Terorîzm

2023/05/24
758

Berîya êrişên terorî yên li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (USA) di 11ê Îlonê sala 2001ê de, mijara terorîzmê di nav nîqaşên fîlosofîyê de zêde cih nedigirt. Lîteratûra fîlosofî ya bi Îngilîzî (ya di derheqê terorîzmê de) tenê ji çendek monografan û komek nivîsaran yên bi temamî yan jî bi piranî nezrî pirsên têkildarî terorîzmê dihate meydanê. Li ser mijarê gotarên di kovarên filosofî de gelek kêm û sêrek bûn, di her du ensîklopedîyên sereke yên fîlosofiyê de jî madeyek tunebû. Êrişên 11ê Îlonê û dûmahîya wan terorîzm xist nav rojeva fîlosofîyê: Êdî terorîzm mijara gelek pirtûkan, gotarên kovaran, hejmarên taybet yên kovaran û konferansan bû.

Herçi ku zanistên civakî li ser sedem, cûreyên esasî û encamên terorîzmê dixebite, dîrok şopa wê diajo û hewl dide, awayê guhorîna wê bi demê re bifesilîne, fîlosofî li du pirsên bingehîn –û têkildar- zîq dibe. Pirsa ewil têgehî ye: Terorîzm çi ye? Ya duyem exlaqî ye: Qet mimkin e ku terorîzm exlaqen bê peyitandin?

Fîlosof li ser her du pirsan jî seknên cûrbicûr pêşkêş dikin. Derbareyê Pirsgirêka pênasekirina terorîzmê de boçûna serdest dixwaze wateya esasî ya “terorîzmê” ya di karanîna gelemper de erê bike. Terorîzm wek cûneke şîdetê tê qebûlkirin. Gelek pênase, tecrubekirina terorê yan tirsê wek armanca ewilîn ya vê şîdetê derdixin pêş. Ne şîdet ne jî teror bona xatirê xwe bi xwe, lê zêdetir bona xatirê armanceke wêdatir, wek neçarhiştinê yan hinek hedefên belîtir, derdikeve holê. Lêbelê, hinek pênaseyên ku têkilîya têgehî ya terorîzmê bi şîdetê yan jî bi terorê re dibirin jî hene. Derheqê îtibara exlaqî ya terorîzmê de, fîlosof li ser him awayê tespîtkirinê him jî çibûna tespîtê ji hev vediqetin. Fîlosofên encamparêz (consequentialist) teklîf dikin ku terorîzm jî, wek her tiştî din, li gorî encamên xwe bê darizandin. Yên ne-encamparêz (nonconsequentialists) jî, doz dikin ku barûdoxa terorîzmê ya exlaqî ne tenê mijara encamên wê bi hemûkî ye, ji wê zêdetir bi tenê serê xwe yan bi piranî ji alîyê çibûna wê ve tê tespîtkirin. Seknên derbareyê exlaqîbûna terorîzmê de, ji alîyekî, di bin şertên başbûna encamên wê yên hemûkî yan jî tetmînbûna hinek pêdivîyên exlaqî yên peywirxwaz (deontological), digihîjin peyitandina wê, ji alîyê din digihijîn asta redkirina mitleq, yan jî hema hema mitleq.

Fîlosofên ku di qada fîlosofîya sepandî (applied philosophy) de dixebitin ji hewl didin da bi rêya lêkolînên rûdankî nîqaşên li ser terorîzmê bi awayekî gelemperî pêş ve bibin. Ango, bi lêkolînên li ser rol, rastî û xeletîyên terorîzmê di alozîyên belî de. Wek mînak “The Troubles”1 ya Îrlandaya Bakur (George 2000; Simpson 2004; Shanahan 2009), alozîya Îsraîl û Filîstînê (Gordon and Lopez 2000; Primoratz 2006; Kapitan 2008; Law (ed.) 2008) û di Şerê Cîhanê ya Duyem de bombebarana bajarên Almanyayê (Grayling 2006, Primoratz 2010).


1. Pirsgirêka Têgehî

1.1 “Terorîzm” ji Şoreşa Fransî ta serê sedsala 21an

1.1.1 Hukimranîya terorê

1.1.2 Propagandaya kiryarî

1.1.3 Wek terorîstekî dewlet

1.1.4 Terorîst û şervanên azadîyê

1.2 Du taybetiyên bingehîn yên terorîzmê û du cûneyên pênasekirinê

1.2.1 Şîdet û teror

1.2.2 Pênasekirinên fireh û teng

1.2.3 Hinek pênasekirinên îdîyosînkratîk

2. Pirsgirêka exlaqî

2.1 Hevkarîya stembaran

2.2 Encamparêzî (consequentialism)

2.2.1 Terorîzma peyitandî

2.2.2 Terorîzma nepeyitandî

2.3 Ne-encamparêzî (nonconsequentialism)

2.3.1 Mafên mirovî yên bingehîn û edaleta belavdar

2.3.2 Tengavîya berz û karesata exlaqî

2.3.3 Terorîzma bêşertûmerc xelet

  • Bîblîyografî
  • Pirtûk, Beşên Pirtûkan, Meqale
  • Hejmarên taybet yên kovaran
  • Amrazên Akademîk
  • Çavkanîyen Din yên li ser Înternetê
  • Madeyên Têkildar


1. Pirsgirêka Têgehî

Dîroka terorîzmê mihtemelen bi ya şîdeta polîtîk ve hevdirêj e. Lêbelê terma “terorîzmê” nîsbeten nû ye; ji dawîya sedsala 18an vir ve di karanînê de ye. Karanîna wê, ji hinek alîyên girîng ve bi berdewamî guherîye. Bi ser de jî, bêje, di bêjara (discourse) polîtîk ya hemdem de zêdetir wek termeke polemîkî hatîye karanîn, ku îthama wê ya hestî ya bihêz ser wateya wê ya şayesî digire ku gelek şêlû ye. Ev hemû, meyl dike ku rê li nîqaşeke aqlî û herîkbar derbarê sirişt û sekna exlaqî ya terorîzmê û rêyên baştirîn di derbarê micadeleya li dij wê de bigire.


1.1. “Terorîzm” ji Şoreşa Fransî ta serê sedsala 21an

1.1.1 Hukimranîya terorê

Bêjeya “terorîzmê”, dema li Rojava cara ewil kete nav bêjara xelkî, wateya hukimranîya terora ku Jakobenan (Jacobins) ji payîza 1793yê heta havîna 1794ê avêtibû ser Fransayê dihewand. Armanca wê ya dawîn nûveteşekirina him civakê him jî sirişta mirov bû. Ew armanc, wê bi rêya hilweşandina rejîma kevn, tepisandina hemû dijminên hikumata şoreşger û fêrkirin û qayimkirina fezîleta sivîl (civic virtue) bihata serxistin. Di serxistina van armancan de roleke navendî dabûn dadgehên şoreşgerîyê. Ew dadgeh xwedîyê otorîteyeke berfireh, ku tenê ji alîyê çendek qaîdeyên rêzikî (usûlî) ve hatibû sînordarkirin, bûn û peywira xwe, ji belavkirina edaleta qanûnî bi awayekî sayî zêdetir, bicihanîna rênimaya şoreşgerî didîtin. Wan didan pey “dijminên xelkê”; çi rast çi mihtemel, çi rastandî çi gumankirî. Hiqûqa ku wan bi kar dîanî, hiqûqeke wisa bû ku “bona tu kesekî –qaşo dijminê xelkê- li derve nehêle, di nav wateyeke nezelal de, yek bi yek jimartibûn” (Carter 1989;142). Cezayê yekgirî kuştin bû. Ew darizandin û înfazan dixwestin terorê têxin dilên hemû kesên ku fezîleta sivîl biçûk didîtin. Jakobenan, bawer dikirin ku bona xurtkirina rejîma nû amûrên lazim ev tişt in. Vê lazimbûnê him mehaneya hukimranîya terorê û him jî peyitandina exlaqî ya wê peyda dikir. Wek çawa Robespierre anîbû ziman, teror ne tiştekî din lê “feyza fezîletê” bû; bêyî wê, fezîlet qels e. Ji ber vê jî Jakobenan, term, di kiryar û polîtîkayên xwe de bêtirs û bêyî wateyeke neyînî bi kar anîn.



  1. Propagandaya kiryarî


Lêbelê, di demên paşê de terma “terorîzmê” û hevsiriştên wê, wateyên gelek neyînî wergirtin. Rexnegirên zêdagavîyên Şoreşa Fransî hukimranîya wê ya xofî ji serî de dîtin. Terorîzma ku di pêvajoyê de bi sûîstîmaleke req ya hêzê ve hevkarî kir û wek desthilata ku li ser tirsê ava bûye bi nosyona zorbazîyê ket pêwendiyê, careke din wek mijarekê ket nav fîlosofîya polîtîk.


Di nîveka sedsala 19an de, him di wateya şayesî him jî ya nirxandinî ya termê de guherînek çêbû. Hinek rêxistinên anarşîst û yên din ên şoreşgerî, paşê jî hinek komên neteweperwer piştî ku hêvîya xwe şêweyên din ên micadeleya polîtîk birîyan dest avêtin şîdeta polîtîk. Ew, gihiştin encamê ku gotin ne bes in, tiştê ku dixwestin kiryar bûn: Kiryarên serçil, dramatîk ku li dilê pergala civakî û polîtîk ya bêdad û zordest bide, di nav piştgirên wê de tirsê û bêhêvitîyê biafirîne, şikestinbarîya wê nîşanî bindestan bide û dawîya dawîn guherîna polîtîk û civakî mecbûr bike. Navê vê “propagandaya kiryarî” bû, û “kiryar” bi piranî sûîkastên li dijî malbata qralîyetê yan jî rayedarên bilind yên hikumatê bûn. Ne wek hukimranîya terorê ya Jakobenan, ku bi bêcudakerî dihat karanîn, ev cûne terorîzm -wek ku him alîgirên him jî rexnegirên wê terîf dikin- bi awayekî gelek cudaker dihat karanîn. Ev yek, nexasim derbareyê rêxistinên şoreşgerî yên Rûsî, wek Vîna Gel û Partiya Sosyalîst ya Şoreşger, de rast bû. Wan, kuştina rayedarekî hikumatê tenê û tenê di bin du mercan de exlaqen peyitandî qebûl dikirin: a) Heger hevkarîya wî ya bi rejîma zordest re qasî ku mirinê heq bike girîng be û b) Kuştina wî ji micadeleyê re têkarîyeke girîng bike. Şîdeta wan, xwe ji kesên netêkildarî yan jî kêmtêkildarî rejîmê dûr dihişt. Çend mînakên “propagandaya kiryarî” yên ji alîyê anarşîstên Fransî û Spanî di salên 1880 û 1890an de hatibû kirin, kuştina bêcudaker ya hemwelatîyên ji rêzê bûn. Lêbelê ew mînakan ji qaîdeyê zêdetir wek îstîsna bûn. Kiryaran û hinek kesên ku sedema wan li gorî dilê wan bû, îdia kirin ku ew kirinan exlaqen hîn jî meşrû ne, çi wek cezakirinê (li ser qebûlkirina ku tu endamên çîna desthilatdar ne bêguneh in), çi jî wek amûreke lazim bona hilweşandina pergala bêedalet. Li ser vê jî, di zimanê wan de jî terma “terorîzmê” tu gazinc nedihatin kirin. Dema ji alîyê kesên din dihat karanîn, termê, tawanbarkirineke bihêz ya kirdarîyê îfade dikir.



  1. Wek terorîstekî dewlet


Terorîzma ku her du alîyên Şoreşa Rûsî û Şerê Navxweyî (Civil War)2 karanîbû, ji hinek wechên girîng ve lêvegera terorîzma Jakobenan bû. Li Rûsya hikumata ku ji alîyê Bolşevîkên mizafer ve hatibû avakirin yeka totalîter bû. Desthilata Nazîyan li Almanyayê jî wisa bû. Her duyan jî dabû pey ku li ser civakê kontroleke sercem damezrînin. Li dû armanceke wiha kokbir çûn, encax bi rêbazeke wek wê kokbir pêkan bû: Terorîzmeke ku di nav nifûseke perçekirî û bêberevanî de ji alîyê polisekî polîtîk yê bêhûde bihêz ve bi rê ve diçe. Serkeftina wê birpiranî sewa karaktera wê ya kêfî bû, ango, netexmînbarîya hilbijartina stembarên wê. Li her du welatan jî rejîman siftê hemû dijber tepisandin. Wexta ku êdî tu dijber yên hêjayî qalkirinê neman, polîsên polîtîk dan dû şopa mixalifên “mihtemel” û “bêteref”. Li Yekîtîya Sovyetê, van hêzan dawîya dawî berê xwe dan stembarên ku ketober hatine hilbijartin. Terorîzma totalîter, cûneyê terorîzma dewletî ya serçiltir û herikbartirîn e. Wek Hannah Arendt anîye ziman, “terorîzm puxteyê serdestîya totalîter e” û baregeha komkî “sazîya rasteqîn ya hêza rêxistinî ya totalîter e” (Hannah Arendt 1958:464, 438). Dema ku xwendekarên totalîtarîzmê, wek rêbaza wê ya birêvebirinê behsa terorîzmê dikirin, nûnerên rejîmên totalîter, bi hesasîyeteke li hember wateya avirî (pejoratîv) ya peyvê, kiryarên xwe wek berevanîya dewletê li hemberî dijminên navxweyî diresmandin.


Li gel vê, terorîzma dewletî ne karê rejîmên totalîter tenê ye. Hin dewletên ne-totalîter jî, wek rêbazeke şerî, li hemberî sivîlên dijminan dest avêtine terorîzmê. Bi taybetî jî dema ku Hêzên Hewayî yên Brîtanyayê3 û yên Emerîkayê4 di Şerê Cîhanê ya Duyem de bajarên Almanya û Japonyayê bombebaran kirin (bnr. Lackey 2004). Kesên ku ev sefer plan kirin û dîdevanîya wan kirin, tu caran bi eşkeretî wek “bombebarana terorî” bi nav nekirin, lêbelê, di ragihandina navxweyî de tewsîfkirina wan wiha bû.


  1. Terorîst û şervanên azadîyê


Piştî demên serfiraz yên terorîzma totalîter di salên 1930 û 1940î de, terorîzma dewletî ya navxweyî li gelek deverên dinyayê ji alîyê dîktatoryayên leşkerî ve hate karanîn, bes, bi awayekî kêmajo û kêmbelav. Lêbelê, cûneyê terorîzma ku di nîveka duyem ya sedsala 20an û serê sedsala 21an de derkete pêş, ew bû ku ji alîyê rêxistinên serhildêr ve hatîye kirin. Gelek tevgeran, bona rizgarkirina neteweyên xwe ji desthilatên mêtinger ev cure terorîzm bi kar anîn, çi wek rêbaza bingehîn ya micadeleyê, çi jî wek taktîkeke ku piştevanîyê bidin şerê gerîlayî. Hinek tevgerên cudaxwaz jî serî li vê rê xistin. Hinek rêxistin yên xwedîyê bîrdozîyên serçil, nemaze yên çepgir, terorîzm, bona hewla hilweşandina dezgeha ekonomîk, civakî û polîtîk -ku li gorî wan bêedalet û zordest bû- wek rê û rêbaza tekane qebûl dikirin. Ev cûne terorîzm, bi piranî, di hilbijartina hedefên xwe de ne cudaker bû: Wê, bêyî ku ferqê têxe navbera nêrînên polîtîk (û apolîtîk), çîna civakî û şêwaza jîyanê, êrişî hemû jin û mêran –çi ciwan çi pîr, çi gihîştî çi zarok- dikir. Wê bera mirovan dida, bi venandina bombeyan li bînayên resmî, marketan, kafeyan, sînemayan, cihên dînî, otobêsan, balafiran û deverên din ên gelî yên şîkestinbar mirov perçe perçe dikiri. Dîsa, wê, bi rêya revandina balafiran, yan bi rêyên din, mirov rehîn digirtin.


Çiku êdî “terorîzm” bûye xwedîyê wateyeke hêzdar ya avirî, kesek wê li kiryar û bizavên xwe û hezkirîyên xwe nasepîne. Serhildêrên ku terorîzmê bi kar tînin, kiryarên xwe wek micadeleya rizgarîyê diresmînin û dixwazin ne wek terorîst û tawanbaran lê wek leşkeran bên qebûlkirin û teamil kirin. Ew, bi piranî neyarên xwe –hikumata bîyan, yan pêşkarên dezgeha civakî, polîtîk û ekonomîk- wek “terorîstên rasteqîn” teswîr dikin. Bo wan, pîvana terorîzmê ne tiştê ku tê kirin e, lê ji wê zêdetir armanca dawîn ya wê ye. Heke armanca dawîn rizgarî yan edalet be, şîdeta ku bona gihiştina wê tê karanîn ne terorîzm e, lê, şîdeta ku zordestîyê yan bêedaletîyê yan jî hinek “şîdetên sazî” ku van diemiline dike armanc, terorîzm e. Li alîyê din, hikumat mêyl dikin ku hemû şîdeta serhildêr bi heman firçeya “terorîzmê” boyax bikin. Berdevkên hikumatan û medyayên alîgir wek adetî qebûl dikin ku di pênaseye xwe de kifş e, terorîzm ji alîyê pêşkarên ne-dewletî tê kirin û dewletek tu caran nabe ku bi terorîzmê bê tawanbarkirin (herçiqas ku bikare rêxistinên terorî desteber bike jî). Bo wan, pîvana terorîzmê ne tiştê ku tê kirin e, lê kesê ku ew tişt kiriye ye. Dema pêşkarekî dewletê şîdetê bi kar bîne, ew yan kiryareke şer e yan tolhildan e yan jî berevanîya ewlehîya dewletê û hemwelatîyên wê ne; lêbelê, heger komeke serhildêr heman tiştî bike, ew terorîzm e. Di bin van mercan de, terorîstê yekî şervanê azadîyê yê din e û nîqaşa nav gel di derbareyê terorîzmê de li du amancên dijber pêk tê û bandora wê jî zehf kêm dibe. Hewlên Neteweyên Yekbûyî (UN) derheqê teklîfa pênaseyeke “terorîzmê” ku ji alîyê hemû dewletan ve bê qebûlkirin û têxistina nav hiqûqa navneteweyî heta niha ji ber gorkesîya (relatîvîzm) heman cureyî bêencam ma. Welatên misliman pênaseyeke ku destûr dide tevgerên rizgarîxwaz yên neteweyî li Rojhilata Navîn û Keşmîrê wek terorîst bên tewsîfkirin qebûl nakin. Li alîyê din welatên Rojavayî pênaseyeke ku destûr dide pêşkarên dewletî bi terorîzmê bên tawanbarkirin qebûl nakin.



  1. Du taybetîyên bingehîn yên terorîzmê û du cûneyên pênasekirinê



  1. Şîdet û teror


Wateya nirxandinî ya “terorîzmê” çend caran guherînên mezin û girîng derbas kirine. Wateya şayesî ya wê jî guherîye, lê di asteke kêmtir û biçûktir de. Heke em wateyên bêjeyê yên din bidin alîyekî, karanîna gelemper ya ji du sedsalan zêdetir wek adetî îşaretî du tiştan dike: Şîdet û tewisandin (sedembûna tirs û teroreke mezin, terorîzekirin). Di lîteratûra fîlosofî de derheqê pirsa têgehî de boçûna serdest vê yekê dîyar dike. Terorîzm, bi piranî wek cûneyeke şîdetê tê fehmkirin. Ev şîdet ne şîdeteke kor û sadîstîk e, lêbelê, zêdetir tewisandinê û hinek hedefên din yên polîtîk, civakî û dînî, yan jî hîn berfirehtir neçarhiştinê dike amanc.


Di yekem lêkolîna fîlosofî ya kitabkî di Îngilîzî de Per Bauhn, terorîzma polîtîk wiha pênase kirîye:

Bicihanîna kiryarên şedît, yên berê xwe dane kesekî yan zêdetir kesan, yên pêşkarê kiryar nêt kirîye ku kesekî yan zêdetir kesan bitewisîne û bi vî awayî yek yan zêdetir hedefên polîtîk yên pêşkar bîne cih (Bauhn 1989:28).


Di nav pênaseyên sereke de mînakeke baş jî di meqaleya C.A.J. Coady ya di nav Ansîklopedîya Etîkê (Encyclopedia of Ethics) de hatîye pêşkêşkirin:


Taktîka bi qestî bi şîdeteke kujer yan sext hedefkirina ne-şervanan [yan jî, di bin merca ku bi jîyan û ewlehîyê ve têkilîyeke girîng hebe, mal û milkê ne-şervanan,] … ku dixwaze bi rêya afirandina tirsê encamên polîtîk hilberîne (Coady 2001; 1697).


Mînakeke din jî pênaseya ku ji alîyê Igor Primoratz hatîye teklîfkirin:


Karanîna, yan jî gefa karanînê, qestî ya şîdetê li hember mirovên bêguneh, bi amanca tewisandina hinek mirovan da bikevin rêyekê ku wekî din wê qebûl nekirana (Primoratz 2013: 24).


Ev pênaseyan him pirsa ‘kirdar kî ye’ him jî pirsa ‘hedefên wan ên dawîn çi ne’ dide alîyekî û li tiştê ku tê kirin û amanca ewilîn ya wê kirinê zîq dibin. Ew, terorîzmê wek rêyeke kirinê pêşkêş dikin ku ji alîyê pêşkarên cuda bona amancên dawîn yên cûrbicûr (piranîya, lê ne temamîya wan, polîtîk in) dikare bê pejirandin. Ew, dibe ku ji alîyê dewletan yan jî pêşkarên ne-dewletî bê karanîn, dibe ku xizmeta rizgarîya neteweyî yan jî zordestîyê, sedemên şoreşgerî yan jî kevneparêz (û mihtemelen bide pey hinek hedefên ne-polîtîk jî) bike. Kesek pêkan e ku bibe terorîst û şervanê azadîyê; terorîzm ne pawana dijminên azadîyê ye. Kesek dikare bibe karbidestekî bilind yê hikumatê yan artêşê û kampanyayeke terorî plan bike û bîne cih. Terorîzm ne karê serhildêran tenê ye. Bi vê rê, dibe ku piranîya gorkesîya derbarê kî terorîst e û kî ne terorîst e ku nîqaşa xelkî ya hemdemî (bnr. 1.1.4) nerihet dike ji holê bê rakirin.


Ji bilî lihevkirina ku şîdet û tewisandin esasê terorîzmê ava dike, ev pênaseyên jor ji çend alîyan ve ji hev vediqetin. Tenê şîdeta rastîn tê hesibandin yan divê gefên şîdetê jî bên hesibandin? Divê şîdeta terorî berê xwe dabe jîyan û tendiristîyê yan şîdeta li hember (hinek) mal û milkan jî bê hesibandin? Terorîzm her tim li pey bidestxistina hinek hedefên polîtîk diçe yan pêkan e ku terorîzmeke ne-polîtîk (wek mînak, krîmînal) jî hebe? Ev xal, hemû xalên biçûk in. Ji bilî van, cudatîyeke mezin jî heye: Herçi Coady û Primoratz terorîzmê wek şîdeta li hember (bi rêzkî) ne-şervanan û mirovên bêguneh pênase dikin, pênaseya Bauhn sînordarkirineke bi vî terhî nahewîne. Pênaseyên cûneyê pêşane dibe ku wek “teng”, yên paşanê jî wek “fireh” bên binavkirin. Lîteratûra fîlosofî ya li ser terorîzmê bi mînakên herdu cûneyan tije ye.


  1. Pênaseyên fireh û yên teng

Divê em pênaseyeke fireh yan yeke teng bipejirînin? Pênaseyeke fireh, ji Jakobenan heta roja îro hemû dîroka “terorîzmê” dihundirîne û bi karanîna gelemper ya îroyîn ve zêdetir li hev tê. Pênaseyeke teng, bi sînordakirina şîdeta terorî bi ya ku berê xwe dide ne-şervanan û mirovên bêguneh, ji karanîna gelemper gelek dûr dikeve. Bi vî awayî jî, ev cure pênaseyek, piranîya “propagandaya kiryarî ya sedsala 19an û şîdeta polîtîk ya ku şoreşgerên Rûsî bi kar dianî û him xwe bi xwe him jî xelkê wek terorî tewsîf dikirin, li derve dihêle.


Ji ber van sedeman, dîroknas wek adetî bi pênaseyeke fireh dişixulin û zanyarên civakî jî bi piranî wisa dikin. Lêbelê, dibe ku fîlosof bi temamî pênaseyeke teng tercîh bikin. Fîlosof, li sekna exlaqî ya terorîzmê zîq dibin û hewceyê pênaseyeke nexasim di bêjara exlaqî de alîkar in. Ger em exlaqen bipeyivin, helbet di navbera venandina bombeyekê li bînayeke hikumatê û kuştina rayedarên bilind (ku li gorî kesekî) yên hikumateke bêedalet, zordest û venandina bombeyekê li çayxaneyekê û kuştina komeka rasthatî ya hemwelatîyên ji rêzê (zarok jî daxîl) ferqek -di hin rewşan de gelek ferq- heye. Herçi ku herdu kiryar jî pirsgrêkên exlaqî derdixin holê jî, ev pirsgirêk ne wek yek in û têxistina her duyan tev bin heman sernava “terorîzmê”, wê mihtemelen alîkarê nirxandina exlaqî ya bîrtûj nebe, lê rê li wê bigire.


Pênaseyên teng bijareyî ne, lê (ji yên ku wê di beşa paşê de bê nîqaşkirin cihê) ev taybetîya wan bê kêmasî nîne. Ew, li xusûsîyetên terorîzmê yên dibin sedem ku em pratîka wê bi hestîgiranîyeke exlaqî ya kûr bibînin zîq dibe: (i) şîdet (ii) li hember ne-şervanan (yan jî, wek vebijêrkekê, li hember mirovên bêguneh) bona xatirê (iii) tewisandinê (yan jî, di hinek pênaseyan de, (iv) neçarhiştin). Di behsa (ii) de, ew, pirsgirêka terorîzmê bi etîka şerî û yek ji rêgezên bingehîn yên teorîya şerê mafdar (just war theory), ango menaheya ne-şervanan (non-combatant immunity) têkildar dikin. Ew bona neqandina terorîzmê ji kiryarên şerê durist û sûîkastên polîtîk, ku ne-şervanan û hemwelatîyên ji rêzê nake hedef, alîkarîyê dikin. Şayesandina stembarên terorîzmê wek “ne-şervan” yan “mirovên bêguneh” ewqas jî ne girîng e, çiku her du term jî bi sehekîyeke teknîkî hatine karanîn û her du jî kesên ku bi tevlîbûna rasterast yan jî di asteke girîng de berpirsîyarbûna (bi qebûla terorîstan) bêedaletî û zordestîya nehemwarbar (insufferable) îşaret dikin, li hember şîdeta kujyar yan jî serçil menaheya xwe wenda nekirine. Ev kes di şer de sivîlên bêguneh in; di alozîyeke şîdetî ya ji şer siviktir de hemwelatîyên ji rêzê ne.


Axaftina li ser daxîlbûna takekesan û koman bêedaletê û zordestîyê vê pirsa hanê derdixe meydanê: Gelo di vê meseleyê de bêedaletî û zordestî û sekna van kêsên ku tevlî vê dibin, wê ji alîyê bijarteka pêşane bê belîkirin? Ew, ji perspekîfa teorîya şerê mafdar û rêgeza wê ya menaheya ne-şervanan li terorîzmê dinêre. “Şervan” termeke teknîkî ye ku pêşkarên erîşbarîyê, bi awayekî firehtir, “şaşkarên xeternak” yan jî “pêşkarên zirarê” terîf dike; ew, hedefên meşrû yên şîdeta mihtemelen kujyar in. Yên din hemû tev ne-şervan in û kêfa menaheya ji ev cure şîdetê diajon (Coady 2004). Ev boçûn, mihtemelen ne zor e di şer de, ku di wir de şaşî, yan zirar yan êrişbarîyeke divê bê defkirin yan jî îxlalên mezin yên mafên mirovî ne ku ji midaxeleya mirovî re rê vedike, were sepandin. Lêbelê, pirsgirêkên bêedaletê û zordestîyê yên ku li dor alozîyeke navxweyî, ku ji şer siviktir e, derdikevin meydanê mêyldarê gelek nakokîyan in: Pergaleke polîtîk û civakî ku hinek kes wek nekamil, lê dîsa jî di esasê xwe de exlaqen meşrû qebûl dikin, dibe ku hinekên din wek nimûneya (epîtomeya) bêedaletê û zordestîyê bibînin, ku divê -heger lazim be bi şîdetê- bê hilweşandin. Di bin van mercên hanê de, dema rayedarêkî polîtîk yê meqambilind ji alîyê serhildêran ve bê kuştin, ev fîîl dibe ku ji alîyê pirî kesan ve wek kiryareke terorî bê tewsîfkirin (û nehletkirin), li alîyê din serhildêr û sempatîzanên micadeleya wan wê vê tewsîfkirinê û resimandinê red bikin û vê kuştinê wek sûîkasteke polîtîk binirxînin.


Bona ku ji vê cure gorkesîyê xwe biparêze, Primoratz, nêrîneke ku ji alîyekî girîng ve sekna terorîst dipejirîne derdixe pêş. Stembarên rasterast yên terorîzmê bi wateya neberpirsîyarbûnê ve bêguneh in. Bi her cure fehmkirina bawerbar ya berpirsîyarîyê û mesûlîyetê, ji bêedaletî û zordestîya ku terorîst pê re şer dikin yan qet yan jî di asta ku sewê bên kuştin yan seqetkirin de ne berpirsîyar in. Li vir, bêedaletî û zordestî nedivê ku rast be; dibe ku tenê îdîayeke terorîstan be. Berpirsîyarîyeke wiha ku tenê bi îdîaya bêedaletî û zordestîyeke mezin derketîye meydanê, bona ku mirovek li hember şîdetê menaheya xwe winda bike ne bes e, ewqas ku cûneya menaheyê û bêgunehîyê ku pênasekirina terorîzmê jê re têkildar e. Gorî versiyona kevneşopkî ya teorîya şerê mafdar, mirovek menaheya xwe tenê bi tevlîbûna şerê nemafdar de ne, lê bi tevlîbûna her cure şerî winda dike. Dîsa wek vê, mirovek menaheya xwe ya li hember şîdeta polîtîk tenê bi rayedarî û bicihanîna polîtîkayên hikumateke pir bêedalet, lê bi rayedarî û bicihanîna her cure hikumatan winda dike: Herwekî ku qralê Îtalyayê Umberto yê Yekem piştî ji sûîkastekê xelas dibe gotîye, ‘rîskê wiha bi peywirê re tev derdikevin holê.’ Endamên van du çînan ji alîyê yên êrîşê wan dikin ve bêguneh û li hember şîdetê exlaqen parastî nayên qebûlkirin; yên paşane, kiryarên xwe wek yên şerekî durist yan jî sûîkasteke polîtîk dibînin. Heke terorîst derheqê berpirsîyarî û mesûlîyetê de beşdarî nêrîneke pêbawer bibin, wê çaxê, dema ew êrişî hemwelatîyên ji rêzê bikin, êrişî mirovên –li gorî nêrîna xwe- bêguneh dikin; ango, heke em nirxdayîna terorîstan ya polîtîkayên derbareyê vê meseleyê de bipejirînin jî bêguneh in. (Ev nayê wê wateyê ku ew kesên hikumatekê zêde bêedalet dibînin xwedîyê îcazeta kuştina rayedarên wê ne, lê heke tiştekî wiha bikin, ew nabe terorîzm, zêdetir dibe sûîkasta polîtîk. Dîsa jî em, him daraza wan ya derbareyê rênimayên qalkirî de red bikin him jî em wê darazê qebûl bikin, lê bawer bikin ku divê ew bi amûrên neşedît li hember wan rênimayan derketana, dikarin kiryarên wan tawanbar bikin. Lêbelê, em ê kiryarên wan mîna terorîzmê tawanbar nekin.)


Li ser vî hesabî, di tespîtkirina bêgunehîyê û biryardayîna kiryarên terorî de ne tenê bêedaletî û zordestîya rastîn lê ya îdîakirî jî tê hesibandin; bi vî awayî jî, ev cure biryar nabin dîlê nîqaşên bêdawî yên ser sekna exlaqî ya rênimayên binizhe. Lêbelê, maweyeke (residue) gorkesîyê dimîne. Ev hesab, derheqê berpirsîyarî û mesûlîyetê de fehmekî belî pêşnîyar dike: Mirovek ji rewşekê tenê bi pakîya daxwaza dilê xwe berpirsîyar e, yanê kirin û nekirinên xwe yên bi zanebûnî û azad ku bi wê rewşê ve xwedî têkilîyeke xurt in û bi vî şiklî jî li hember hinek bertekên zêde nebaş dibe mesûl. Bi qebûla ku hinek terorîst ev cure fehma berpirsîyarî û mesûlîyetê dipejirînin, ew mirovên ku bi xwe jî bêgunehîya wan teslîm dikin, dikujin û seqet dihêlin. Bi rastî jî, hinek rêxistinên mîlîtanî serî li şîdeta ku em wek terorî dibînin dixin, lê li dijî yafteya “terorî” derdikevin. Ew berpirsîyarî û mesûlîyeteke ku li ser têkilîyên dûre di navbera rewşekê û tercîh û kiryarên mirov hatîye avakirin qebûl dikin û doz dikin ku hemû çînên civakî û netewe li hember rênima û kirdarîyên belî berpirsîyar in û hemû endamên wan mistehaq in ku bibin hedefên şîdeta kujyar (li ser vê bona zêdetir agahiyê bnr. beşa 2.1). Ev cure doz, tenê dibe ku wek eletewş bên qebûlkirin. Divê em kiryarên wan wek terorî bibînin û di wê dîtinê de israr bikin, herçiqas ew vê şayesandinê red bikin jî. Ne zelal e ku wê ev maweya gorkesîtîyê ji meydanê çawa bê rakirin (Primoratz 2013: 16-21).


Hinek kes, li dijî pênasekirina “terorîzmê” wek şîdeta li hember ne-şervanan û mirovên bêguneh derdikevin. Ew kesan, doz dikin ku ev şêwe pênasekirin, bi xwe re pirsa sirişta terorîzmê û sekna exlaqî ya wê jî derdixe meydanê û bi rêya kirina terorîzmê nepeyitandî di pênaseyê de pirsgirêka exlaqî dawet dike. Divê em van pirsan ji hev cihê bigirin û nehêlin ku bi bersivdayîneke xelet bo pirsa pêşane, derheqê pirsa paşane de pêşdarazîyê nekin. Tiştê pêdivî pênaseyeke terorîzmê ya exlaqen nêtar e, ku ew jî yeka fireh e (Corlett 2003: 114-20, 134-35; Young 2004:57). Lêbelê, îmkana pênasekirineke exlaqen paqij ya “terorîzmê” gumandar e. Pênaseyên fireh yên ku fîlosof bi kar tînin bêjeya “şîdetê”, ku bi xwe jî exlaqen bibar e, dihewîne. Pênaseyeke teng, exlaqen bi temamî ne nêtar e, lewre, şîdeta li hember bêgunehan bi eşkeretî exlaqen şaş e. Lêbelê tiştê eşkere ew e ku ev cure şîdet bi dîtinî (prima facie) şaş e. Pênase, pêşqebûleke gelemper li dijî terorîzmê îşaret dike; di her çi şertûmercan de be û her çi encam jê sadir bibe jî, îşareta di her bûyerê de nehletkirina exlaqî ya wê nake. Pênase, ku her tişt bê berçavkirin, di bin şertên belî de îhtimala neşaşbûna wê jî li derve nahêle. Pêşî li lêpirsîna etîkî nehatîye girtin: Rûdaneke belî ya terorîzmê hîn jî divê li gorî liyaqîya wê bê darazandin.


Rêyeke din ya aşkirina pirsgirêka danberheva pênaseyên fireh û teng, ji alîyê Georg Meggle ve hatîye teklîfkirin. Ew, pênaseyeke fireh ya terorîzmê dipejirîne û bi cudakirina du cûneyên wê dewam dike: a) bi wateya xurt terorîzm, ku bi qestî, bi bêxemî, yan jî bi xemsarî zirarê dide mirovên bêguneh û b) bi wateya nexurt terorîzm, ku tiştên wiha nake. Zelal e ku wê nirxdayîna exlaqî ya her du cûneyan ji hev gelek cihêtir bibin (Meggle 2005).



  1. Çendek pênaseyên îdîyosînkratîk

Qahir ekserîyeta rûdanên ku hema hema herkes bêteredut wek “terorîzm” tesnîf bike, du xusûsîyetên ku di karanîna ji rêzê de tên nîşankirin û wek yên ku li jor jê hate girtin, ji alîyê fîlosofên sereke ve bal tê kişandinê pêşkêş dike: Şîdet û tewisandin. Lêbelê, lîteratûra fîlosofî pênaseyên ku yek du pêkhateyên esasî li derve dihêlin jî teklîf dike.


Hinek li pey birîna têkilîya di navbera terorîzm û şîdetê diçin. Carl Wellman terorîzmê wek “karanîn yan jî hewla karanîna terorê wek amûreke neçarhiştinê” pênase dike. Terorîzm bi piranî hevkarê şîdetê ye, lê sewa ku şîdet amûreke pir bikêr ya tewisandinê ye ev yek derdikeve holê. Lêbelê “şîdet bo terorîzmê ne zarûrî ye û ya rast, ekserîyeta kiryarên terorîzmê ne bişîdet in (Wellman 1979:250-51). Îdiaya paşîn di her şîroveya ne-dorvekî (non-circular) şaş xuya dike. Îhtimal e ku gelek kiryar yên ku bi gelemperî wek terorî tên qebûlkirin şîdeteke rastîn nehewînin, lê bi tehdîtkirina wê, tewisandinê nêt bike. Dîsa jî, ev yek, bona piştgirîya nosyona “terorîzma ne-şedît”, ku ecêb xuya dike, ne bes e. Eynî tişt bona mînaka Wellman ya “terorîzma sinifê” jî derbasdar e: Profesorek, xwendekaran ku bertekên xwe dereng teslîm bikin bi di dersê de hiştinê tehdît dike, dibe sedema panîkekê di sinifê de û bi vî şiklî tevlî terorîzmê dibe.

Robert E. Goodin, bi giringîdayîna rola polîtîk ya terorîzmê, hesabekî hevta teklîf dike: Terorîzm “taktîkeke polîtîk ku bona mifayên polîtîk bi qestî tirsandina mirovan jî dihewîne” (Goodin 2006: 49). Goodin îdia dike ku ev, şaşîya vedîyarker e ya ku terorîst dikin. Herçi li gorî Wellman kesek dikare bêyî ku tevlî şîdetê bibe yan bi şîdetê tehdît bike, sirf bona tehdîteke tewisandinê kiryareke terorî bike. Li gorî hesabê Goodin, bona kiryareke terorî tehdît jî nedivê: Kesek sirf bi weşandina hişyarîyekê li hember kiryarên mirovên din ku tên wateya tewisandinê dikare wek terorîstekî tevbigere. Ev jî, herçi di argumaneke ku dixwaze vê yekê bide ber çavan de watedar be jî, wek kêfî dixuye: “Heke (yan jî bi qasî ku) pêşengên polîtîk yên Rojava nêt dikin ku bona mifayên xwe yên polîtîk xelkê bitirsînin, we demê (heta wê astê) ew jî heman şaşîya esasî dikin ku bi vedîyarî hevkarê terorîzmê ye” (Goodin 2006: 2).


Li alîyekî din, ew pêşnîyar tê kirin ku nedivê terorîzm wek sedembûna terorê û tirsê bê fehmkirin. Li gorî Ted Honderich terorîzm herî baş wek “şîdet, ji şer kêmtir, polîtîk, derqanûnî û şaşîya dîtinî” tê pênasekirin (Honderich 2006: 88). Ev pênase dibe ku ji çendek alîyan ve wek gelşî bê fikirîn, lêbelê, nemaze fikra “terorîzmê” ya bêyî “terorê” seyr e. Çiku her du him ji alîyê peyvnasîyê him jî ji alîyê dîrokê ve bi hev ve têkildar in û ev têkildarî karanîna îroyîn ya ji rêzê bi giranî zeft dike. Tewisandin, ne tekane xusûsîyeta terorîzmê ya exlaqen berbiçav e (digel hemû rêzdarîya li hember Goodin), lêbelê, ew, yek ji xusûsîyetan e ku bo me gelekan dibe sedema nehletkirina kirdarîyê. Heke Honderich sedemeke baş dabûya me, belkî me birîna ev têkildarîya hanê bifikirîya. Lêbelê ew bi îdiayeke heyirker pişt dide pênaseye xwe ya zehf bijareyî: Pênasekirina terorîzmê wek “şîdeta ku tewisandinê nêt dike”, îmakirin e ku terorîzm bi taybetî kirêt e û bi vî awayî “di bangewazîya pesenda dîtinî yan jî hedana şerê de … bibandor e” (Honderich 2006: 93).


2. Pirsgirêka exlaqî

Dibe ku terorîzm exlaqen bê peyitandin? Bersiveke tenê bo vê pirsê tuneye, herwekî ku li ser çibûna terorîzmê pênaseyeke tenê tunebe. Heke em pênaseyên zêde û bona sedemên ne zarûrî, ji wateya “terorîzmê” ya esasî dûrketî (wek yên di beşa 1.2.3yê de hatîye qalkirin) bidin alîyekî, dîsa jî divê em biryar bidin ka ev pirs fehmeke fireh yan teng ya terorîzmê qebûl dike. Têgeheke teng ya terorîzmê xuya ye ku ê baştir li vekolîna etîkî bê (1.2.2). Di ser de jî, fîlosofên ku bi pênaseyeke fireh dişixulin, wek adetî qebûl dikin ku peyitandina terorîzma ku ne-şervanan û mirovên bêguneh dike hedef, li gorî terorîzma “bijareyî” ku êrişî mirovên nikarin bêgunehîya xwe di bêedaletî û zordestîya qalkirî de bi awayekî maqûlane îdia bikin (û li gorî ya di pênaseya teng de wek “terorîzm” nayê hesibandin) zehf zêde zortir e.


Ji ber vê jî, nîqaşa niha li ser terorîzma ku wek şîdeta li hember sivîlên bêguneh yan hemwelatîyên ji rêzê tê meydanê, dixwaze bi tewisandinê bighîje hinek armancên din (yên polîtîk), yan jî, bi awayekî firehtir, neçar bihêle tê fehmkirin.


Mirovek dikare bi du awayan hewl bide ku hinek kiryar û bizavên şedîtê yên bi vî şiklî bipeyitîne. Yek dikare doz bike ku stembar herçi ne-şervan yan hemwelatîyên ji rêzê bin jî ne bêguneh in di şaşîyên ku terorîst li dij şer dikin de. Li alîyê din yek dikare bêgunehîya stembaran erê bike û doz bike ku dîsa jî êrişên li hemberî wan, yan ji alîyê encamên wan bi hemûkî ve yan jî ji alîyê hinek hizrên peywirxwaz (deontological) ve, peyitandî ne.


2.1 Hevkarîya stembaran

Heger ev rêzika argumanê ya li berîya vê serkeftî be, gelo ew ê pir zêde tiştî îsbat bike yan na? Bi pêşkêşkirina mînakeke peyitandî ya şîdetê, bona ku yên hedefkirî ne bi rastî bêguneh bûne, em ê bidin ber çavan ku kiryar yan bizaveke şîdetê tê qalkirin ne bi rastî rûdaneke terorîzmê ye. Ev yek encax dibe mijareke watenasîyê. Îtirazeke zehf zêdetir bizirar heye. Kiryareke terorî, tebîeten, kuştin yan birîndarkirina komek mirovên rasthatî ye yên di demeke belî de li cihekî belî bûne. Argumanên ku dibêjin ew mirov ji şaşîyên ku terorîst li dij şer dikin ne mesûm in, bi vi şiklî wê xwe bigihînin gelek deveran û ji ber vê jî wê li ser têgihiştineke sivik ya berpirsîyarîya hevpar ava bibe. Ev argumanan, wê, bo nimûne, bi yên ku ji alîyê anarşîstê sedsala 19an Emile Henry ve heman cureyî de bin. Emile Henry bombeyek li ofîsa şîrketeke kanzanîyê venandibû, ku biteqiya wê gelek kesên ku li wê bînayê dijîyan lê ji bo wê şîrketê nedişuxilîyan bikuşta. Wî, bombeyek li kafeyekê jî venandibû, ku teqîyabû û bîst mirov birînkar kiribûn. Yek ji wan paşê ji ber wan birînan miribû. Di dadgerîna xwe de, Henry wiha gotibû: “Hûn li min pirsa mirovên bêguneh dikin? […] Li bînaya ku ofîsên Carmeaux Companyyê lê ne, giş bûrjûva rûdinin, yanê wê tu stembarên bêguneh nebûna. Hemû bûrjûvazî bi mêtingerîya mirovên reben dijî û divê cezayê sûcên xwe tev bikşîne” (Henry 1977: 193). Di şiroveya êrişa duyem jî wiha gotibû:


Ew bûrjûvayên baş yên ku ne xwedîyê ofîsekê ne, lê para xwe hildigirin û li ser keda karkeran eware dijîn jî divê ji tolhildanê para xwe bigirin. Ne tenê jî ew, lê yên ku ji pergala heyî memnûn in, yên kiryarên hikumatê pesend dikin û bi vî şiklî dibin hevkarê wê … bi gotineke din, mişterîyên rojane yên Terminus û kafeyên mezin ên din! (Henry 1977: 195).


Ev yek, li ser berpirsîyarî û mesûlîyetê nêrîneke qet nebawerbar e. Ev îdia dike ku hemû endamên çîneke civakî –mêr û jin, ciwan û extîyar, gihiştî û zarok- lîyaq in bên kuştin yan seqetkirin: Hinek bona rêvebirina dezgeha mêtingerîyê, hinek bona piştgirîya wê û hîn hinekên din jî bona ku ji wê sûd werdigirin. Welew ku em, bona xatirê argumanê, nehletkirina exlaqî ya gij ku vî anarşîstî li civaka kapîtalîst kirîye qebûl bikin, ne hemû cûne û dereceyên daxîlbûnê, karanîna şîdeta serçil bipeyitîne. Dayîna piştgirîya polîtîk bo dezgehê, yan ji wê sûdwergirtin, dibe ku exlaqen berperçbar (objectionable) be, lê mirovekî qatîyen qasî ku bê perçe perçe kirin mesûl nake.

Mînakeke hê nêzîktir ji alîyê Osama Bin Laden hatibû dayîn. Di hevpeyvîneke li dûmahîya êrişên 11ê Îlonê sala 2001î de wiha gotibû:


Xelkê Emerîkayê divê bi bîr bîne ku bacan didin hikumata xwe û bo serokê xwe rayan din. Hikumata wan çekan çêdike û difiroşe Îsraîlê, ku ew jî wan çekan bona kuştina mislimanên Filîstînî bi kar tîne. Li ser rastîya ku Kongreya Emerîkanî lijneyeke ku xelkê temsîl dike, rastîya ku ew kiryarên hikumata Emerîkayê dipejirîne, îsbat dike ku Emerîka bi temamîya xwe ji wehşetên li hember mislimanan berpirsîyar e. Ev jî, fehmeke eletewş ya berpirsîyarî û mesûlîyetê ye. Lewre ew îdia dike ku hemû Emerîkî misteheq in ku bên kuştin yan seqetkirin: Hinek bona plankirin û bicihanîna rênimayên Emerîkayê, hinekên din bona beşdarbûna pêvajoya polîtîk û hîn hinekên din jî bona dayîna bacan. Welew ku, bona xatirê argumanê, em nehletkirina sext yên ku Bin Laden li van rênimayan dike bipejirînin, ne hemû cûne û dereceyên daxîlbûna wan dikare karanîna şîdeta kujyar bipeyitîne. Helbet di hilbijartinan de ray dan yan dayîna bacan têrî qurbankirina mirovekî nake.


Hewldanên peyitandina terorîzma ku stembarên xwe bêguneh qebûl dike hîn wadker e. Ev jî, li gorî cûneyê teorîya etîkî ku li ser ava bûne dibin du kom: Encamparêzî û Ne-encamparêzî


2.2 Encamparêzî (consequentialism)

Piştgirên encamparêzîyê terorîzmê jî, wek hemû kirdarîyên din, sirf li gorî encamên wê didarizînin. Terorîzm bi serê xwe wek şaş nayê qebûlkirin, lê tenê dema ku bi hemûkî encamên wê xirab in şaş dibe. Bêgunehîya stembaran vê yekê naguherîne. Ev, ji xusûsîyeta gelemper ya encamparêzîyê nimûneyeke ku zehf caran rexnegirê wê derdixin pêş, wek mînak di nîqaşa derheqê peyitandina exlaqî ya cezadayîna qanûnî de. Li hemberî boçûna encamparêz li cezadayînê îtirazeke yekgirtî dibêje ew boçûn îma dike ku cezadayîna bêgunehan, di bin şertê başbûna encamên wê yên hemûkî de, peyitandî ye. Ev îtiraz tenê sewa ku encamparêzî înkar dike ku di meseleyên wiha de bêgunehîya mirovekî bi serê xwe exlaqen mihîm e derdikeve holê. Kesên ku terorîzmê bi nêrîneke encamparêz didin ber çavan di nirxdayîna exlaqîbûna wê de ji hev vediqetin. Daraza wan ya li ser terorîzmê, bi nêrîna wan ya ku divê tiştê baş bi karanînê bê berzkirin û bi nirxdayîna wan ya sûda terorîzmê wek amûreke berzkirina wê ve girêdayî ye. Li ser her du meseleyan jî cihê lihevnekirinê heye.



2.2.1 Terorîzma peyitandî

Kai Nielsen li pirsên têkildarî şîdeta polîtîk bi gelemperî û terorîzmê bi taybetî, di etîkê de wek encamparêzekî û di polîtîkayê de wek sosyalîstekî nêzîk dibe. Karanîna her yekî ji van, bi awayekî kategorîk, nabe li derve bê hiştin; ew hemû bi sûda wan wek rêbazekê bo gihiştina hedefên polîtîkî exlaqen biqîmet, wek mînak “civakeke sosyalîst ya rasteqîn” yan jî rizgarbûna ji desthilata mêtinger ve girêdayî ye. “Divê terorîzm kengî û li ku [yek ji van] bê karanîn pirseke taktîkî ye ku divê biryar bê dayîn … li ser hîmekî yek-bi-yek … wek hilbijratîna çekê di şerekî de” (Nielsen 1981: 435). Nielsen xwedîyê pênaseyeke fireh ya terorîzmê ye, lêbelê mînakên wî nîşan dide ku bêgunehîya stemabarên terorîzmê di peyitandina wê de tu ferqê çênake –ango, encamên ku ew gihiştinê him bi wateya fireh him jî bi wateya teng li terorîzmê tên sepandin. Li gorî nêrîna wî, kiryarên terorî divê bi bandorên wan ên polîtîk û encamên wan ên exlaqî bên peyitandin. Ew kiryaran peyitandî ne (1) dema ew di micadeleya şoreşgerî de çekên ji alîyê polîtîk ve bifêde ne û (2) dema, her tişt bê fikirîn, bo pêbawerkirina wê sedemên aqlî hebin ku bi karanîna ew cûneyê şîdetê -ji qet nekaranîna şîdetê yan jî karanîna cûneyeke din ya şîdetê zêdetir- wê bêedaletî, êş û rizîbûn li gorî rewşên din kêmtir bibe (Nielsen 1981: 446).

Gorî nêrîna Nielsen, tecrubeya dîrokî, ji me re vê dibêje: Terorîzma biçûk, ya bona ku girseyan gij bike da tevlî kiryara şoreşgerî bibin wek rêbazeke tekane ya micadeleyê tê karanîn, bêfede ye û pir caran bizirar e. Ji alîyê din ve, terorîzma di şerekî dirêj ya rizgarîyê de bi şerê gerîlayî tev tê bikaranîn dibe ku gelek bifêde be û ji ber wê jî peyitandî be, wekî ku li Cezayîrê û Vîetnama Başûr bû. (Di heman nêrînê de bo vegotineke kevntir, bnr. Trotsky 1961: 48-59, 62-65.)


2.2.2 Terorîzma nepeyitandî

Nicolas Fotion jî pênaseyeke fireh ya terorîzmê bi kar tîne. Ew jî, herçiqas hinek gotinên wî yên li ser bêgunehîya stembarên terorîzmê di etîkê ne-encamparêz de bi cih bin jî, encamparêzek e. Lêbelê ew, nirxdayînên yekgirtî yên encamparêz li ser terorîzmê, wek ya Nielsen, zêde destûrdar dibîne. Heke hin cûneyên terorîzmê di bin mercên belî de peyitandbar in, divê ev cure merc bêhûde sêrek bin. Terorîst û parêzvanên wan hesabên pêdivî bi rêkûpêkî nakin. Pirsgirêkek li vir “başîya bilind” ya ku ji alîyê terorîzmê ve bê berzkirin e: Gelek caran, ne bi darijandina ji tercîhên xwegirtî yan berjewendîyên mirovên rastîn, lê bi termên îdeolojîk tê pênasekirin. Lêbelê, Fotion bi piranî pirsgirêka amrazan nîqaş dike. Heke kiryarek yan sefereke terorî wê ji alîyê amrazan ve bê peyitandin, divê ev sê tişt bên nîşankirin: (1) Encama tê bidestxistin bona peyitandina amrazan têra xwe baş e. (2) Encam wê bi rastî jî bi karanîna amrazên terorîzmê bê bidestxistin. (3) Ew encam ne mimkun bû ku bi tu rêyên him exlaqên him jî wekî din siviktir bê bidestxistin. Terorîst, bi rastî jî, nikarin vî barî ji ser xwe biavêjin; Fotion doz dike ku, di derheqê terorîzma ku mirovên bêguneh dike stembar, ev bar ne mimkun e bê avêtin jî. Hemû stembarên rasterast yên terorîzmê ji alîyê terorîstan ve wek heyberên ku bên karanîn –ya rast, bên serifandin- tên miemelekirin. Lêbelê di hatina miemelekirina wek heyberekî de, rewşa stembarê bêguneh xirabtir e ji ya ku bi tawanbarîyeke îdiakirî bûye stembar. Bi qasî ku yê paşane bi kirina şaşîyekê tê darizandin, ew wek mirovekî tê fikirîn. […] Bo terorîstekî, stembarê bêguneh ne di vê sehekîya darazî de mirovek e ne jî di sehekîya tenê wek bi mirovbûnê xwedî qîmetbûnê de. Helbet terorîst divê mirovekî wek stembar hilbijêre … lewre, [ew] dibe sedema zêdetir terorê … Lê, ev yek nedivê ku miemeleyeke mirovî bi wan bê kirin. Zêdetir, ew mirovan hatine stembarkirin û ji ber wê jî wek heyberan hatine miemelekirin çiku ew mirov in (Fotion 1981: 464).


Wek bersivekê, terorîst dikarin îdia bikin ku bona “başîyeke bilind” mirovên biqîmet bi qestî dikin qurban. Lê, bona ku ev îdia kêrî qanihbûnekê bê, divê ew nîşan bidin ku tu bijartekên wan tune bûn. Lêbelê, Fotion doz dike ku, li cihê êrişkirina mirovên bêguneh, bijartekên wan hertim hene: Wek, bidestxistina avahîyên leşkerî yên dijberan, yan pir caran dana pey rayedarên hikumatê yên ku ji şaşîyên ku ew îtiraz dikin berpirsîyar in jî bona wan bijartekek e. Ev cure terorîzm, dibe ku car caran bê peyitandin, lê, terorîzma ku mirovên bêguneh dike hedef tu caran nayê peyitadin.


2.3 Ne-encamparêzî (nonconsequentialism)

Di boçûneke ne-encamparêz derbareyê exlaqîbûnê de terorîzm di nav xwe de wek şaş tê qebûlkirin. Ango, terorîzm, ji bona çiku (û bi qasî ku) encamên wê bi hemûkî ê nebaş in zêdetir, bona çibûna xwe şaş e. Lêbelê ev nayê wê wateyê ku ev boçûn bona peyitandina hinek kiryar û seferên belî yên terorîzmê tu cihî nahêle. Bi rastî, nîqaşên ne-encamparêz yên li ser terorîzmê jî sekin û argumanên cûrbicûr pêşkêş dikin.


Yekî ne-encamparêz dikare hewl bide ku kiryarek yan sefereke terorîzmê bi du rêyan bipeyitîne. Dikare, bona di bin şertên belî de karanîna terorîzmê, gazî hinek hizrên peywirxwaz, wek edalet yan maf, bike. Yan jî dikare doz bike ku hizrên eşkere û bi eşkereyî gelek girîng, yên derbareyê mafan (yên stembarên terorîzmê) û edaletê (ku li hember van mafan rêzdarîyê dixwaze), dibe ku car caran ji alîyê hizrên bêhûde giran yên derheqê encaman de bên zalkirin -ku ev, bona nekaranîna terorîzmê bedeleke bêhûde giran e. Lewre redkirina encamparêzîyê helbet ne hevberê înkarkirina encamên kiryar, rênima û kirdarîyên me ye, ku di nirxdayîna exlaqî ya wan de girîng in; tiştê tê înkarkirin îdiaya encamparêz e ku dibê tenê encam girîng in.


2.3.1 Mafên mirovî yên bingehîn û edaleta belavdar

Virginia Held bi nosyoneke berfireh ya terorîzmê dişixule, lê peyitandina wê ya terorîzmê bi rêya sepandina li terorîzma ku hemwelatîyên ji rêzê dike hedef çêdibe. Nîqaşkirina wê ya mijarê li ser pirsgirêka mafan zîq dibe. Dema rêz li mafên mirovekî yan komekê neyê girtin, em ê çawa wan temîn bikin ku rêz tê girtin? Li gorî nêrînekê, ku wek “encamparêzîya mafan” tê zanîn, heke tekane rêya sediqandina rêzgirtina li hember mafekî belî ya A û Byê, îxlakirina heman mafê Cyê ye, em ê bi wisakirinê bên peyitandin. Held pişta van danûstandinên wiha yên navbera mafan de bi armanca ku di civakeke minasib de rêzlêgirtina wan zêdetirîn bike nagire. Lêbelê maf car caran dikevin alozîyê, çi bi awayekî rasterast çi nerasterast (wekî di mînaka jor de). Dema ew tişt qewimî, tu rê tune ne ku em xwe ji danberheva mafên midaxîl li gorî cidîyeta wan û kirina tercîhên belî biparêzin. Ev yek li rûdana terorîzmê jî tê sepandin. Terorîzm hinek mafên mirovî yên stembarên xwe bi eşkereyî îxlal dike. Lê parêzvanên wê îdia dikin ku di hinek rewşan de karanîna sînordarkirî ya terorîzmê, bona çêkirina civakeke ku rêz li mafên mirovî yên hemû mirovan tê girtin tekane rê ye.


Ev îdia rast be jî, bona peyitandina karanîna terorîzmê ne bes e. Lê ev heke şertekî din jî bîne cih wê bê peyitandin: Şertê edaleta belavdar. Terorîzm wê di bin şertên hanê de ji alîyê exlaqî ve bê peyitandin: Heke civakek rêzê li mafên hin mirovan bigire û ji alîyê din mafên hinek mirovan îxlal bike; heke rêya tekane bona guherandina vê rewşê û sediqandina rêzlêgirtina mafên mirovî yên hemû mirovan karanîna sînordarkirî ya terorîzmê be; dawîya dawî, heke terorîzmê berê xwe dabe endamên koma yekem ku heta wê demê -heta dereceya ku rêza li hember mafên mirovî pê têkildar e- xwedî ciyawazîyekê bûn. Ev peyitandinek e ku bi wateya edaleta belavdar li pirsgirêka îxlalên mafên mirovî hatîye sepandin. Di qonaxa guhartina bo civakeke ku rêz li mafên hemû mirovan tê girtin wekhevkirina îxlalên mafên mirovî, li gorî destûrdana komekê -ku berê jî tûşî îxlalên mezin yên mafên mirovî bûye- ku bêhtir ji îxlalên hevta biêşe adiltir e (li vir tê ferzkirin ku em di her du rûdanan de jî bi îxlalên heman, yan jî di heman cidîbûnê de, mafên mirovî re mijûl dibin). Di bin her şertî de wê mafên mirovî yên gelek kesan bên îxlalkirin; ev adiltir e û ji ber vê jî exlaqen hevyazbar e, ku îxlalên mafan bi awayekî adilane bên belavkirin (Held 2008).


Dibe bê îtirazkirin ku, Held, bi banga qurbankirina mafên mirovî yên bingehîn, wek mafê jîyanê û ewlehîya bedenî ya stembarên takekesî yên terorîzmê, bo xatirê belavkirineke adiltir ya îxlalên li hember heman mafan di nav komekê de ye ku li ser rêya guhartineke ku wê li van mafan di nav hemû komê de rêz lê were girtin, li dijî rêgezên cihêtîya kesan û rêzdarîya li hember kesan derdikeve (Primoratz 1997: 230–31).


Wek bersivekê, Held doz dike ku di belavkirineke adiltir ya îxlalên mafan de biserneketin (heke amûrê amade yê tekanê be, bi rêya karanîna terorîzmê), di fehmkirina vê yekê de jî biserneketin e: Ew kesên ku jixwe rêz li mafên wan bi adilane nayê girtin, takekesên xwedî mafên xwe bi xwe ne, ne endamên komekê ne … ku mafên wan dibe bên piştguhkirin.


Argumaneke di derheqê bidestxistina belavkirineke adil ya îxlalên mafan ne bi mecbûrî bi koman re têkildar e; ew arguman dibe di derheqê adilbûna mafên takekesan de be (Held 2008; 89-90). (Bo îtirazên zêdetir li hember argumana Held, bnr. Steinhoff 2007: 125–30; Nath 2011.)


2.3.2 Tengavîya berz û karesata exlaqî

Di peyitandina terorîzmê ya Held de, tiştê dixwaze ew îxlalên nerevînbar yên mafên mirovî bi yeksankî bên belavkirin edalet e. Di boçûna ne-encamparêz li ser etîka şîdete de, bona destûrdana karanîna terorîzmê di bin şertên belî de rêyeke cihê jî heye. Dibe bê dozkirin ku terorîzm (yan jî, li gorî termînolojya Held, cureyê terorîzmê ku bêgunehan dike hedef), heta asta ku edalet û maf pê re têkildar in, qet ne peyitandî ye. Li vê zêdetir, hizrên edaletê û mafan li gorî hizrên encamên baş û nebaş xwedîyê girîngîyeke mezin in û ji ber vê jî di alozîyekê de li berîya yê paşane tê. Lêbelê, di rewşên îstîsnaî de hizrên têkildarî encaman –bihayê nekaranîna terorîzmê- dibe ku bêhûde girîng bibe da hizrên edaletê û mafan zal bike.


Michael Walzer di nîqaşa xwe ya li ser “bombebarankirina terorî” ya bajarên Almanyayê di Şerê Cîhanê ya Duyem de argumeneke bi vî awayî teklîf dike. Di serê sala 1942î de xuya dikir ku wê Brîtanya ji alîyê Almanyayê ve bê têkbirin û heta ku artêşa Brîtanî li gorî rêzikên şerî şer bike wê nikaribe bi ser keve. Brîtanya li hemberî bindestkirina Nazîyan ya piranîya Ewropayê berpêka dawîn bû. Ew “li hember her tiştî baş yên di jîyanên me de tehdîteke serçiltirîn bû, îdeolojîyek -û kirdarîyeke serdestîyê ku li hemberî mirovên ku xwe ji şer xelas bikin jî zehf kujyar û zehf riswaker e- ku serketina xwe ya dawîn li her cure hesabî dûr, bêhûde xofane bû” (Walzer 2000: 253). Di van şertan de Brîtanya bi “tengavîyeke berz” re rûbirû mabû: Tiştekî ku bi nêrîneke exlaqî (a) tehdîteke nêzîk e û (b) bi temamî ji hizrê dûr e. Di tengavîyeke wiha de -nimûneyeke rewşa “destê kirêt” ku pir caran kiryarên polîtîk nerihet dikin (bnr. Walzer 1973)- heke tekane hêvîya defkirina tehdîtê be, mirov dikare dev ji rêgezeke bingehîn û girîng, wek menaheya sivîlan, berde. Dawîyê de bi mebesta ku gelê Almanî zorê bidin pêşengîya xwe da şerê bisekinîne û bê şert û merc teslîm bibe, pêşi Hêzên Hewayî yên Brîtanyayê bi tenê paşê bi tevlîbûna yên Emerîkayê bo sê salan bajarên Almanyayê bi qestî wêran kirin, dorê 600.000 sivîl kuştin, 800.000 jî bi giranî birîndar kirin. Di serê sala 1943yê de belî bûbû ku wê Almanya şêrî qezenc neke û bombebaranên terorî yên li wê şûnde hemû di peyitandina exlaqî de bi ser neketin. Lêbelê ew bombebarana terorî ya Almanyayê, li gorî Walzer, di sala xwe ya ewil de, wek bersiveke li hember tengavîya berz ku Brîtanya rûbirû mabû, exlaqen peyitandî bû. Walzer paşê nosyona tengavîya berz firehtir dike û li civateke polîtîk ya ku bi qirkirinê û kolekirinê ve rûbirû ye û dawîyê jî li civateke polîtîk ku “vemayîn û azadîya” xwe di bin talûkeyê de ye, disepîne. Çiku “vemayîn û azadîya civatên polîtîk -yên ku endamên wan şêweyeke jîyînê, ku ji alîyê kalûpîrên wan ve hatîye avakirin û wê derbasî zarokên wan be, parve dikin- bilindtirîn nirxên civaka navneteweyî ye” (Walzer 2000: 254).


Li vir di dest me de du têgehên cihê yên tengavîya berz hene. Di her duyan de jî tehdît nêzîk e, lê sirişta tehdîtê ji hev cihê dibe: Duçarbûna qedera ku Nazîyan bo mirovên (li gorî hizra wan) alîyê nijadî ve jêrîn in hazirkirî tiştek e û xwedîyê hikumateke jihevketî bûn tiştekî din e. Bi çûn û hatina di navbera ev du cûneyên tengavîya berz di bin sernavê tehdîteke nezelal ku berê xwe daye “vemayîn û azadîya civateke polîtîk”, Walzer, dide pey da ya paşane bibe wek bersiveke exlaqî ku bona ya pêşane jî minasib e. Lêbelê, li cihê ku jenosayd, derkirin, yan kolekirina tevahîya xelkekî wek karesata exlaqî, ku defkirina wê bi her şiklî mimkin e, tê hizirîn, windakirina serxwebûna polîtîk, qet nebe karesateke polîtîk e. Heke jihevxistina hikumatekê ji meşrûîyeta exlaqî dûr be, mirina wê pir mimkin e ku bibe peşveçûneke exlaqî. Lêbelê heke hikumatek xwedîyê meşrûîyeta exlaqî be jî, tehdîteke li hember “vemayîn û azadîya” wê, wê têrî wesfa “li hember her tiştî baş yên di jîyanên me de tehdîteke serçiltirîn” neke. Heke wisa be, artêşa wê, bona şerkirina li hember sivîlên dijmin da ku wê biparêze nedihate peyitandin. (Li ser tengaviyên berz bi gelemperî bnr., bo nimûne, Statman 2006.)


Bi vî awayî sekneke din ya kêmtir destûrdar hatîye avakirin, lêbelê li ser nêrîneke sadetir derbareyê ka wê çi wek karesata exlaqî ku karanîna terorîzmê dipeyitîne bê hesibandin. Berevajî bawerîyên piranîya şervanên ku li dijî zordestîya civakî û ekonomîk, desthilata mêtinger û dagirkerîya bîyanî şer dikin, xirabîyên ku di giranîya kuştin û seqetkirina mirovên bêguneh ya bêcudaker bi wan bidin peyitandin gelek sêrek in. Ne her rûdana zordestîyê, desthilata bîyanî, yan dagirkerî jî, ku di vê rewşê de exlaqen neberevanbar in, di vê wateyê de digihîje asta karesata exlaqî. Ne jî, berevajîya doza Walzer, her tehdîta nêzîk li dijî “vemayîn û azadîya civateke polîtîk” digihîje wê astê. Digel vê yekê, heke temamîya xelkekî bûye hedefa qirkirinê yan hewleke “paqijkirina etnîkî” ji xaka xwe, wê çaxê ew bi karesateke exlaqî ya rasteqîn rûbirû maye û dikare li hemberî vê qederê terorîzmê wek rêbazeke micadeleyê bi serastîkî bifikire. Ji alîyê gumrehîyê û dawîtîyê ve, qirkirin û “paqijkirina etnîkî” ya temamîya xelkekî coreke veder pêk tînin. Bêguman, encax û encax heke bo bawerîya ku terorîzm wê tiştê tu tiştên din nikarin bi ser bixe rewşên pir baş hebin, dibe exlaqen bê peyitandin: Di pêşîlêgirtina qirkirina li ber qewimînê de yan “paqijkirina etnîkî” de, yan jî heke tişteki wiha berdewam e di sekinandina wê de. Rûdanên ku herdu şertan tînin cih wê bêhûde sêrek bin. Ya rast, dibe ku dîrok nikaribe mînakeke tekane jî pêşkêş bike. Dîsa jî ew nayê wê wateyê ku tu kiryar yan seferên terorîzmê nikaribûn van şertan bînin cih û bi vî awayî bihatana peyitandin. Ji ber vê jî, terorîzm hema hema bêşertûmerc xelet e (Primoratz 2013: beşa 6an).


Nêrina him “tengavîya berz” him jî ya “karesata exlaqî” tenê di bin şertê ku karanîna terorîzmê rêya tekane bo micadeleya li hember tengavîyê yan jî pêşî li karesatê girtinê be wê bipeyitîne. Lê em ê çawa piştrast bibin ku wê rêbazên din ne lê terorîzm bi rastî jî bighîje hedefê. Yek dikare doz bike ku li ber mirinê (in extremis) em nikarin sitandardên epîstemîk yên tund li şiklê micadeleyê bisepinîn –ya rast, heke em bi rastî nizanibin ka wê çi bi kêr bê, divê em rêyên/şiklên pêkan biceribînin. Ev nêrîna Walzer e: Di tengasîyeke wiha de divê em sûcê terorîzmê li hember nebaşîyê “ferz bikin”, çiku heke em nekin, ew amade ye ku were serê me. “Tu bijartek tune ne; heke nebe, metirsî zehf mezin e” (Walzer 2000: 259-260). Dibe ku li dijî vê seknê îtirazeke wiha bê kirin: Ev sekin, ji alîyekî mezinahîya tehditê derdixe pêş, lê ji alîyê din, bi qasî ku heq dike girîngîyê nadê mezinahîya amûrên ku bo defkirina tehdîtê tên teklîfkirin, ango mezinahîya terorîzmê, bi qestî kuştin û seqetkirina mirovên bêguneh. Heke ev yek jî daxîlî hesêb bê kirin, wê encam yeka wekî vê be: Di rewşa li ber mirinê de jî, heke wê terorîzm bê peyitandin, sedemên bawerkirina ku ew ê bi kêr bê le tu tiştî din ne, divê bi rastî jî gelek bihêz bin.


2.3.3 Terorîzma bêşertûmerc xelet

Hinek kes terorîzmê bêşertûmerc xelet qebûl dikin. Ev sekin jî bi versîyonên cihê derdikeve holê. Hinek fîlosof bi pênaseyeke fireh ya terorîzmê dişixulin û doz dikin ku di bin şertên belî de terorîzma “bijare” ya ku mirovên bi awayekî cidî tevlî şaşîyên qalkirî bûne dike hedef, dibe bê peyitandin (Corlett 2003, Young 2004). Ev, wek teklîfekê xuya dike ku dibêje terorîzma bi vî awayî ne bijare -ango, bi wateya teng terorîzm- tu caran nayê peyitandin. Lêbelê ev nade dû vê: Bona dozkirina ku terorîzma di cûneyê paşane de, bi rêya hizirinên din –yên wek tengavîya berz û karesata exlaqî- dibe bê peyitandin hîn jî cih heye.


Per Bauhn, vê li vir nahêle. Ew, bi karanîna versiyoneke piçek guherandî ya teorîya etîkî ya Alan Gewirth, hewl dide bide berçavan ku terorîzma li hember ne-şervanan û hemwelatîyên ji rêzê qet nayê peyitandin. Azadî û ewlehî, pêşdivêtîyên kiryarê ne û ji ber vê jî divê girîngîya sereke bê dayîn. Hewcedarîya parastina wan hinek mafan diafirîne; mafê ku li vir re eleqedar e “mafekî mitleq yê nebûna stemabarê projeyeke kujer e” ku her mirovê bêguneh xwedîyê wî ye (Gewirth 1981: 16). Dema li hemberî statûya mitleq ya vî mafî, bi serlêdana tengavîya berz yan karesata exlaqî, tê derketin, Bauhn doz dike ku di navbera tiştên ku em bi rastî û rasterast egerekî jê berpirsiyar in û yên ku em tenê ne rasterast lê egerekî berpirsîyar in –ango, bi rêya biserneketina di sekinandina mirovên din ku bi qestî tiştekî bikin de- ferqeke exlaqî heye. Em li hemberî ya pêşanê exlaqen berpirsîyar in, lêbelê (bes ku di bin şertên belî de be) ji ya paşane ne berpirsîyar in. Heke em, bo ku mirovên bêguneh nekin hedef karanîna terorîzmê red bikin, û bi vî awayî hinek mirovên din nikaribin ji hovîtîyan biparêzin, wê yên ku ji wan hovîtîyan berpirsîyar bin, tenê faîlê wan bin. Ji ber wê, divê em (karanîna terorîzmê) red bikin (Bauhn 1989: beşa 5an).


Stephen Nathanson dide pey ku menaheya mitleq ya sivîlan yan hemwelatîyên ji rêzê û qedexekirina mitleq ya terorîzmê, ku daxîlê teorîyeke etîkê ya birêzikî encamparêz (rule-consequentialist) e hîmdar bike (Nathanson 2010: 191–208). Qebûlkirina menaheya sivîlan, ji qebûlkirina qaîdeyeke din yê ku mijarê rêzikî dike yan jî tunebûna qaîdeyan, bona kêmkirina kuştin û xirabkirinê di alozîyeke çekdarî de rêya baştirîn e. Bi ser de jî, encamên baştirîn, ji qebûlkirina wek qaîdeyeke ku di tenagavîyên berz de rê dide îstîsnayan zêdetir, wê bi qebûlkirina wê weke qaîdeyeke mitleq bên bidestxistin. Fikra tengavîyên berz şêlû ye. Pîvanên ku awartekirinên tengavîyên berz pêşnîyaz dikin, rê li sepandinên kêfî û bikerî vedikin. Dawîya dawîn, argumaneke serberjêrkî (slippery slope) heye: “Rêdana [veqetîna ji qaîdeya menaheya sivîlan, terorîzm daxîl] di şertên dijwartirîn de jî wê peyitandina kiryarên wiha hêsantir bike … Peyamê bide da reftarên wiha mimkin e ku car caran bên peyitandin û … giraniya xwe bide da karanîna rêbazên wiha zêde bibin” (Nathanson 2010: 207).


Dîsa jî, mirovek dikare encamparêzîya rêzikî wek teorîya etîkî qebûl bike û hîn jî menaheya sivîlan yan hemwelatîyên ji rêzê, qedexekirina beşdarîya terorîzmê wek pir zor, lê ne wek qaîdeyên mitleq exlaqî, bibîne. Ji ber vê yekê Richard B. Brandt û Brad Hooker vê menaheyê wek mitleq nabînin. Ew doz dikin ku hinek qaîdeyên exlaqî hatine hilbijartin, çiku qebûlkirina encamên baş ên wan divê qaîdeyeke wiha jî bihewîne: Welew ku bê wateya îxlalkirina hinek qaîdeyên exlaqî jî, qaîdeyeke ku destûr dide, ya rast jê dixwaze, ku kesek rê li karesatê bigire. Ev cure qaîdeyeke exlaqî ya dijwar wek qedexeya karanîna şîdeta bi qestî li hember mirovên bêguneh ji dibe ku bê zalkirin, heke karesat bi tu rêyên din ên cidî neyê sekinandin. (Bnr. Brandt 1992: 87–88, 150–51, 156–57; Hooker 2000: 98–99, 127–36). Bi vî awayî, di asta encamên kirdarî de navbera fehmkirina menaheya sivîlan yan hemwelatîyên ji rezê û sekna “karesata exlaqî” (ku di beşa 2.3.2yan de bi kurtî hate qalkirin) hinek nêzîkbûn hene.


1 “The Troubles”: Şerê serxwebûnê ya Îrlandayê û şerê navxweyî ya piştî wê (Di salên 1920an de). (n.w.)

2 Şerê navdewletî ya ku di salên 1861 û 1865î de li Emerîkayê qewimîyaye. (n.w.)

3 RAF (Royal Air Forces): Hêzên Hewayî yên Brîtanyayê

4 USAAF (United States of America Air Forces): Hêzên Hewayî yên Emerîkayê

4

Allhoff, Fritz, 2012, Terrorism, Ticking Time-Bombs, and Torture: A Philosophical Analysis, New York: Columbia University Press; see part I.

Arendt, Hannah, 1958, The Origins of Totalitarianism, 2nd edn., Cleveland: The World Publishing Co.; see chapters 12,13.

Bauhn, Per, 1989, Ethical Aspects of Political Terrorism: The Sacrificing of the Innocent, Lund: Lund University Press.

Bin Laden, Osama, 2005, “The Example of Vietnam”, Messages to the World: The Statements of Osama Bin Laden, Bruce Lawrence (ed.), James Howarth (trans.), London and New York: Verso, 139–144.

Brandt, Richard B., 1992, Morality, Utilitarianism, and Rights, Cambridge: Cambridge University Press.

Carter, Michael Philip, 1989, “The French Revolution: ‘Jacobin Terror’”, in Rapoport and Alexander (eds.) 1989, 133–51.

Card, Claudia, 2010, Confronting Evils: Terrorism, Torture, Genocide, Cambridge: Cambridge University Press; see chapters 5, 6.

Coady, C.A.J., 1985, “The Morality of Terrorism”, Philosophy, 60: 47–69.

–––, 2001, “Terrorism”, in Lawrence C. Becker and Charlotte B. Becker (eds.), Encyclopedia of Ethics, 2nd edn., New York and London: Routledge, vol. 3, 1696–99.

–––, 2004, “Terrorism and Innocence”, Journal of Ethics, 8: 37–58.

Corlett, J. Angelo, 2003, Terrorism: A Philosophical Analysis, Dordrecht: Kluwer.

Dardis, Tony, 1992, “Primoratz on Terrorism”, Journal of Applied Philosophy, 9: 93–97.

Donahue, Thomas J., 2013, “Terrorism, Moral Conceptions, and Moral Innocence”, The Philosophical Forum, 44: 413–35.

Elshtain, Jean Bethke, 2003, Just War against Terror: The Burden of American Power in a Violent World, New York: Basic Books.

Finlay, Christopher J., 2015, Terrorism and the Right to Resist: A Theory of Just Revolutionary War, Cambridge: Cambridge University Press; see chapter 9.

Fotion, Nicholas, 1981, “The Burdens of Terrorism”, in Burton M. Leiser (ed.), Values in Conflict, New York: Macmillan, 463–70.

Frey, R.G. and Christopher W. Morris (eds.), 1991, Violence, Terrorism, and Justice, Cambridge: Cambridge University Press.

Fullinwider, Robert K., 1988, “Understanding Terrorism”, in Steven Luper-Foy (ed.), Problems of International Justice, Boulder: Westview Press, 249–59.

George, David A., 2000, “The Ethics of IRA Terrorism”, in Andrew Valls (ed.), Ethics in International Affairs: Theories and Cases, Lanham: Rowman & Littlefield, 81–97.

Gewirth, Alan, 1981, “Are There Any Absolute Rights?”, The Philosophical Quarterly, 31: 1–16.

Gilbert, Paul, 1994, Terrorism, Security and Nationality: An Introductory Study in Applied Political Philosophy, London and New York: Routledge.

Goodin, Robert E., 2006, What’s Wrong with Terrorism? Oxford: Polity.

Goppel, Anna, 2013, Killing Terrorists: A Moral and Legal Analysis, Berlin: de Gruyter.

Gordon, Neve, and George A. Lopez, 2000, “Terrorism in the Arab-Israeli Conflict”, in Andrew Valls (ed.), Ethics in International Affairs: Theories and Cases, Lanham: Rowman & Littlefield, 99–113.

Govier, Trudy, 2002, A Delicate Balance: What Philosophy Can Tell Us about Terrorism, Cambridge, Mass.: Westview Press.

Grayling, A.C., 2006, Among the Dead Cities: Was the Allied Bombing of Civilians in WWII a Necessity or a Crime?, London: Bloomsbury.

Held, Virginia, 2008, How Terrorism Is Wrong: Morality and Political Violence. Oxford: Oxford University Press.

Henry, Emile, 1977, “A Terrorist’s Defence”, in George Woodcock (ed.), The Anarchist Reader, Hassocks: Harvester Press, 189–96.

Honderich, Ted, 2003, After the Terror, 2nd edn., Edinburgh: Edinburgh University Press.

–––, 2006, Humanity, Terrorism, Terrorist War, London and New York: Continuum.

Hooker, Brad, 2000, Ideal Code, Real World: A Rule-consequentialist Theory of Morality, Oxford: Oxford University Press.

Hughes, Martin, 1982, “Terrorism and National Security”, Philosophy, 57: 5–25.

Jollimore, Troy, 2007, “Terrorism, War, and the Killing of the Innocent”, Ethical Theory and Moral Practice 10: 353–72.

Kamm, F.M., 2013, Ethics for Enemies: Terror, Torture and War, Oxford: Oxford University Press; see chapter 2.

Kapitan, Tomis, 2008, “Terrorism”, in Raja Halwani and Tomis Kapitan, The Israeli-Palestinian Conflict: Philosophical Essays on Self-Determination, Terrorism and the One-State Solution, Basingstoke: Palgrave Macmillan, 132–97.

Kautsky, Karl, 1973 [1919], Terrorism and Communism: A Contribution to the Natural History of Revolution, trans. W.H. Kerridge, Westport, Conn.: Hyperion Press.

Khatchadourian, Haig, 1998, The Morality of Terrorism, New York: Peter Lang.

Lackey, Douglas, 2004, “The Evolution of the Modern Terrorist State: Area Bombing and Nuclear Deterrence”, in Primoratz (ed.) 2004, 128–38.

Laqueur, Walter (ed.), 1987, The Terrorism Reader: A Historical Anthology, 2nd edn., New York: New American Library.

Law, Stephen (ed.), 2008, Israel, Palestine and Terror, London: Continuum.

Luban, David, 2003, “The War on Terrorism and the End of Human Rights”, in Verna V. Gehring (ed.), War after September 11, Lanham, Md.: Rowman & Littlefield, 51–65.

McPherson, Lionel K., 2007, “Is Terrorism Distinctively Wrong?” Ethics 111: 524–46.

Medina, Vicente, 2015, Terrorism Unjustified: The Use and Misuse of Political Violence, Lanham: Rowman & Littlefield.

Meggle, Georg, 2005, “Terror and Counter-Terror: Initial Ethical Reflections”, in Meggle (ed.) 2005, 161–75.

Meggle, Georg (ed.), 2005, Ethics of Terrorism and Counter-Terrorism, Frankfurt/M.: Ontos Verlag.

Merleau-Ponty, Maurice, 1969, Humanism and Terror: An Essay on the Communist Problem, trans. John O’Neill, Boston: Beacon Press.

Miller, Richard W., 2005, “Terrorism and Legitimacy: A Response to Virginia Held”, Journal of Social Philosophy, 36: 194–201.

Miller, Seumas, 2009, Terrorism and Counterterrorism: Ethics and Liberal Democracy, Oxford: Blackwell.

Nath, Rekha, 2011, “Two Wrongs Don’t Make a Right: A Critique of Virginia Held’s Deontological Justification of Terrorism”, Social Theory and Practice 37: 679–96.

Nathanson, Stephen, 2010, Terrorism and the Ethics of War, Cambridge: Cambridge University Press.

Nielsen, Kai, 1981, “Violence and Terrorism: Its Uses and Abuses”, in Burton M. Leiser (ed.), Values in Conflict, New York: Macmillan, 435–49.

Primoratz, Igor, 1997, “The Morality of Terrorism”, Journal of Applied Philosophy, 14: 221–33.

–––, 2006, “Terrorism in the Israeli-Palestinian Conflict: A Case Study in Applied Ethics”, Iyyun: The Jerusalem Philosophical Quarterly 55: 27–48.

–––, 2010, “Can the Bombing Be Morally Justified?” in Igor Primoratz (ed.), Terror from the Sky: The Bombing of German Cities in World War II, New York: Berghahn Books, 113–33.

–––, 2013, Terrorism: A Philosophical Investigation, Cambridge: Polity Press.

––– (ed.), 2004, Terrorism: The Philosophical Issues, Basingstoke and New York: Palgrave Macmillan.

Rapoport, David C., and Yonah Alexander (eds.), 1989, The Morality of Terrorism: Religious and Secular Justifications, 2nd edn., New York: Columbia University Press.

Reiff, Mark K., 2008, “Terrorism, Retribution, and Collective Responsibility”, Social Theory and Practice 34: 209–42.

Reitan, Eric, 2010, “Defining Terrorism for Public Policy Purposes: The Group–Target Definition”, Journal of Moral Philosophy 7: 253–78.

Rigstad, Mark, 2008, “The Senses of Terrorism”, Review Journal of Political Philosophy, 6: 75–102.

Scheffler, Samuel, 2006, “Is Terrorism Morally Distinctive?” Journal of Political Philosophy, 14: 1–17.

Schwenkenbecher, Anne, 2012, Terrorism: A Philosophical Enquiry, Basingstoke: Palgrave Macmillan.

Shanahan, Timothy (ed.), 2005, Philosophy 9/11: Thinking about the War on Terrorism, Chicago: Open Court.

–––, 2009, The Provisional Irish Republican Army and the Morality of Terrorism, Edinburgh: Edinburgh University Press.

Simpson, Peter, 2004, “Violence and Terrorism in Northern Ireland”, in Primoratz (ed.) 2004, 161–74.

Sinnott-Armstrong, Walter, 1991, “On Primoratz’s Definition of Terrorism”, Journal of Applied Philosophy, 8: 115–20.

Statman, Daniel, 2006, “Supreme Emergencies Revisited”, Ethics, 117: 58–79.

Steinhoff, Uwe, 2007, On the Ethics of War and Terrorism, Oxford: Oxford University Press; see chapter 5.

Sterba, James P. (ed.), 2003, Terrorism and International Justice, New York: Oxford University Press.

Taylor, Isaac, 2018, The Ethics of Counterterrorism, London: Routledge.

Trotsky, Leon, 1961 [1920], Terrorism and Communism: A Reply to Karl Kautsky, Ann Arbor, Mich.: The University of Michigan Press.

Uniacke, Suzanne, 2014, “Opportunistic Terrorism”, Journal of Moral Philosophy 11: 395–410.

Valls, Andrew, 2000, “Can Terrorism Be Justified?”, in Andrew Valls (ed.), Ethics in International Affairs: Theories and Cases, Lanham, Md.: Rowman & Littlefield, 65–79.

Waldron, Jeremy, 2010, Torture, Terror, and Trade–Offs: Philosophy for the White House, Oxford: Oxford University Press; see chapters 3, 4.

Walzer, Michael, 1973, “Political Action: The Problem of Dirty Hands”, Philosophy and Public Affairs, 2: 160–80.

–––, 2000, Just and Unjust Wars: A Moral Argument with Historical Illustrations, 3rd edn., New York: Basic Books; see chapters 12, 16.

–––, 2004, Arguing about War, Ithaca, N.Y.: Yale University Press; see chapters 4, 10.

–––, 2006, “Terrorism and Just War”, Philosophia, 34: 3–12.

Wellman, Carl, 1979, “On Terrorism Itself”, Journal of Value Inquiry, 13: 250–58.

Wellmer, Albrecht, 1984, “Terrorism and the Critique of Society”, in Jürgen Habermas (ed.), Observations on “The Spiritual Situation of the Age”, trans. Andrew Buchwalter, Cambridge, Mass.: The MIT Press, 283–307.

Wilkins, Burleigh Taylor, 1992, Terrorism and Collective Responsibility, London and New York: Routledge.

Young, Robert, 1977, “Revolutionary Terrorism, Crime and Morality”, Social Theory and Practice, 4: 287–302.

–––, 2004, “Political Terrorism as a Weapon of the Politically Powerless”, in Primoratz (ed.), 2004, 55–64.



  • Hejmarên taybet yên kovaran


Amrazên Akademîk


Çavkaniyen Din yên li ser Înternetê


Maddeyên Têkildar