Serwerî

Niviskar: Daniel Philpott
Wergêran: Bilal Oztunc
2025/11/08
86

Serwerî, her çend wateya wê di dîrokê de guherîbe jî, xwediyê wateyeke kakilî ye jî: di aqarekê de desthilata raser. Ew, rêmaneke modern a desthilata siyasî ye. Guhartoyên dîrokî, dikarin ji sê rehendan ve werin têgihîştin: hilgirê serweriyê, rehatiya serweriyê, û rehendên navekî û derekî yên serweriyê. Dewlet saziya siyasî ye ku serwerî tê de berceste dibe. Komeke dewletan, pergaleke dewletên serwer pêk tîne.

Dîroka serweriyê, dikare ji ser du tevgerên berfireh re, ku hem di saziyên kirdarî û hem jî di ramana siyasî de tên nîşandan, were fehmkirin. Ya yekem geşedana pergaleke dewletên serwer e, ku bi Aştiya Westfalya ya 1648an digihîje lûtkeyê. Di heman deman de, serwerî di ramana siyasî de bi saya nivîsên Machiavelli, Luther, Bodin û Hobbes navdar bûye. Tevgera duyem, sînordarkirina dewleta serwer e, ku piştî Şerê Cîhanî yê Duyem dest pê kiriye, û îro jî bi rêya yekbûna welatên Ewropayî, û bo parastina mafên mirovî bi pêşxistin û xurtkirina zagonan û kirdariyan berdewam dike. Ramana navdartirîn a siyasî ya têkildar, di nivîsên rexnegirên serweriyê yên wek Bertrand de Jouvenel û Jacques Maritain de tê dîtin.


  • 1. Bo Serweriyê Pênaseyek
  • 2. Berzbûyîna Dewleta Serwer: Teorî û Kirdarî
  • 3. Sînordarkirina Dewleta Serwer: Teorî û Kirdarî
  • Bîbliyografî
  • Çavkaniyên din ên li ser Înternetê

 

1. Bo Serweriyê Pênaseyek

Pisporê serdema navîn Ernst Kantorowicz, di pirtûka xwe ya bi nav û deng The King’s Two Bodies (1957) de, di têgeha desthilata siyasî de veguherîneke mezin ku di Serdema Navîn çêbûye rave dike. Guherîn, dema ku têgeha laşê Mesîh vediguhere ser rêmana du laşan dest pê dike: ya yekem, laşê xwezayî (corpus naturale), ango nanê pîrozwerkirî yê di gorîgehê de; yê din, laşê mîstîk (corpus mysticum), tevî bi binyada wê ya rêveberî laşê civakî yê dêrê. Ev rêmana duyem, ango rêxistineke civakî ya pevrayî ya bi puxteyeke mîstîk a tirûşdar, dê bihata veguhastina ser bûnewerên siyasî, laşê siyasî. Dûv re Kantorowicz li ser derhatina têgeha du laşên şah di Serdema Navîn a dereng de rave dike, ku di Richard II ya Shakespeare de tê nîşandan û li ser laşê siyasî a serdema modern a destpêkê dikare were sepandin. Her çend laşê şah ê xwezayî û fanî dê bi mirinê ji holê rabûya jî, dihat fikirîn ku laşekî wî yê tirûşdar û serxwezayî heye ku bi kuştinê jî nikaribû were hilweşandin, çiku wî rûmet û edaleta mîstîk a laşê siyasî temsîl dikir. Sazûmana siyaseta modern, ku di destpêka Ewropaya modern de bi awayekî serdest derketiye holê, taybetiyên pevrayîtiya Kantorowicz vegotibû nîşan dan; komeke yekane û yekbûyî, di nav sînorên aqarî de dorpêçkirî, xwedî komeke berjewendiyan, û ji hêla desthilateke ku di bûnewereke yekane de kom bûye ve di pêşvebirina berjewendiyên sazûmana siyasetê de xwediyê raseriyê ye tê birêvebirin. Her çend di destpêka serdema modern de şahan ev desthilat di dest xwe de digirtin jî, bikarhênerên paşê ên vê desthilatê, dê gelên bi makezagonekê tên birêvebirin, netewe, Partiya Komunîst, dîktator, cûnta û hikumetên teokratîk jî bihewandana. Sazûmana siyaseta modern wek ‘dewlet’ tê binavkirin, û taybetiya bingehîn a desthilata dewletê jî ‘serwerî’ ye.

Guherîna ku Kantorowicz diyar kiriye teşeker e, lewra serwerî taybetiyeke berbiçav û diyarker a siyaseta modern e. Hin lêkolîner guman dikin ka rêmaneke biîstikrar û bingehîn a serweriyê heye. Lê belê, di rastiyê de, pênaseyek heye ku nîşan dide ka wateya serweriyê di destpêka Ewropaya modern de çi bûye, û piraniya pênaseyên paşê guhartoyên wê pênaseyê ne: di nava aqarekê de desthilata raser. Ev, ew çawanî ye ku dewletên modern ên destpêkê di destê xwe digirtin, lê papa, împerator, şah, metran û piraniya eşraf û vasalên di Serdema Navîn de jê bêpar bûn.

Her yek ji pêkhateyên vê pênaseyê, aliyekî girîng ê têgehê ronî dike. A pêşîn, hilgirekî serweriyê, desthilatê di dest xwe de digire. Ev tê wê wateyê ku kes an bûnewer tenê hêza zordar bi kar nînin, û wiha tê pênasekirin: şiyana A ya sedembûna ku B tiştekî bike, ku wek din dê nekira. Desthilat ew tiştê ku fîlozof R.S. Q. Wolff pêşniyaz kiriye: "mafê fermandayînê, û pê ve girêdayî, mafê hatin îtaetkirinê ye" (Wolff, 1990, 20). Li vir a girîngtirîn terma "maf" e, ku rewatiyê tîne bîra mirov. Hilgirekî serweriyê, desthilatê, ji hin çavkaniyên rewatiyê werdigire, ku bi awayekî dualî hatine qebûlkirin: hiqûqa xwezayî, mandateke îlahî, hiqûqa genetîkî, makezagonek, û heta hiqûqa navneteweyî. Di heyama hemdem de, hin bûnewerên hiqûqî, li her deverê çavkaniya serweriyê ne.

Lê heke serwerî mijareke desthilatê be, ew mijara desthilatê tenê nîne, lê ya desthilata raser e. Raserî ew e ku makezagona Dewletên Yekbûyî li ser hikumeta Pennsylvania, yan ji bilî serokê polîsan an rêvebirê saziyan her yek ji hilgirên serweriyê, re bi cih dike. Hilgirê serweriyê, li ser hemû desthilatên di bin qada karbidestiya xwe de cih digire. Serwerî, jî, xweserî modernîteyê ye. Di Serdema Navîn de, gelek desthilat di derbarê erka xwe de xwediyê cureyeke qarantiya zagonî bûn, çi feodal bin, çi kanonîk, çi jî wek din, lê belê garantiyên bi vî rengî pir kêm caran raserî dida wan.

Pêkhateya dawîn a serweriyê aqarîtî ye, ku ew jî di modernîteyê de taybetiyeke desthilata siyasî ye. Aqarîtî, rêgezek e ku bi rêya wê endamên civatekê têne pênasekirin. Ew diyar dike ku endamtiya wan ji rûniştina wan a di nav sînorên wê aqarê de tê dariştin. Ev rêgezeke xurt e, çiku ew endamtiyê bi awayekî pênase dike ku ti têkiliya wê bi nasnameyê re tune be. Sînorên dewleteke serwer dibe ku qet "gelkî" yan "neteweyekê" venehewîne, û dibe ku bi rastî çend ji van nasnameyan vehewîne, wek ku tevgerên xweseriya neteweyî û îrredendîst nîşan didin. Zêdetir, bi saya cihê wan a di nav sînorên erdnîgariyî de ku mirov aîdî dewletekê dibin û dikevin bin desthilata wê. Ew di aqareke erdnîgariyî de ye, ku serwerên modern bi awayekî raser desthilatdar in.

Niha aqarîtî wek fermaneke bi tevahî pejirandî ye. Ew li çar aliyê cîhanê wek taybetiyeke desthilatê tê dîtin. Heta rêxistinên serneteweyî û navneteweyî yên wek Yekîtiya Ewropayê (YE) û Neteweyên Yekbûyî ji dewletan pêk tên ku endamtiya wan ji hêla aqara wan ve tê destnîşankirin. Ev gerdûnîbûna teşeyê xaleke diyarker a modernîteyê ye û têkiliya serwer bi modernîteyê ve dide xuyandin. Her çend aqarîtî di dem û cihên cuda de hebûye jî, rêgezên din ên endamtiyê yên wek xizmtî, ol, eşîret û têkiliyên feodal jî xwedî prestîjeke mezin bûne. Li dijî aqarîtiyê mînaka herî berbiçav eşîreteke gerok e, ku tê de binyada desthilatê ji parçeyeke taybet a aqarê bi tevahî serbixwe ye. Aqarîtî li gorî taybetiya ku welatî duçarê desthilatê dibin tê diyarkirin; ango, cihê wan ê erdnîgariyî di nav komeke sînoran de. Teorîsyenên têkiliyên navneteweyî bi rastî jî bal kişandine ser hevrengiya di navbera serweriyê û saziyeke din, milkê taybet, ku tê de xet sînorên erdê diyar dikin. Bi rastî, ev her du jî bi taybetî di ramana Thomas Hobbes de pevre pêş ketine.

Pênaseya giştî ya serweriyê ev e: di aqarekê de desthilata raser. Nîşandanên dîrokî yên serweriya zêde hema her tim mînakên taybet ên vê pênaseya giştî ne. Bi rastî, ev mînak in ku fîlozof û çalakvanên siyasî gelek caran li ser wan axivîne û li ser serweriya filan kesî yan bêvan bûnewerê hiqûqî angaştên xwe ava kirine. Ji ber vê, têgihîştina serweriyê, têgihîştina angaştên li ser wê, an jî bi kêmanî ji van angaştan hinekên girîngtirîn, jî vedihewîne.

Di pêncsed salên borî de, van angaştan bi awayekî ecêb teşeyên cuda girtine; neteweyên ku ji dewletên xwe yên dayik serxwebûnê dixwazin, komunîstên ku ji kolonyalîstan xelasbûnê digerin, dengê gel (vox populi) ku li dijî rejîmên kevnare (ancien regimes) derdikevin, hikumetên teokratîk ên ku desthilata dewletên sekuler red dikin, û yên din. Ev bi rastî nîşaneke xweragirî û vamtoyîtiya dewleta serwer e ku dikare ew qas teşeyên têvel ên desthilatê vedihewîne. Her çend ne pêkan be ku ev desthilat li vir werin navnîşkirin jî, sê rehendên ku dikarin tê de werin têgihîştin dê bo dabeşkirina wan alîkar bibe: hilgirên serweriyê, xwezaya reha an ne-reha a serweriyê, û têkiliya di navbera rehendên navekî û derekî yên serweriyê de.

Wekî ku hate pêşniyazkirin, desthilatên têvel bûne hilgirên serweriyê: şah, dîktator, gelên ku li gorî makezagonan hukim dikin, û yên hevreng. Kesayetiya hilgirê desthilata raser di nav aqarekê de, dibe ku rehenda girîngtirîn a serweriyê be. Di serdema destpêkê ya modern de, teorîsyenê Fransî Jean Bodin difikirî ku serwerî divê di takekesekî tenê de be. Hem wî û hem jî fîlozofê Îngilîz Thomas Hobbes serwerî li ser hiqûqê bi cih kirin. Ramangerên paşê ji wan veqetîn û bo serweriyê cihên nû sêwirîn, lê belê girêdayî rêgezê man.

Serwerî, dikare reha an ne-reha jî be. Heke serwerî raser e, çawa pêkan e ku bibe ne-reha jî? Jixwe lêkolînerên wek Alan James doz dikin ku serwerî tenê dikare hebe an nebe, û nikare qismen hebe (James 1999, 462–4). Lê belê, li vir, rehatî nayê wateya radeya serweriyê an jî karakterê serweriyê, ku divê her tim raser be, lê tê wateya çarçoveya mijarên ku hilgirê desthilatê li ser wan serwer e. Bodin û Hobbes serwerî wek reha, û bê şert û merc hemû mijarên di aqarê de vedihewîne wesfandin.

Pêkan e ku desthilatek li ser hin babetên di aqarekê serwer be, lê ne li ser hemûyan. Îro, piraniya dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) ne-rehatiyê nîşan didin, sînordar in. Ew di rêvebirina parastinê de serwer in, lê ne di rêvebirina diravên xwe, siyasetên bazirganiyê û piraniya polîtîkayên kamiraniya civakî de ne serwer in, ku ew, bi hevkariya rayedarên YE, wek ku di hiqûqa YE de hatiye destnîşankirin têne rêvebirin. Serweriya reha, serweriya modern bixwe ye. Lê belê, di dehsalên dawî de, ji aliyê saziyên wek Yekîtiya Ewropayê (YE), kirdariyên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên bo qedexekirina destwerdanê, û Dadgeha Sizayî ya Navneteweyî (DSN) ve tê sînordarkirin.

Cotekî dawîn a cînavkên ku serweriyê pênase dikin "navekî" û "derekî" ne. Di vî warî de, ev her du peyv ne teşeyên taybet ên serweriyê lê aliyên cuda yên serweriyê diyar dikin, ku hem hevheyî û hem jî gişheyî ne. Desthilata serwer, di nav sînoran de tê bikaranîn, lê belê, ji ber pênaseya wê, li hember biyaniyan jî tê bikaranîn, da ku ew biyanî nikaribin midaxeleyî rêvebirina serwer bikin. Ji Aştiya Westfalyayê ya 1648an vir ve, ku piştî wê destwerdana îmtiyaza rêvebirinê ya dewletên din wek ne-rewa hatiye hesibandin, dewlet bûye hilgirê sereke yê serweriya derekî. Têgeha serweriyê, di hiqûqa navneteweyî de pirî caran behsa serweriya derekî dike. Alan James jî bi heman awayî serweriya derekî wek serxwebûna makezagonî dibîne; azadiya dewletekê ji bandora derekî li ser îmtiyazên wê yên bingehîn (James 1999, 460–462). Serweriya derekî bi giranî bi naskirina ji hêla biyaniyan ve girêdayî ye. Bo dewletan, ev naskirin, tê wateya hiqûqa li dijî destdirêjiya li ser milkiyeta taybet; komek têgihîştinên dualî, ku li hember destwerdana derekî parêzbendiyê didin milkiyetê, an jî dewletê. Dîsa serweriya derekî ye ku şerta sereke ya têkiliyên navneteweyî saz dike; anarşî, ango nebûna desthilateke bilindtir ku li ser desthilatên jêrîn doza mafê bike. Komeke dewletên ku hem bi navekî û hem jî bi derekî ve serwer in, pergaleke navneteweyî ava dikin, ku tê de bûnewerên serwer tifaqan çêdikin, bazirganiyê dikin, şer dikin û aştiyê çêdikin.

 

2. Berzbûyîna Dewleta Serwer: Teorî û Kirdarî

Desthilata raser bi aqarekê ve; naxwe, serwerî di vê pênaseyê de tenê dikare bi rêya dîroka wê rasttir were fêmkirin. Ev dîrok, dikare wek yek ji du tevgerên berfireh were bilêvkirin: ya yekem, peresaneke bi dirêjiya sedsalan ber bi parzemîneke Ewropa, û dûv re jî cîhaneke, dewletên serwer, û ya duyem, di nîveka duyem a sedsala bîstan de sînordarkirina îmtiyazên reha ên serweriyê.

Aştiya Westfalya di 1648an de bû ku Ewropayê guhastina xwe ya dirêj ji Serdema Navîn ber bi cîhaneke dewletên serwer ve zexm kir. Li gorî dîroknas J.R. Strayer, Brîtanya û Fransa heta salên 1300an pir dişibin dewletên serwer, şahên wan di hundirê aqarên sînordar de xwediyê raseriyê bûn. Lê belê heta destpêka Reformasyona di 1517an de jî, Ewropa ji Westfalya dûr ma. Tam di wan deman de ku Charles V ê Spanyayê derket ser text, Kastîlya, Aragon û Holenda kirin yek, bû Împeratorê Pîroz ê Romayê, û li ser çend welatên Ewropaya Navîn îmtiyaza desthilatdariyê bi dest xist, ji aliyê din ve rola xurtkirina îmtiyazên demkî yên Dêra Katolîk ku hêj di nav Împeratoriyê de xwedî girîngiyekê bûn, nemaze jî xurtkirina ortodoksiya dêrî, hilgirte ser xwe, di werçerxa dîrokê de vegerîneke mezin çêbû. Lê belê, Charles V di nav Împeratoriyê de ne serwer bû, çiku mîr û eşrafan hin îmtiyazên ku ti kontrola şah li ser tune bû, di dest xwe de girtin. Di 1555an de, pergaleke dewletên serwer di Aştiya Augsburgê de girîngî bi dest xist, ku formula xwe aqara kê, ola wî (cuius regio, eius religio) bû, destûr da mîrên Alman ku ol û baweriyên xwe li ser aqara xwe ferz bikin. Lê Augsburg ne aram bû. Nakokiya piralî li ser şertên peymanê bû sedema şerên berdewam, ku di dawiyê de bi Şerê Sî Salan gihîşt lûtkeyê, ku heta sala 1648an, dema Aştiya Westfalyayê, bi dawî nebû.

Kîjan taybetiyên Westfalyayê ew kirine çavkaniya pergala dewletên serwer? Di rastiyê de, ne hemû lêkolîner bawer dikin ku ew vê statûyê heq dike (bnr. Krasner 1999). Li ti deverê peymanê de pergaleke dewletên serwer an jî dewlet wek yekîneya rewa ya rêveberiyê nayê pênasekirin. Bê guman, Westfalyayê ji tunebûnê pergaleke dewletên serwer neafirand, çiku pêkhateyên vê pergalê heta dema peymanê bi sedsalan bû ku kom dibûn; piştî Westfalyayê, hin ji bêserûberiyên Serdema Navîn berdewam kirin. Dîsa jî, pergala dewletên serwer, hem di îmtiyazên zagonî û hem jî di hêzên pratîkî de bi ser ket. Pêşî, dewlet wekî yekane teşeya desthilata makezagonî ya rastîn li Ewropayê derketin holê, û Împeratoriya Romayê ya Pîroz êdî bi awayekî cidî li hember desthilata wan derneket. Holenda û Swîsreyê serweriya bêhempa bi dest xistin, dewletên Alman ên Împeratoriya Romayê ya Pîroz mafê çêkirina hevpeymanan bi derveyî împeratoriyê re bi dest xistin, di heman demê de sêwirana hem têkiliyên dîplomatîk û hem jî siyaseta derveyî ya hêzên hemdem têgihîştineke hevpar a pergaleke dewletên serwer nîşan da. Desthilatên dinyayî ên dêrê jî heta radeyekê hatin kêmtirkirin ku ew êdî li dijî serweriya ti dewletan dernekevin. Wek bertekê, Papa Innocent X peymanên aştiyê wek "bo ti deman ne derbasdar, bêhukim, betal, neheq, neadil, lanetî, bêexlaq, bêaqil, bêwate û bêbandor" şermezar kir (ji hêla Maland 1966, 16 ve hatiye jêgirtin).

Ya duyem, Westfalya dawî li serdemeke dirêj a destwerdana li hember karûbarên olî anî, ku heta wê demê mînaka herî berbelav a îmtiyazên serweriyê bûn. Piştî dehsalên şerê çekdarî, sêwirana Aştiya Augsburgê di dawiyê de hate zexmkirin. Her çend tam ne wek a 1555an be jî, desthilata mîr û şahan li ser olê bi karîgerî damezrand. Her çi qas destwerdana li hember karûbarên olî bi tevahî bi dawî nebe jî, pir kêm bû, berevajî 130 sal berê, dema ku şerên olî Ewropa parçe parçe kirin. Her ku pergala dewletên serwer di dehsalên paşê de gelemperîtir bû, ev qedexeya destwerdanê jî dê gelemperîtir bûya û veguheriya ser normeke bingehîn a pergala navneteweyî.

Wekî ku me got, ne hemû lêkolîner li hev dikin ku Westfalya statûya "kêliya damezrîner" heq dike. Daniel Philpott, baweriya ortodoks parastiye (Philpott, 2001). Her wiha, di salên dawî de, hin lêkolîneran doz kirine ku pêdivî ye mîta Westfalyayê were hilweşandin û terikandin (Krasner, 1999; Carvalho, Leira, û Hobson, 2011; Nexon, 2009; Osiander, 1994; Osiander, 2001; Teschke, 2009). Bi gelemperî, ev lêkolîner dûpat dikin ku hêmanên girîng ên dewletbûnê, hêmanên girîng ên ‘astegeriyê’, an sînordarkirina serweriyê ji jor ve pir beriya Westfalyayê hebûn û piştî Westfalyayê jî demeke dirêj hebûna xwe domandin. Tenê lihevkirina demdirêj di navbera lêkolîneran de dikare diyar bike ka Westfalya dê çawa were hesibandin.

Çi pergala dewletên serwer li Westfalyayê hatibe zexmkirin û di demên paşê de teşeya xwe ya temam wergirtibe, çi jî her tim heterodoks mabe, teşeya wê ya bingehîn di sê sedsalên paşê de li çaraliyê cîhanê belav bû, û bi hilweşîna împeratoriyên kolonyal ên Ewropayê di nîvê sedsala bîstan de gihîşt lûtkeya xwe, dema ku dewlet li ser hemû rûyê gerdûnê bû yekane teşeya sazûmana siyasî. Îro, normên serweriyê di Peymana Neteweyên Yekbûyî de hatine bicihkirin, ku Bend 2(4) êrişên li hember "serxwebûna siyasî û yekparçeyiya aqarî" qedexe dike û Bend 2(7) destwerdanê bi tundî sînordar dike.

Her çend beşa piştî vê dê sînordarkirina serweriyê piştî Şerê Cîhanî yê Duyem bi hûrgilî rave bike jî, ev meyla dîrokî ya berfireh divê ji aliyên ku serweriyê tê de dom kiriye û heta ji nû ve vejiyaye û bi pêş ketiye şêlû neke. Di gotareke girîng de, lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Roland Paris (2020) rave dike ku siyaseta cîhanê şahidiya nûvederhatina rêmanên serweriyê yên berî-Westfalyayê dike, guhartoyên "derehiqûq" û "organîk" jî tê de, ku bi serweriya Westfalyayî û normên wê yên wekheviya hiqûqî ya dewletê û di karûbarên navekî de qedexeya destwerdanê re nakok in. Paris, li Rûsyayê di bin rêveberiya Serok Vladimir Putin, li Çînê di bin rêveberiya Serok Xi Jinping û li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di bin rêveberiya Serok Donald Trump de vê nûvederhatinê belge dike.

Dema ku dewleta serwer di destpêka serdema modern de parzemîna Ewropayê parçe perçe dagir dikir û di dawiyê de pergaleke ku tevahiya cîhanê vedihewîne ava dikir, fîlozofên siyasî yên hemdem ev sazûmana siyasetê qebûl kirin û tiştên ku wê rewa dikin pênase kirin. Ew ne afirînerên têgehê bûn, çiku heta di Serdema Navîn de jî fîlozofên wek Dante û Marsilius ê Padovayî ji hev veqetandineke hêzên dinyayî û olî bi rêya veguhastina îmtiyazan bo serwerê dinyayî diparastin. Dûv re, di destpêka serdema modern de, du fîlozofên hinekî hemdem hebûn, ku bi aşkereyî û bi hişmendî li ser serweriyê nenivîsandine, lê dîsa jî ramanên wan di esasê xwe de bo pêşketinên girîng ên der barê têgeha serweriyê de tevkariyên girîng kirine. Machiavelli li Îtalyaya Ronesansê çavdêriya siyaseta bajar-dewletan kiribû û li gorî wan çavdêriyên xwe rave kiribû ka divê mîrekek çawa tevbigere da avakirina komerekê teşwîq bike, komereke ku di nava aqara wî de desthilata bilindtirîn bide wî. Bi aşkereyî, dê ew bi hiqûqa xwezayî, hiqûqa dêrê, fermanên Încîlê, an jî bi norm an desthilatên ku endamên cîhana Xiristiyan peywirdar dike ve ne girêdayî be. Lê belê, diviyabû ew amade be ku "baş nebe" û xirabiyê bike, ne çiku xirabî êdî ne xirabî bû, lê çiku carinan bo gihîştina armanceke ku bo Machiavelli bingehîn bû hewce bû, armanceke ku rastî fikra yekbûna ramanên wî dihat: hêzdarî û rêxistina baş a dewletê. Binbarîtiya mîr, berjewendiya dewletê bû. Ew di nav sînorên aqara dewletê de raser bû û berpirsiyarê başbûna vî laşî tekane, û yekgirtî bû.

Martin Luther, ji perspektîveke gelek cuda serwerî rave kir. Teolojiya wî ya Reformasyonê piştgirî da hildana piraniya hêzên Dêra Katolîk, ne tenê yên olî, lê yên ku bi pênaseya modern wek ‘dinyayî’ tên binavkirin jî. Luther bawer dikir ku dêr êdî divê wek saziyeke astegerkî ya cuda neyê hizirîn, lê wek laşekî yekgirtî ya nezelal a dêrên herêmî ku doktrîna rastîn diparêzin. Ji ber vê, Dêra Katolîk êdî bi awayekî rewa ne xwediyê zeviyên berfireh bû ên ku bo wan bac distand, ew diparastin, û edaleta wan pêk dianî; êdî ne rewa bû ku metranên wê di bin mîr û şahan de bibin xwediyê meqamên dinyayî; ne jî Papa bi saya hêza xwe ya aforozê dikaribû serwerên sekuler ji kar dûr bixe; û ya girîngtirîn, êdî destûr tunebû ku Împeratoriya Pîroz a Romayê yekrengiya Katolîk ferz bike. Dêr û yên ku bi navê wê tevdigerin êdî nikaribûn desthilata siyasî û aboriyî bikar bînin. Naxwe, dê kê ev hêzên devjêberdayî hilgirta ser xwe? Mîrên aqarî. Fîlozofê siyasî J.N. Figgis (72) wiha dinivîse: "Bi hilweşandina serxwebûna dêrê û hikumraniya wê ya li ser raya giştî ya derveyî sînoran, astengiya dawî ya li pêşiya yekîtiya di nav dewletê de hate rakirin." Ev nêrîn bû ku li Westfalyayê bi ser ket.

Teolojiya siyasî ya Luther van hemûyan rave dike. Wî fêrî me kir ku di bin desthilata Xwedê de du pergal bi du şêweyên hikumetê hene. "Alema Ruhan" ew pergal bû ku Mesîh bi giyanê bawermend ve têkildar bû. “Alema cîhanî”, pergala civaka sekuler bû, ku tê de rayedarên sivîl saziyên hikumetê bi rêya hiqûq û zorê bi rê ve dibirin. Her du alem jî qenciya bawermendan zêde dikirin, lê her yek bi têgihîştineke cuda; divê ev her yek bi awayekî cuda were rêxistinkirin. Rêberên dêrê dê erkên ruhanî pêk bînin û mîr, şah û dadwer jî erkên dinyayî. Mîr, ku ji desthilatdariya papa û Dêra Katolîk azad bûbûn û di nav aqara xwe de desthilatdariya dinyayî a guncaw bi dest xistibûn, niha bi awayekî karîger serwer bûn. Di wê demê de, mîran li ser dêrên Protestan jî kontroleke berbiçav jî bi kar anîn, û wek ji aliyê doktrîna "Erastiyanîzmê" de hatiye pênasekirin, pirî caran rêberên wan ên herêmî tayîn kirin. Her çend ne Luther û ne jî reformîstên din ên Protestan doktrîna serweriyê bi hûrgilî nîqaş kiribin jî, wan tevahiya esas wê dane ber destê mîran. Dîsa, Figgis dibêje:

Yekîtî û gerdûnîbûn û rastbûna bingehîn a Dewleta serwer a aqarî, û redkirina her şêweya jiyana pevrayî ya li derveyî sînorên aqarê an jî ya serbixwe, tevkariya mayînde ya Luther bo siyasetê ye. (91)

Bê guman, fîlozofên din ên destpêka serdema modern, bi aşkereyî doktrîna serweriyê pejirandin, û bi vî rengî bi awayekî nêziktir pê re mijûl bûn. Fîlozofê fransî Jean Bodin yekem fîlozofê Ewropayî bû ku bi berfirehî li ser vê têgehê rawestiya. Têgeha souveraineté (serwerî) ya Bodin, di berhema wî ya De la république de wek têgeheke sereke tê nîşandan. Bodin, ev berhem di sala 1576an de nivîsiye, di demeke ku Fransa ji hêla şerê navekî ya di navbera Huguenotên Kalvînîst û monarşiya Katolîk de parçe bûbû. Wî pirsgirêka pergalê wek navendî didît û bawer nedikir ku ew dikare bi têgehên kevnare yên serdema navîn ên civakeke parçekirî were çareserkirin, lê tenê bi têgeheke ku tê de serwer û bindest di bûnewereke siyasî ya yekane û yekgirtî de dikare were çareserkirin, ku ev bûnewer li ser hemû hiqûqên din ên mirovî ye, û bi rastî çavkaniya hiqûqa mirovî ye. Tenê desthilateke raser di nav aqarekê de dikare civateke parçebûyî xurttir bike.

Bê guman, Bodin hizir dikir ku bûnewerê ku serweriyê pêk tîne bi hiqûqa xwezayî û îlahî ve girêdayî bû, û ji ber vê jî ti hiqûqa mirovî nikaribû wê darizîne an li hember wê derkeve. Bi awayekî ecêb, wî her wiha bawer dikir ku serweriya ku bi rêkûpêk tê bikaranîn rêz li mafên adetî û mafên milkiyetê digire. Ne diyar e ku zêfandineke wiha çawa dikare bi statûya raser a desthilata serwer re were lihevanîn. Dibe ku Bodin fikirîbe ku mafên wiha divê taybetiyên rejîmeke hiqûqî bin, ku bixwe li ser desthilatên din serwer e. Bi rastî, wî her wiha hizir dikir ku teşeya hikumetê ya ku hêzên serwer bi kar tîne divê ji hêla rewatiyê ve di navbera monarşî, arîstokrasî û demokrasiyê de were guherîn, her çend wî bixwe monarşî tercîh kiribe jî. Bûnewerê serwer, çawa xuya bike bila bike, ew di nav aqara xwe de nediket bin hukmê ti hiqûqên an desthilatên mirovî yên derekî. F. H. Hinsley wiha dinivîse:

Di demekê de ku bidawîanîna nakokiya di navbera serwer û bindestan bû pêdiviyek, Bodin fehm kir -û ev serketineke mezin a rewşenbîrî bû- ku nakokî tenê di bin wan şertan de dikare were çareserkirin, heke îhtimala hem avakirina hêzeke serwer a bêdawî û hem jî veqetandina wê ji rehageriyeke ku dikare bi awayekî azad hemû zagon û rêziknameyan paşguh bike. Wî, ev yek, bi avakirina hem rewatiya vê hêzê û hem jî hikmeta guhdana zêfandinên li ser wê çêkir. Ew herdu pêkhate, karanîna desthilatê li ser xwezaya laşê siyasî sînordar dike, ku ew laşê siyasî, civateke siyasî ye ku hem serweran hem jî bindestan vedihewîne. Daxuyaniya wî ya serweriyê, bi vî awayî, tekane encama lazim û pêkan bû (124–125).

Lêkolîneke girîng a ramanên Bodin jî pirtûka Daniel Lee ya bi navê The Right of Sovereignty (2021) ye, ku doz dike Bodin serweriyê wekî hêzeke bêsînor a fermandariyê bi şêwaza pozîtîvîzma hiqûqî ya modern nabîne, lê belê wekî desthilateke normatîv a ku bi hiqûqa xwezayî, hiqûqa neteweyan û peymanên wê ve girêdayî ye. "Daxuyaniya serweriyê" ya Bodin di felsefeya Ewropayê ya modern de yekem daxuyaniya sîstematîk e, û sewa vê jî, statûyeke girîng heq dike.

Fîlozofê Îngilîz Thomas Hobbes jî di dema Şerê Navekî de dinivîsand, û ew jî wekî çareseriyekê gihîşt rêmana serweriyê. Bo Hobbes, mirovan desthilata serwer bi rêya peymanekê ava kirin, ku tê de wan hemû mafên xwe veguhastine Leviathan, ku rêmana razber a dewletê temsîl dikir. Îradeya Leviathan bi awayekî raser hukim dikir û mirovên ku mafên xwe veguhastine wî temsîl dikir. Mîna serwer a Bodin, Leviathan a Hobbes jî li jor hiqûqê re bû; xwedayekî mirinoyî ku ji her makezagonê yan girêdayîtiya peymanî bi aliyên derekî ve azad bû. Mîna Bodin, Hobbes jî hizir dikir ku serwer divê li hember Xwedê û bi îhtimaleke mezin li hember hiqûqa xwezayî bi şiklekî berpirsiyar be. Lê belê, wekî din, hiqûq fermana rêvebirê serwer bû, ji îradeya wî derdiket, û guhdana wê erkeke reha bû.

Hem Bodin û hem jî Hobbes, doza serweriyê wekî desthilata raser kirin. Ev têgeh hîn jî wek feraziyeke rêveberiya siyasî di dewletên li çaraliyê cîhanê de xwe dide der, wekî dewletên ku tê de bûnewerê serwer a hiqûqê hikumeteke sînorkirî û bo takekesan mafên sivîl ava dike. Bi sedsalan re, rêmanên nû yên di derbarê hilgirên serweriyê de pêş ketine. Rousseau, ku ji Bodin û Hobbes pir cuda difikirî, gelê pevrayî yê di dewletekê de wekî serwer û bi îradeya xwe hukim dike didît. Di hikumeteke makezagonî de, yê serwer gel e ku bi destê bûnewereke hiqûqî hukimraniyê dike. Di cîhana îroyîn de, ev guhartoya herî gelemper e, ku rewatiyê peyda dike.

Dîsa jî, di sedsala bîstan de guhartoyên serweriyê yên ji yên Hobbes an Bodin hatine wergirtin derketin holê. Wek mînak, fîlozof û hiqûqnasê Alman ê destpêka sedsala bîstan Carl Schmitt bi zelalî behsa van her du fîlozofan dike. Pirtûka wî ya 1922an bi vê hevokê dest pê dike: "Serwer ew e ku biryara rewşa awarte dide" (wergera G. Schwab, 1985). Schmitt hizir dikir ku serwer li jorî hemû hiqûqên makezagonî ye û divê di demên awarte de bikaribe bo qenciya dewletê "biryarekê bide". Wî li hember makezagonparêziya lîberal kêm rêz digirt, ku wî difikirî ew di pêşîlêgirtina têkoşîna desthilatdariyê de ya ku siyaset jî tevlî dibe bi tevahî bêbandor e. Lê belê, nîşaneke hindik heye ku Schmitt, qet nebe di vê xebatê de, bawer dikir ku serwer dikare ji aliyê hiqûqa îlahî yan jî ya xwezayî were sînordarkirin. Makezagonparêziya lîberal a Komara Weimar a Alman bo vê qinyata wî delîla sereke bû; di salên 1930an de, wî bi tundî piştgirî da rejîma Sosyalîst a Neteweyî, rejîmeke ku hêzên wê yên awarte tenê ew bûn ku wî pêwîst didît.

 

3. Sînordarkirina Dewleta Serwer: Teorî û Kirdarî

Hilketin û berfirehbûna gerdûnî ya serweriyê, ku ji hêla fîlozofên siyasî ve tê şirovekirin û heta tê pesinandin, bûye yek ji tevgerên siyasî yên herî metirsîdar û serketî yên serdemên modern. Lê belê, ji rojên xwe yên destpêkê ve, serwerî hem bi gumanbaran û hem jî bi piştgirên jêhatî re rû bi rû maye, ku gelek ji wan her angaşta bûnewerê hiqûqî ya serweriyê wek pûtperestî, û carinan jî wek mertaleke ku li pişt wê rayedar, ji lêkolîna derekî ya rewa dûr, zilm û neheqiyê dikin dihesibandin. Bi rastî, piştî Holokostê bû ku li hember serweriyê sînordarkirinên girîng ên hiqûqî û saziyî derketin holê, ku piraniya wan mafên dewletên serwer bi girîngî sînordar kirine. Du ji zêfandinên herî berbiçav, peymanên der barê mafên mirovî û yekbûna Ewropayê de ne.

Di sala 1948an de bû ku piraniya dewletan Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovî îmze kirin û soz dan rêzê li zêdetirî 30 mafên takekesî yên cuda bigirin. Çiku ji hêla hiqûqî ve ne girêder bû û bo pêkanîna wê tu şert tunebûn, danezanê serweriya dewletan wekî berê hişt, lê ev ber bi girêdana dewletan bi binbarîtiyên navneteweyî û gerdûnî di karûbarên wan ên navekî de gava yekem bû. Di dehsalan paşê de, dê ev mafê mirovan ji statûyeke hiqûqî ya xurttir sûd wergirta. Yek ji peymanên herî xurt ên der barê mafên mirovî de, ku bi rastî serweriyê, heta bi rêjeyeke kêmtir jî, bi rêya mekanîzmayên xwe yên dadwerî sînordar dike, Peymana Ewropayî ya Parastina Mafên Mirovî û Azadiyên Bingehîn e, ku di sala 1950yan de hatiye pejirandin. Di heman demê de, di 9ê Kanûna 1948an de, Peymana Jenosîdê hate îmzekirin û welatên îmzekar soz dan ku ji pêkanîna jenosîdê dûr bisekinin û sûcdaran ceza bikin. Paşê, di nîvê salên 1960an de, du pevgirêdan - Pevgirêdana Navneteweyî li ser Mafên Sivîl û Siyasî û Pevgirêdana Navneteweyî li ser Mafên Aboriyî, Civakî û Çandî- piraniya welatan ji aliyê hiqûqî girê da ku rêzê li mafên mirovî ên gelên xwe bigirin. Dîsa, desthilatên makezagonî yên îmzekaran bi piranî bê guhertin man, lewra wan destûr nedan ku yek ji van mafan serweriya wan binpê bike. Pevgirêdanên din ên li ser mafên mirovî, ku dîsa ji hêla piraniya welatan ve hatine îmzekirin, bi şert û mercên wekhev re rû bi rû ne.

Tenê cureyeke kirdariyên mafên mirovî ku ji hêla sepandinên leşkerî an tevdîrên dadwerî yên bihêz ve tê piştgirîkirin dikare serweriyê bi giranî sînordar bike. Ji vî alî de pêşveçûn, piştî Şerê Sar bi rêya revîzyoneke dîrokî ya Aştiya Westfalya dest pê kir. Ev revîzyon, normeke ku di peymanên xwe de bi awayekî xurt tê berpêşkirin, ango qedexeya destwerdanê, sînordar dike. Rêzek beşên ku di 1990an de dest pê kirin, Neteweyên Yekbûyî yan rêxistinên din ên navneteweyî çalakiyeke siyasî, ku pirî caran hêza leşkerî jî di nav de bû, pejirandin, ku piraniya dewletan berê li hember karûbarên navekî wekî destwerdana ne-rewa dihesibandin. Ev beş, bo çareserkirina bêedaletiyê di nav sînorên dewletekê de pejirandina operasyonên leşkerî yan rêveberiya derekî ya meseleyên navxweyî yên wek operasyonên polîsan vedihewîne. Berevajî operasyonên aştiyê di dema Şerê Sar de, di van operasyonan de bi gelemperî razîbûna hikumeta dewleta hedef tune bû. Operasyonên wiha li Îraq, Yûgoslawyaya kevn, Bosna, Kosowa, Somalî, Rûwanda, Haîtî, Kamboçya, Lîberya, Lîbya û welatên din pêk hatin. Her çend rewatî û hikmeta destwerdana welatekî bi tena serê xwe pirî caran di navbera welatan de tê nîqaşkirin jî -bo nimûne, bombebarana Îraqê ji aliyê Amerîkayê ve di Kanûna 1999an de û destwerdana NATOyê li Kosowayê nikaribûn piştgiriya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bi dest bixin, her wiha dagirkirina Îraqê ji aliyê Amerîkayê ya di sala 2003an de jî nikaribû- kirdariya berfireh a destwerdanê, mihtemelen dê ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên din ên navneteweyî piştgiriyeke berfireh bi dest bixin.

Bangeke aşkere bo revîzyona têgeha serweriyê bi awayekî destûrê bide destwerdanên ku ji hêla civaka navneteweyî ve têne pesendkirin, bi Berpirsiyariya Parastinê re hat, belgeyeke ku di sala 2001an de ji hêla Komîsyona Navneteweyî ya Destwerdan û Serweriya Dewletan ve hat nivîsandin û hilberandin. Komîsyon, li ser pêşniyaza Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Kofi Annan ji hêla hikumeta Kanadayê ve hate damezrandin. Ev belge, revîzyoneke xurt a têgihana klasîk pêşniyaz dike, ku tê de serwerî "berpirsiyariya parastinê" ya dewletekê li hember hemwelatiyên xwe vedihewîne; ev, berpirsiyariyeke wisa ye ku dema dewletek bêedaletiyeke mezin dike yan jî nikare hemwelatiyên xwe biparêze dewletên biyan dikarin bigirin ser xwe. Berpirsiyariya Parastinê bi awayekî berfireh bala navneteweyî kişandiye û bo têgeheke serweriyê wek manîfestoyekê xizmet dike, ku ne-reha ye û bi faktorên derekî ve girêdayî ye.

Rêyek din a sînordarkirina serweriyê, bi rêya entegrasyona Ewropa ye. Ev raman jî wek berteka li hember Holokostê derket holê, karesateke ku piraniya rêberên Ewropayî bi kêmanî qismen bi nebûna berpirsiyariya hesabdayîna dewleta serwer ve girê didin. Di dîrokê de, alîgirên herî heweskar ên entegrasyona Ewropayê di rastiyê de ji partiyên Demokrat ên Xiristiyan ên Katolîk derketine, ku îdealên wan ji Xiristiyaniya serdema navîn derdikevin, ku li gorî wê, qet nebe di teoriyê de, tu rêber ne serwer bûn û hemû rêber li hember komek nirxên gerdûnî berpirsiyar bûn. Bi zimanê modern ê mafên mirovî û demokrasiyê, ew nirxan xwe di şermezarkirina Aştiya Westfalya ji hêla Papa Innocent X de nîşan didin.

Entegrasyona Ewropa, di 1950yan de dest pê kir, dema ku şeş welatan di Peymana Parîsê de Civata Komir û Pola ya Ewropayê ava kirin. Vê civatê desthilateke navneteweyî ya hevbeş li ser pîşesaziya komir û pola ya van şeş welatan ava kir, ku kontrol û çavdêriya rêveberiyî bi rêya burokrasiyeke mayînde û Encûmeneke Wezîran a biryarker ku ji wezîrên derve yên her şeş welatan pêk tê vedihewîne. Heman model di Peymana Romayê ya 1957an de ji bo herêmeke aboriyî ya giştî hate pêş ve xistin. Ew, bi zêdekirina bûnewereke dadwerî, Dadgeha Edaletê ya Ewropayê, û dezgeheke qanûndanînê, Parlamentoya Ewropayê, saziyeke ku endamên wê rasterast li seranserê Ewropayê dihatin hilbijartin, hate xurtkirin. Bi demê re, entegrasyona Ewropayê berfirehtir bû û sazî gihîşt bîst û heft endaman û bi Peymana Maastrichtê ya 1991an kûrtir bû, ku hêzên wê berfirehtir kirin û ew wek Yekîtiya Ewropayê ji nû ve ava kir. Bêyî ku xwe bike şûna dewletan, Yekîtiya Ewropayê, aliyên girîng ên serweriya wan di saziyeke "serneteweyî" de “tîne cem hev”, ku azadiya wan a çalakiyê tê de sînordar e (Keohane & Hoffman 1991). Ew, êdî bi rehayî ne serwer in. Di salên dawî de, entegrasyona Ewropayê di gelek warên girîng de berdewam kiriye. Di 1ê Kanûna 2009an de, Peymana Lîzbonê ket meriyetê, bi rêya xurttirkirina Konseya Wezîran û Parlamentoya Ewropayê yekbûna serweriyê zêdetir kir, bo ku helwesteke yekkirî ya Yekîtiya Ewropayê temsîl bike Nûnertiya Karûbarên Derve û Siyaseta Ewlehiyê ava kir, û Şerta Yekîtiya Ewropayê li ser Mafên Mirovî yên Bingehîn bi awayekî zagonî girêder kir. Lê belê, di salên dawî de li ser entegrasyona Ewropayê zextin jî derketine holê. Di 2004an de ji hêla welatên endam ên Yekîtiya Ewropayê ve peymaneke ku bo Ewropayê Makezagonekê ava dike hate îmzekirin, lê di 2005an de ji hêla gelên Fransa û Holenda ve di referandûmê de hate redkirin û pêşî li pesendkirina wê girtin. Dûv re, di 2016an de, li Keyaniya Yekbûyî referandûmek hate lidarxistin, ku di encamê de dengdana derketina ji Yekîtiya Ewropayê (YE), ku wek "Brexit" tê zanîn, bi ser ket.

Ev sînordarkirina dewleta serwer, bi rêya normên navneteweyî û saziyên serneteweyî, di nav fîlozofên hemdem de jî, ku êrişî têgeha serweriya reha dikin, hevrastiyekê dibîne. Ramana wan bi tevahî ne nû ye, lewra heta di serdema destpêkê ya modern de jî, fîlozofên wek Hugo Grotius, Alberto Gentili û Francisco Suarez, her çend dewlet wek saziyeke rewa qebûl dikirin jî, hizir dikirin ku divê desthilata wê sînordar be, ne reha be. Wek mînak, mîrekî zordar dikarî bibe hedefa çalakiyên dîsîplînê yên mîrên cîran, ku dişibiyan rêmanên hemdem ên destwerdana mirovî.

Piştî Şerê Cîhanî yê Duyem vir ve du ji êrişên herî berbiçav ên li hember serweriyê ên fîlozofên siyasî di salên 1950an de ji hêla Bertrand de Jouvenel û Jacques Maritain ve hatin kirin. Di xebata xwe ya navdar a bi navê Sovereignty: An Inquiry Into the Political Good de, ku di 1957an de hate weşandin, Jouvenel qebûl kiriye ku serwerî taybetiyeke girîng a hêza siyasî ya modern e, ku bo rawestandina nakokiyên hundirê dewletê û di parastina li dijî biyaniyan de bo xurtkirina hevkariya giştî pêwîst e. Lê ew bi tundî têgeha modern a serweriyê şermezar dike, ku hêzeke li jorî qaîdeyan diafirîne, hêzek ku fermanên wê tenê çiku jî vîna wî dertên wek rewa tên hesibandin. Bo Jouvenel, serwerî di Hobbes de gihîştiye lûtkeya xwe, ku "têgihîştina ecêb a ku doz dike her tişt vedigere amûrên sînordarkirinê, hêza derxistina mafan û dîktekirina zagonan bi her awayî ku ew dixwaze dide serwer. Lê ev amûrên sînordarkirinê tenê beşek ji hêzên civakî ne ku di destên serwer de kom bûne" (197). Ramanwerên paşê yên wek Locke, Pufendorf û Rousseau, tevî cudahiyên li ser rêgeh û teşeya serweriyê, "divêbû, xefik û xapandina vê avahiya mekanîkî ya tekûz fehm bikin" (198). Jouvenel dinivîse ku ev "saeta serweriyê bi serê xwe" ye ku "ji niha û pê ve zehmet e ku kesek xwediyê wêrekiya redkirina hebûna wê be" (198).

Wekî ku pênaseya wî ya li ser Hobbes nîşan dide, Jouvenel bi çavekî gumanbar ji serweriya reha ya destpêka dema modern dinêre. Ew wiha dinivîse: "Ev xwebixwe ramaneke xeternak e" (198). Lê li şûna banga rakirina têgehê bike, ew di wê baweriyê de ye ku serwerî divê bi awayekî were beralîkirin ku desthilata serwer bêyî tiştê rewa tiştekî nexwaze. Exlaq, dûrî pênasekirina serwer, xwedî derbasdariyeke serbixwe ye. Bi serlêdana perspektîva "ramanwerên Xiristiyan", ew doz dike ku "vînên adil û vînên neadil hene" (201). Naxwe, "desthilat binbarîtiya emirkirina tiştê ku divê were emirkirin bi xwe re tîne" (201). Ev têgihana desthilatê ye ku ji hêla rejîma kevnare ve hatiye hilgirtin, ku şêwirmendên bibandor ên şah dikaribûn hewlên wî ber bi qenciya hevpar ve beralî bikin. Îro çi dikare vîna serwer beralî bike? Xuya ye Jouvenel gumanbar e ku sêwirana dadî an makezagonî bi tena serê xwe têrê dike. Berevajî yê vê, ew xwe dispêre têgehên exlaqî yên hevpar ên hemwelatîtiyê, ku wek zêfandinên li ser hilbijartinên serwer tevdigerin.

Di Beşa Duyem a xebata xwe ya mayînde, Man and the State, ku di 1951an de hatiye weşandin, Jacques Maritain pir kêm sempatî ji bo serweriyê nîşan dide, heta ne bi qasî piştgiriya şertî ya Jouvenel jî:

Nêrîna min ew e ku felsefeya siyasî divê ji peyva, û her wiha têgeha, Serweriyê xwe xelas bike: ne ji ber ku ew têgeheke kevnare ye, an jî sewa teoriyeke derûnnasiyî-dadî a "hiqûqa beal"; û ne tenê ji ber ku têgeha Serweriyê di warê hiqûqa navneteweyî de pirsgirêkên dijwar û tevliheviyên teorîk vedihewîne; lê belê, ji ber ku ev têgeh, dema di wateya xwe ya rastîn de û di perspektîva qada zanistî ya minasib de ku ew aîdê ye, ango felsefeya siyasî, tê nêrîn, di bingeh de xelet e û heke em berdewam bikin ku wê bikar bînin bivênevê dê me bixapîne; bi wê qebûlê ku redkirina wê ji mêj ve û bi awayekî berfireh hatiye pejirandin, û haya wê ji bibîrxistinên xelet ên di hundirê xwe de nîne (29-30).

Xeletiya Bodin û Hobbes di têgihîştina wan a serweriyê de bû, wek desthilateke ku gel bi hetahetayî veguhastiye û radestî bûnewereke derekî kiriye; di vir de ew bûnewer monark e. Serwer, li şûna ku gel temsîl bike û hesab bide wan, veguherî bûnewereke bala ku xwediyê mafê raser û nayê dewrkirin da ku li ser gel bi serbestî hukim bike. Mîna Jouvenel, Maritain jî ji wê yekê gazinc dike ku vîna serwer zêde tê mezinkirin, ew qas ku tiştê adil wek tiştê ku xizmeta berjewendiya wî dike tê qebûlkirin. Ev, pûtperestî ye. Her veguhastina desthilatê ji hêla laşê siyasî ve, çi bo beşek ji xwe be, çi jî bo hebûneke derekî -saziyeke dewletê, monarkek, an heta gel- be ne-rewa ye, lewra derbasdariya hikumetê di têkiliya wê bi hiqûqa xwezayî de kok digire. Serwerî, dibe sedema sê bêerkdarîtiyan. Ya pêşîn, rehenda wê ya derekî hiqûqa navneteweyî û dewleteke cîhanî têk dibe, ku Maritain bi tundî piştgirî dide herduyan. Ya duyem, rehenda navekî ya serweriyê, ango hêza reha ya dewletê li ser laşê siyasî, dibe sedema navendîbûnê, ne piranîparêziyê. Ya sêyem, hêza raser a dewleta serwer bi rêmana demokratîk a hesabdayînê re ne lihevhatî ye.

Argumanên Maritain, wek fîlozofekî Katolîk, dişibin yên fîlozofên Xiristiyan ên Ewropayê yên destpêka serdema modern ku rexne li serweriya reha dikirin. Çiku wan dîtiye ku bûnewereke dewletê ya zexm dertê holê, xwestine ku hêz û desthilata wê sînordar bikin. Ew bavûkalên wan kesên ku îro dixwazin desthilatê dewletê li ser navê mafên mirovî, mafê tepisandina jenosîd û karesatê û mafê wergirtina alîkariya biyanî, dadgeheke cizayê ya navneteweyî, û bûnewereke serneteweyî ku rêveberiya karûbarên aboriyî, û niha belkî yên leşkerî hildigire ser xwe sînordar bikin.

Mijara sînordarkirina serweriyê, di kevneşopiyên Katolîk û yên din ên Xiristiyanî de xurt dimîne. Wek mînak, Papa Benedict XVI di axaftina xwe ya 2008an a li Neteweyên Yekbûyî de mijara Berpirsiyariya Parastinê anî ziman. Di salên dawî de, fîlozofên siyasî yên kevneşopiya lîberal jî doza sînordarkirina serweriyê kirine. Du mînak Thomas Pogue (1992, û 2008, 174–201) û Allen Buchanan (2004) in. Her du jî di wê baweriyê de ne ku serwerî rewşeke exlaqî ya girîng e lê ne reha ye, û hewl didin ku ji bo îhtimalên wek destwerdana mirovî ya ku ji hêla NY ve tê pesendkirin û pêşveçûna xurttir a saziyên gerdûnî bo têkoşîna li dijî xizaniyê cih çêbikin.

 

Bîbliyografî

Atanassow, Ewa, Thomas Bartscherer, and David A. Bateman (eds.), 2023. When the People Rule: Popular Sovereignty in Theory and Practice, New York, NY: Cambridge University Press.

Barkin, J. Samuel, 2021. The Sovereignty Cartel, Cambridge: Cambridge University Press.

Bartelson, J., 1995. A Genealogy of Sovereignty, Cambridge: Cambridge University Press.

Bodin, J., 1992. On Sovereignty: Four Chapters From Six Books of the Commonwealth, Cambridge: Cambridge University Press.

Brown, Wendy, 2010. Walled States, Waning Sovereignty, Brooklyn: Zone Books, 2010

Buchanan, Allen, 2004. Justice, Legitimacy, and Self-Determination, Oxford: Oxford University Press.

de Carvalho, Benjamin, Halvard Leira and John Hobson, 2011. ‘The Myths That Your Teachers Still Tell You about 1648 and 1919,’ Millennium, 39(3): 735–758.

Ciorciari, John D., 2021. Sovereignty Sharing in Fragile States, Stanford, CA: Stanford University Press.

Elshtain, Jean Bethke, 2008. Sovereignty: God, State, and Self, New York: Basic Books.

Ferrara, Alessandro, 2023. Sovereignty Across Generations: Constituent Power and Political Liberalism, Oxford: Oxford University Press.

Figgis, J. N., 1907. From Gerson to Grotius 1414–1625, 2nd edition; reprinted, Cambridge: Cambridge University Press, 1916.

Fowler, M. R. and J. M. Bunck, 1995. Law, Power, and the Sovereign State, University Park, PA: Penn State Press.

Grimm, Dieter, and Belinda Cooper, 2015. Sovereignty: The Origin and Future of a Political and Legal Concept, New York: Columbia University Press.

Grotius, Hugo, 1625. The Rights of War and Peace, London: M. Walter Dunne, 1901.

Herzog, Don, 2020. Sovereignty, RIP, New Haven: Yale University Press.

Hinsley, F. H., 1986. Sovereignty, second edition, Cambridge: Cambridge University Press.

Hobbes, Thomas, 1651. Leviathan, Harmondsworth: Penguin, 1968.

International Commission on Intervention and State Sovereignty: Report, 2001. The Responsibility to Protect,

International Development Research Centre Publications [Preprint available online].

Jackson, Robert, 2007. Sovereignty: The Evolution of An Idea, Cambridge: Polity Press.

James, Alan, 1986. Sovereign Statehood, London: Allen & Unwin.

James, Alan, 1999. ‘The Practice of Sovereign Statehood in Contemporary International Society,’ Political Studies, 47(3): 457–473.

de Jouvenel, Bertrand, 1957. Sovereignty: An Inquiry Into the Political Good, Chicago: University of Chicago Press.

Kallis, Aristotle, 2018. ‘Populism, Sovereigntism, and the Unlikely Re-Emergence of the Territorial Nation-State,’ Fudan Journal of the Humanities and Social Sciences, 11(3): 285–302.

Kalmo, Hent, and Quentin Skinner, 2014. Sovereignty in Fragments: The Past, Present, and Future of a Contested Concept, Cambridge: Cambridge University Press.

Kantorowicz, Ernst, 1957. The King’s Two Bodies: A Study in Medieval Political Theology, Princeton: Princeton University Press.

Keohane, Robert O. and Stanley Hoffmann, 1991. ‘Institutional Change in Europe in the 1980s,’ in The New European Community: Decisionmaking and Institutional Change, R. O. Keohane and S. Hoffmann (eds.), Boulder: Westview Press.

Krasner, Stephen D., 1999. Sovereignty: Organized Hypocrisy, Princeton: Princeton University Press.

Kratochwil, Friedrich, 1989. Rules, Norms, and Decisions: On the Conditions of Practical and Legal Reasoning in International Relations and Domestic Affairs, Cambridge: Cambridge University Press.

Lee, Daniel, 2021. The Right of Sovereignty: Jean Bodin on the Sovereign State and the Law of Nations, Oxford: Oxford University Press.

Luther, Martin., 1523. Temporal Authority: To What Extent It Should Be Obeyed, Philadelphia: Westminster Press, 1967.

Machiavelli, Niccolo, 1532. The Prince and the Discourses, New York: The Modern Library, 1950.

Maland, David, 1966. Europe in the Seventeenth Century, London: Macmillan.

Maritain, Jacques, 1951. Man and the State, Chicago: University of Chicago Press.

Nexon, Daniel H., 2009. The Struggle for Power in Early Modern Europe: Religious Conflict, Dynastic Empires, and International Change, Princeton: Princeton University Press.

Osiander, Andreas, 1994. The States System of Europe, 1640–1994, Oxford: Clarendon Press.

Osiander, Andreas, 2001. ‘Sovereignty, International Relations, and the Westphalian Myth,’ International Organization, 55(2): 253–254.

Paris, Roland, 2020. ‘The Right to Dominate: How Old Ideas About Sovereignty Pose New Challenges for World Order,’ International Organization, 74(3): 1–37.

Pavel, Carmen, 2014. Divided Sovereignty: International Institutions and the Limits of State Authority, Oxford: Oxford University Press.

Philpott, Daniel, 2001. Revolutions in Sovereignty: How Ideas Shaped Modern International Relations, Princeton: Princeton University Press.

Pogge, Thomas, 1992. ‘Cosmopolitanism and Sovereignty,’ Ethics, 103: 48–75.

Pogge, Thomas, 2008. World Poverty and Human Rights, 2nd. edition, Cambridge: Polity Press.

Schmitt, Carl, 1922. Politische Theologie: Vier Kapitel zur Lehre von der Souveränität, München und Leipzig: Verlag von Duncker & Humblot; translated as Political Theology: Four Chapters on the Concept of Sovereignty, G. Schwab (trans.), Chicago: The University of Chicago Press, 1985.

Spruyt, Hendrik, 1994. The Sovereign State and Its Competitors, Princeton: Princeton University Press.

Srivastava, Swati, 2022. Hybrid Sovereignty in World Politics (Cambridge Studies in International Relations), Cambridge: Cambridge University Press.

Teschke, Benno, 2009. The Myth of 1648: Class, Geopolitics, and the Making of Modern International Relations, London: Verso.

Wheatley, Natasha, 2023. The Life and Death of States: Central Europe and the Transformation of Modern Sovereignty, Princeton, NJ: Princeton University Press.

Wilks, Michael, 1964. The Problem of Sovereignty in the Later Middle Ages, Cambridge: Cambridge University Press.

Wolff, R. P., 1990. The Conflict Between Authority and Autonomy, Oxford: Basil Blackwell.

 

Çavkaniyên din ên li ser înternetê