Mêtingerî

2023/06/19
1086

Mêtingerî pratîka tehekumê ye, ku gelekî dixe bin hikmê yê din. Yek ji zehmetiyên pênasekirina mêtingerîyê ew e ku zehmet e ji împeryalîzmê bê veqetandin. Gelek caran wek ku herdu peyv hevmane bin miamele dibînin. Mîna mêtingeriyê, împeryalizm jî kontrola siyasî û aborî ya li ser axeke ne-serbixwe dihewîne. Lê hin serben hene di etîmolojiya herdu têgehan de ku wan ji hev cihê dike. Peyva kolonî ji peyva latînî colonus tê ku maneya wê cotkar e. Ev kok, bi bîra me dixe ku di pratîka mêtingeriyê de bi giştî veguhastina gel heyê heye bo axeke nû, û yên diçinê li wir dimînin lê sedaqeta wan a siyasî bo welatê jê hatine dewam dike. Împerialîzm jî ji peyva latînî, împerium tê ku maneya wê hikimkirin e. Ji ber vê, têgeha împeryalîzmê balê dikşîne ku welatek hêza xwe çawa li ser ê din bi kar tîne; bi riya lêbicîbûnê, bi riya serweriyê an bi mekanizmayên neyekser ên kontrolkirinê.

Di nerîta rojavayî de, meşrûiyeta mêtingerîyê bûye endîşeyeke demdirêj ji bo fîlozofên siyaset û exlaqê. Herî kêm ji Seferên Xaçparêz û fetihkirina Amerikayan vir ve, ji bo teorisyenên siyasetê zehmet bûye ku fikrên derbarê edalet û hiqûqa xwezayî, û pratîka serweriya Ewropayê ya li ser gelên ne-rojavayî li hev bînin. Di sedsala nozdemîn de, tengijîna navbera ramana lîberal û pratîka mêtingeriyê tûjtir bû, ji ber ku serdestiya Ewropayê li ser dawiya mayî ya cîhanê gihişt lûtkeya xwe. Îronîk e ku di heman serdemê de piraniya fîlozofên siyasetê dest pê parastina rêgezên gerdûnparêz û wekheviyê kiribûn, di heman demê de meşrûiyeta mêtingerî û împeryalîzmê jî diparastin. Riyeke ku van rêgezên dijberî hev bîne cem hev, ew argument bû ku wek “mîsyona medenîkirinê” tê zanîn. Vê argumentê diyar dikir ku serdemeke demkî ya bendebûna siyasî an wesayetê hewce ye da ku civakên “ne-medenî” bi pêş ve herin heta ciyekî ku bikaribin saziyên xwe yên lîberal saz bikin û xwe-bi rê ve bibin.

Armanca vê madeyê, analîzkirina têkiliya navbera teoriya siyaseta Rojava û projeya mêtingerîyê ye. Piştî nîqaşeke berfirehtir a derheq têgeha mêtingerîyê, ev made wê rave bike ku ramangerên ewropî hakimiyeta siyasî çawa heq derxistine, rewa kirine, û li hember jî sekinîne. Beşa sêyem li ser lîberalîzmê hûr dibe û beşa çarem, bi kurtî, nerîta marksîst nîqaş dike ligel parastina Marks bi xwe a mêtingerîya Brîtanyayê li Hindistanê û nivîsên Lenîn ên antî-împeryalîst. Beşa pêncemîn destpêkek e bo “teoriya paş-mêtinger” a hevçax. Ev boçûn bi taybetî di xebatên edebî de xwedî bandor e, ji ber ku balê dikşîne ser awayên cuda ku subjektîvîteyên paşmêtinger tên sazkirin û li ber xwe didin bi riya pratîkên gotarî (discursive). Beşa dawî li ser rexneya xwecihan a li mêtingeriya-niştecih e ku wek bersivekê peyda bûye, bersivek him ji pratîkên tehekumê û bêparhiştina ji ax, adet û dîroka nerîtî re him ji teoriyên gerdûnparêziyê yên paş-mêtinger re. Armanca vê madeyê çavlêgerandineke fireh û têkel e li nav lîteratura ku li meseleyên teorîk ên ji tecrubeya mêtingeriya ewropî peyda bûne.


  1. Pênase û Çarçove
  2. Hiqûqa Xwezayî û Serdema Kişfê
  3. Lîberalîzm û Împeratorî
  4. Marksîzm û Leninîzm
  5. Teoriya Paş-mêtinger
  6. Nasîn û Serhildan li Dewletên Mêtingeh ên Niştecî Çavkanî

Alavên Akademîk

Çavkaniyên din ên Înternetê

Madeyên Têkildar



1. Pênase û Çarçove 

Mêtingerî diyardeyeke modern e. Dîroka cîhanê tijî ye bi wan mînakan ku civakekê bere bere sînorên xwe fireh kiriye ber bi axa ser a xwe ve û gelê xwe li vê axa nû dagirkirî bi cî kiriye. Yunanên antîk kolonî ava kirin mîna romayî, emewî û osmaniyan ku ev çend heb in ji navdartirîn mînakan. Ewçax, mêtingerî bi dem û mekaneke taybet re ne sînorkirî ye. Lê, di sedsala şanzdemîn de, mêtingerî bi awayekî qethî guherî ji ber geşedanên teknolojîk ên deryageriyê ku êdî dikaribû bigihêje deverên dûr ên cihanê. Bi keştiyên bilez ên bibabirik mimkun bû gihiştina bendergehên dûr û domkirina danûstendina di navbera navendê û mêtingehan de. Her wiha, projeye mêtinger a modern a ewropî peyda bû dema êdî mimkun bû hejmareke mezin a mirovan bibin aliyê din ê okyanûsan û ligel belavebûna cografî hakimiyeta siyasî bê domandin. Ev made têgeha mêtingeriyê diemilîne ji bo pênasekirina pêvajoya bîcîbûna ewropiyan û kontrola siyasî ya li ser deverên din ên cîhanê, Amerîka, Awistralya û deverên li Afîka û Asyayê tê de.

Zehmetiya pênasekirina mêtingeriyê ji ber vê ye ku gelek caran ev têgeh wek hevmaneya împeryalîzmê tê emilandin. Him mêtingerî him împeryalîzm awayên dagirkeriyê bûn ku ji aliyê aborî û stratejîk Ewropa jê îstifade kirine. Têgeha mêtingeriyê pirî caran ji bo bicîbûna li Amerîkaya Bakur, Awistralya, Zelandaya nû, Cizayir û Brezilyayê, ew ciyên ku ji aliyê gelheyeke mezin a şêniyên ewropî ve dihat kontrolkirin, tê emilandin. Têgeha împeryalizmê jî gelek caran ji bo pênasekirina wê rewşê ye ku dewleteke biyanî welatekî bi rê ve dibe bêyî ku li wir gelheya ji wê hebe, mînakên berbiçav, pevçûna ji bo Afrîka ya sedsala nozdemîn û hakimiyeta amerîkî ya li Filipîn û Puerto Rico ye. Lê, cudatiya navbera herduyan di lîteraturê de bi temamî ne bi îstikrar e. Hin zanyar mêtingehên ji bo lê bicîbûnê û mêtingehên ji bo îstismara aborî ji hev vediqetînin. Yên din, têgeha mêtingeriyê diemilînin ji bo pênasekirina bendebûnên ku bi yekser ji aliyê neteweyeke biyanî ve tên birêvebirin û vê bi împeryalîzmê re ku ji awayên neyekser ên hakimiyetê pêk tê, didin ber hev. Tevliheviya di warê maneya navlêka împeryalîzmê nîşan dide ku têgeh bi demê re çawa guheriye. Her çiqas peyva împeryalîzmê ne berbelav bû berî sedsala nozdemîn, dema Qralîçe Elizabet Iê de Qraliyeta Yekbûyî wek “Împeratoriya Brîtanya” hatibû pênasekirin. Her ku Brîtanya deverên piştderyayî bi dest xist, têgeha împeratorî bêtir hat emilandin. Împeryalîzm wek sîstema hakimiyeta leşkerî û serweriya li ser axa welatên din hat famkirin. Karên rojane ên hikumetê bi awayê neyekser bi riya meclîsên lokal an rêvebirên xwecih ku xerac didan, dihat bicîanîn, lê serwerî ya Brîtaniyayê bû. Analîza leninîst a ji bo împeryalîzmê wek sîstema îstismara aborî, kir ku fehma derbarê împeratoriyê de biguhere. Li gor Lenîn, împeryalîzm encama pêwîst û jêneger a mantiqa danehevê bû di kapîtalîzma dereng de. Ji ber vê, li gor Lenîn û marksîstên piştî wî, împeryalîzmê êwreke dîrokî ya kapitalîzmê teswîr dikir ji pratîkekek dîrokî-wêdetir a hakimiyeta siyasî û leşkerî. Bandora domdar a boçûna marksîst diyar e di nîqaşên li ser împeryalîzma amerîkî, ku bi giştî tê maneya hegemonyaya aborî ya Amerîkayê, ne girîng e ku ev hêz bi awayê yekser an neyekser tê emilandin (Young 2001).

Ligel zehmetiya cihêkirineke lihev di navbera du navlêkan de, ev made wê mêtingeriyê biemilîne wek têgeheke fireh ku îşaretî projeya hakimiyeta siyasî ya Ewropayê dike ya ji sedsala şanzdemîn heta ya bîstemîn ku bi tevgerên rizgariya neteweyî yên salên 1960î bi dawî dibe. Paş-mêtingerî ji bo têkoşînên siyasî û teorîk ên civakên ji bendebûnê derbasî serweriyê bûne, wê bê emilandin. Ev made wê împeryalîzmê wek navlêkeke fireh ku îşaretî hakimiyeta aborî, leşkerî, siyasî ya bêyî bicîbûna ewropiyan pêk hatiye, biemilîne. 


2. Hiqûqa Xwezayî û Serdema Kişfê 

Fetha Amerîkayê ya ji aliyê Spanyayê nîqaşeke teolojîk, siyasî û etîk da destpêkkirin derbarê emilandina hêza leşkerî ji bo kontrolkirina welatên biyanî. Ev nîqaş di çarçoveya gotareke dînî de pêk hat, ku fetha leşkerî meşrû dikir wek rêbazeke hêsankirina dînguhertin û xilasiya gelên xwecih. Fikra “mîsyona medenîkirinê” bi ti awayî ne îcada Brîtanyaya sedsala nozdemîn bû. Fatih û mêtingerên spanî kiryarên xwe yên li Amerîkayan bi sedema misyoneriya dînî bi eşkereyî meşrû dikirin. Seferên Xaçparêz handera pêşî bû ji bo pêşvebirina doktrîneke legal ku fetih û milkiyeta welatên kafiran rasyonalîze dikir. Digel ku di destpêkê de Seferên Xaçparêz wek şerên berevaniyê dihatin çarçovekirin ji bo şûn de-vegirtina welatên xiristiyan ku ji aliyê ne-xiristiyanan hatibû fetihkirin, nûtiyên teorîk ên di encama wan de roleke girîng lîstin di hewldanên meşrûkirina fetihkirina Amerîkayan de. Îdiaya bingehîn ew bû ku “Wesayeta Petrine”[1] (Petrine Mandate) ji bo li ruhê cimaeta Mesîh miqatebe, hewceyî selahiyeta Papa ye di warê mijarên ruhanî û yên dinyewî de jî, û ev kontrol bi qasî bawermendan ne-bawermendan jî dixe nav xwe.

Lê dîn-guhertina gelên xwecih selahiyeteke bêkêşe dabîn nekir ji bo projeya fethên piştderyayê. Dema Spanyayê Amerîka fetih dikir, serdem serdema reformê bû ku zanyarên humanîst ên Dêrê her diçe zêdetir diketin bin bandora teoriyên hiqûqa xwezayî yên teologên mîna St. Thomas Aquinas. Li gor Papa Innocent IV, nedibû li dijî kafiran şer bê kirin û ji milkên xwe bên mehrûmkiri tenê ji ber ku ew nebawermend in. Innocent IV ku di bin bandora Thomas Aquinas de bû gihişt wê encamê ku tenê dema kafir hiqûqa xwezayî îhlal bikin, bikaranîna hêzê rewa ye. Nebawermend, hakimiyeta wan a li ser xwe û milkê xwe rewa ye, lê ev hakimiyet dikare ji holê bê rakirin ger bê îsbatkirin ku ew nikarin xwe bi rê ve bibin li gor rêgezên ku her kesekî xwedî mantiq dikare qebûl bike. Îspanî wê gavê gihiştin wê encamê ku teb’ên xwecihên amerîkî, ji tazîbûnê, bêdilbûna ji bo xebatê bigre heta mirovxwerîyê, nîşan dida ku ev ji behreya naskirina hiqûqa xwezayî bêpar in. Ev îzaheta adetên xwecihan (indians) ji bo rewakirina kolekirina wan hat bikaranîn, ji ber ku mêtingerên spanî israr dikirin ku ev tekane riya hînkirina medeniyetê û daxilkirina wan a nav xiristiyaniyê ye.

Lê hin misyonerên spanî yên hatin şandin bo Dinyaya Nû, dîtin ku keda koleyan bi awayekî xedar tê îstismarkirin lê kes guh nade rêgezên dînî. Endamên terîqeta Dominîken bi taybetî durûtiya kolekirina xwecihan dest nişan dikirin; digotin bi henceta, Xwedê girabî, barbartiya wan [xwecîhan], bi riya pratîkên fetihkirin, şer û koletîyê gelheya xwecihên Hispanoliyayê ji 250,000an daxistibûn bo 15,000 di nav du dehsalên hakimiyeta Spanyayê de. Ji ber vê qirkirina “medeniyeta” Spanyayê, dest pê kirin fikra misyona medenîkirinê dan ber pirsan. Bartolomé de Las Casas û Franciscus de Victoria du rexnegirên herî zêde bibandor ên pratîka mêtinger a Spanyayê bûn. Victoria xelekeke ders dan li ser mafên xwecihan ku Thomasîzm tetbîqî pratîka desthilatdariya Spanyayê dikir. Wî angaşt dikir ku hemû mirov behreyeke wan rasyonelbûnê heye û mafên wan î xwezayî hene ku ji vê behreya wan tê. Ji vê qaideyê ev encam derdixistin ku biryara Papa ku Amerîka dida Spanyayê, ne rewa ye. Victoria, ji pozisyona Papa Innocent IV cuda, angaşt dikir ku ne Papa ne spanî dikarin xwecihan têxin bin hikmê xwe da ku îhlalkirinên hiqûqa xwezayî, yên mîna zînayê ciza bikin. Digot Papa mafê wî tuneye şer bide destpêkirin bi xiristiyanan re û milkê wan ji wan bistîne tenê ji ber ku “zînakar an diz” in. Ger rewş ev be, ewçax hakimiyeta ti qralê ewropî wê ne di ewlehiyê de be. Jê wêdetir, li gor Victoria, Papa û desthilatdarên xiristiyan ên bi wesayeta wî tevdigerin kêmtir mafê wan heye ku zagonan li ser nebawermendan ferz bikin, ji ber ku ew li derveyî civata xiristiyan a di bin otoriteya Papa de ne (Williams 1990).

Ligel vê rexneya xurt a li awayên serdest ên heqderxistina fetha Spanyayê, Victoria digihişt wê encamê ku bikaranîna hêzê li Dinyaya Nû rewa ye ger civatên xwecih Hiqûqa Neteweyan îhlal bikin, li gor komek rêgezên ji aqil nizilîne û loma divê bên îtaatkirin. Pêşî dibe ku bi nakok xuya bike ku îhlalkirina hiqûqa xwezayî ya ji aliyê xwecihan fetih meşrû nedikir, lê îhlalkirina Hiqûqa Neteweyan ku bi xwe ji hiqûqa xwezayî dihat, ew meşrû dikir. Victoria dupat dike ku Hiqûqa Neteweyan mecbûr e bê îtaatkirin ji ber ku “eşkere ye piraniya temama dinyayê li ser hemfikir e” (391) û ji ber ku rêgezên wê bi kêrî “menfeata hevpar a herkesî” tê. Ev jihevcihêkirin diyar e xwe dispêre wê fehmê ku rêgezên bi giştî bi hiqûqa xwezayî re têkildar in (wek qedexebûna zina û pûtperestiyê) tenê li ew kesên rizaya wan heye bandor dike, lê îhlalên Hiqûqa Neteweyan (w.m. îhlalkirina seyahat û ticareta aram) li ew ên rizaya wan tunebe jî bandor dike. Taliya talî, fehma Victoria ya Hiqûqa Neteweyan kir ku mêtingerîya Spanyayê biparêze, her çiqas binxêz kiribe ku şer divê sînorên wê hebe û ji bo gihiştina hedefa rewa be, ticaret û xebatên misyoneriyê bi aramî bên kirin. Di nav rexneya Victoria ya li qanûnîbûn û exlaqîbûna mêtingerîya Spanyayê de, rasyonalîzekirina fethê jî hebû, her çiqas sînordar bike jî. 


3. Liberalîzm û Împeratorî

Rewabûna mêtingeriyê li nav fîlozofên fransî, alman û brîtanî jî mijareke nîqaşê bû di sedsala hîjdemîn û nozdemîn de. Ramangerên ronakbîriyê yên mîna Kant, Smith û Diderot rexnegir bûn li hemberî barbariya mêtingeriyê û li dijî wê fikrê derdiketin ku ewropî mecbûriyeta wan heye ku dawiya mayî ya dinyayê “medenî” bikin. Pêşî dibe ku bi nisbet eşkere be ku ramangerên ronakbîriyê rexneyekê li mêtingeriyê digrin. Sîstema hakimiyeta mêtinger ku tê de koletî, keda mecbûrkirî ya nîv-feodal, an bêmilkkirin hebû, li dijî teza bingehîn a ronakbîriyê bû ku her takekes xwedî aqil e û behreya xwe-birêvebirinê ye. Lê geşbûna teoriya siyasî ya dij-mêtinger hewceyî etîkeke ji vê gerdûnîtir bû ku mirovayetiya hevpar a hemû mirovan nas bike. Li ber berjewendiyên aborî yên di kontrolkirina axa xwecihan û îstismarkirina keda wan, hat dîtin ku gerdûnîtiya Thomasîzmê bingeheke bi nisbet lawaz dabîn dike ji bo rexnelêgirtina mêtingeriyê. Dema tengijîna navbera gerdûnîparêziya razber a hiqûqa xwezayê û pratîkên çandî yên fiîlî yên gelên xwecih li ber çav bê girtin, pir rihet bû ku cudatiyên xwecihan wek delîlên îhlalkirina hiqûqa xwezayî bên şîrovekirin. Paşe ev bû sedema meşrûkirina mêtingeriyê.

Diderot yek ji xurttirîn rexnegirê medeniyeta ewropî bû. Di tevkariya xwe ya di Dîroka Du Hindistanan[2] a Raynal de, li hemberî wê nêrînê derdikeve ku gelên xwecih ji medeniyeta Ewropayê îstifade dikin, û dibêje mêtingerên ewropî bi xwe bêmedeniyet in. Îdia dike, çand (“karakterê neteweyî”) exlaqê telkîn dike û normên hurmetê xurt dike, lê dema ferdek ji welatê xwe dûr be, ev norm ji hev belav dibin. Li gor Diderot, împeratoriyên mêtinger gelek caran dibin mekanên zalimiya bêhed, ji ber ku mêtinger ji saziyên zagonî û danekirinên nefermî dûr in, ev hînbûniyên xwe-sînorkirinê lawaz dike û ajoya mirovê xwezayî ya şîdetê îfşa dibe (Muthu 2003).

Diderot li dijî awayên meşrûkirinên serdest ên mêtingerîa ewropî jî derdiket. Her çiqas wî dipejirand ku meşrû ye kolonîkirina herêmeke ku şênî lê tunebin, wî israr dikir ku ticar û kaşifên biyanî mafê wan tuneye têkevin welatên ku şênî lê hene. Ev girîng e ji ber ku mafê ticaretê (tenê wek ticaret nedihat famkirin, xebatên misyoneriyê û kişifkirinê jî tê bû) ji aliyê ramangerên spanî ve wek sedema meşrûiyeta mêtingeriyê dihat bikaranîn di sedsala şanzdeh û hevdemîn de. Sembola vê boçûnê nêrîna Victoria bû ku gelê xwecih nikare ticar û misyonerên aştîxwaz derxînin bêyî ku Hiqûqa Neteweyan îhlal bikin. Ger gelê xwecih li hemberî van bisekine, spanî dikaribûn bi awayekî meşrû şer bidin destpêkirin û axa wan fetih bike. Diderot bîlhese li dijî vê nêrînê derdikeve û diyar dike ku ticarên ewropî xwe “wek mêvanên xeternak” îsbat kirine. (Muthu 2003: 75)

Ramangerên ronakbîriyê berî ku bikaribin rexneyeke mecbûrker a mêtingeriyê bikin, diviyabû girîngiya çandê û îhtimala piratiya çandî nas bikirana. Ew angaşta ku hemû takekes bi wekhevî hêjayî rêz û hurmetê ye hewce bû, lê têr nedikir bibe bingeh ji fikreke dij-împeryalîst re. Diviyabû qebûl bikirana ku meyla geşkirina sazî, vebêje û pratîkên estetîk ên çêşitdar jî behreyeke esasî ya mirovî ye. Navlêka moeurs an tişta ku îro dikare wek çand bê binavkirin, wê fikrê dihewîne ku mirovayetiya heyberên mirovî di pratîkên cuda de xwe nîşan dide, ew pratîkên ku li hemberî zehmetiyên hebûnê wek çareserî pejirandine.

Berhemên dij-împeryalîstên ronakbîriyê yên mîna Diderot û Kant têkoşîna wan a bi tengijîna navbera têgehên gerdûnîhez ên mîna mafên mirovan û realîteyên piratiya çandî raber dikin. Paradoksa dij-împeryalîzma serdema ronakbîriyê ew e ku rehên heysiyeta mirovî di kapasîteya êqil a mirovê gerdûnî de dihat dîtin. Lê dema mirov bi wan pratîkên çandî re, yên ewropî ne aşîna ne an jê aciz dibin, mijûl dibin, îrasyonel xuya dikin û loma nasîn û hurmetê heq nakin. Çareseriya Diderot ew bû ku partikulerî [ne-gerdûnîbûn] wek taybetiya mirovî ya gerdûnî bê pênasekirin. Bi gotineke din, wî dupat dikir ku hemû mirov xwedî arezûyên manend in ku qaideyên bikêr biafirînin ji bo reftarên mirovî da ku derfet bidin awayên taybet ên jiyanê geş bibin bêyî ku xwe bi xwe rê bidin bêedaletî û zalimiyên hişk. (Muthu 2003: 77) Birrek cureyên çareseriyê hene li dijî kêşeyên ku hebûna mirovî bûye sedem. Hemû civak lazim e riyekê bibîne da ku di navbera egoîzma takekesî û civakîbûnê de hevsengiyekê çêbike û bikaribe rabe ji bin zehmetiyên hawirdora fizikî. Ji vê riwangeyê, çand bi xwe, ji rasyonalîteyê bêtir, kapasiteyeke gerdûnî ya mirovan e.

Diderot, ji gelek fîlozofên siyasetê yên sedsala hîjdemîn û nozdemîn cuda difikirî û nedigot civakên ne-rojavayî hov (primitive-nebûna birêxistinbûna siyasî û civakî) in, ne jî digot awayên têkeltir ên birêxistinbûnên civakî rasertir in. Yek ji mijarên kilîd ku rexnegir ji alîgirên mêtingerî û împeryalîzmê vediqetand, nêrîna wan a derheqê têkiliya çand, dîrok û pêşketinê de bû. Piraniya fîlozofên xwedî nifûz ên li Fransa û Îngilîstana sedsalên hîjdemîn û nozdemîn, bi awayekî versiyona boçûna pêşketina dîrokê ku bi Ronakbîriya Skotlandê re dihat têkildarkirin, dipejirandin. Li gor teoriya merhaleyî ya pêşketina dîrokî, hemû civak bi xwezayî ji neçîrvaniyê ber bi xwedîkirina heywanan, cotkarî, ticaretê çûne. Ev pêvajoyeke geşbûnê ye ku di heman demê de di rêçeke çandî re jî diçû, ji “wehşet”ê bo “barbarî”yê û ji wir jî bo “medeniyet”ê. “Medeniyet” ne tenê nîşaneyeke pêşveçûna madî bû, darazeke normatîv jî bû derbarê pêşveçûna exlaqî ya civakê de. (Kohn & O’Neill 2006)

Zimanê medeniyet, wehşet û barbariyê di nivîskarên mîna Edmund Burke, Karl Marks û John Stuart Mill de jî berbiçav bû. Loma wê ne rast be ku ev encam jê derkeve ku geşbûna teoriya dîroka pêşveçûnê cudatiya nerîta lîberal e; lê dema tê dîtin şexsiyetên Ronakbîriya Skotlandê yên mîna Ferguson û Smith di nav îzahkarên wê yê sereke de ne, bi lîberalîzmê ve tê têkildarkirin. Smith bi xwe li dijî împeryalîzma bi sedemên aborî bû. Wî digot, têkiliyên bendebûnê yên navbera metropol û perawêzê mekanizmaya bazarê ya xwe bi xwe-dirustkirinê xira dike û endîşe dikir ku maliyetê hakimiyeta leşkerî barê bacê mezin bike. (Pitts 2005) Lê, ew fikra ku îdia dike medeniyet lûtkeya pêvajoya pêşketina dîrokî ye, di meşrûkirina împeryalîzmê de bi kêr hat. Li gor Uday Mehta, împeryalîzma lîberal encama hevbandoriya gerdûnîhezî û fehma dîroka pêşveçûnê bû (1999). Doktrîneke bingehîn a lîberalîzmê îdia dike hemû takekes kapasîteyek wan heye ji bo mihakeme û xwe-birêvebirinê. Teoriya dîroka pêşketinê vê gerdûnîparêziyê bi vê fehmê diguherîne ku ev kapasîte ancex di merhaleyeke diyar a medeniyetê de peyda dibin (McCarthy 2009). Wek mînak, li gor John Stuart Mill (ji niha şûn de Mill), yên hov kapasîteya wan tuneye xwe bi rê ve bibin ji ber eşqa wan a zêde ya azadiyê. Li aliyê din, serf, kole û gundiyên civakên barbar ewqas hînî îtaatê dibin ku kapasîteya wan a ji bo rasyonalîteyê difetise. Tenê civakên ticarêtê dikin wan şert û mercan hildiberînin ku derfet çêbibe takekes potansiyela xwe ya azadî û xwe-birêvebirinê pêk bînin. Li gor vê mantiqê, civakên medenî yên mîna Brîtanyaya Mezin bi rêvebirina gelên kêm-pêşketî xizmeta berjewendiyên wan dikin. Ji vê riwangeyê, împeryalîzm, ne tenê awayekî hakimiyeta siyasî û îstismarkirina aborî ye lê pratîkeke paternalîstîk a rêvebirinê ye ku “medeniyetê” (yanê modernîzasyon) îxrac dike da ku pêşketina gelên xwecih teşwîq bike. Rêvebiriya despotîk (û Mill teredud nake di bikaranîna vê navlêkê de) amûrek e ku xizmeta pêşketinê dike, û di taliyê de, wan dike xwedî kapasîteya xwe-birêvebirinê.

Mill, ku temama jiyana xwe de karmendê Şîrketa Brîtanî ya Hindistana Rojhilat bû, qebûl dikir ku rêvebirineke despotîk a ji aliyê gelekî biyanî dikare rê veke li ber bêedaletî û îstismara aborî. Ev îstismar, ger neyên kontrolkirin, dikare meşrûiyet û bandora projeya împeryal têk bibe. Di Nêrînên li ser Rêvebiriya Temsîlî[3] (1861) de, Mill çar sedeman tesbît dike bê çima gelên biyanî (yanê ewropî) ne guncav in mêtingehan bi rê ve bibin. A yekem, siyasetmedarên biyanî nezan in derbarê şert û mercên lokal de ku nasîna wan pêwîst e ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyaseta gişteyî. A duyem, ji ber cudatiyên çandî, zimanî û gelek caran dînî yên navbera mêtinger û mêtingehkirî de, mêtinger zêde nikare xwedî sempatî be li hemberî gelên xwecih û mihtemel e bi zordarî tevbigere. A sêyem, mêtinger bi rastî jî hewl bide miameleyeke adil bike bi gelên xwecih re, meyleke wan a xwezayî heye ku yên mîna xwe (mêtingerên din ên biyanî an ticar) nêzîktirî xwe bibînin. Pir muhtemel e ev meyla wan di pevçûnan de rê veke li ber darazên çewt. A dawî, li gor Mill, mêtinger û ticar diçin bi kedek an rîskeke piçûk dewlemendî bi dest bixin; ev jî tê wê maneyê ku fealiyeta wan a aborî ji pêşxistina welatê kolonîkirî bêtir gelek caran wî îstismar dike. Ev arguman olana wan xalên di gelek nivîsên Edmud Burke de bû ku êrişî birêvebirina xirab a li Hindistanê dikirin, bi taybetî Axaftina navdar li ser Pêşnûmaya Zagona Hindistana Rojhilat a Fox (1783-Speech on Fox’s East India Bill). Lê, lêkolînên vê dawiyê ew nêrîna ku Burke mixalifekî împeryalîzmê bû hilweşand. Daniel O’Neill îdia dike, Burke alîgirekî sadiq ê Împeratoriya Brîtanî ya sedsala nozdemîn bû (2016). Li gor O’Neill, berevaniya Burke a împeratoriyê, ji aliyê îdeolojîk ve li hev dike bi mixalefeta wî ya mihafezekar a li hemberî Şoreşa Fransayê. 

Çareseriya Mill ji bo împeryal ew bû ji bo berjewendiya saziyeke îdarî ya pispor çavdêriya parlamentoyê bi dûr bixe. Endamên vê saziya pispor wê bihatina perwerdekirin ku derbarê şert û mercên lokal de bibin xwedî agahî. Hikumet wê pereyê wan bidaya û wek şexs wê ji ti berjewendiyên aborî sûd wernegirtana; ewçax wê bikaribûna bi awayekî adil navbera mêtingeran û gelê xwecih de navbeynkarî bikirana. Lê, Mill nedigot ka li ciyekî ku desthialtdariya siyasî ne mecbûr be hisab bide xelkê, garantiya rêvebiriyeke baş çi ye. Di vê maneyê de, nivîsên Mill nîşaneya neserkeftîbûna fikra împeryal a lîberal e. 

Ramangerên sedsala nozdemîn çendîn nêrînên wan hebû li ser meşrûiyeta hakimiyeta biyanî û fetihkirinê. Alexis de Tocqueville, wek mînak, digot mêtingerî xwe naspêre fikra “misyona medenîkirinê.” Tocqueville qebûl dikir ku mêtingerî belkî rêvebiriyeke baş nîne ji bo gelên xwecih lê vê nedikir ku li dijî mêtingeriyê be, ji ber ku piştgiriya wî bi temamî xwe dispart menfeata Fransayê. Tocqueville israr dikir ku mêtingehên Fransayê yên li Cizayirê wê rewşa Fransayê xurttir bike li hemberî reqîbên wê yên wek Îngilîstanê. Mêtingeh wê bibûya deriyek ji bo gelheya zêde ku dibû sedema nerihetiyê li Fransayê. Tocqueville ev jî digot ku hewldanên împeriyal wê han bidaya hesta welatparêziyê jî ku wê hevsengiyek çêbikira li hemberî hêzên navendrev ên materyalîzm û pevçûna çînî.

Tocqueville bi awayekî çalak hevkariya pêşketina projeya Fransayê ya mêtingehkirina Cizayirê kir. Yekem analîza Tocqueville a li ser mêtingeriyê di kampanyaya wî ya di hilbijartina 1873yan a ji bo Meclîsa Mebûsan (Chamber of Deputies) de hat çapkirin. Wek endamekî Meclîsa Mebûsan, Tocqueville hebûna Fransayê ya li Cizayirê parast. Di 1841ê de çû Cizayirê û “Essay on Algeriya” (Li ser Cizayirê) nivîsand ku bû bingeha du raporên parlamentoyê yên li ser mijarê (Tocqueville 1841). Ji alîgirên naîv ên “misyona medenîkirinê” cuda, Tocqueville dipejirand ku ji bo rêvebiriyeke qenc an pêşveçûna medeniyetê, dagirkeriya leşker pir hindik bandora wê çêbûye. Bi eşkereyî li dijî teoriya çar-merhaleyî ya Ronakbîriya Skotlandê digot, “vêga em ji ereban gelekî barbartir şer dikin” û “meriv medeniyetê li aliyê wan dibîne.” (Tocqueville 1841: 70) Lê ev tesbît nedihat maneya rexnegirtina li zilma Fransayê. Ji dêvla vê, Tocqueville taktîkên mîna îmhakirina zad, îstimlakkirina erdan, û girtina sivîlên bêçek pêşniyaz dikir. Lê nivîsên wî pir kêm hewla meşrûyeta felsefî dide û temama nerîta şerê adil jî red dike û dibêje, “Di wê baweriyê de me ku mafê şer wê selahiyetê dide me ku em welêt wêran bikin.” (Tocqueville 1841: 70) Di nivîsên Tocqueville yên li ser Cizayirê de, berjewendiyên neteweyî yên Fransayê li pêş her tiştî ye û endîşeyên exlaqî bi eşkereyî li ber armancên siyasî bêqîmet dibin. 

Di analîza Tocqueville a li ser Cizayirê de xema meşrûiyeta birêvebirina mêtinger pir kêm e lê endîşeyên derbarê pragmaya rêvebiriya mêtinger a karîger gelek in. Li gor wî, îstikrara rejimê girêdayî şiyana rêvebiriya mêtinger bû ku rêvebiriyereke qenc dabîn bike ji bo şêniyên fransî yên li wir. Tocqueville dupat dikir ku zêde navendîbûna sîstema biryargirtina li Parîsê û pratîkên keyfî ên serkêşên leşkeriya herêmî, bi hev re dibûn sedem ku mêtingerên fransî yên li Cizayirê, mafên siyasî û sivîl ên li Fransayê hîn bûne li aliyekî, ewlehiya milkê wan tunebû. Tocqueville aciz nedibû ku hiqûqa leşkerî tê bikaranîn li dijî gelên xwecih, lê dema li dijî fransiyên li wir dihat bikaranîn, ev xelet didît. Bi nêrîna Tocqueville, pîvana serkeftîbûna hewldanên Fransayê yên li Cizayirê ew e ku ew der çiqasî cazib e ku bêtir fransî biçin li wir bi cî bibin. Ji ber ku ne mimkun bû ku rizaya gelê xwecih bê stendin, Fransa nikaribû li Cizayirê hikim bike bêyî ku civateke bi îstikrar a mêtinger biafirîne. Xwecih divê bi hakimiyeta leşkerî bihatina birêvebirin û fransî jî wê bihatina qanihkirin bi qewlê qezenca aborî li hawirdoreke ku heta ji destê wan bê mîna jiyana çandî û siyasî ya li Fransayê ji nû ve bê hilberandin ku li wir bi cî bibin. Di “Duyemîn Name li ser Cizayirê” de (Tocqueville 1837: 25), piştî serdemeke kurt a çêbîniya derbarê “têkilhevbûn”a nijadan, Tocqueville ji aliyê reqabeta berdewam a gelê xwecih û fransiyên li wir li cîhana mêtinger dinêrî, êdî reqabetek hebû ku menfeata aborî ya fransiyên li wir garantî bike.

Xebatên vê dawiyê balê dikşînin ser nivîsên şexsiyetên zêde kanonîk nebûne jî (Bell 2016). Keally McBride di Mr. Mothercountry de (2016) li ser kariyera James Stephen disekine û lêkolînên arşîvî bi kar tîne ku valahiya di navbera pratîka birêvebirina mêtinger û îdeala raseriya hiqûqê derdixe pêş. Karuna Mantena (2010) Hencetên Împeratoriyê: Henry Maine û Dawiya Împeryalîzma Lîberal[4] li dij derdikeve ku mefhûmên lîberal ên pêşketin û medeniyetê roleke navendî lîstine di meşrûkirina împeratoriya Victoriyen de. Mantena raber dike ku xebatên zanyarê hiqûqê Henry Maine roleke girîng listîye di guherîna ber bi çandheziyeke nû ve ku xetere û zehmetiyên medenîkirina gelên xwecih dupat dikir.


4. Marksîzm û Leninîzm

Di salên dawî de, lêkolîneran kêmtir bala xwe dan ser nîqaşên derbarê mêtingeriyê yên nêrîta marksîst. Ev nîşaneya kêmbûna bandora marksîzmê ye di akademî û di siyaseta pratîk de. Lê, marksîzmê him li teoriya paş-mêtinger him li tevgerên serxwebûnê yên dij-mêtinger bandor kiriye. Marksîstan bal kişandine ser bingeha madî ya firehbûna siyasî ya Ewropayê û têgeh afirandine ku bikaribin rave bikin ka îstismara aborî çima piştî bidawîbûna desthilatdariya siyasî ya yekser jî dewam dike.

Her çiqas Marks ti carî teoriyeke mêtingeriyê çênekiribe jî, analîza wî ya kapitalîzmê meyla wê bi xwe ya firehbûna ji bo bazarên nû dupat kiriye. Di berhemên xwe yên klasîk de, yên mîna Manîfestoya Komunîst, Grundrisse û Capital, Marks pêşbînî kiriye ku birjûwazî wê bazara global ava bike û astengiyên li ber firehbûna xwe rake. Firehbûn encama dînamîzma kapitalîzmê ye: hilberina zêde. Reqabeta navbera hilberîneran dike ku heqê karkeran bê kêmkirin û ev jî dibe sedema kêmxercikirin û mezaxtinê. Ji bo aborî hilneweşe, tekane rê ew e ku bazarên nû bên peydakirin ji bo malên mezêxêr ên zêde. Ji riwangeya marksîst, hin awayên împeryalîzmê jêneger e. Bi îxrackirina gelheyê bo ciyên ji aliyê çavkaniyan ve dewlemend, neteweyek bazarekê diafirîne ji bo malên xwe yên îndustriyel û kaniyeke ewle yên çavkaniyên xwezayî. Welatên lawaztir mecbûr dimînin wê tercîhê bikin ku bi dilê xwe malên biyanî qebûl bikin û di encamê de îndustriya navmalî têk biçe, an teslîmî hakimiyeta siyasî bibin, ku encama wê jî heman tişt e.

Di rêzeke meqaleyan de ku di 1850 de li New York Daily Tribune de hatine weşandin, Marks bi taybetî bandora mêtingerîya brîtanî ya li Hindistanê nîqaş dike. Analîza wî û teoriya wî ya giştî ya guherîna siyasî û aborî li hev dikin. Hindistanê, wek civakeke bi eslê xwe feodal pênase dike, ku pêvajoya biêş a modernîzasyonê tecrube dike. Lê, li gor Marks, feodalîzma Hindistanê şêwazeke cuda ya birêxistinbûna aborî ye. Digihaşt wê encamê ji ber ku wî bawer dikir (bi awayekî xelet) ku li Hindistanê axa çandiniyê malê hevpar e (owned communally). Marks têgeha “despotîzma rojhilatî” diemiland ji bo teswîrkirina cureyeke taybet a hakimiyeta çînî ku hêza dewletê ya bacstendinê diemiland ji bo çavkaniyên xwe ji gundiyan temîn bike. Li gor Marks, despotîzma rojhilatî li Hindistanê peyda bûye ji ber ku hilberîna cotkariyê girêdayî xebatên gişteyî yên qad-fireh bû, mîna avdanê ku tenê dikaribû ji aliyê dewletê bê fînansekirin. Ev dihat wê maneyê ku sîstemeke otoriteyê ya ne-navendî nikaribû têkeve şûna dewletê. Li Ewropaya Rojava, milkê feodal peyderpey dikaribû biguhere bibe milkê taybet, milkekî ku bikaribe bê dewirkirin. Li Hindistanê, xwedîtiya axê ya komunal nedihişt ev pêk bê, loma rê digirt li ber çandiniya ticarî û bazarên serbest. Bi sedem ku “despotîzma rojhilatî” rê digre li ber geşbûna xwemalî ya modernîzasyona aborî, hakimiyeta Brîtanyayê dibe aktora modernizasyona aborî.

Analîza Marks ku mêtingeriyê wek hêzeke pêşverû ya modernîzekirina civakeke feodal a paşverû dibîne, wek rasyonalîzekirineke şefaf a serdestiya biyanî xuya dike. Lê, îzaheta wî ya hakimiyeta brîtanî, rengvedana heman dudiliya di warê kapitalîzma li Ewropayê de ye. Di herduyan de jî, Marks qebûl dike ku êş û azareke mezin çêbûye di veguhertina civaka feodal bo ya birjuva, ji aliyekî ve jî israr dike ku ev veguhertin him lazim bû him jî pêşverû bû. Angaşt dike ku ger ticareta biyanî têkeve Hindistanê, ev ê rê xweş bike li ber şoreşeke civakî. Ji bo Marks, ev linavhevketin encamên wê him erênî him neyênî hene. Dema gundî amûrên debara xwe ya kevneşopî winda dikin, êş û azareke mirovî ya pir mezin çêdibe, lê dest nîşan jî dike ku civatên gundiyan qirêjî ne; warê zordestî, koletî, hejarî û zalimiya sîstema kastan in. Merhaleya yekemîn a pêvajoya modernîzasyonê bi temamî neyênî ye, ji ber ku xelkê feqîr bacên giran dan ji bo piştgiriya hakimiyeta brîtanî û tehemil kirin ji tevlihevbûna ji ber zêdebûna pemboyê îngilîz re ku bi erzanî dihat hilberandin. Lê, taliya talî, ticarên brîtanî lê hay bûn ku hindistanî nikarin cawê îthal bikirin an bac bidin rêvebiriya brîtanî ger ew bi awayekî karîger malên ji bo ticaretê hilneberînin, ku razemeniya brîtanî ya hilberîn û jêrxaneyê teşwîq dike. Digel ku Marks bawer dikir ku motivasyona hakimiyeta brîtanî çavbirçîtî ye û bi darê zorê li wir e, wî dîsa jî ew wek aktora pêşveçûnê didît. Ji ber vê, nîqaşa Marks a derbarê hakimiyeta Brîtanyayê de sê rehendên wê hene: îzaheteke derbarê karakterê pêşverû yên desthilatdariya biyanî, rexneya êş û azara mirovî ya ji ber vê, û argumanta wek encam ku desthilatdariya brîtanî divê ne daimî be piştî ku potansiyela wê ya pêşverû bi cî hat.

Lenîn, analîza xwe ya derbarê hakimiyeta Rojava ya aborî û siyasî di kitêbçeya xwe ya Împeryalîzm: Bilindirîn Merhaleya Kapitalîzmê[5] (1917) de (bnr. Çavkaniyên din ên Înternetê) îfade kir. Lenîn bi awayekî zelaltir fehma împeryalîzmê rexne kir. Diyar dikir ku împeryalîzm teknîkeke wiha ye ku dihêle welatên ewropî qeyrana şoreşa navmalî ya jêneger taloq bikin bi riya îxrackirina barê xwe yî aborî bo welatên lawaztir. Lenîn îdia dikir ku împeryalîzma sedsala nozdemîn bi mantiqa aborî ya kapitalîzma dereng bi rê ve diçe. Kêmbûna rêjeya karê bûye sedema qeyraneke aborî ku dikaribû tenê bi riya firehkirina axê bê çareserkirin. Lodbûna kapitalîst mecbûr dihişt derkevin derveyî sînorên xwe yên neteweyî ji bo peydakirina bazar û çavkaniyên nû. Bi vî halî, ev analîz bi ya Marks re hevaheng ku mêtingerîa ewropî wek berdewamiya pêvajoya firehbûna navxweyî ya li nav dewletan û seranserî Ewropayê didît. Him Marks him Lenîn di wê baweriyê de bûn ku mêtingerî û împeryalîzm encama wê heman mantiqê ne ku geşbûna aborî û modernîzasyona herêmên perawêz ên Ewropayê bi rê ve dibe. Lê di analîza Lenîn de hêmaneke cihê hebû. Ji ber ku kapitalîzma dereng li dor pawanên neteweyî xwe bi rêxistin dikir, reqabeta ji bo bazaran diket şiklê reqabeta leşkerî ya navbera dewletan li ser erdên ku bikaribe lê bê hikimkirin tenê ji bo fêdeya xwe ya aborî.

Teorisyenên marksîst ên mîna Rosa Luxemburg, Karl Kautsky û Nikolai Bukharin jî li ser kêşeya împeryalîzmê sekinîn. Helwesta Kautsky girîng e bi taybetî ji ber ku analîza wî têgehên nû bi xwe re anîne ku teoriya sîstemên cîhana hevçax û xebatên paş-mêtinger de hê jî roleke sereke dilizîn. Kautsky li dijî wê nêrînê derket ku îdia dikir împeryalîzm rê xweş dike li ber geşbûna herêmên marûzî îstismara aborî dimînin. Wî digot, împeryalîzm têkiliyeke bi nisbet dewamî ye ku hevbandoriya navbera du cure welatan saz dike. (Young 2001) Digel ku împeryalîzm di destpêkê de di şiklê reqabeta leşkerî ya navbera welatên kapitalîst de şikil girtiye, wê bibe peymaneke veşartî di navbera berjewendiyên kapitalîst de ku bikaribin sîstemeke bi îstikrar a îstismarkirina cîhana ne-pêşketî bidomînin. Binifûztirîn alîgirê hevçax ê vê nêrînê Immanuel Wallerstein e ku bi teoriya sîstemên-cîhanî tê naskirin. Li gor vê teoriyê, sîstema-cîhanî komeke têkiliyên bi nisbet bi îstikrar e di navbera dewletên navend û yên perawêzê de. Ev dabeşbûna kedê ya navneteweyî li gor menfaatên dewletên navend sazkirî ye (Wallerstein 1974–1989) û çavkaniyan transfer dike ji perawêzê bo navendê. 


5. Teoriya Paş-mêtinger

Li gor Frantz Fanon, îstismara tipîk a aborî ya mêtingeriyê bi rêbazeke nû ya bi saya serkêşiya birjuwaziya komprador, parçeyek ji çîna rêvebir a xwecih ku bi berjewendiyên aborî yê biyanî re di tifaqê de ye, dikare bê mîsogerkirin. Ji riwangeya teoriya sîstemên-cîhanî, îstismara aborî ya perawêzê îleh hewceyî hakimiyeteke siyasî an leşkerî nake. Teorisyenên rexneya edebiyatê jî bi heman awayî bal kişandin ser pratîkên temsîliyetê ku mantiqa bendebûnê ji nû ve hildiberîne, ku piştî koloniyên berê serbixwe bûne jî didome. Xebatên qada paşmêtinger ji xebata rêvekir a Edward Said, Orientalîzmê bandor girt. Said, di Orientalîzmê de teknîka analîza gotarê ya Michel Foucault li hilberîna zanîna derbarê Rojhilata Navîn de tetbîq kir. Têgeha Orientalîzmê komeke bibinyadkirî ya têgeh, farazî, û pratîkên gotarî pênase dikir, ku di hilberîn, şîrovekirin û nirxandina zanîna derbarê gelên ne-ewropî de hatine emilandin. Analîza Said ew derfet da lêkolîneran ku deqên edebî û dîrokî ji hev veçirînin da ku fam bikin bê ev projeya împeryalîst çawa xurt dikin û dibin rengvedana wê. Ne mîna xebatên berê ku li ser mantiqa aborî an siyasî ya mêtingeriyê hûr dibûn, Said bala xwe da têkiliya navbera zanîn û desthilatdariyê. Said, xebata çandî û epîstemolojîk a li ser împeryalîzmê derxist pêş da ku faraziya îdeolojîk a zanîna nirx-azade têk bibe û raber bike ku “zanîna Rojhilat” parçeyek bû ji projeya desthilatbûna li wir. Orientalîzm dikare wek hewldanekê bê dîtin, ku qada cografî û dîrokî ya rexneya pişt-binyadgerî ya zanînnasiya Rojava firehtir kiriye.

Said, têgeha Orientalîzmê bi çend awayan diemilîne. A yekem, Orientalîzm qadeke taybet a xebatên akademîk e derbarê Rojhilata Navîn û Asyayê de, her çiqas Said wê berfireh dike jî ku dîrok, sosyolojî, edebiyat, antropolojî û bi taybetî fîlolojiyê jî têxe nav. Wek pratîkeke ku alîkariya pênasekirina Ewropayê jî dike bi afirandina teswîreke sabit a êdinên xwe, derveyî xwe yî damezrêner jî teswîr dike. Orientalîzm rêbazeke karakterîzekirina Ewropayê ye bi xêzkirina îmaj an fikreke zid ku xwe dispêre hin tezadên dulibî (rasyonel/îrrasyonel, aqil/laş, nîzam/kaos) ku endîşeyên Ewropayê îdare dike û ji holê radike. Di taliyê de, Said dupat dike ku ew awayekî bikaranîna otorîteyê ye jî bi riya birêxistinkirin û senifandina zanîna derbarê Rojhilat de. Ev boçûna gotarî cihê ye him ji nêrîna materyalîst ku zanîn tenê rengvedana berjewendiyên aborî an siyasî ye, him ji nêrîna îdealîst ku zanîn bêalî û notr e. Said, da ser şopa Foucault û gotar wek awayekî zanînê teswîr kir, ne ku wek alava xizmeta desthilatdariyê tê bikaranîn, ew bi xwe şêwazeke desthilatdariyê ye.

Tevkariyeke din a nîv-kanonîk bo qada teoriya paş-mêtinger, “Madûn Dikare Bipeyive?” (1988) a Gayatri Spivak e. Spivak bi pirsgirêka temsîliyetê ya Said mijûl dibe lê wê ber bi akademiya hevçax ve fireh dike. Spivak fikra şefafbûna axaftina madûnan dide ber pirsan. Dema akademisyenên niyet-qenc dixwazin derfet bidin madûnan ku “li ser navê xwe bipeyivin”, hêvî dikin bi rakirina navbeynkaran (pispor, hakim, rêvebirên împeryal, elîtên lokal) bihêlin hin heqîqetên resen ên xwe dispêrin tecrubeyê derkevin holê. Lê tecrube bi xwe bi riya temsiliyetê tê avakirin; ji ber vê, înkarkirina pirsgirêka temsîliyetê wê tune nake, tenê nasîna wê zehmettir dike. Îddiaya navendî a nivîsê ew e ku “temsîliyet girîngiya xwe winda nake.” Ji ber ku desthilatdarî li her derê ye, heta di zimên bi xwe de ye, şefafî û resenî ne mimkun e; ev tê wê maneyê ku xebatên tevlihev û nîqaşbar ên şîrovekirinê lazim in.

Aijaz Ahmad angaşt dike, ligel îdîayên Spîvak ku di nav nerîta marksîst de dixebite, nivîsên wê, ew taybetiyên sereke yên marksîzmê, materyalîzm, rasyonalîzm û pêşketinê piçûk dikin (Ahmad 1997). Li gor Ahmad, Spivak wek awayekî hilberînê, ji binyadên sazûmanî û bandorên materyal ên kapitalîzmê bêtir, bi vebêjeyên kapitalîzmê re elaqeder dibe. Rexneya tûj a Spivak li tevgerên ku kirdeyên madun esas digrin, îdiaya sereke ya siyaseta marksîst lawaz dike, ku proleteryayê dike xwedî îmtiyazên hevpar, heqîqî ku ji aliyê sîstema kaptalîst ve hatiye hilberandin. 

Vivek Chibber (2013) û Dipesh Chakrabarty (2007) jî li ser van babetan sekinîn. Chakrabarty, di kitêba xwe ya girîng Provincializing Europe de dibêje têgehên ewropî yên berbiçav ên mîna fezaya sêhra wê xira bûye, dema sekuler û serwerî berê zanistên civakî diyar dikin. Dema ev standard wek gerdûnî bin miamele dibînin, cîhana sêyem wek netemam an kêm xuya dike. Chibber li dij vê helwestê derdikeve. Chibber rexne li Xebatên Madûnan digre û kategoriyên gerdûnî yên mîna kapitalîzm, çîn, rasyonalîte û objektivîteyê diparêze. Dibêje ev kategorî hewce nake kêmker an ewrosentrîk bin, û ew kêrhatî ne di ronîkirina motivasyona aktorên siyasî û sînorên binyadî yên serkêş rû bi rû dimînin li welatên mîna Hindistanê.

Ev nîqaş rengvedana tengijîna di nav qada xebatên paşmêtinger e. Her çiqas hin ramanger him ji marksîzmê him ji piştbinyadgeriyê îstifade bikin jî, herdu teorî hedef, rebaz û faraziyên wan cuda ne. Di zanistên mirovî de, teoriya paşmêtinger meyldar e ku bandora ramana piştbinyadger nîşan bide, li aliyê din, teorisyenên dermêtingeriyê li ser dîrok, aborî û saziyên siyasî hûr dibin. Digel ku teoriya paşmêtinger bi meseleyên meleztî, diyaspora, temsîliyet, vebêje, û zanîn/desthilatdariyê re elaqeder dibin, teoriyên dermêtingeriyê di tatêla şoreş, newekheviya aborî, şidet û nasnameya siyasî de ne.

Hin akademisyenan dest pê kirine bikêrbûna mahiyeta teoriya paşmêtinger didin ber pirsan. Mîna fikra teoriya skotlandî ya çar-merhaleyan, digel ku teoriyeke ku pir kêm aliyên wan ên hevpar xuya dike, mahiyeta paşmêtingeriyê jî xuyaye xwe dispêre fehmeke pêşverû ya dîrokê (McClintock 1992). Ew diyar dike ku, belkî bêyî ku hay jê hebe, têgehên meleztî, cudabûn, partîkulerbûn û piratî dibe ku rê bide cureyeke dogmatîzma metodolojîk an mantiqa pêşveçûniyê (developmental). A din, têgeha “mêtingerî” wek nîşaneya vê qada lêkolînê problematîk e jî, ji ber ku li deverên ku teknîkên pir cuda yên hakimiyetê hatine tecrubekirin hevpariyên bêmantiq ên dîrokî derdixe pêş. Bi vî awayî, ajoya krîtîk a li pişt teoriya paşmêtinger li xwe vegeriya bi balkişandina ser rêbaza ku ew bi xwe dikare bi arezûya utopîk a borandina travmaya mêtingeriyê bê îşaretkirin (Gandhi 1998).


6.  Nasîn û Serhildan li Dewletên Mêtinger ên Niştecî

Akademisyenên xwecih paş-mêtingerî rexne kirin ku ev têgeh hebûna berdewam a dewletên mêtinger ên niştecî vedişêre. Xaleke nîqaşbar a di lîteratura teoriya hevçax a siyasî ya xwecihan de ew rade ye ku beşdariya di saziyên mêtinger ên legal û siyasî de dikare bê arezûkirin da ku wan veguherînin. Di navenda vê nîqaşê de ew pirs heye ka gelo biahengkirina sazûmanî ya ji bo lihevanînê berjewendiyên xwecihan pêş ve dibe an ji nû ve hildiberîne wan şert û mercên hakimiyeta ku ancex têkiliya dîrokî ya mêtingeriya niştecih dide domandin. Komeke akademisyen siyaseta redkirin û vejînê dupat dikin. Di Navbirên Mohawkan: Jiyaneke Siyasî li ser Sînorên Dewletên Niştecî[6] (2014) de Audra Simpson îdia dike, pratîkên demokratîk ên hevçax ên nasînê gelên xwecih vediguherîne, wan ji neteweyên serwer dike welatiyên etnîk ên kêmar. Diyar dike ku têkoşîna ji bo xwe-birêvebirinê hewceyî siyaseteke redkirinê ye. Kêşeya siyaseta lihevhatînê ew e ku ew di nav sîstemeke wiha de dimîne ku bi mantiqa lîberalîzma rojavayî tê birêvebirin û bi hîyerarşiyên parçeyek ji wê tên sazkirin. Vejîn, herî baş bi siyaseta redkirinê ku mafê diyarkirina siberoja xwe û serweriyê armanc dike bi riya jinûveentegrekirina çand û adetên xwecih, pêk tê. 

Di Wasáse: Rêçên Xwecihan ên Kiryar û Azadiyê[7] (2005) de, Taiaiake Alfred dibêje, guhertineke manîdar a di şertên mêtingehbûnê de hewceyî veguherîneke domdar a civakê ye bi riya vejîna xwecihan. Li gor Alfred, jinûveentegrasyon nikare pêk were di nav çarçoveya rojavayî ya lîberal de ji ber ku mecbûriyetên kapitalîzmê û şêwazên jiyana xwecihan qet li hev nakin. Ji ber vê, hewldanên lîberal ên lihevhatinê wê her tim li dijî hewldanên civatên xwecih ên ji bo mafê diyarkirina siberoja xwe bin. Dansa li ser Pişta Kûsiyê Me: Çîrokên Jinûve-Afirandin, Vejîn û Peydabûneke Nû ya Nishaabeg[8] (2011) Leanne Betasamosake Simpson diyar dike ku jinûvesazkirin divê ji hundir dest pê bike, û gelê xwecih lazim e ne tenê dîrok û adetên pêş-mêtinger ji nû ve saz bikin, çand û nerîtên birêvebirinê yên xwecih jî ji nû ve bidin nasandin bi riya nerîta devkî ya çîrokbêjiyê wek çarçoveyeke nasandina tecrubeya civakî.

Glen Coulthard çarçoveya teorîk a vejîn û redkirinê firehtir dike di Çermê Sor, Maskeyên Spî: Redkirina Siyaseta Mêtinger a Naskirinê[9] (2014) de û analîzeke rexneyî ya tecrubeyên dîrokî û siyasî yên gelê xwecih ê li Kanadayê pêşkêş dike. Coulthard dibêje, rêbazên niha yên lihevhatinê meyldar in ku kiryarên bêmilkkirin, şîdet û derxistina gelên xwecih ji cî û çandên wan bêdîrok bikin û notralîze bikin. Li gor Coulthard, mêtingerîya niştecî pêvajoyeke berdewam e, ne tenê mîrata bêedaletiyên derbasbûyî ye. Ev eşkere ye di warê daxwazkirina erdên neçareserkirî, bêmilkkirina axê, sînorên li ser rêvebiriyên xwecih, û bêwarkirina terza jiyana xwecihan de —ku girêdayî jiyana li ser axa xwe ye. Coulthard, ji dêvla xwe-spartina nasîna ji nav têkiliya mêtingeriya niştecî, ji bo xwecihan serweriyê diparêze bi tevgereke întelektuel, civakî, siyasî û hunerî ku “bibe nîşaneya vejîna” nirx, rêgez û pratîkên çandî yên kevneşopî.

Navê kitêba Coulthard Çermê Reş, Maskeyên Spî[10] (1952) ya Frantz Fanon tîne bîra meriv. Fanon, bi nivîsîna vê kitêbê di salên 1950yî de, li dijî gerdûnparêziya razber a felsefeya rojavayî derket, û nîşan da bê gerdûnparêzî çawa xizmeta binyada têkiliya hîyerarşîk a navbera niştecî û yê mêtingehkirî dike. Teoriya Fanon a rexneyî wê fikrê hildiweşîne ku têgehên ewropî yên pêşveçûnê edalet bi pêş ve biriye û menfeata beramber garantî kiriye. Fanon di Çermê Reş, Maskeyên Spî de li ser geşbûna hişmendiya reşan hûr dibe bi kişifkirina biyanîbûna derûnî û bêwarbûna ji ber hakimiyeta mêtinger. Fanon wê xwebûna parçebûyî teswîr dike, ku li aliyekî xwe bi çanda frensî re dike yek, li aliyê din ji îdealên gerdûnparêzî, wekhevî û êqil tê vederkirin. Xwendina Coulthard a Fanon ronî dadixe ser nêrîna wî ku nasîna çandî ya ji aliyê dewleta mêtinger çareseriyek e. Li ser şopa Fanon, ew digihêje wê encamê ku nasîn xizmeta meşrûiyeta dewleta mêtinger dike û kirdeyên xwecih bêtir dabeş dike.

Lê zanyarên din angaşt dikin ku lihevhatineke serkeftî bi riya mizakere û pêvajoyên demokratîk mimkun e. Di Ev ne Şiva Aşitiyê ye: Ber bi Felsefeyeke Xwecih a Rexneyî[11] (2006) de, Dale Turner pêşniyaz dike ku dînamîkên desthilatdariyê yên şert û mercên mêtingeriyê didin dewamkirin bên hilweşandin bi beşdarbûna nav saziyên legal û siyasî yên dewleta Kanadayê. Turner dibêje “şervanên gotinê” ku di navbera civatên xwecîh û saziyên legal û siyasî de navbeynkarî dikin, divê parastin û firehkirina mafên xwecîhan di nav civata mezintir de garantî bikin. Turner angaşt dike ku têkiliyeke karîger a di navbera kanadayî û gelên xwecih de wê ancex ji diyalogeke li ser zemîna rêgezên demokratîk ên wekhevî û hurmetê peyda bibe. Ev diyalog hewce dike ku gelên xwecîh, ji bo daxwazkirina cudatiyên çandî, hîn bibin daxilî nav gotarên legal û siyasî yên dewleta Kanadayê bibin bi şêwazên karîgertir (2006:5).

Têkoşîna mafê diyarkirina siberoja xwe tenê li Kanadayê tuneye. Tevgerên xwecih ên ji bo mafê diyarkirina siberojê li Amerîkaya Bakur û Başûr, Asya, Awistralya, Zelandaya Nû peyda bûne. Akademisyenên mîna Ronald Niezen (2003), Will Kymlicka (2013), û Sheryl Lightfoot (2016) li ser têkoşînên navneteweyî yên gelên xwecih ên ji bo mafên takekesî û kolektîv nivîsandine.

Modelên xwe dispêrin nasîna navneteweyî xurttir bûne ji Deklerasyona Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Mafên Gelên Xwecih vir ve. Lightfoot potansiyela şoreşger a tevgerên navneteweyî binxêz dike ku derfet bide dengê kolektîv ku têkoşînên herêmî bikaribe li platforma global bibin yek bi awayekî stratejîk. Gelê xwecih, ligel cudatiyên herêmî, ji sînorên neteweyî wêdetir tevgerek geş kirin ku cehd dike otonomiya siyasî nas bike bi lêhûrbûna li ser kêşeyên derbarê mafên axê û cudatiyên çandî.

[1] Petrin: Xelîfeyên Peter, yanê Papayên Dêra Katolîk; Peter: Yekemîn Papayê Dêra Katolîk. (wer.)

[2] Histoire des deux Indes

[3] Considerations on Representative Government

[4] Alibis of Empire: Henry Maine and the Ends of Liberal Imperialism

[5] Imperialism: The Highest Stage of Capitalism

[6] Mohawk Interruptus: A Political Life Across the Borders of Settler States

[7] Indigenous Pathways to Action and Freedom

[8] Dancing on Our Turtle’s Back: Stories of Nishnaabeg Re-Creation, Resurgence, and a New Emergence

[9] Red Skin, White Masks: Rejecting the Colonial Politics of Recognition

[10] Black Skin, White Masks

[11] This Is Not a Peace Pipe: Towards a Critical Indigenous Philosophy

Çavkanî

Ahmad, Aijaz, 1994. In Theory: Classes, Nations, Literatures, London: Verso.

Alfred, Taiaiake, 2005. Wasáse: Indigenous Pathways of Action and Freedom, Toronto: University of Toronto Press.

Bell, Duncan, 2016. Reordering the World: Essays on Liberalism and Empire, New Jersey: Princeton University Press.

Burke, Edmund, 2000. On Empire, Liberty and Reform: Speeches and Letters, David Bromwich (ed.), New Haven: Yale University Press.

Chakrabarty, Dipesh, 2007. Provincializing Europe: Postcolonial Thought and Historical Difference, New Jersey: Princeton University Press.

Chibber, Vivek, 2013. Postcolonial Theory and the Specter of Capital, London: Verso.

Coulthard, Glen, 2014. Red Skin, White Masks: Rejecting the Colonial Politics of Recognition, Minneapolis: University of Minnesota Press.

Fanon, Frantz, 1952 [2008]. Black Skin, White Masks, Richard Philcox (trans.), New York: Grove Press.

Gandhi, Leela, 1988. Postcolonial Theory: A Critical Introduction, New York: Columbia University Press.

Guha, Ranajit and Spivak, Gayatri, 1988. Selected Subaltern Studies, New York and Oxford: Oxford University Press.

Kohn, Margaret, 2010. “Post-colonial Theory,” in Duncan Bell (ed.), Ethics and World Politics, Oxford: Oxford University Press, pp. 200– 218.

Kohn, Margaret and O’Neill, Daniel, 2006. “A Tale of Two Indias: Burke and Mill on Racism and Slavery in the West Indies,” Political Theory, 34: 192–228.

Kymlicka, Will, 2013. Multicultural Odysseys: Navigating the New International Politics of Diversity, New York: Oxford University Press.

Lightfoot, Sheryl, 2016. Global Indigenous Politics: A Subtle Revolution, New York: Routledge.

Marx, Karl, 1972. On Colonialism: Articles from the New York Tribune and other writings, New York: International Publishers.

Mantena, Karuna, 2010. Alibis of Empire: Henry Maine and the Ends of Liberal Imperialism, New Jersey: Princeton University Press.

McBride, Keally, 2016. Mr. Mothercountry: The Man Who Made the Rule of Law, New York: Oxford University Press.

McCarthy, Thomas, 2009. Race, Empire, and the Idea of Human Development, New York: Cambridge University Pres.

McClintock, Anne, 1992, “The Angel of Progress: Pitfalls of the Term ‘Post-Colonialism,” Social Text, 31/32: 84–98.

Mehta, Uday, 1999. Liberalism and Empire: A Study in Nineteenth- Century British Liberal Thought, Chicago: University of Chicago Press.

Mill, John Stuart, 1861. Considerations on Representative Government, in Collected Works of John Stuart Mill (Volume XIX), John Robinson (ed.), Toronto: University of Toronto Press, 1963, pp. 371–577.

Muthu, Sankar, 2003. Enlightenment Against Empire, Princeton, NJ: Princeton University Press.

Niezen, Ronald, 2003. The Origins of Indigenism: Human Rights and the Politics of Identity, Berkeley: University of California Press.

O’Neill, Daniel, 2016. Edmund Burke and the Conservative Logic of Empire, Oakland: University of California Press.

Pagden, Anthony, 1990. Spanish Imperialism and Political Imagination, New Haven, CT: Yale University Press.

Pitts, Jennifer, 2005. A Turn To Empire: The Rise of Imperial Liberalism in Britain and France, Princeton and Oxford: Princeton University Press.

Said, Edward, 1979. Orientalism, New York: Vintage.

Simpson, Audra, 2014. Mohawk Interruptus: A Political Life Across the Borders of Settler States, Durham: Duke University Press.

Simpson, Leanne, 2011. Dancing on Our Turtle’s Back: Stories of Nishnaabeg Re-Creation, Resurgence, and a New Emergence, Winnipeg: Arbeiter Ring Publishing.

Spivak, Gayatri, 1988. “Can the Subaltern Speak?,” in C. Nelson and L. Grossberg (eds.), Marxism and the Interpretation of Culture, Urbana: University of Illinois Press, pp. 271–313.

Tocqueville, Alexis, 1837, “Second Letter on Algeria,” in Writings on Empire and Slavery, Jennifer Pitts (ed. and trans.), Baltimore, MD: Johns Hopkins University Press, 2001, pp. 14–26.

Tocqueville, Alexis, 1841, “Essay on Algeria,” in Writings on Empire and Slavery, Jennifer Pitts (ed. and trans.), Baltimore, MD: Johns Hopkins University Press, 2001, pp. 59–116.

Turner, Dale, 2006. This Is Not a Peace Pipe: Towards a Critical Indigenous Philosophy, Toronto: University of Toronto Press.

Victoria, Franciscus de, 1917. On the Indians Lately Discovered, E. Nys (ed.), Washington: Carnegie Institute.

Wallerstein, Immanuel, 1974–1989. The Modern World System, 3 volumes, New York: Academic Press.

Williams, Robert, 1990. The American Indian in Western Legal Thought, New York and Oxford: Oxford University Press.

Young, Robert, 2001. Postcolonialism: An Historical Introduction, Oxford: Blackwell.

Amûrên Akademîk

Nîşandana vê madeyê wek çavkanî.

Dîtina versiyona PDF ya vê madeyê li Friends of the SEP Society.

Li vê madeyê bigere di nav Indiana Philosophy Ontology Project (InPhO) de.

Çavkaniyên firehkirî yên ji bo vê madeyê li PhilPapers, Ligel lînkên danegeha wê.

Çavkaniyên din ên Înternetê

Lenin. V.I. 1999 [1917]. Imperialism: The Highest Stage of Capitalism., Marxist Internet Archive.

Madeyên Elaqedar

otorîte | zorkirin | hakimiyet | îstismar | meşrûiyet, politîk | lîberalîsm | Marksîzm | temsîliyet, politîk | cihêbûn | serwerî

Spasî 

Paragrafek di Tîrmeha 2011an de ji bo rojanekirina vê madeyê ji nivîsa nivîskar hatiye wergirtin, Kohn 2010, pêşî ji aliyê Oxford University Press hatiye çapkirin.