayekî kevneşopî wekî şemayeke sê-tebeqeyî hatiye fehmkirin, bi qasî ku di beşên 4.1 û 4.2:1an de hatiye diyarkirin: 1) dewlet, mafên milkiyetê û pêşmercên din ên bazaran ewle dike; 2) bazar, di vê çarçoveyê de cih digirin û encamên birişt peyda dikin; 3) dewlet, têkçûnên bazarê sererast dike û pirsgirêkên din bi rêya saziyên temamker ên wekî dewleta kamiraniyê çareser dike. Ev model, di gelek nîqaşên li ser bazaran de ji pêşve tê qebûlkirin. Lê belê, di nîşandana rastiyên îroyîn de, sedemên ku hem bi awayê pênaseyî û hem jî bi yê normatîv wekî netêr were dîtin jî hene.
Berî her tiştî pirsgirêkeke wiha heye, ku her çi qas bazar gerdûnî bibin jî, ji aliyê din ve pergala ramyariyî hêj bi giranî li ser bingeha netewe-dewletan e. Ev dikare rê li kêmasiyên bicihanînê veke, lê di heman demê de zextê li ser dewletan dike da dev ji qanûnên hişk an backirinên zêdetir berdin, lewre sermaye, nexasim sermayeya darayî, dê ji welêt derkeve û biçe qaşo "bihuşta bacê" (Dietsch 2015). Di salên dawî de, eleqeya li hember bazarên navneteweyî zêdetir bûye: Tiştê ku wan ji bazarên navxweyî cuda dike çi ye; wekî mînak; newekheviyên mezin ên desthilatdariyê û pergalên cuda yên saziyî yên li welatên cuda, gelo tê wê wateyê ku divê ew bi awayên cuda werin têgihîkirin? Bo ku edaleta gerdûnî bêhtir were pêkanîn, ew, ji aliyê saziyên din ve çawa dikarin werin birêxistinkirin û temamkirin? Civata dewletan, an jî qet nebe komên dewletan, çawa dikarin hevkariyê bikin da vê pêk bînin? Ev pirsan, di nav nîqaşeke berfirehtir a li ser edaleta gerdûnî de cih digirin (bide ber wekî mînak Pogge 2002; Caney 2005; Brock 2009, di heman demê de ji Blake 2008 jî bnr.). Ev nîqaş, wekî mînak, li ser du mijaran didome: saziyên wekî Rêxistina Bazirganî ya Cîhanê ku dikarin li ser mercên xebatê hin standardan pêk bînin (bnr. wekî mînak Barry/Reddy 2008), an jî ka çawa bazirganiya çavkaniyên xwezayî dikare di nav saziyên ku pêşî li "laneta çavkaniyê" digirin de bi cih bibe, ew laneta ku welatên ji aliyê çavkaniyên xwezayî ve dewlemend lê belê ji aliyê avahiyên rêveberiyê ve qels in nerihet dike, (bnr. wekî mînak Wenar 2015). Pêşniyazên bi vî rengî, vedipirsin ka saziyên ku bazarên navneteweyî ava dikin çawa dikarin biguherin da destkeftiyên ji bazirganiyê dualî bin û pareke adil bidin her kesî (ji James 2005; Risse 2007; Kurjanska / Risse 2008 ; Christensen 2017 jî bnr.).
Ya duyem, pirsgirêkên têkçûnên bazarê û bêîstiqrariyên bazarê, pirî caran li gorî qêbûlan gelek zêdetir belavdar in, nexasim di nav bazarên aloz û pevtêkildar ên wekî bazarên darayî de (bide ber wekî mînak Minsky 1986, nexasim beş: 9; bi gelemperî li ser bazarên darayî li Herzog 2017 jî bnr.). Ev tê wê wateyê ku birêzikkirina wan bo dewletan gelekî zehmettir e. Pêwendiya wê bi rola bandorên derûnnasiyî yên wekî derûniya garanî (bide ber wekî mînak Akerlof û Shilling 2003) û mihtemelen bi bêhevsengiyên mezin ên hêzê yên di nav bazaran de, ku pirî caran ji ber asîmetriyên agahdariyê yan jî astengên li hember têketina bazarê derdikevin, heye. Dema ku zincîrên sedemkî yên ne-xêzî hebin û texmînkirina berteka "bazaran" zehmet be, berbînkirina encamên guhertinên birêzikkirinê zehmet e, û ji ber vê ne zelal e ka mirov dikare kartêkirina wan a li ser civakê çawa binirxîne. Ev yek, wê pirsê derdixe holê ka gelo dewlet mecbûr in ku bo birêzikkirina bazaran rêbazeke nermtir bi kar bînin an jî dibe ku rê hebin bo kêmtirkirina hesasiyeta pergala aboriyî ya gerdûnî.
Zemîneke sêyem ku dîkotomiya di navbera "bazar" û "dewletê" de hatiye rexnekirin ew e ku, ew, bandora ajanên aboriyî yên hêzdar, ango şîrketên mezin, li ser biryardayîna ramyariyî vedişêre. Wekî hin nivîskaran doz kirine, hin welatên kapîtalîst, nexasim Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, nêzikî rewşeke wisa bûne ku, yê ku bazaran birêzik dike ne dewlet e. Zêdetir, ajanên hêzdar ên di nav hem şîrketan û hem jî elîtên ramyariyî de rêzikên lîstikê li gorî berjewendiyên xwe diyar dikin, ku ev jî zirarê dide gelemperiya civakê (wekî mînak Crouch 2011).
Ev hemû xal bi taybetî lezgîn in, çiku pirsgirêkên çavkaniyên xwezayî yên sînordar û guhertina avhewayê derbarê şiyana ketina rêyeke domdartir a çarçoveya bazarî-ramyariyî ku em dinasin pirsgirêkan derdixe. Çiku gelek çalakiyên ku zirarê didin hawirdora xwezayî wekî çalakiyên bazarî çêdibin, birêzikkirina wan, dê gelek caran birêzikkirineke bazaran jî bivê. Lê belê, dema mirov zehmetdariya avakirina çarçoveyeke birêzikkirinê di asta gerdûnî de bide ber çavan, çalakiya xwebexş ji hêla beşdarên takekesî yên bazaran jî dê were xwestin, wekî mînak, bi rêya kirîna hilberên ku bi awayekî domdar mezin dibin û otomobîlên bi emîsyona kêmtir a karbonê. Çalakiyên wiha xwebexş divê, bi awayekî îdeal, bo şîrketan hin teşwîqan biafirînin da bo kêmtirkirina berxwarina çavkaniyan û ya enerjiyê çareyên înovatîv bibînin. (her wiha bide ber beşa 5.2 ya li jêr). Bazar, tevî ku bêguman beşeke pirsgirêkê ne, dibe ku bi vî rengî bibin beşeke çareseriya zehmetiyên ku sewa xizanî, kêmbûna çavkaniyan û guherîna avhewayê derdikevin holê.
4.4 Pevtêkildariya saziyan
Pevtêkildariya bazaran û saziyên din jî bi lêkolînên civaknasiyî yên li ser "cureyên kapîtalîzmê" û nêzikahîtêdanên hevreng tê piştrastkirin. Ew doz dikin ku di qada aboriyî û ramyariyî de ne komeke saziyên "baştirîn", lê belê hin komên saziyên diyar hene ku ji yên din çêtir li hev dikin: ew, "temamkeriyên saziyî" pêk tînin. Wekî Hall û Soskice nîşan didin, mirov dikare aboriyên bazara "lîberal" ji aboriyên bazara "koordînekirî" cuda bike, ku tê de mekanîzmayên pevtêkildar li hin qadan hukim dikin, wekî têkiliyên pîşesaziyî yên di navbera kardêr û karkeran de (yan jî sendîkayan), saziyên rahênan û perwerdehiya pîşeyî, rêvebirina şîrketan an jî têkiliyên navbera şîrketan. Di aboriyên bazara lîberal de, wekî li welatên Anglo-Sakson serdest in, mekanîzmayên bazarê pir berbelavtir in; bo nimûne, peymanên xebatê bi gelemperî kurttir in. Di aboriyên bazara koordînekirî de, wekî ku mirov bo nimûne li Ewropaya Parzemînî dikare bibîne, teşeyên din ên koordînasyonê, wekî mînak, bazarkirina kolektîv, roleke mezintir dilîze (Hall û Soskice 2001). Ev pevtêkiliyan, ku dikarin di teorîzekirina zêde razber de werin piştguhkirin, gava ku fîlozofên ramyariyî di teoriya “ne-îdeal” de derbarê bazaran de pirsên şênber rave dikin divê li ber çavan werin girtin (wekî ku bo nimûne di Keat 2008an de hatiye kirin). Fîlozof pirî caran li ser rêzik û birêzikkirinan sekinîne, tercîhên takekesan wekî dayî qebûl kirine û di derbarê bazaran de bi awayekî veşartî perspektîveke "aboriyî" pejirandine. Lê perspektîveke "civaknasiyî", ku tê de nifşên tercîhan û deqbenda civakî ya berfirehtir jî li ber çavan tê girtin, dihêle ku mirov rêyên din ên ku encamên bazaran dikarin biguherînin bibîne. Guherînên di saziyên cuda de, di tercîhên takekesan de, û di "ethos"a li hin bazaran serdest de di rewşa îdeal de divê tev bimeşin û li hev bikin. Ne pêkan e ku pirsgirêkên heyî yên bazar jî tevlî bûne, wekî edaleta gerdûnî û guherîna avhewayê, tenê bi spartina yek ji van navgînan çareser bibin. Daxwazbarîtî û çêbûnbarîtiya birêzikkirinên cuda yên bazarî û ne-bazarî ku ravekirina van mijaran armanc dikin, tevlî pirsên derbarê rehenda navneteweyî yê bazaran û ka bazar çawa dikarin ber bi armancên normatîv ên wekî bextiyariya mirovan û wekheviya zêdetir werin birêkirin, di vekolînên hemdem ên derbarê bazaran de hin qadên girîngtirîn in.
5. Temayên têkildar
Dema fîlozof li ser bazaran û cih û rola wan a nav civakê de difikirin, divê haya wan ji wê rastiyê hebin ku teoriyên li ser bazaran carinan dikarin darazên xwe yên nirxê yên veşartî dihewînin. Ji ber vê, divê ew li hember pirsên metodolojîk ên dîsîplîna zanistî ya li ser bazaran disekine, ango aborînasî, hesas bin. Fîlozofên ramyariyî derbarê encamên normatîv de divê argumentên sincparêzên xebatê, ku peywirên sincî yên beşdarên bazarê nîqaş dikin, li ber çavan bigirin. Wekî Heath û yên din. (2010) di demên dawî de doz kirine, entegrekirina xurttir a nîqaşên di sincnasiya xebatê û fîlozofiya ramyariyî de dê zêdetir bifêde be, û ev nexasim derbarê nîqaşên li ser bazaran de derbasdar e. Di vê beşa dawîn de, ev her du mijarên têkildar bi kurtasî tên nîqaşkirin.
5.1 Di aborînasiyê de pirsên metodolojîk
Girîng e ku di aborînasiyê de pirsgirêkên metodolojîk (Hausman 2008) ji pirsên normatîv werin veqetandin. Lê belê, ew gelek caran bi awayên giriftane bi hev ve girêdayî ne.[11] Derbarê qebûlên li ser aqlîtiya mirovan mînakek: modelên standard yên aboriyî aqlîtiya tekûz, ku pirsgirêkên wekî qelsiya vînê li derve dihêle, wekî heyî qebûl dikin, ji ber vê li dijî bazaran rexneyên normatîv, ku li ser şiyana îstismarkirina beşdarên aqlîtir ên bazaran li ser qelsiyên beşdarên kêmtir aqlîtir tê avakirin, di nava vê çarçoveyê de nikarin werin bilindkirin. Bi awayekî gelemperîtir, argumentên maqûl, li hember îhtimala teorîzekirina aboriyî ya ji nirxê azad têdikoşin (bnr. wekî mînak Mongin 2006). Ev tê wê wateyê ku fîlozofên dixwazin li ser bazaran pirsgirêkên normatîv nîqaş bikin hewce ne qebûlên normatîv ên ku mihtemelen dê di nêrîna wan a bazaran de cih bigirin zelal bikin, çiku ew di hundirê modelên aborînasan de hatine avakirin. Dema ku pela mezin a teorîzekirina aboriyî di dehsalên dawîn de metodolojiyeke hilbijartinên aqlî bi kar aniye, nêzikahîtêdanên nû, bo nimûne aborînasiya reftarî yan jî aborînasiya saziyî, bi qebûlên cuda şixulîne û têkoşînên nû yên metodolojîk ava kirine. Bo nimûne, di deqbenda aboriyî de lêgerînên li ser girîngiya normên adilbûnê (wekî mînak Kahneman/Knetsch/Thaler 1986; Fehr/Schmidt 1999), li ser têkiliya di navbera normên adilbûnê ku ji hêla fîlozofên ramyariyî ve tên tercîhkirin û normên ku di reftarên mirovan de tên çavdêrîkirin hin pirsan derdixin holê. Qadeke din a balkêş "niquçk" in, ku tê qebûlkirin ku bi rêya guhertina standardên saziyî dikarin mirovan ber bi reftarên aqlîtir an jî yên ji aliyê civakî ve daxwazbartir bibin (wekî mînak Thaler/Sunstein 2008), ku ew jî rê li ber pirsên fîlozofiyî yên di derbarê bavîtîyê de vedike.
5.2 Sincnasiya Xebatê û Berpirsiyariya Civakî ya Şîrketan
Sincnasiya xebatê û nîqaşên berpirsiyariya civakî ya şîrketan, bi reftarên takekesan û nexasim şîrketên di bazaran de ve girêdayî ne (Marcoux 2008). Wergiriya nêzikahîtêdanên bi vî rengî, heta astekê bi çarçoveya hiqûqî û çandî ya ku şîrket tê de dixebitin ve girêdayî ye. Wekî argument dikare were gotin ku pêwendiya eleqeya ku di van dehsalên dawîn de li hember van babetan zêde bûye bi bêdilî yan jî neşiyaniya dewletan bo pêkanîna birêzikkirinên xurttir li ser reftarên şîrketan jî heye (her wiha bide ber Smucker 2006). Ji ber vê, dibe ku mirov bifikire ku ev tevdîrên bi vî rengî tenê bo pirsgirêkên ku dewletan çareser nekirine çareseriyên netêr in. Lê belê, bi vî awayî ew nexasim bo bazarên navneteweyî roleke girîng dilîzin, çiku pirsgirêkên birêzikkirinê yên di asta gerdûnî de ne gengaz e ku di demeke nêzik de werin çareserkirin. Înîsiyatîfên wekî Un Global Compact armanc dikin ku pîvanên bingehîn ên exlaqî li bazarên gerdûnî bidin nasîn.
Di dîrokê de, têgihên "xebat kirin"ê ji mêj ve bi fikrên li ser hin normên exlaqî ve, ku gelek caran di çarçoveya "rûmeta" bazirgan de hatine ravekirin, li gel hev bûne (bide ber wekî mînak Smith 1978 [1762/66], r. 538 û pê de). Heta Friedman, di gotara xwe ya navdar de ku tê de îdiaya "Berpirsiyariya Civakî ya Xebatê ew e ku Qezencên xwe Zêde Bike" diavêje pêş, doz dike ku mirovên xebatê divê vê yekê "dema ku li gorî qaîdeyên bingehîn ên civakê, hem yên di hiqûqê de û hem jî yên di nava edetên sincnasiyî de hatine çêkirin,” tevdigerin pêk bînin (1970, kirpandin lê hatine zêdekirin). Wekî Heath doz dike, di pey qezencê de şîrket xwediyê berpirsiyariya îstismarnekirina têkçûnên bazarê ne, wekî asîmetriyên agahdariyê, ku xizmeta hem sincnasiyê û hem jî biriştiyê dike (2014; bo nîqaşeke rexneyî bnr. wekî mînak Moriarty 2020). Pirsek girîng a ku babetên sincnasiya xebatê û berpirsiyariya civakî ya şîrketan bi nirxandina normatîv a bazaran ve girê dide, ew e ka bazar reftarên sincnasiyî xelat dikin yan ciza dikin, ango ka sincnasiya xebatê bo şîrketan maliyetek e yan avantajeke stratejîk e (bo ka vebijarka duyem çawa dibe ku bi serkeve, bide ber wekî mînak Porter/Kramer 2006). Ev, girêdayî cihgirtina wan a saziyî ye, lê di heman demê de girêdayî "sincnasiya berxwarinê" ye jî, ku di warê lêkolînên li ser bazaran de qadeke girîng a nû ye (bnr. wekî mînak, Crocker/Linden 1998; Schwarz 2010). Fikra bingehîn ev e ku heke berxwer di bazaran de ne tenê berjewendiyên xwe, lê di heman demê de tercîhên xwe yên exlaqî jî îfade bikin, bazar bo avakirina civakên adiltir û aboriyên domdartir dikarin bibin navgînek. Di heman demê de, stratejiyên ji aliyê berxweran ve tên birêvebirin, wekî boykotên ji ber sedemên sincnasiyî tên pêkanîn divê bo meşrûiyeta demokratîk binpê nekin hin pîvanan bi kar bînin (Hussain 2012, Berkey 2021 û lîteratûra ku li wir hatiye kirpandin). Ev pêvajoyan di gelek civakan de berdewam in, ne diyar e ka dê bi birina aboriya gerdûnî ber bi rêyeke adiltir û domdartir çiqas bibandor bin.
Bîbliyografî
Acemoglou, D., and J. Robinson, 2012, Why Nations Fail: The Origins of Power, Prosperity, and Poverty, New York: Crown Business.
Agmon, S., 2021, “Undercutting justice. Why legal representation should not be allocated by the market”, Politics, Philosophy & Economics, 20(1), 99–123.
Akerlof, G. A., and R. J. Shiller, 2009, Animal Spirits: How Human Psychology Drives the Economy, and Why it Matters for Global Capitalism, Princeton: Princeton University Press.
Anderson, E., 1992, Values in Ethics and Economics, Cambridge, MA: Harvard University Press.
–––, 2017, Private Government. How Employers Rule Our Lives (and Why We Don’t Talk about It), Princeton: Princeton University Press.
Aristotle, Politics, in The Complete Works of Aristotle, J. Barnes (ed.), Princeton: Princeton University Press, 1984.
Arneson, R.J., 2008, “Rawls, Responsibility, and Distributive Justice”, in Justice, Political Liberalism, and Utilitarianism: Themes from Harsanyi and Rawls, M. Fleurbaey and J.A. Weymark (eds.), Cambridge: Cambridge University Press, 80–107.
Arnold, S., 1987, “Why Profits are Deserved”, Ethics, 97: 387–402.
Bardhan, P., and J. E. Roemer (eds.), 1993, Market Socialism: The Current Debate, New York: Oxford University Press.
Barry, B., 2005, Why Social Justice Matters, Cambridge: Polity.
Barry, C., and S. Reddy, 2008, International Trade and Labor Standards: A Proposal for Linkage, New York: Columbia University Press.
Basu, K., 2007, “Coercion, contract and the limits of the market”, Social Choice and Welfare, 29: 559–579.
Basu, K., and P.H. Van, 1998, “The Economics of Child Labour”, The American Economic Review, 88(3): 412–427.
Bator, F.M., 1958, “The Anatomy of Market Failure”, Quarterly Journal of Economics, 72(3): 351–379.
Becker, G., 1976, The Economic Approach to Human Behavior, Chicago: University of Chicago Press.
Becker, S. O. and L. Woessmann, 2009, “Was Weber Wrong? A Human Capital Theory of Protestant Economic History”, Quarterly Journal of Economics, 124 (2): 531–596.
Beckert, J., 2002, Beyond the Market. The Social Foundations of Economic Efficiency, Princeton: Princeton University Press.
Bell, D., 2012, “Communitarianism”, The Stanford Encyclopedia of Philosophy (Spring 2012 Edition), Edward N. Zalta (ed.), URL = <https://plato.stanford.edu/archives/spr2012/entries/communitarianism/
Berkey, B., 2021, “Ethical Consumerism, Democratic Values, and Justice”, Philosophy and Public Affairs, 49(3): 237–274.
Berman, S., 2006, The Primacy of Politics: Social Democracy and the Making of Europe’s Twentieth Century, Cambridge: Cambridge University Press.
Blake, M., 2008, “International Justice”, The Stanford Encyclopedia of Philosophy (Winter 2008 Edition), Edward N. Zalta (ed.), URL = <https://plato.stanford.edu/archives/win2008/entries/internationaljustice/>.
Blaug, M., 1996, Economic Theory in Retrospect (Fifth Edition), Cambridge: Cambridge University Press.
Boutang, Y. M., 2011, Cognitive Capitalism, transl. by E. Emery, Cambridge: Polity Press.
Bowles, S., 2011, “Is Liberal Society a Parasite on Tradition”, Philosophy & Public Affairs, 39(1): 46–81.
Brennan, J., and P. M. Jaworski, 2015, “Markets without Symbolic Limits”, Ethics, 39(1): 46–81.
–––, 2016, Markets without Limits: Moral Virtues and Commercial Interests, London: Routledge.
Brighhouse, H., and A. Swift, 2006, “Equality, Priority, and Positional Goods”, Ethics, 125(4): 1053–1077.
Brock, G., 2009, Global Justice: A Cosmopolitan Account, Oxford: Oxford University Press.
Buchanan, A. E., 1985, Ethics, Efficiency, and the Market, Towota, NJ: Rowman & Allanheld.
Buchanan, J., 1975, The Limits of Liberty: Between Anarchy and Leviathan, Chicago: University of Chicago Press.
Callon, M., 1998, “Introduction. The embeddedness of Economic Markets in Economics”, in The Laws of the Market, Oxford: Blackwell Publishers/The Sociological Review, pp. 1–57.
Caney, S., 2005, Justice Beyond Borders: A Global Political Theory, Oxford: Oxford University Press.
Camerer, C., with G. Loewenstein, and M. Rabin (eds.), 2003, Advances in Behavioral Economics, Princeton: Princeton University Press.
Carens, J. H., 1981, Equality, Moral Incentives, and the Market. An Essay in Utopian Politico-Economic Theory, Chicago/London: Chicago University Press.
Christensen, J., 2017, Trade Justice, Oxford: Oxford University Press.
Ciepley, D., 2013, “Beyond Public and Private: Toward a Political Theory of the Corporation”, American Political Science Review, 107(1): 139–158.
Claassen, R., 2008, “The status struggle: A recognition-based interpretation of the positional economy”, Philosophy and Social Criticism, 34: 1021–1049.
–––, 2015, “Markets as Mere Means”, British Journal of Political Science, 47: 263–281.
Coase, R. H., 1960, “The Problem of Social Cost”, Journal of Law and Economics, 3(1): 1–44.
Cohen, G. A., 1979, “Capitalism, Freedom and the Proletariat”, in The Idea of Freedom. Essays in Honour of Isaiah Berlin, A. Ryan (ed.), Oxford: Oxford University Press, pp. 9–25.
–––, 1995, Self-Ownership, Freedom, and Equality, Cambridge: Cambridge University Press.
Cowen, T. (ed.), 1988, Public Goods and Market Failures: A Critical Examination, New Brunswick, NJ: Transaction Publishers.
Crocker, D.A., and T. Linden (eds.), 1998, Ethics of Consumption: The Good Life, Justice, and Global Stewartship, Oxford: Rowman & Littlefield.
Crouch, C., 2011, The Strange Non-Death of Neo-liberalism, Cambridge: Polity.
Cunningham, F., 2005, “Market economies and market societies”, Journal of Social Philosophy, 36(2): 129–142.
Dietsch, P., 2010, “The market, competition, and equality”, Politics, Philosophy & Economics, 9(2): 213–244.
–––, 2015, Catching Capital–The Ethics of Tax Competition, New York: Oxford University Press.
Dorfman, A. and A. Harel, 2013, “The Case Against Privatization”, Philosophy & Public Affairs, 41(1): 67–102
Durkheim, E., 1997 [1893], The Division of Labour in Society, L.A. Coser (ed.), New York: The Free Press.
Dworkin, R., 2000, Sovereign Virtue: The Theory and Practice of Equality, Cambridge, MA: Harvard University Press.
Ellerman, D., 2021, Neo-Abolitionism. Abolishing Human Rentals in Favor of Workplace Democracy, Cham: Springer.
Emmett, R. B., (ed.), 2010, The Elgar Companion to the Chicago School of Economics, Cheltenham: Edward Elgar.
Eucken, W., 1939, Die Grundlagen der Nationalökonomie, Jena: G. Fischer.
Fabre, C., 2006, Whose Body is it Anyway?: Justice and the Integrity of the Person, Oxford: Oxford University Press.
Fehr, E., and K. M. Schmidt, 1999, “A theory of fairness, competition, and cooperation”, The Quarterly Journal of Economics, 114 (3): 817–86
Ferreras, I., 2017, Firms as Political Entities. Saving Democracy through Economic Bicameralism, Cambridge: Cambridge University Press.
Fleurbaey, M., 2012, “Economics and Economic Justice”, The Stanford Encyclopedia of Philosophy (Summer 2012 Edition), Edward N. Zalta (ed.), URL =
<https://plato.stanford.edu/archives/sum2012/entries/economicjustice/>.
Fligstein, N., 1996, “Markets as Politics: A Political-Cultural Approach to Market Institutions”, American Sociological Review, 61 (4): 656– 673.
Frank, R. H., 2005, “Positional Externalities Cause Large and Preventable Welfare Losses”, American Economic Review, 95(2): 137–141.
Fraser, N., and A. Honneth, 2003, Redistribution or Recognition?: A Political-Philosophical Exchange, London: Verso.
Freeman, S., 2001, “Illiberal Libertarians: Why Libertarianism Is Not a Liberal View”, Philosophy & Public Affairs, 30(2): 105–151.
–––, 2011, “Capitalism in the classical and high liberal traditions”, Social Philosophy and Policy, 28: 19–55.
Friedman, D., 1973, The Machinery of Freedom. Guide to a radical capitalism, New York: Harper & Row.
Friedman, M., 1962, Capitalism and Freedom, Chicago: University of Chicago Press.
–––, 1970, “The Social Responsibility of Business is to Increase its Profits”, The New York Times Magazine, September 13, 1970.
Frey, B., 1997, Not just for the money. An economic theory of personal motivation, Cheltenham: Edward Elgar.
Fromm, E., 1976, To Have or to Be?, London/New York: Continuum.
Fumagalli, R., 2020, “Buyer Beware: A Critique of Leading Virtue Ethics Defenses of Markets”, Journal of Social Philosophy, 51(3): 457–483.
George, D., 2001, Preference Pollution. How Markets Create the Desires We Dislike, Ann Arbor: University of Michigan Press.
Gneezy, U., and A. Rustichini, 2000, “A Fine is a Price”, Journal of Lega Studies, XXIX: 1–17.
Granovetter, M., 1985, “Economic Action and Social Structure: The Problem of Embeddedness”, The American Journal of Sociology, 91(3): 481–510.
Hall, P. A., and Soskice, D., 2001, “An Introduction to Varieties of Capitalism”, in Varieties of Capitalism: The Institutional Foundations of Comparative Advantage, P. A. Hall and D. Soskice (eds.), New York: Oxford University, pp. 1–68.
Hardin, G., 1968, “The Tragedy of the Commons”, Science, 162(3859): 1243–1248.
Harris, J., 1992, Wonderwoman and Superman: the ethics of human biotechnology, Oxford: Oxford University Press.
Hayek, F.A. v., 1944, The Road to Serfdom, London: Routledge.
–––, 1945, “The Use of Knowledge in Society”, American Economic Review, 35: 519–30.
–––, 1973–79, Law, Legislation and Liberty, Chicago: University of Chicago Press.
–––, 1978, Law, Legislation and Liberty (Volume 2: The Mirage of Social Justice), Chicago: University of Chicago Press.
Hausman, D. M., 2008, “Philosophy of Economics”, The Stanford Encyclopedia of Philosophy (Fall 2008 Edition), Edward N. Zalta (ed.), URL =
<https://plato.stanford.edu/archives/fall2008/entries/economics/>.
Heath, J., 2006, “The benefits of cooperation”, Philosophy and Public Affairs, 34(4): 313–351.
–––, 2014, Morality, Competition and the Firm, New York: Oxford University Press.
–––, 2018, “On the Very Idea of a Just Wage”, Erasmus Journal for Philosophy and Economics, 11(2): 1–33.
Heath, J., J. Moriarty and W. Norman, 2010, “Business Ethics and (or as) Political Philosophy”, Business Ethics Quarterly, 20(3): 427–452.
Hegel, G. W. F., 1942 [1821], Philosophy of Right, translated with notes by T. M. Knox, Oxford: Clarendon Press.
Herzog, L., 2013, Inventing the Market. Smith, Hegel, and Political Theory, Oxford: Oxford University Press.
––– (ed.), 2017, Just Financial Markets? Finance in a Just Society, Oxford: Oxford University Press.
––– 2018, Reclaiming the System. Moral Responsibility, Divided Labour, and the Role of Organizations in Society, Oxford: Oxford University Press.
–––, 2020, “The epistemic division of labour in markets: knowledge, global trade and the preconditions of morally responsible agency”, Economics and Philosophy, 36(2): 266–286.
Hirsch, F., 1976, The Social Limits to Growth, Cambridge, MA: Harvard University Press.
Hirschman, A. O., 1970, Exit, voice, and loyalty: responses to decline in firms, organizations, and states, Cambridge, MA: Harvard University Press.
–––, 1977, The Passions and the Interests: Political Arguments for Capitalism before its Triumph, Princeton, NJ: Princeton University Press.
–––, 1983, “Rival Interpretations of Market Society: Civilizing, Destructive, or Feeble?” Journal of Economic Literature, XX: 1463–1484.
Hont, I., 2005, Jealousy of Trade: International Competition and the Nation-State in Historical Perspective, Cambridge, MA: Harvard University Press.
Hussain, W., 2012, “Is Ethical Consumerism an Impermissible Form of Vigilantism?” Philosophy and Public Affairs, 40(2): 111–143.
–––, 2020, “Pitting People Against Each Other”, Philosophy and Public Affairs, 48(1): 79–113.
Illouz, E., 2012, Why Love Hurts, Cambridge: Polity.
Jaeggi, R., 2014, Alienation, New York: Columbia University Press.
James, A., 2005, “Distributive Justice without Sovereign Rule: The Case of Trade”, Social Theory and Practice, 31(4): 533–559.
Kahneman, D., and A. Tversky, 1979, “Prospect Theory: An Analysis of Decision Making under Risk”, Econometrica, 47: 263–91.
Kahneman, D., J. L. Knetsch and R. Thaler, 1986, “Fairness as a Constraint on Profit Seeking: Entitlements in the Market”, American Economic Review, 76(4): 728–741.
Keat, R., 2008, “Practices, Firms and Varieties of Capitalism”, Philosophy of Management, 7(1): 77–91.
Keynes, J. M., 1936, The General Theory of Employment, Interest and Money, Cambridge: Cambridge University Press.
Knight, F. H., 1923, “The Ethics of Competition”, Quarterly Journal of Economics, 37: 579–624.
Kołakowski, L., 1978, Main Currents of Marxism, London: Oxford University Press.
Kramer, M. and M. Porter, 2006, “Strategy & Society: The Link Between Competitive Advantage and Corporate Social Responsibility”, Harvard Business Review, December 01, 2006.
Kurjanska, M., and M. Risse, 2008, “Fairness in Trade II: export subsidies and the Fair Trade movement”, Philosophy, Politics, and Economics, 7(1): 43–49.
Laibson, D., 1997, “Golden Eggs and Hyperbolic Discounting”, The Quarterly Journal of Economic, 112(2): 443–478.
Lane, R., 1991, The Market Experience, Cambridge: Cambridge University Press.
Locke, J., 1960 [1689], Second Treatise of Government, P. Laslett (ed.), Cambridge: Cambridge University Press.
Luxemburg, R., 2003 [1913], The Accumulation of Capital: A Contribution to an Economic Explanation of Imperialism, London: Routledge.
MacGilvray, E., 2011, The Invention of Market Freedom, Cambridge: Cambridge University Press.
MacIntyre, A., 1984, After Virtue. 2nd edition, Notre Dame: University of Notre Dame Press.
MacKenzie, D., 2009, Material Markets. How Economic Agents Are Constructed, Oxford: Oxford University Press.
Mandeville, B., 1924 [1714/29], The Fable of the Bees, Part I (1714), Part II (1729), F. B. Kaye (ed.), Oxford: Clarendon Press.
Malthus, T., 1992 [1798], An Essay on the Principle of Population, D. Winch (ed.), Cambridge: Cambridge University Press.
Mankiw, N. G., 2010, “Presidential Address: Spreading the Wealth Around: Reflections Inspired by Joe the Plumber”, Eastern Economic Journal, 36: 285–298.
Marcoux, A., 2008, “Business Ethics”, The Stanford Encyclopedia of Philosophy (Fall 2008 Edition), Edward N. Zalta (ed.), URL =
<https://plato.stanford.edu/archives/fall2008/entries/ethicsbusiness/>.
Marshall, T. H., 1992, Citizenship and Social Class, London: Pluto.
Marx, K., 1995 [1867], Capital (Volume I), in Marx/Engels Internet Archive, available online.
–––, 1995 [1844], Economic and Philosophic Manuscripts of 1844, in Marx/Engels Internet Archive, available online.
–––, and F. Engels, 1995 [1848], Communist Manifesto, in Marx/Engels Internet Archive, available online.
Mas-Colell, A., M. Whinston, and J. Green, 1995, Microeconomic Theory, Oxford: Oxford University Press.
Mauss, M., 1990 [1923–24], The Gift: forms and functions of exchange in archaic societies, London: Routledge.
McCloskey, D., 2006, The Bourgeois Virtues: Ethics for an Age of Commerce, Chicago: University of Chicago Press.
Mildenberg, C., 2020, “Agent-Democratic Markets”, Kriterion: Journal of Philosophy, 34(2): 1–32.
Mill, J.S., 2004 [1848], Principles of Political Economy with Some of Their Applications to Social Philosophy, London: Prometheus Books.
Miller, D., 2001, Principles of Social Justice, Cambridge, MA: Harvard University Press.
Minsky, H., 1986, Stabilizing an Unstable Economy, New Haven/London: Yale University Press.
Mises, L. v., 1949, Human Action: A Treatise on Economics, New Haven: Yale University Press.
Mongin, P., 2006, “Value Judgments and Value Neutrality in Economics”, Economica, 73: 257–286.
Moriarty, J., 2020, “On the Origin, Content, and Relevance of the Market Failures Approach”, Journal of Business Ethics, 165: 113–124.
Murphy, L., and T. Nagel, 2002, The Myth of Ownership: Taxes and Justice, Oxford: Oxford University Press.
Narveson, J., 1995, “Deserving Profits”, in Profits and Morality, R. Cowan and M. .J. Rizzo (eds.), Chicago: University of Chicago Press, pp. 48–87.
Nozick, R., 1974, Anarchy, State, And Utopia, New York: Basic Books.
O’Neill, M., and T. Williamson (eds.), 2012, Property-Owning Democracy: Rawls and Beyond, Chichester: Blackwell.
Okun, A. M., 1975, Equality and Efficiency: The Big Tradeoff, Washington: Brookings Institution Press.
Olsaretti, S., 2004, Liberty, Desert and the Market: A Philosophical Study, Cambridge: Cambridge University Press.
Otsuka, M., 2003, Libertarianism without Inequality, Oxford: Oxford University Press.
Pateman, C., 1970, Participation and Democratic Theory, Cambridge: Cambridge University Press.
Pettit, P., 2006, “Freedom in the market”, Politics, Philosophy & Economics, 5(2): 131–149.
Phillips, A., 2008, “Egalitarians and the Market: Dangerous Ideals”, Social Theory and Practice, 34(3): 439–462.
–––, 2013, Our Bodies, Whose Property?, Princeton: Princeton University Press.
Piketty, T., 2014, Capital in the Twenty-First Century, Cambridge, MA.: Harvard University Press.
Pistor, K., 2013, “A Legal Theory of Finance”, Journal of Comparative Economics, 41(2): 315–330.
Pogge, T. 2002, World Poverty and Human Rights: Cosmopolitan Responsibilities and Reforms, Cambridge: Polity Press.
Polanyi, K., 1944, The Great Transformation, Boston: Beacon Press.
Radcliffe-Richards, J., 2012, The Ethics of Transplants: Why Careless Thought Costs Lives, Oxford: Oxford University Press.
Radin, M. J., 1996, Contested Commodities, Cambridge, MA: Harvard University Press.
Rawls, J., 1971, A Theory of Justice, Cambridge, MA: Belknap Press of Harvard University Press.
–––, 1993, Political Liberalism, New York: Columbia University Press.
Ricardo, D., 2005 [1817], Principles of Political Economy and Taxation, in The Works and Correspondence of David Ricardo (Volume 1),
Piero Sraffa (ed.), with the collaboration of M.H. Dobb, Indianapolis: Liberty Fund.
Risse, M., 2007, “Fairness in Trade I: Obligations from Trading and the Pauper-Labor Argument”, Philosophy, Politics, and Economics, 6(3): 355–377.
Robeyns, I., 2011, “The Capability Approach”, The Stanford Encyclopedia of Philosophy (Summer 2011 Edition), Edward N. Zalta (ed.), URL =
<https://plato.stanford.edu/archives/sum2011/entries/capabilityapproach/>.
Roemer, J., 2012, “Ideology, Social Ethos, and the Financial Crisis”, The Journal of Ethics, 16: 273–303.
Rose, D. C., 2011, The Moral Foundations of Economic Behavior, New York: Oxford University Press.
Rothbard, M., 1970, Power and Market: Government and the Economy, Kansas City: Sheed Andrews and McMeel.
Rousseau, J.J., 1997 [1750ff.], The Discourses and Other Early Political Writings, Victor Gourevitch (ed.), Cambridge: Cambridge University Press.
Sandel, M. J., 2012, What Money Can’t Buy: The Moral Limits of Markets, New York: Farrar Straus Giroux.
Satz, D., 2010, Why Some Things Should not be for Sale: The Moral Limits of Markets, Oxford: Oxford University Press.
Schumpeter, J., 1942, Capitalism, Socialism and Democracy, New York: Harper & Brothers,
–––, 1954, History of Economic Analysis, London: Allen & Unwin.
Schwarz, David T., 2010, Consuming Choices, Plymoth, UK: Rowman & Littlefield.
Scott, B. R., 2011, Capitalism. Its Origins and Evolution as a System of Governance, New York: Springer.
Sen, A., 1977, “Rational Fools: A Critique of the Behavioural Foundations of Economic Theory”, Philosophy and Public Affairs, 6: 317–344.
–––, 1985, “The Moral Standing of the Market”, Social Philosophy and Policy 3: 1–19.
–––, 1993, “Capability and Well-Being”, The Quality of Life, M.
Nussbaum and A. Sen (eds.), New York: Oxford Clarendon Press, pp.30–53.
–––, 1997 [1973], On Economic Inequality, New York: Oxford University Press.
Shiffrin, S., 2007, “Intellectual Property”, A Companion to Contemporary Political Philosophy, R. Goodin, P. Pettit, T. Pogge (eds.), Oxford: Blackwell, 653–668.
Smith, A., 1976a [1776], An Inquiry into the Nature and Causes of the Wealth of Nations, D.D. Raphael and A.
L. Macfied (eds.), Oxford: Clarendon Press (abbreviation: WN).
–––, 1976b [1759], The theory of moral sentiments, D. D. Raphael and A. L. Macfie (eds.), Oxford: Clarendon Press.
–––, 1978 [1762/66], Lectures on jurisprudence, R. L. Meek, D.D. Raphael, and P.G. Stein (eds.), Oxford: Clarendon Press.
Smucker, J., 2006, “Pursuing corporate social responsibility in changing institutional fields”, in Just Business Practices in a Diverse and Developing World, F. Bird and M. Velasquez (eds.), Houndsmills, Basingstoke: Palgrave McMillan, pp. 81–108.
Storr, Virgil Henry, and Ginny Seung Choi, 2019, Do Markets Corrupt Our Morals?, New York: Palgrave Macmillan.
Taylor, R.S., 2013, “Market Freedom as Anti-Power”, American Political Science Review, 107(3): 593–602.
Thaler, R. H. and C. R. Sunstein, 2008, Nudge: Improving Decisions about Health, Wealth, and Happiness, New Haven: Yale University Press.
Titmuss, R., 1971, The Gift Relationship: From Human Blood to Social Policy, New York: Random House.
Tomasi, J., 2012, Free Market Fairness, Princeton/Oxford: Princeton University Press.
Vallentyne, P., and H. Steiner (eds.), 2000, Left-Libertarianism and Its Critics: The Contemporary Debate, New York: Palgrave
Van Parijs, Ph., 1995, Real Freedom for All. What (if anything) can justify capitalism, Oxford: Clarendon Press.
Vrousalis, N., 2019, “Workplace Democracy Implies Economic Democracy”, Journal of Social Philosophy, 50(3): 259–279.
Waldron, J., 1993, “Homelessness and the Issue of Freedom”, in Liberal Rights, Cambridge: Cambridge University Press, pp. 309–338.
Walzer, M., 1983, Spheres of Justice. A Defense of Pluralism and Equality, New York: Basic Books.
Weber, M., 2002 [1905], The Protestant Ethic and the “Spirit” of Capitalism and Other Writings, P. R. Baehr and G. C. Wells (eds.), London: Penguin Books.
Wenar, L., 2015, Blood Oil. Tyrants, Violence, and the Rules that Run the World, Oxford: Oxford University Press.
Widerquist, K., 2013, Independence, Propertylessness, and Basic Income: A Theory of Freedom as the Power to Say No, New York: Palgrave Macmillan.
Wilmot-Smith, F. 2019, Equal Justice. Fair Legal Systems In An Unfair World, Cambridge, MA: Harvard University Press.
Wright, E. O., 2011, Envisioning Real Utopias, London: Verso.
Çavkaniyên din ên li ser înternetê
- Library of Economics and Liberty, a collection of texts from the liberal/libertarian tradition.
- Marxists Internet Archive, collection of texts from the Marxist tradition.
Spasdarî
Nivîskar, bo şirove û pêşniyazên hêja ji Andrew Walton, Anca Gheaus, Simon Derpmann, Karl Widerquist û Rutger Claassen re, û bo nirxandineke pir alîkar Dan Hausman re spas dike.
Nîşeyên Gotarê
1. Lê belê niha li hember vebijarkên şîrketên astegerkî, bi taybetî fîrmayên demokratîk, eleqeyeke zêdetir heye. Nîqaşên nû yên têvel jî hene, ku li ser nîqaşên pêşîn ên derbarê demokrasiya beşdariyî (wekî mînak Pateman 1970) hatine avakirin (wekî mînak Ferreras 2017, Anderson 2017, Herzog 2018). Eleqeya li hember van babetan, pişkî ji aliyê guherînên di rêxistina xebatê de ku ji ber teknolojiyên nû yên dîjîtal derketine (wekî mînak “xebata gîg”) û pişkî jî ji fikarên berfirehtir ên derbarê parastina demokrasiyê û hewcedariya veguherîna pergaleke aboriyî ya ji aliyê hawirdorî û civakî ve domdartir tê motîvekirin. Pirseke ku ev yek derdixe holê lihevhatina demokrasiya li xebatgehê û bazaran e; dema ku hin kes demokrasiya xebatgehê wekî vebijarkeke demokratîkbûna bi rêya qaydedanîna demokratîk dibînin (Mildenberg 2020), hinekên din dipirsin ka demokrasiya xebatgehê derbasbûna birêzikkirineke xurttir a bazarê divê yan na (Vrousalis 2019). Hin nivîskar, bi taybetî Ellerman (wekî mînak 2021), di peymanên standard ên xebatê yên navbera xebatkaran û fîrmayên ne-demokratîk de li hember "firotina kedê" doza qedexekirineke giştî dikin.
2. Bandora Protestanîzmê li ser geşbûna bazarên kapîtalîst –teza vetûrî ya Max Weber (2002) [1905]– hêj nîqaşbar e, her wiha sedemên giştî ka aboriyên bazarî pêşî çima li Ewropaya Rojava û Amerîkaya Bakur serdest bûne. Becker û Woessmann (2009) di demeke nêzik de doz kirine ku bandora Protestantîzmê bi awayekî nerasterast, heke were binavkirin bi rêya berbelavbûna xwendewariyê, ku piştgirî daye pêşveçûna aboriyî, pêk hatiye.
3. Argumenteke têkildar ku carinan hatiye bilêvkirin ev e ku bazarên azad û edetên ku ew bi xwe re derdixin holê alîkariyê didin teşeyên diyar ên hikûmeta li hember maf û azadiyên hemwelatiyan rêzdar (bi peyvên navdar ên Adam Smith: " ... bazirganiyê û hilberanê hêdî hêdî pergal û hikûmeteke baş, û bi wan re jî di nav niştecihên welêt de azadî û ewlehiya takekesan, anî welêt... Ev [...] bêguman bandora wan a girîngtirîn e” (WN III.IV.4). Lê belê, di têkiliya navbera "hikûmeta baş" û pêşveçûna aboriyî de pirseke mirîşk-û-hêkê heye, çiku derbarê mafên milkiyetê de asteke diyar a ewlehiyê bi gelemperî bo bazaran wekî pêşmercek tê hesibandin (li jêr bnr.).
4. Ji bo nîqaşeke dawî bnr. Heath 2018 û gotarên bersivî di hejmara taybet ya bi navê “On the Very Idea of a Just Wage.”
5. Di paşxana vê nîqaşê de pirsa ka çawa encamên civakî bi temamî werin nirxandin heye, çiku di kevneşopiya Rojavayî de awayê têgihîştina maf û azadiyan carinan bi xwe jî bi alîgiriya bazarên azad, û bi vî awayî bi alîgiriya mirovên ku ji avantajên bazarên azad bi awayekî temam dikarin sûd werdigirin, tê tawanbarkirin. Geşedana fikra mafên kamiraniyê jî (bide ber nexasim Marshall 1992) dikare wekî bertekeke li dijî vê qisûrê were fehmkirin. Nêzikahîtêdaneke din a bi navê qaşo “nêzikahîtêdana şiyanê”, li cihê mafên fermî, hin şiyanên bingehîn (bnr. wekî mînak Sen 1993; bo kurteyekê bnr. Robeyns 2011), wekî standarda nirxandina saziyan, tevî bazaran, bi kar tîne.
6. Hin rexnegirên bazaran jî bazaran bi guhertina têkiliyên ne tenê navbera takekesên di nav civakan de, lê yên navbera neteweyan de jî tawanbar dikin; bazarên kapîtalîst jî, bi rê li zêdebûna êrişbariya leşkerî vekirinê hatine tawanbarkirin (wekî mînak Luxemburg 2003 [1913]). Berevanên bazarê, berevajî, doz kirine ku bazirganî dikare tengijîna navneteweyî kêmtir bike, lewre ew di navbera welatan de girêdankên dualî diafirîne (bo nîqaşa di sedsala 18an de bnr. Hont 2005).
7. Lê belê, li ser rewabarîtiya firotina endamên laşî jî lîteratûrek heye (wekî mînak neqilkirina organan) yan jî xizmetên wekî dayiktiya hilgir. Bnr. wekî mînak Harris 1992, beş: 6; Radcliffe-Richards 2012; yan jî Fabre 2006, beş: 5-7.
8. Ev pirsgirêkek e, wekî mînak, bo teoriyên ku derbarê hemû mal û xizmetan de agahdariyeke temam û bi wekhevî belavbûyî ferz dike, merceke ku di bin rewşên rastîn de ne gengaz e ku pêk were.
9. Mafên milkiyetê û îhtimala wekhev a bicihanîna wan jî di nav wan pêkerên sereke de ne ku teorîstan di nîqaşên gur ên derbarê pirsa ka çima geşedena aboriyî li hin herêmên cîhanê ji yên li herêmên din cudatir e destnîşan dane (bide ber wekî mînak Smith WN III; li ser rola heyatî ya hêza navendîkirî û saziyên tevayî di demên dawî de ji aliyê Acemoglou û Robinson 2012 argumentên hevreng hatin berpêşkirin). Di nav kevneşopiya anarşîst de hin endamên ku helwesteke berevajî hildigirin hene, ango dibêjin ku bazar bo ewlekirina mafên mulkiyetê xwe naspêrin saziyên din, lê belê dikarin xizmetên wekî bicihanîna hiqûqê bi xwe peyda bikin; bnr. wekî mînak helwestên anarko-kapitalîst ku ji hêla Murray Rothbard (1970) yan jî David Friedman (1973) ve hatine parastin.
10. Xeynî pirsa giştî ya derbarê ka saziyên dewleta kamiraniyê dikarin çi qas destvekirî bibin, li ser çawaniya birêxistinkirina pêşkêşî û fonksiyonên din ên dewleta kamiraniyê, û ka bo vê armancê bikaranîna bazaran meşrû ye yan na nîqaşek heye. Bo nimûne, divê hikûmet perwerdehiya giştî peyda bike yan alîkariyên bo dibistanên taybet jî têra xwe baş in? Derbarê taybetîkirinên di qadên diyar de bo redkirineke rêgezî bnr. Dorfman û Harel 2013; bo pêşniyazeke cihêreng ku balê dikişîne ser biryarçêkirina demokratîk bnr. Claassen 2015.
11. Li ser vê tevliheviya pirsên metodolojîk û bingehîn resimandineke dawîn a balkêş dikare di hejmara taybet a li ser Storr / Choi 2019 di kovara Erasmus Journal of Philosophy and Economics 13(1), 1-60 de were dîtin.