Nasnava Kesî

2023/06/19
686

Nasnava kesî, bi pirsên fîlosofîk ên derheqê me bi xwe de ku seba mirovbûna (an jî, wek parêzer û fîlosof hez dikin bêjin, kesbûn) me derdikevin holê re mijûl dibe. Ev, li dij pirsên derheqê me bi xwe de ye, ku bi saya bûna me a tiştên jîndar, hebûnên hişyar, heyberên daringî an jî tişt ên wek van derdikevin holê. Gelek ji van pirsan carinan tên aqilê me hemûyan: “Ez çi me?” “Ez kengî derketim meydanê?” “Dema ez mirim wê çi were serê min?” Wate û bersivên pirsên din zêde ne eşkere ne. Ew ji destpêka fîlosofiya Rojavayî vir ve hatine nîqaşkirin, û piraniya kesên (kesayetiyên) giregir mecbûr mane ku tiştinan li ser bêjin. (Di fîlosofiya Rojhilatî de jî li ser mijarê lîteratûreke dewlemend heye, ku wê li vir neyê nîqaşkirin. Bo nimûne, bnr. Jinpa 2002 û gotara “Di fîlosofiya Bûdîst a Hindî de zêhn”.)1

Mijar, hinek caran di bin terma xwe a guherok de hatiye nîqaşkirin. “Xwe” carinan bi “kes” ve hemwate ye, lê bi pirranî tê wateyeke cuda: mîsal, celebekî bikerê hişmendiyê ê neguherbar û nedaringî (wekî ê di îfadeya ‘mîta ezê’ de). Term, gelek caran bêyî wateyeke zelal tê bikaranîn û wê li vir jê dûr bê sekinîn.

Ev gotar, piştî rapirsîna pirsên bingehîn ên nasnava kesî, wê li a ku dehsalên dawî herî zêde bal kişandiye zîq bibe, ango domdariya me di nav demê de.


  1. Arîşeyên Nasnava Kesî
  2. Fehmkirina Pirsa Domdariyê
  3. Vegotinên li ser Domdariya Me
  4. Nêrînên Berdewamiya Derûnnasiyî
  5. Kelişîn
  6. Arîşeya Pirr-Zêde Ramanweran
  7. Nêrînên Tenê-Fîzîkî
  8. Babetên Firehtir
  • Bîbliyografî
  • Alavên Akademîk
  • Çavkaniyen Din ên li ser Înternetê
  • Gotarên Têkildar


1. Arîşeyên Nasnava Kesî

Arîşeyeke tenê a nasnava kesî tune, zêdetir, pirsên têvel ku bi hev re qet nebe bi sistî girêdayî ne hene. Nîqaşên vê qadê hertim bi awayekî eşkere nadin ber çavan ka behsa kîjan pirsê tê kirin. Ji van pirsan ên herî nas ev in:

Ez kî me? Li derveyî fîlosofiyê, ‘nasnava kesî’ bi pirranî taybetiyên ku em bo wan xwediyê sehekiyeke taybet a girêdayîbûn û xwedîbûnê ne nîşan dide. Di vê wateyê de nasnava kesî a kesekî, ji taybetî ên ku ew kes wan wek “wê (kesê) wek kes pênase dike” an “wê (kesê) dike kes ê ku niha ew e” qebûl dike, û wê ji ên din vediqetîne pêk tê. (Zelalkirina wateya tam a van îfadeyan zehmet e.) Xwedîbûna “qeyrana nasnavî”, derbareyî taybetiyên karakterîstîk ên kesekî de (ango, di sehekiya kûr û binyatî de, ji celebê kesekî) neqanihbûn e. Ev “nasnava kesî”, li dij nasnava etnîk an neteweyî ye, ku teqrîben ji komeke etnîkî an neteweyeke ku kesek xwe aîdê qebûl dike û ji girîngiya ku kesek didê pêk tê.

Di vê wateyê de, nasnava kesî a yekî/yekê, netexmînbar û demkî ye: awayê ku ez xwe wek kesekî pê pênase dikim divê cuda be, û bikaribe ji demekê heta a din biguhere. Mimkin e bûna fîlosofekî û dêûbavek aîdê nasnava min bin, lêbelê bûna zilamekî û li Yorkshireê jiyîn ne. Li hêla din kesekî din xwediyê heman çar taybetiyan be, lêbelê hîsên wî bo wan cihê bin, wekî bûna zilamekî û li Yorkshireê jiyîn aîdê nasnava wî bin, lê bûna fîlosofekî an dêûbavek ne. Û ev helwestan hemû mijarên guherînê ne.

Girêdayî awayê pênasekirina termê, mimkin e taybetiyek, bêyî ku bi rastî ew kes xwediyê wê be, aîdê “nasnav” a kesekê be: heger ez bêm îqnakirin da ku ez Napolyon im, wê bûna împaratorekî bibe taybetiyeke navendî a awayê ku ez xwe pê pênase dikim, û bi wî awayî, herçiqas baweriya min şaş be jî, wê bibe hêmaneke nasnava min.

Pirsa ‘Ez kî me?’, ku carinan bi pirsa karakterîzekirinê tê binavkirin (Schechtman 1996: 1), di vê wateyê de ew tişt e ku nasnava kesî a yekî/yekê belî dike (Glover 1988: part 2, Ludwig 1997).

Kesanetî. Bi dijê nekesbûnê, kesbûn tê çi wateyê? Em mirov xwediyê çi ne, ku nemirov ne xwedî ne? Heger em hinekî din taybetkî bin em dikarin bipirsin ka di çi xala geşedana me de, ku ji hêkeke bergirtî dest pê dike, kes bûn derdikeve holê, an jî, heger pêkan be, bi çi bihayî şempanzeyek, Marsiyek an jî kombersek dikare bibe kes. Vegotineke îdeal bo kesanetiyê dibe ku pênaseyeke peyva kes a bi vî şiklî be: ‘Bi pêwistî x di demeke t de kesek e, encax û encax heger … xt …’, bi şertê ku valahî bi minasibî bên tijekirin. Bersiva gelempertirîn ew e: Bûna kesekî di demeke belî de, bûna xwediyê taybetiyên zêhnî ên belî û ciyawaz e (bo nimûne, Baker 2000: beş. 3). Bersivên din têkiliyeke kêmtir rasterast di navbera kesanetî û taybetiyên zêhnî de pêşniyaz dikin: wek mînak, bûna kesekî, xwediyê behremendiya destxistina van taybetiyan e, an jî aîdbûna cinsekî ye ku endamên wê dema tendurist û gehiştî bin jixwe xwediyê van taybetiyan e jî (Wiggins 1980: beş. 6).

Domdarî. Bona kesek ji demekê heta demeke din bimîne (bijî)- ango, li cihê ku hebûna xwe rawestîne, wê bidomîne- çi divê? Bo vemayîna we çi celeb serborî pêkan in -bi firehtirîn wateya peyva ‘pêkan’ê-, û çi celeb bûyer wê hebûna we bi gerekî bi dawî bikin? Çi belî dike ka hûn kîjan hebûnê rabirdûyî û dahatûyî ne? Bifikirin ku hûn di wêneyeke kevin a dema dibistanê de zarokekî nîşan didin û dibêjin, “Ev, ez im.” Çi we dike ew zarok, lê ne yek ji ên din? Awayê ku wê (kesê) a wê demê bi we ê niha ve girê dide û wê niha dike hûn çi ye? Li ser vê meseleyê, tiştê ku kesekî/hebûneke ku di rabirdûyêde/dema berê de jiyaye dike te/hûn çi ye? Ev, hinek caran bi “pirsa nasnava kesî di nav demê de” tê binavkirin. Lewre, ev di derheqê wê de ye ka hebûna berî û a paşî yek an didu ne; ango, ka ev herdu hebûn bi hejmarkî hevyek in an na. Bersivek bo vê pirsê, vegotineke mercên me ên domdariyê ye.

Ji aliyê dîrokî ve, ev pirs, bi pirranî ji hêviya (an jî ji tirsa) ku em ê piştî mirina xwe jî hebûna xwe bidomînin derketiye (wekî di Phaedo a Platon de derbas dibe). Qewimîna vê, girêdayî wê ye ku ka mirina bîyolojîk dawî li hebûna yekî tîne an na. Xiyal bikin ku ê piştî mirina we wê kesek hebe, li vê dinyayê an li ê din, ku ji aliyên belî ve dişibe we. Wê biviya ew hebûn çawa bi hebûna we a niha re têkildariyek ava bikira da ku, ji bûna yekî din zêdetir, bibe hûn? Wê biviya Hêzên Bilindtir çi bikira da we piştî mirinê di hebûnê de bihêlin? An wê tiştekî ku ew bikaribin bikin hebûya gelo? Bersivên van pirsan girêdayî bersiva pirsa domdariyê ne.

Delîl. Em çawa ji hev derdixin ka kî, kî ye? Çi delîl bandorê li pirsa ka kes ê ku aniha li vir e ew kesê ku duh li vir bû ye an na dike? Çavkaniyeke delîlê bîra kesê yekem e: heger hûn bi bîr bînin ku hûn tiştekî belî dikin (an jî wek ku dikin xuya dikin), û kesekî bi rastî jî ew tişt kiribe, ev yek piştgiriya îdiaya ku ew kes hûn in dike. Çavkaniyeke din berdewamiya fîzîkî ye: heger kes ê ku ew tişt kiriye yekeyek bişibe we, an hêj baştir heger ew ji hinek aliyan ve bi we re fîzîken û cihûwarkî berdewam be, ew jî sedemek e bo bê fikirîn ku ew, hûn in. Ji van delîlan kîjan hîn binyatî ye? Mesela, bîra kesê-yekem bi tena serê xwe an bi qasî ku em dikarin wê li hemberî rastiyên fîzîkî ên li ber çavan teyît bikin wek delîl tê hesibandin? Heger ew hukmên dijhev biparêzin, em ê çi bikin? Ferz bikin ku bîrên Charlie hatin jêbirin û bi bîrên rast an ên diyar ên jiyana kesekî ku ji zû ve miriye (mesela, Guy Fawkes) kirin cihê wan (Williams 1956-7). Divê em, li ser bingeha delîla bîrê, bigihîjin wê encamê ku ew kesê dawîn ê ku li jiyanê hatiye vegerandin ne Charlie, lêbelê Guy Fawkes e, an jî li cihê vê, li ser berdewamiya fîzîkî, bigihîjin wê encamê ku ew kes Charlie ye, bes bi bîrên cuda? Kîjan rêgezê wê ev pirs bibersivanda?

Pirsa delîlê, lîteratûra anglofon (Îngilîzî) a li ser nasnava kesî ji 1950an ta 1970yan domîne kir (hinek mînakên baş ev in: Shoemaker 1963, 1970 û Penelhum 1967, 1970). Girîng e ku ew ji pirsa domdariyê bê veqetandin. Ew tiştek e ka hûn bona domdariya xwe a demî hewceyê çi ne; ka em divê çawa delîla têkildar binirxînin tiştekî din e. Heger rêçetiliyên sûcbarekî eynî mîna ên we bin, dibe dadgeh bigihijê wê encamê ku ew kes hûn in. Lêbelê, herçi mafê wan hebe ku wiha bikin jî, bona ku hebûneke rabirdûyî an dahatûyî bibe hûn tiştê divê xwedîbûna rêçetiliyên we nîne: ew, ne lazim e (hûn, heger qet tiliyên we nebin jî dikarin bijîn) ne jî bes e (dibe kesekî din jî xwediyê rêçetiliyên eynî mîna ên we be).


Serjimar: Heger pirsa domdariyê di derheqê ka kîjan karakter ên di destpêka çîrokê de hatine danasîn vemane û bûne karakterên dawiya çîrokê de ye, divê em bipirsin ka çend ji wan di demeke belî de li ser dikê ne. Tiştê ku belî dike ka di dema niha de em çend kes hene çi ye? Heger roja îroyîn li ser rûyê erdê dorê heft mîlyar însan hene, çi rastiyên bîyolojîk, derûnnasî û hwd.vê hejmarê dikin hejmara rastîn. Pirs ne ew e ‘ka çi dibe sedem da di demeke diyar de wê çend kes însan hebin’, lêbelê ‘ka ew hejmar ji çi pêk tê’ ye. Ev dişibe wê ku ji ka ‘çi celeb hemle bi asayî rê li serketinê vedike’ zêdetir bê pirsîn ka ‘di lîstikeke kişikê de kîjan konfîgûrasyona perçeyan têrî biserketinê dike’ ye.

Dibe hûn bifikirin ku di demeke belî de hejmara însanan (an, qet nebe hejmara kesên însan) tenê hejmara endamwerên însan ên wê demê de hene ye (bi piştguhkirina ên wek însan nayên hesibandin). Lê ev yek bi xîlaf e. Hinek kes dibêjin, ‘qetandina pêwendiyên esasî ên di navbeyna nîvkadên mêjî de jihevketineke kokbir a hişyarîtiyê derdixe holê, û ji ber vê, du însan heman endamwerê parve dikin’ (bo nimûne, bnr. Na Nagel 1971; Puccetti 1973 doz dike ku di laşê her mirovê asayî de du însan hene; bnr. van Inwagen 1990: 188–212). Hinekên din jî dibêjin ku, ‘mirovekî xwediyê du kesayetiya, bi peyvkî, mimkin e bibe mala didu an jî zêdetir hebûnên ramanwer’ (Wilkes 1988: 127, Rovane 1998: 169 û dwm.; bnr. Olson 2003b, Snowdon 2014: beş. 7). Hinekên din jî doz dikin ku, ‘du mirov, wekî di mînaka cêwitiya zeliqî de mimkin e heman endamwerî parve bikin’ (Campbell û McMahan 2010; bnr. Olson 2014).


Ev yek, carinan wek arîşeya nasnava sînkronîk, wek hemberê nasnava dîakronîk, a pirsa domdariyê tê binavkirin. Lêbelê, divê ev terman bi baldarî bên rakirin û danîn. Lewre, ev miseîd in da kelijeke wisa bidin ku nasnav bi du cureyan derdikeve holê; ango, sînkronîk û dîakronîk. Rastî, tenê ew e ku du rewş hene em bipirsin ka çend mirov (an hebûnên din) mevcûd in: ên careke tenê tevlî dibin û ên ji careke zêdetir tevlî dibin.

Ez çi me? Ez û mirovên din, ku em bi şêweyekî metafîzîkî biaxivin, çi celeb tişt in? Bêyî ên me dikin însan, taybetiyên me ên binyatî çi ne? Wek mîsal, em ji çi hatine çêkirin? Gelo em bi temamî, wek keviran, ji daringê pêk hatine an em qismen an bi temamî nedaringî ne? Heger em bi firewanî dirêjkirî ne, tixûbên me ên mekanî li ku ne? Wek mînak, gelo em heta çermê xwe fireh/dirêj dibin û hew? Heger wisa ye, van tixûban çi belî dike? Gelo em gewher in -ji aliyê metafîzîkî ve hebûnên serbixwe ne- an her yek ji me rewş an alî an çalakiyeke tiştekî din in?

Ew, ji bersivên sereke çendek in (Olson 2007):

  • Em endamwerên bîyolojîk in (“anîmalîzm”: Snowdon 1990, 2014, van Inwagen 1990, Olson 1997, 2003a).
  • Em tiştên daringî ne, ku ji aliyê endamweran “hatine çêkirin”: kesek bi heywanekî belî ve ji heman daringê pêk hatiye, lêbelê ew ji hev cuda ne, çiku tişt ê ku ew bona domdariya xwe hewce dibin cuda ne (Baker 2000, Johnston 2007, Shoemaker 2011).
  • Em perçeyên demkî ên heywanan in: her yek ji me beşek ji endamwerekî ne, wek çawa ku zarokatiya me beşeke ji temamiya jiyana me ye (Lewis 1976).
  • Em perçeyên mekanî ên heywanan in: belkî mêjî (Campbell û McMahan 2010, Parfit 2012), an jî perçeyên demkî ên mêjî (Hudson 2001, 2007).
  • Em gewherên nedaringî ên yekperçe ne -ango, ruh-, wek Platon, Descartes û Leibniz difikirin (bnr. Unger 2006: beş. 7), an jî tiştên pêkhatî ne ku ji ruhekî nedaringî û gewdeyeke daringî çêbûne (Swinburne 1984: 21).
  • Em koleksiyonên rewş û bûyerên hişî ne: bi qewlê Hume, “boxçikên têgîşkan” in (1739 [1978: 252]; bnr. Quinton 1962, Campbell 2006).
  • Tu tişt ê ku em in tuneye: em bi rastî qet ne hene (Russell 1985: 50, Wittgenstein 1922: 5.631, Unger 1979, Sider 2013).

Li ser vê pirsê, hevdengiyek li aliyekî, nêrîneke serdest jî tuneye.

Di nasnavê de çi girîng e? Girîngiya kirdarî a rastiyên derheqê domdariya me de çi ye? Çima ew girîng e? Çi sedema we heye ku hûn ji berdewamiya hebûna yekî din -ku eynî mîna we ye- î li dêrva we zêdetir, girîngiyê didin berdewamiya hebûna xwebixwe? Bînin ber çavên xwe ku cerrah dikê mêjiyê we têxin serê min û em herdu jî li hember vê yekê ne xwediyê tu bijartekan in. Bihesibînin ku kesê dawîn wê piştî emeliyatê êşeke berbad bikişîne, heta ku yek ji me pereyekî zehf zêde ji pêş ve nede. Heger em herdu jî bi temamî xwebîn bin, wê kî ji me xwediyê sedemekê be ku pereyekî wiha bide? Gelo wê kesê dawîn -ku wê mihtemelen bifikire ku ew hûn in- ji kiryarên we an ên min berpirsiyar be? (an ji herduyan, an ne ji tuyan?)

Wer xuya dike ku bersiv wê li dor vê yekê bizîvire, ku ka wê kesê dawîn ez bim an hûn. Tenê ez dikarim ji kiryarên xwe berpirsiyar bim. Rastiya ku kesek ez im, bi serê xwe, sedemekê dide min ku xemxwarê wî bim. Her kesek di derbareyî dahatûya xwe de xwediyê pêwendiyeke taybet a xwebîn e, ku bo dahatûya kesekî din ne xwedî ye. Nasnav bi xwe jî xwediyê girîngeyeke kirdarî ye. Lêbelê, hinek dibêjin ku, îhtimal e ku ez xwediyê sedemeke bi temamî xwebîn bim da, bo dahatûya kesekî din -sirf bona xatirê wî bi xwe- xem bixwim. Belkî, tiştê ku sedemeke xemxwarinê bona mirovekî ku wê sibe xelk bi navê min gazî bike dide min ne ji ber ku ew ez im, lêbelê ew e ku ew kes wê bi rewşa min a niha ve ji aliyê derûnnasî ve berdewam be (bnr. beş. 4), an jî ji ber ku ew kes bi min re ji hinek aliyan ve têkildar e, ku îmayekê nahewîne ku em heman kes in. Heke ji min wêdatir kesek sibe bi rewşa min a niha ve ji aliyê derûnnasiyî ve berdewam bûya, wê ew jî xwediyê tiştên bo min girîng bûya û wê biviya ku ez xemên xwe ên xwebîn radestî wî bikim. Her wisa, îhtimal e ku kesekî din ji kiryarên min berpirsiyar be, lê ne ji ên xwe. Nasnav, bi serê xwe ne xwediyê girîngiyeke kirdarî ye (bnr. Shoemaker 1970: 284; Parfit 1971, 1984: 215, 1995; Sosa 1990, Martin 1998.)

Bi vê, rapirsîna me temam dibe. Herçiqas hinek pirs ji van bi ên din re têkildar bin jî, her yek heta radeyeke zêde serbixwe ye. Girîng e ku ew neyên tevlihevkirin.


2. Fehmkirina Pirsa Domdariyê

Em ê niha bala xwe bidin pirsa domdariyê. Di nav demê de çend têgeh, ji têgeha nasnavê zêdetir, bûne çavkaniya şaşfehmekirinê. Pirsa Domdariyê gelek caran bi pirsên din ve hatiye tevlihevkirin an bi awayekî alîgir hatiye derbirîn.

Pirs bi xavî ew e ka bona ku hebûneke rabirdûyî an dahatûyî bibe kesekî niha mevcûd tişt ê pêwist û têrker çi ye. Ferz bikin ku em niha nîşanî we didin, kesekî an tiştekî ku di demeke din de he(bû)ye pênase dikin, û dipirsin ka em du caran qala heman tiştî dikin an her carekê qala yek ji wan du tiştan dikin. Pirsa domdariyê dipirse ka çi tişt bersiva ev cure lêpirsînan tayîn dike. (Di derheqê heyberên din, wek mînak, kûçikan, de jî pirs ên bi temamî hevtayê van pirsan hene.)

Hin kes pirsa domdariyê, wek pirsîna ka gotina ‘hebûneke rabirdûyî an dahatûyî tu yî’ tê çi wateyê qebûl dikin. Ev, îma dike ku em dikarin vê pirsê bi xebitîna li ser wateya termên wek ‘kes’, an jî bi lêhûrbûna li ser têgehên ku ew îfade dikin bibersivînin. Bersiv wê, qet nebe, bi pêşbîrî zanînbar be. Dîsa, ew ê îma bike ku hemû mirov bi gerekî xwediyê heman şertên domdariyê ne -ango, em çi celeb mirovan bihizirin bila be, wê bersiva pirsê her yek be. Herçi hinek kes van îdiayan dipejirînin jî (Noonan 2003: 86–92), ew bi xîlaf in. Tişt ê ku bona domdariyê lazimî me ye, dibe bi bûn an nebûna me a endamwerên biyolojîk ve girêdayî be, ku em bi pêşbîrî nikarin bizanin. Û heger pêkan be ku mirovên nedaringî hebûna, wek xwedayan û firîşteyan, wê bona domdariyê, tişt ê ku lazimî kesê mirov û wan dibe wê ji hev cudatir bûya.

Em carinan dipirsin ka bona ku kesek wek heman kes bimîne çi lazim e. Li vir fikir ew e: Heke hûn ji aliyên belî ve bên guherîn -mîsal, heke hûn pirraniya bîra xwe winda kin, an bi giranî seqet bimînin, an di karakterê we de guherîneke zêde çêbe-, hûn ê nema bibin kesê berê. Pirsa domdariyê, ne ev e. Dibe ku du pirs xwediyê du bersivên cuda bin. Bihesibînin ku hûn bi qasî ku “bibin kesekî cuda” zêde guheriyan: bersiva pirsa ka hûn heman kes in, Na ye. Di vê rewşê de pirsa domdariyê dipirse ka wê hûn hêj hebûna an na. Û bersiva wê pirsê jî Erê ye: heger hûn kesekî cuda ne, naxwe hûn hêj hene, ku hûn heman kes bimana jî wê eynî tişt bûya.

Dema em li ser mayîna heman kesî an bûna yekî cuda diaxivin, mebesta me man an nemana bûna heman celeb kes e. Bona kesekê, bûna heman kesê tê wê wateyê ku ew hêj heye, belê ji hinek aliyên girîng ve guheriye. Pêwendiya vê rewşê bi nasnava kesî a wê (kesê) ve ji aliyê pirsa karakterîzekirinê ve heye; ango, çi celeb guherîn, wê wek windakirina taybetiyên ku mirovekê wek kes dide pênasekirin bên hesibandin. Tu pêwendiya vê rewşê bi domdariyê nîne. Pirsîna ka bona “hêlana nasnava kesî”, an windakirina wê, çi lazimî kesekê ye jî wer xuya dike ku ji domdariyê zêdetir têkildarî karakterîzekirinê ye.

Pirsa domdariyê bi pirranî bona pirsîna ka ‘ji bo heman kesî çi lazim e da ku di du demên cihê de hebe’ tê tercîhkirin. Formûlekirina berbelavtirîn wek wiha ye:

  1. Heger kesê x di demekê de heye û kesê y jî di demeke din de heye, di kîjan mercên pêkan de rewşa ku x, y ye derdikeve holê?

Ev yek, bi rastî, dipirse ka ‘bona kesekî rabirdûyî an dahatûyî ku bibe hûn çi lazim e’. Di destê me de kesekî ku di demekê de heyî û yekî ku demeke din de heyî hene, û pirs ew e ka bona van herdu kesan tiştê pêwist û têrker çi ye ku bibin ne du kesên cuda lê kesek, ango, heman kes.

Ev pirs, ji pirsa domdariyê tengtir e. Dibe ku em bixwazin zanibin ka her yek ji me di demekê de embriyo an fetûs bû an na, an ka kesek dikare ji rewşeke nebatî a bêveger xelas be an na (ku kesê dawîn ji aliyê biyolojîk ve zindî ye, lêbelê ne xwediyê tu taybetiyên hişî ye). Evan, pirs ên ku bi zelalî di derheqê ka bona domdariyê çi lazimî me ye de ne. Lêbelê, kesbûn, bi pirranî, wek ‘xwedîbûna taybetiyên hişî ên xas’ tê pênasekirin. Wek mînak, Locke gotiye ku kesek, “hebûneke aqilmend î ramanwer e, ku xwediyê aqil û fikirînê ye, û dikare xwe wek xwe, heman tişt ê ramanwer, di dem û mekanên cuda de bihizire” (1975: 335). Ev gotin, îma dike ku tiştek di demeke belî de kesek e, bi wî şertî ku di wê demê de xwediyê van taybetiyên hişî be. Ew dide pey wê yekê ku fetûsên zû-dem û mirovên di rewşa nebatî de, çiku ne xwediyê tu taybetiyên hişî ne, di van demên hanê de ne mirov in. Di vê rewşê de em nikarin ji rêgez a derheqê ku ji bo kesekî rabirdûyî an dahatûyî bibe tu çi lazimî ye, di derbareyî ka tu demekê embriyo bûye an na, an jî di derbareyî ka dibe ku nebatek bûya an na de bigihîjin encamekê.

Em dikarim vê xalê bi hizirîna vê bersivê bona pirsa 1em wiha biresmînin:

Bi pêwistî, kesê x ku di demekê de heye, kesê y ku di demeke din heye ye, encax û encax, heger x, di dema pêşîn de, tecrubeyeke ku y di dema dawîn de jiyaye bikane bi bîr bîne, an jî berevajiya vê.

Ango, keseke rabirdûyî an dahatûyî hûn in, encax û encax heger hûn -ku niha kesek e- bikaribin tecrubeyeke ku wê kesê wê demê jiyaye bi bîr bînin, an heger ew kes bikaribe tecrubeyeke ku hûn niha dijîn bi bîr bîne. Ev, wek pîvana bîrî tê binavkirin. (Ew jî, herçiqas carinan îsnadî Locke tê kirin jî, biguman e ka wî ew bi kar aniye an na: bnr. Behan 1979.)

Xuya ye ku pîvana bîrî îma dike ku heke hûn noqî rewşeke nebatî a bêveger bibûna, wê hebûna we jî biqediya, an jî belkî wê hûn derbasî dinyayeke din bûna: kesê dawîn wê nikaribûya bibe hûn, lewre wê wî tu tişt bi bîr neaniya. Lêbelê, tu encamên wiha dernakevin holê. Bi hesibandina ku mirovekî nebatî ne kesek e, ew rewş bi kesekî ku demekê de heye û kesekî ku demeke din de heye ve ne têkildar e. Pîvana bîrî hewl dide ku ji me re vebêje ka em kîjan kes ê rabirdûyî an dahatûyî ne, lêbelê ne bi gelemperî kîjan hebûn ê rabirdûyî an dahatûyî. Ew vedibêje ka bona ku wek kesekî hebûna xwe bidomîne ji mirovekî re çi lazim e, ne ku bona kes ê ku ne xwediyê vê jêhatinê (ango, kesbûnê) ye çi lazim e. Ango, ew tu îmayan nake ka hûn ê bibin nebatek an cendekek, an ka hûn qet bûbûn embriyoyek. Wek hate gotin, pîvana bîrî, bi vemayîna we a bêyî berdewamiya bîrî ve lihevhatî ye, bes ku ev yek di demeke ku hûn ne kes bin de biqewime (Olson 1997: 22–26, Mackie 1999: 224–228).

Tu kes, ê difikire ku em bi saya berdewamiya bîrî hebûna xwe didomînin, wê vê yekê qebûl neke. Pîvana bîrî dixwaze îma bike ku heger kesekî x ku niha dijî û kesekî y ku di demeke din de dijî -ne girîng e ku wê demê kesek be an na- herdu yek in, bi wî şertî ku x bikaribe niha tecrubeyeke ku y wê demê jiyaye bi bîr bîne, an jî berevajiya vê. Lêbelê ev, ne bersiva pirsa 1ê ye: bo ku kesek î ku demekê de heye û kesek î din ku demeke din de heye bibin, ne du kes lê, yek kes çi lazim e. Ew, bersiveke bo pirseke gelempertir e: bona tiştek î di demekê de kesek e û di demeke din de jî heye (çi wek kesek çi ne) çi lazim e:

  1. Heger kesekî x di demekê de hebe û tiştekî y di demeke din de hebe, di bin çi mercên pêkan de çêdibe ku x, y ye?

Ew ên ku pirsa domdariyê wek Pirsa 1ê der dibin, bi gelemperî sewa ku ew ferz dikin ku her kesek di esasê de kes e: tu tişt ê ku bi rastî kes e, mihtemelen nikare bêyî ku bibe kes hebe. (Berevajiya vê, tu xwendekar di esasê de ne xwendekar in: tiştek î ku bi rastî xwendekar e, dikare bêyî ku bibe xwendekar jî hebe.) Ev îdia, gewherîtiya kesî, îma dike ku herçi di demekê de kes e, divê, herçi wextê hebe, bibe kes. Ev yek, Pirsa 1ê û 2yê dike hevyek.

Lêbelê, gewherîtiya kesî, bimişkîle ye; ango, nakokiyan dihewîne. Bi vegotina Lockî a kesanetiyê tev, ew îma dike ku nabe hûn tu caran bibûna embriyo: îhtimala baştirîn ew e: hûn, dema embriyo a ku we dixuliqîne hin taybetiyên belî ên hişî diafirînê hatine çêkirin. Nebûya hûn ê wek nebateke mirovî çêbûna. Sewa vê yekê, ew bûna me a endamwerên bîyolojîk li derve dihêle, lewre tu endamwer di esasê xwe de ne kes e: her endamwerê mirovî wek embriyo dest pê dike û dibe ku di rewşeke nebatî de bi dawî bibe. Ew hem anîmalîzmê hem jî nêrîna tenê-fîzîkî, ku wê di beşa bê de were qalkirin, dide aliyekî.

‘Ka em demekê embriyo bûn û dibe ku bibin nebat an na’, an jî ‘ka em di esasê xwe de însan in’ pirsên bingehîn ên ku vegotineke li ser domdariyê bibersivîne; nabe ew mijar ji aliyê awayê çarçovekirina me a nîqaşê ve pêş de û bêhemdî bê bicihkirin. Pirsa 1ê alîgir e, çimkî xwediyê pêşqebûlekê ye ku em tenê wek mirov dikarin bijîn. Pirsa 2ya nêtar e.


3. Vegotinên li ser Domdariya Me

Bona pirsa domdariyê çar celeb bersiv hatine pêşniyaz kirin. Ên popûlertirîn nêrînên berdewamiya derûnnasîyî ne. Ev nêrîn, vedibêjin ku domdariya me ji hinek têkiliyên derûnnasîyî pêk tê. Hûn ew hebûnê dahatûyî ne ku ji hinek aliyan ve taybetiyên xwe ên hişî ji we mîras girtine -bawerî, bîranîn, tercîh, zerengiya fikra aqilî û hwd.- û hûn ew hebûnê rabirdûyî ne, ku we bi heman awayî taybetiyên wî ên hişî mîras girtine. Li ser celeba vê mîrasgirtinê nîqaş heye; wek mînak, ka ew divê ji aliyê hin cure berdewamiya fîzîkî ve bê qayimkirin an na, an jî ka ev hewceyê qeydûbendeke “ne-şaxkirinê” ye an na. Li aliyê din lihevnehatineke din heye, ku ev jî li ser wê ye ka divê kîjan taybetiyên hişî bên mîrasgirtin. (Em ê paşê li van xalan hinekan vegerin.) Lêbelê, pirraniya fîlosofan ên ku ji destpêka sedsala 20an vir ve li ser nasnava kesî dinivîsin hinek versiyonên vê nêrînê pesend kirine. Pîvana bîrî, ku beriya vê hatibû qalkirin, mînakek e. Hinek ji berevanên nêrînên berdewamiya derûnnasiyî ew in: Garrett (1998), Hudson (2001, 2007), Johnston (1987, 2016), Lewis (1976), Nagel (1986: 40), Noonan (2003), Parfit (1971; 1984: 207; 2012), Perry (1972), Shoemaker (1970; 1984: 90; 1997; 1999, 2008, 2011) û Unger (1990: beş. 5; 2000).

Bersiveke duyem ew e ku, domdariya me ji hin celeb têkiliyên tenê-fîzîkî pêk tê. Hûn ew kesê rabirdûyî an dahatûyî ne ku ê xwediyê gewdeya we ye, an jî ê ku bi we re xwediyê heman endamwerê bîyolojîk e. Tu têkiliya wê bi rastiyên derûnnasiyî ve tune. Ev, wek nêrînên tenê-fîzîkî tên binavkirin. (Vana, bi wê nêrînê ve tevlihev nekin ku dibêje ‘di tespîtkirina kîbûna kesekî de delîla fîzîkî li hemberê delîla derûnnasîyî xwediyê pêşîtiyê ye’. Têkiliya wê nêrînê bi pirsa delîlê ve heye.) Hinek parastvanên nêrînên tenê-fîzîkî ev in: Ayers (1990: 278–292), Carter (1989), Mackie (1999), Olson (1997), van Inwagen (1990: 142–188), û Williams (1956–7, 1970).

Hin kes hewl didin ku van nêrînan bi hev ve girêdin, ku dibêjin ‘em bona vemayînê hewceyê berdewamiya hem hişî hem jî fîzîkî ne, an jî ji wan yek tunebe jî êdin tenê bes e’ (Nozick 1981: beş. 1, Langford 2014).

Pêşniyazeke cuda, çîrokbêjî, dibêje ku tişt ê bo domdariya me lazim divê têkiliya xwe bi çîrokên em li ser xwe dibêjin re hebe. Em, jiyanên xwe bi rêya bûyerên pirr girîng ên jiyana xwe û bandora wan li ser biryarên paşê û karakterê xwe fehm dikin. Dibe ev çîrokan “nasnav-avaker” bin. Fikir, tenê ne ku ew, bi wateya pirsa karakterîzekirinê ka di hin wateyên binyatî de em çi çeleb mirov in, bandorê li “nasnava kesî” a me dikin e. Ew, bi peyvkî, tespît dikin ka em kengî dest pê dikin û bi dawî dibin. Ger em bi xavî biaxifin, hebûneke rabirdûyî hûn in, bi wî şertî ku hûn niha xwediyê wan çîrokên rast bin da we wek wê a wê demê pênase bikin. Hebûneke dahatûyî hûn in, bi wî şertî ku çîrokên ku ew (kes) wê demê xwediyê bûn, wê wek we ê niha pênase bike. Bibîranîna bûyereke berê, divê bona têgihiştina çîrokeke nasnav-avaker lazim be, lêbelê bona ku nêrîna çîrokbêj û a berdewamiya derûnnasiyî bê veqetandin ne bes e. Hinek kes ên ku di derbareyî domdariyê de berevaniya çîrokbêjiyê dikin ew in: Schechtman (1996: nemaze beş. 5, 2001) û Schroer and Schroer (2014). Hinek ji rexnegiran jî ew in: Strawson (2008), Olson û Witt (2019). DeGrazia 2005: beş. 3 kurteyeke bikêr e.

Ev hemû nêrîn li hev dikin ku bona domdariyê tiştekî lazim heye; ango, bona ku kesek î ku demekê di heye, di demeke din de jî hebe mercên înformatîv, biqîmet lazim û bes hene. Nêrîna çaremîn, antîkrîteriyalîzm, vê yekê red dike. Ew dibêje ku berdewamiya derûnnasiyî û fîzîkî delîlên domdariyê ne, lêbelê hertim wê ewle nakin û divê hewcedarî jî pê tunebe. Berevanê herî eşkere ê vê nêrînê Merricks e (1998; bnr. Swinburne 1984, Lowe 1996: 41 û dwm., 2012; Langford 2017; bona rexneyan bnr. Zimmerman 1998, Shoemaker 2012). Û li ser awayê têgihiştina antîkrîteriyalîzmê jî nîqaşek heye (Olson 2012, Noonan 2011, 2019).


4. Nêrînên Berdewamiya Derûnnasiyî

Gelek kes -pirraniya mamoste û xwendevanên fîlosofiya Rojavayî- tavilê bala xwe didin nêrînên berdewamiya derûnnasiyî (Nichols û Bruno derheqê vê de delîleke azmûnî didin). Heger mêjiyê we hatibe neqilkirin, û wî organî bîranînên we û taybetiyên din ên hişî ji xwe re biribin, wê kesê dawîn bê qanihkirin ku ew hûn in. Ev xal, dikare qebûlkirina wê yekê hêsantir bike ku ew kes wê bûya hûn, û çiku ew kes bi we re ji aliyê derûnnasî ve berdewam e wê wisa bûya. Dîsa jî, zor e ku ji vê yekê bersiveke balkêş ji bo pirsa domdariyê bê destxistin.

Domdariya me, dibe ku ji çi têkiliya derûnnasiyî pêk hatibe? Me jixwe qala bîrê kiribû: keseke rabirdûyî an dahatûyî dibe ku hûn bin, encax û encax ku hûn bikaribin tecrubeyeke wê (kesê) a wê demê bi bîr bînin, an jî berevajiya vê. Ev pêşniyaz bi du îtîrazan ve rûbirû tê, ku di sedsala 18an de ji aliyê Sergeant û Berkeley hatine kirin (bnr. Behan 1979), lêbelê zêdetir ji aliyê Reid û Butler ve hatine nîqaşkirin (bnr. tîtikên di Perry 1975ê de).

Îtîraza yekem: Ferz bikin ku xwendareke ciwan, çiku pirtûkên li ser xwe bi derengî teslîmî pirtûkxaneyê kirine tê cezakirin. Paşê, wek parêzereke navsalî, bi bîr tîne ku cezayê xwe bide. Hîn paşê, di extiyariyê de, ew, kariyera xwe a hiqûqê bi bîr tîne, lêbelê, ne tenê dayîna cezayê lê hemû bûyerên ciwaniya xwe bi temamî ji bîr dike. Li goreyî pîvana bîrî, xwendekara ciwan parêzera navsalî ye, parêzer jina extiyar e, lêbelê jina extiyar ne xwendekara ciwan e. Ev, encameke nepêkan e: heger x û y yek in û y û z jî yek in, x û z nabin didu. Nasnav, gerguhêz e; berdewamiya bîrî, ne gerguhêz e.

Îtîraza duyem: Şiyana ku hûn tecrubeyên xwe tenê bi bîr tînin, wer xuya dike ku aîdê fikra rasteqîn a bibîranînê ye. Bibîranîna dayîna cezayekî (an jî tecrubeya wê), bibîranîna we bi xwe ye ku wî cezayî dide. Gotina ku dibêje ‘hûn ew kes in, ku hûn dişên tecrubeyên wî bi bîr bînin -ango, berdewamiya bîrî, bona berdewamiya me bes e-‘, wê dike bêqîmet û ne-înformatîv. Ew ne-înformatîv e, çimkî hûn, naşên bizanin ka mirovek tecrubeyeke rabirdûyî bi rastî bi bîr tîne an na, bêyî ku hûn bizanin ka ew, kesê ku ew tecrube jiyaye an na. Ferz bikin ku em dixwazin bizanin ka Blott, ku niha dijî, û Clott, ku em dizanin ku di demeke kevin de jiyaye, yek in an na. Pîvana bîrî ji me re dibêje ku, ‘Blott, Clott e, tenê bi wî şertî ku Blott bişê niha yek ji tecrubeyên ku Clott di rabirdûyê de jiyaye bi bîr bîne. Lêbelê, xuyabûna Blott ku tecrubeyeke Clott bi bîr tîne, tenê bi wî şertî ku Blott bi rastî Clott be wek bîra rastîn tê hesibandin.’ Yanê, beriya ku em rêgeza ku wê ji me re bêje ka rast e an na, divê em jixwe zanibin ka Blott, Clott e an na. (Dîsa jî, di derbareyî îdiaya ku dibêje ‘pêwendiyên bîrî, bona domdariyê ji me re lazim in’ tiştekî bêqîmet û ne-înformatîv tune. Em dişên zanibin ka cendekê ku piştî mirina min dimîne, bêyî bizanibe ka ew xwebixwe ez im an na, nikare tu bûyerên jiyana min bi bîr bîne.)

Bersivek bona arîşeya yekem -a derbareyî gerguhêziyê de- ew e ku, bi rêya guherîna ji têkiliyên bîrî ên rasterast ber bi ên nerasterast veguherîna pîvana bîrî ye: jina extiyar xwendekara ciwan e, lewre ew, dema ku parêzer jiyana xwendekar bi bîr tîne, dişê ku tecrubeyên parêzer ên wê demê bi bîr bîne. Arîşeya duyem, ekserî bi rêya guherîna bîrê bi têgeheke nû ve tê çareser kirin; ev têgeh paşvenasîn an nîv-bîr e, ku eynî wek bîrê ye, bes bêyî pêdiviya nasnavê: herçi gotina ku dibêje ‘hûn tiştê ku we bi xwe ne, lê ê ku kesekî din kiriye bi bîr tînin’ xwe-nakok be jî, hûn hêj dikarin wî tiştî ‘bi nîvî bi bîr bînin’ (Penelhum 1970: r.85 û dwm., Shoemaker 1970; bo rexnegiriyê bnr. McDowell 1997).

Herdu bizav jî nikarin me zêde dûr bixin, lewre pîvana bîrî hem a resen hem jî a guhertî bi arîşeyeke eşkere ve rûbirû dimîne: di rabirdûya me de gelek dem hene ku em ne bi temamî ne jî bi nîvî dikarin bi bîr bînin, û em ne bi zincîreke têkhelkêş a bîranînan bi nerasterastî jî pê ve girêdan e. Tu dem tunin ku hûn tiştekî ku dema hûn şeva borî bêxewn radizan hatiye serê we bi bîr bînin. Pîvana bîrî, xwediyê wê îmaya tewş e, ku dibêje ‘di tu dem ên ku hûn bêhiş in de hûn tunin’. Kes ê ku duh di latê we de diraziya, divê yekî din be.

Çareseriyeke baştir, bîrê bi nosyona gelempertir a girêdayîtiya sedemî ve diguhere (Shoemaker 1984: r. 89 û dwm.). Em dikarin du nosyonan pênase bikin: girêdayîbûna derûnnasiyî û berdewamiya derûnnasiyî. Hebûnek di demeke bê de li ser halê we ê niha bi we re ji aliyê derûnnasiyî ve girêdayî ye, bi wî şertî ku ew (hebûn) bi pirranî ji ber rewşa derûnnasiyî ku hûn niha tê de ne, di rewşa xwe a derûnnnasiyî a wê demê de be (û ev girêdanka sedemî ji celebeke rastî ye: bnr. Shoemaker 1979). Xwedîbûna bîreke (an nîv-bîreke) carî di derbareyî tecrubeyeke berê de celebeke têkiliya derûnnasiyî ye -tecrube a ku dibe sedema bîra wê-, lêbelê, hinekên din jî hene. Xala girîng ew e ku pêkan e rewşên me ên hişî ên carî qismen ji aliyê rewşên hişî ên em di demên ku em bêhiş bûn tê de bûn ve derdikevin holê. Bo nimûne, pirraniya baweriyên we ên îroyîn, bi ên ku dema hûn şeva berê radizan bi we re bûn ve wekhev in: ew dibin sedema domandina hebûna xwe. Em dikarin bêjin ku hûn di dema niha de bi hebûneke rabirdûyî an dahatûyî ve ji aliyê derûnnasiyî ve berdewam in, bi wî şertî ku hinek rewşên we ên hişî ên carî bi ên ku ew (kes) wê demê tê de ye ve bi zincîreke têkiliyên derûnnasiyî bê girêdan.

Niha ferz bikin ku kesekî x ku di demekê de dijiye, bi tiştekî y ku di demeke din de dijiye ve heman tişt e, encax û encax heger x, di demekê de, bi y re, li ser rewşa wê a demeke din, ji aliyê derûnnasiyî ve berdewam be. Ev, ji pirraniyên îtîrazên eşkere ên li hemberî pîvana bîrî xwe diparêze.

Dîsa jî, ew, pirsên girîng bêbersiv dihêle. Ferz bikin ku me dikarî hemû naveroka hişî ên mêjiyê we bi awayekî kopiya mêjiyê min bikira, bi qasî ku em dikarin naveroka ajokereke kombersekî kopiya yekî din bikin, û vê kopîkirinê naveroka kevin a herdu mêjiyan jî jê biribe. Ew ê, girêdayî ka çi celeb girêdayîbûna sedemî tê qebûlkirin, biba bûyereke berdewamiya derûnnasiyî an na. Hebûnê dawîn (bi mêjiyê min û naveroka hişî a te), wê ji aliyê hişî ve wek te ê berê biba, û ne wek min. Wê wî taybetiyên te ên hişî bi awayekî, bes bi awayekî bikêf, mîras bigirtana. Gelo ew awayê rasteqîn e? Gelo pêkan e ku tu bi peyvkî bi rêya veguhaztina rewşa mêjiyî ji endamwerekî derbasî yekî din bibî? Teorîstên berdewamiya derûnnasiyî li hev nayên. (Shoemaker (1984: 108–111, 1997) dibêje Erê; Unger (1990: 67–71) dibêje Na; ji van Inwagen 1997) jî binêrin. (Schechtman 2001 li hemberî stratejiya berdewamiya derûnnasiyî îtîrazeke cihê dike.)


5. Kelişîn

Endîşeyeke cidîtir bo nêrînên berdewamiya derûnnasiyî ew e ku pêkan bû hûn bi du kes ên rabirdûyî an dahatûyî ve ji aliyê derûnnasiyî ve berdewam bûna. Heger serebrûma – beşa mêjî a jorîn ku bi pirranî ji taybetiyên hişî berpirsiyar e- we bihata neqilkirin, wê kesê stîner -kezeba kê pê re bûya bila bûya-, bi we re ji aliyê derûnnasiyî ve berdewam bûya (Heta, heger cudatiyên girîng ên derûnnasiyî hebûna jî). Her nêrîna berdewamiya derûnnasiyî, wê îma bike ku ew (kes) wê biba hûn. Heke me nîvkadeke mêjiyê we îmha kiribe, kesê dawîn jî wê bi we re ji aliyê derûnnasiyî ve berdewam bibe. (Hemîsferektomî2 -heta, hilanîna nîvkada çepê a mêjî, ku axaftinê kontrol dike- bona tûmorên mêjî ên ku wekî din nayên tedawî kirin wek tedawiyeke dijwar, lê qebûlbar, tê hizirîn: bnr. Rigterink 1980.) Lêbelê, ku em herduyan tev bikin wê çawa be; ango, îmhakirina nîvkadekê û neqilkirina ê din? We demê jî, kes ê ku mêjiyê we hatiye neqilkirin, wê bi we re ji aliyê derûnnasiyî ve berdewam bûya, û wê li goreyî nêrîna berdewamiya derûnnasiyî ‘hûn’ bûya.

Lêbelê, niha ferz bikin ku herdu nîvkadên mêjî hatine neqilkirin, vê carê her nîvkadek neqlî serên cuda kirine. (Ne hewce ye em îdia bikin ku herdu nîvkad yekeyek eynî ne.) Du stîner -em bêjin, Çepo û Rasto-, wê her yek bi we re ji aliyê derûnnasiyî ve berdewam be. Wek me gotibû, nêrîna berdewamiya derûnnasiyî îma dike ku her hebûnê dahatûyî ê ku bi we re ji aliyê derûnnasiyî ve berdewam e divê ‘hûn’ bin. Û di dewamiyê de jî dibê ku, ‘hûn Çepo ne, lê di eynî demê de Rasto ne jî’. Lêbelê, ev ne pêkan e ku çêbe: heger hûn û Çepo yek in û hûn û Rasto jî yek in, Çepo û Rasto nabin didu. Û ew hê jî: piştî emeliyatê bêguman du kes hene. Yek tişt, naşê bi du tiştên cihê ve bi hejmarkî hevyek be.

Ferz bikin ku di demekê de ku Rasto ne birçî ye de Çepo birçî ye. Heger hûn Çepo bin, hûn di wê demê de birçî ne. Heger hûn Rasto bin, hûn ne birçî ne. Heger hûn Çepo û Rasto bin, hûn di eynî demê de hem birçî ne hem jî ne birçî ne: nakokiyeke temam.

Teorîstên berdewamiya derûnnasiyî, bona vê arîşeyê çareseriyên cuda pêşniyaz kirine. Yek, carinan wek nêrîna pirr-xudanî tê binavkirin, dibêje ku, ‘heger di siruşta we de kelişînek heye, wê çaxê, hema bêje niha jî, ji we du heb hene. Tişt ê ku em wek ‘we’ dihizirin, di rastiyê de du kes in, ku yekeyek hevta ne û niha li heman cihî ne, heman tiştan dikin û heman fikran difikirin. Cerrah, tenê dikarin wan ji hev veqetînin (Lewis 1976, Noonan 2003: 139–42; Perry 1972 guhartoyeke tevlihevtir pêşniyaz dike).

Nêrîna pirr-xudanî, bi pirranî bi angaşta gelemper a metafîzîkî ku dibêje ‘mirov û tiştên domdar ên din ji beşên demkî pêk hatine’ ve tê girêdan (pirr caran, wek çar-rehendparêzî tê binavkirin; bnr. see Heller 1990: beş. 1, Hudson 2001, Sider 2001a, Olson 2007: beş. 5). Bo her kesekê, wek nîveke ewil a wê tiştek heye: bûnewerek eynî wek wê kesê, bes hinekî kintir, wek nîveka pêşî a civînekê. Li ser vê qewlê, nêrîna pirr-xudanî ew e ku Çepo û Rasto beriya emeliyatê bi rêya parvekirina beşên xwe ên demkî an “qonaxên” xwe ên ber-emeliyatê li hev rast tên, û paşê, bi beşên demkî ên cuda, ku piştî emeliyatê hatine bicihkirin, ji hev vediqetin. Ew herdu wek du rêyan e, ku demekê digihîjin hevûdu û paşê çetel dibin; ango, hinek qismên xwe ên mekanî parve dikin, lê ne hemûyan. Li cihên ku rê digihîjin hevûdu, ew herdu rê eynî wek rêyeke tenê ne. Herwiha, nêrîn dewam dike, di demên ku Çepo û Rasto beriya emeliyatê beşên xwe ên demkî parve dikin, ew herdu eynî wek yek kesekî ne. Ewqas ku, ew bi xwe jî naşên bêjin ew du kes in. Dîsa jî, çêbûna me a ji beşên demkî mijareke bixîlaf e. (Li ser encamên wê di beşa 8em de zêdetir hatiye sekinîn.)

Bona arîşeya kelişînê çareseriya din, angaşta pêhesî a ku dibêje ‘berdewamiya derûnnasiyî, bona domdariyê bi tena serê xwe têrî me dike’ diterikîne. Li cihê wê, ew dibêje ku, ‘hebûneke rabirdûyî an dahatûyî hûn in, bi wî şertî ku ew (kes) wê demê bi we re ji aliyê derûnnasiyî ve berdewam be û tu hebûnê din nebe. (Di vê de tu dorvekîtî tune. Divê em bersiva pirsa domdariyê bizanin da ku em bikarin bizanibin ka di demeke belî di çiqas mirov hene; ev, di bin pirsa serjimarê de tê.) Ev, tê wê wateyê ku ne Çepo ne jî Rasto hûn in. Ew herdu jî, dema ku serebrûma we tê dabeşkirin derdikevin meydanê. Heger herdu nîvkadên mêjiyê we bihata neqilkirin, wê hebûna we kuta biba -lêbelê, heger yek nîvkad bihata neqilkirin û a din bihata îmhakirin wê hûn vemayîna. Kelişîn, mirin e. (Shoemaker 1984: 85, Parfit 1984: 207; 2012: r. 6 û dwm., Unger 1990: 265, Garrett 1998: beş. 4).

Ev pêşniyaz, ango nêrîna ne-şaxkirinê, digihîje encameke guhoşînî ku dibêje ‘ku mêjiyê we dabeşbûyî ye, heger tenê nîvekek bê parastin jî hûn wê zindî bimînin, lê heger herdu nîvek bên parastin hûn wê bimirin. Ew, wek encameke li dijî a ku em dipên e: heger vemayîna we girêdayî çalakbûna mêjî be (lewre, bingeha berdewamiya derûnnasiyî ew e), naxwe çiqas zêdehiya wî organî bê parastin, şansê we ê vemayînê ewqas zêdetir dibe. Bi rastî, nêrîna ne-şaxkirinê îma dike ku heger yek nîvkada mêjiyê we bê neqilkirin û a din li cih bê hiştin hûn wê bimirin: hûn dişên ji hemîsferektomiyê saxlem derkevin, bi wî şertî ku nîvkad a ku ê bê hilanîn, pêşî hatibe îmhakirin. Ev, nihênî xuya dike. Çima bûyereke ku di bin şertên asayî wê hebûna we biparêze, dema bi yeke din, ku tu bandorên sedemî li bûyera yekem nake, tê cem hev hebûna we bi dawî dike? Heger mêjiyê we wê bê dabeşkirin, bo çi bona em we xelas bikin hewce ye ku em nîvê wî îmha bikin? (Bo nîqaşê, bnr. Noonan 2003: 12–15 û beş. 7.)

Arîşe, nemaze dema veguhaztina rewşa mêjiyî wek berdewamiya derûnnasiyî tê qebûlkirin tûj dibe. Di wê rewşê de, bêyî ku zirareke fîzîkî an derûnnasiyî bê dayîn jî, bi temamî kopîkirina rewşa we a mêjiyî bo mêjiyekî din wê we bikuje. (Teoriyên “berbijêrê baştirîn” ên wek Nozick 1981: beş. 1 hewl didin ku ji vê dûr bimînin.)

Nêrîna ne-şaxkirinê, pirsa “Çi girîng e?” bi taybetî tûj dike. Bo kesekî ku bi îhtimala neqilkirina nîvkadeke mêjî rûbirû dimîne, tu sedemên eşkere tunin ku îmhakirina nîvkada din tercîh bike. Piraniya me, wê tercîh bike ku herdu jî bên parastin, heta ku her yek biçe serekî cihê jî. Lêbelê, ev, li goreyî nêrîna ne-şaxkirinê li hemberî dewamiya hebûnê tercîhkirina mirinê ye. Ev yek, rê li Prafit û ên din vedike ku dibêjin ‘tişt ê ku divê bê tercîhkirin, ew e.’ Tu sedem tune ku em bixwazin hebûna xwe bidomînin, qet nebe bo xatirê wê bi xwe. Tişt ê ku sedema we heye ku bixwazin ew e ku di dahatûyê de kesek î bi we re ji aliyê derûnnasiyî ve berdewam wê hebe; çi bi rastî hûn be, çi ne.

Rêya asayî bona biserxistina vê ew e ku hûn hebûna xwe bidomînin, lêbelê çîroka kelişînê nîşan dide ku ev ne lazim e. Herwisa, mirovê xwebîntir jî xwediyê sedemekê ye ku bo xweşhaliya hebûnên ku piştî kelişîna wê a berdewam wê jê bixuliqin xem bixwe, heta heger, wek nêrîna ne-şaxkirinê îma dike, tu ji wan wê nebin ew jî. Di bûyera kelişînê de ew celeb fikarên kirdarî ku hûn bi asayî bona xwe dihewînin, ji kesekî din ê xeynî we tê sepandin. Ev, bi awayekî gelempertir nîşan dike ku rastiyên derbareyî ‘kî, kî ye’ de xwediyê tu girîngiyên kirdarî nînin. Hemû tişt ê ku bi kirdarî girîng ew e ku ka kî bi kê re ji aliyê derûnnasiyî ve berdewam e. (Lewis 1976 û Parfit 1976 nîqaş dikin ka nêrîna pir-xudanî dişê qenaeta ku dibêje ‘tişt ê ji aliyê kirdarî ve girîng, nasnav e’ biparêze an na.)


6. Arîşeya Pirr-Zêde Ramanweran

Li hemberî nêrînên berdewamiya derûnnasiyî îtîrazeke din ew e ku ev nêrînan bûyîna me a endamwerên biyolojîk veder dikin (Carter 1989, Ayers 1990: 278–292, Snowdon 1990, Olson 1997: r. 80 û dwm., 100–109, 2003a). Ev jî ji ber wê ye ku tu celeb berdewamiya derûnnasiyî bona domdariya endamwerekî mirovî ne pêwist e, ne jî têrker e. Endamwerên mirovî xwediyê mercên domdariyê ên tenê-fîzîkî ne. Heger mêjiyê we hatibe neqilkirin, kesê ku mêjî bo hatiye neqilkirin wê bi we re ji aliyê derûnnasiyî ve bi yekaneyî berdewam bibe û ev berdewamî wê ji aliyê fîzîkî ve her dem bê bicihanîn. Di her cure nêrîna berdewamiya derûnnasiyî de, wê ew kes bibe hûn: wê ew kes bi mêjiyê xwe î neqilkirî ve li hev were. Lêbelê, tu endamwer wê bi mêjiyê xwe î neqilkirî ve li hev neyên. Emeliyat, wê tenê kêrî barkirina mêjî ji endamwerekî bo yekî din bê. Wisa xuya dike, herçawa be jî. Ew bi vê dewam dike ku heger hûn endamwerek bûna wê hûn bi serekî vala li cihê xwe bimana. Herçiqas wê ev tu caran çênebe jî, ew nîşan dide ku li goreyî nêrînên berdewamiya derûnnasiyî em xwediyê taybetiyekê ne, ku tu endamwer ne xwedî ne; heger em bi nav bikin: mihtemelen bi rêya neqilkirina mêjî ji endamwerekî barî yekî din kirin.

Dîsa, endamwerekî mirovî dişê, bêyî berdewamiya derûnnasiyî, ji rewşeke nebatî a bêveger xelas bibe. Heger hûn endamwerek bin, hûn jî wisa. Lêbelê, goreyî nêrînên berdewamiya derûnnasiyî hûn nikarin (xelas bin). Ew nêrîn wiha dewam dike ku, heywanên mirovî xwediyê taybetiyekê ne, ku em ne xwediyê ne; heger em bi nav bikin: mihtemelen wek nebatekî vemayîn.

Ev, ne tenê endamwerbûna me a bingehînî an “binyatî”, lêbelê endamwerbûna me sercem veder dike: tu tişt, ê ku netexmînbarkî jî endamwerek e, wê bi mêjiyê xwe î neqilkirî ve li hey neyê, an jî wê hebûna xwe, tenê bi rêya noqî rewşeke nebatî a bêveger bûnê, biqedîne.

Lêbelê, endamwerekî mirovî î tendurist, wek rûdana mînak a hebûna ramanwer xuya dike. Heger endamwerên mirovî dişên bifikirin, lê (wekî nêrinên berdewamiya derûnnasiyî îma dikin) em hêj ne endamwer bin, sê heb zehmetî derdikevin holê. A yekem, hûn yek ji didu hebûnên aqilmend in, ku li wir rûdinin û vê gotarê dixwînin. Bi gotineke gelempertir, li her deverê ku em difikirin yek lê heye, du hebûnên ramanwer hene.

A duyem, wê endamwer ne tenê bi awayekî an yekî din bifikire, lêbelê wê mihtemelen ji aliyê derûnnasiyî ve ji we neveqetînbar be. Ew ê wî bike, heger bûyîna kesekî têrî xwedîbûna taybetiyên belî ên hişî an reftarî bike (wek ku di pênaseya Lock de cih digire), ji xeynî we kesekî duyem. Di vê rewşê de ew yek nabe rast bibe, ku dibêje ‘hemû mirov (an heta hemû mirovên însan), bi xêra berdewamiya derûnnasiyî hebûna xwe didomînin’. Hinek -ên ku endamwer in- wê xwediyê mercên tenê-fîzîkî ên domdariyê bûna.

A sêyem, ew bizehmet dibe ku wê we çawa bizaniba ka hûn kesekî neheywan î bi şertên derûnnasiyî ê domdariyê ne, an kesekî heywanî î bi şertên tenê-fîzîkî ne. Heger we fikirî ku hûn kesekî neheywan bûn, wê endamwer heman muhakemeyê bişixulîne da bigihîje wê êncamê ku ew wisa ye. Lewre, wer xuya dike ku hemû tişt ê ku wê we bizaniba ew e: ê ku vê şaşiyê dike, dibe ku hûn bin.

Em dikarin vê arîşeya zanînî bi xeyalkirina maşineyeke kopîkirinê a sê-rêhendî zelaltir bikin. Dema hûn dikevin qutiya “hundir”, maşîne hemû rewşa we a fîzîkî (û hişî) dixwîne û wê agahiyê bona çêkirina kopiyayeke bêqisûr a we di qutiya “derve” de bi kar tîne. Ev pêvajo, dibe sedema bêhişiyeke demkî, lêbelê wekî din bêzirar e. Du hebûn hişyar dibin, her yek di qutiyekê de. Herdu qutî, neveqetînbar in. Çiku herdu wê xwediyê heman bîranînên diyar û wê dorhêlên hevyek seh bikin, wê her yek ji wan, ji ber heman sedeman, bifikire ku ew, hûn in. Lêbelê, wê tenê yek ji wan rast (mafdar) be. Heke ew bê serê we, zehmet e ku bê jêderxistin hûn wê çawa bizanin ka hûn ê resen in an ê kopiya ne. (Ferz bikin ku teknîsyenên ku maşîneyê dişixulînin sonda nihînîtiyê xwarine û rişwetê jî naxwin.) Wê hûn bifikirin, “Ez kî me? Tişt ên ku tên bîra min, min kirine gelo? An ez hema keliyek berê, bi bîranên şaş ên jiyana kesekî din derketim holê?” Û wê hûn neşên bersivên van pirsan bidin. Bi heman awayî, nêrînên berdewamiya derûnnasiyî ev pirsên hanê jî derdixin meydanê: “Ez çi me? Gelo ez neheywanekî ku bi mêjiyê xwe î neqilkirî ve li hev tê me, an heywanekî ku wê bi serê xwe î vala dimîne me?” Û li vir jî wer xuya ye ku tu bingehên ku bersiva van pirsan li ser bê dayîn tunin.

Ev hersê îtîraz, wek arîşeya “Pirr-zêde ramanweran” an “heywanê-ramanwer” hatine binavkirin.

Berevaniya meşhûrtirîn a nêrîna berdewamiya derûnnasiyî li hember vê îtîrazê ew e ku dibêje, ‘tevî ku em mêjiyên xwe parve dikin û hemû nîşaneyên bihişbûnê û aqilmendiyê dimînin, endamwerên mirovî nafikirin û ne bihiş in. Heywanên ramanwer, bona nêrînên berdewamiya derûnnasiyî ne arîşeyek in, ji ber wê sedema sade ku tiştekî wisa tune (Shoemaker 1984: 92–97, Lowe 1996: 1, Johnston 2007: 55; Baker 2000 guhartoyeke biçûk e). Heger endamwerên mirovî naşên bihiş bin, wê bê gotin ku tu endamwerên biyolojîk ên tu celeban qet ne xwediyê taybetiyên hişî ne. Shoemaker doz dike ku ev, li şopa teoriya erkdarîparêz a zêhn diçe (1998, 2008, 2011). Ev gefê li îmakirina ku dibêje ‘endamwerên mirovî bi wateya fîlosofîk “zombî” ne’ dixwe: hebûn ên bi hebûnên bihiş ve hevyek, bi heman reftarî, lêbelê bi hişa tuneyî(Olson 2018).

Bijarteke din pejirandina wê ye ku endamwerên mirovî ji aliyê derûnnasî ve ji me neveqetînbar in, lêbelê dîsa jî hewl dane ka em çawa hêj dizanin ku em ne ev endamweran in. Pêşniyaza meşhûrtirîn a vê celebê, li kesanetiyê û referansa kesê-yekem zîq dibe. Ew dibêje, ‘ne tenê her hebûn ê xwediyê heman taybetiyên hişî ên heman celebî wek ên min û te -aqilmendî û xwe-nasîn- wek kesek tê hesibandin. Divê kesek, bi saya berdewamiya derûnnasiyî hebûna xwe bidomîne jî’. Ev, bi wê didome ku dibêje ‘heywanên mirovî, ne însan in’ (û bi vî şiklî jî arîşeya duyem, ango a derheqê kesanetiyê de, çareser dike).

Bi ser vê de, cînavkên kesî ên wek ‘Ez’ û fikrên ku ew der dibin, tenê îşaretî mirovan dikin. Naxwe, heger gewdeya we a heywanî ‘Ez’ê bibêje an bifikire, ew îşaretî xwe bi xwe nake, lê îşaretî we, ango kes, dike. Gotina endamwer a ‘Ez, kesek im.’ baweriya şaş a ku ‘ew, kesek e’ îfade nake, lêbelê baweriya rast ku ‘hûn, kes in’ îfade dike. Naxwe, endamwer, di derbareyî ‘ka bi xwe çi tişt e’ de ne şaş e: ew, derheqê xwe de qet ne xwediyê baweriyên kesê-yekem e. Û hûn jî ne şaş in. Hûn dikarin ji van rastiyên zimannasî bigihîjin wê encamê ku hûn kesek in: Hûn ew tişt in ku dema hûn dibêjin ‘Ez’ hûn îşaret dikin, û ku ‘Ez’ tu caran bêyî kesekî îşaretî tu tiştan nake. Hûn dikarin bizanin ku hûn heywan ê ku fikrên we difikire nînin, lewre ew ne kesek e û cînavkên kesî qet îşaretî nemirovekî nakin (bi vî şiklî jî arîşeya sêyem, ango a zanînî, çareser dike). (Bnr. Noonan 1998, 2010, Olson 2002; derheqê boçûneke cuda ku li ser rêgezên zanînî hatiye avakirin bnr. Brueckner and Buford 2009.)

An jî yek dikare bêje ku, ‘endamwerên mirovî, xwediyê mercên derûnnasiyî ên domdariyê ne. Emeliyata neqilkirinê wê, herçiqas wisa xuya bike jî, wê mêjî ji endamwerekî barî yekî din neke, lêbelê wê endamwerekî daxe mezinahiya mêjiyekî, bibe aliyê din ê odeyê, û paşê li cihê ên ku winda kirine beşên nû bidê- mihtemelen heywan ê ku mêjî hatiye neqilkirin îmha bike. (Ev dibe ku nêrîna Wiggins (1980: 160, 180) û McDowell (1997: 237) be, û ji aliyê Madden (2016) ve bi vebirrî hatiye pesendkirin; dîsa, bnr. Langford 2014, Olson 2015: 102–106.)


7. Nêrînên Tenê-Fîzîkî

Tu ji wan îtîrazan li hember anîmalîzmê, nêrîna ku dibê ‘em endamwer in’, dernakevin holê. Ev, wê îma nake ku hemû endamwer, an heta hemû endamwerên mirovî, însan in: wek me berê jî dît, embriyoyên mirov û heywanên di rewşa nebatî a domdar wek mirov nayên hesibandin. Kesek bûn, dibe ku taybetiyeke we a tenê demkî be; wek, bûna xwendekarekî. Ne jî anîmalîzm îma dike ku hemû însan endamwer in. Ew, bi hebûna mirovên sercem neorganîk ve ragirtî ye: xweda, firîşte an robotên bihiş. Ew nabêje ku, ‘bûyîna heywanekî perçeyek ji bûyîna kesekî ye’ (ev nêrîn di Wiggins 1980: 171 û Wollheim 1984: beş. 1ê de tê parastin û di Snowdon 1996 da tê rexnekirin). Anîmalîzm, bersiva pirsa kesanetiyê bi temamî vekirî dihêle. (Ew, wek mînak, bi pênaseya Lock a ku di beşa 2em de hatiye jêgirtin ragirtî ye.)

Bi têwkirina ku endamwer bi saya hin celeb berdewamiya tenê-fîzîkî hebûna xwe didomînin, anîmalîzm, versiyoneke nêrîna tenê-fîzîkî îma dike. Hinek kes, bêyî ku bêjin ‘em heywan in’, nêrîneke tenê-fîzîkî pesend dikin. Ew dibêjin, ‘em, gewdeyên xwe ne’ (Thomson 1997), an ‘nasnava me, di nav demê de ji nasnava gewdeyên me pêk tê’ (Ayer 1936: 194). Ew, wek pîvana gewdeyî a nasnava kesî hatiye binavkirin. Ew şêlî ye, û têkiliya wê bi anîmalîzmê ve nemisoger e.

Ekserî versiyonên nêrîna tenê-fîzîkî, îma dikin ku kesên mirov bi nemirov ên belî (wek mînak, kûçik) ve xwediyê heman mercên domdariyê ne. Û ew îma dike ku mercên me ên domdariyê, ji ên mirovên nedaringî (heger hebûna wan pêkan be) ve vediqetin. Ew, wiha dewam dike: ‘bona mirovan tu mercên domdariyê ên bi vî şiklî nînin.’ (Baker (2000: 124) bi tundî li hemberî vê derdikeve.)

Îtîraza berbelavtirîn li hemberî nerînên tenê-fîzîkî, bergiriya li hember îmakirina wan a ku dibêje, ‘heger mêjiyê we bê neqilkirin, hûn ê li cihê xwe bimînin’ (wek mînak, Unger 2000; bo îtîrazeke girîng a têkildar bnr. Johnston 2007, 2016). Bi gotineke din, nêrînên tenê-fîzîkî, ji aliyê ku nêrînên berdewamiya derûnnasiyî dilkêş in ve nedilkêş in.

Anîmalîst, bi gelemperî, hêza vê teslîm dikin, lêbelê dil dikin ku ew ji aliyê hizrên din ve bê têkbirin. A yekem, anîmalîzm, ji arîşeya pirr-zêde ramanweran dûr disekine. A duyem, ew bi baweriyên me ên li ser ‘ka di jiyana rasteqîn de kî, kî ye’ ve lihevhatî ye. Her rûdan a ku em dil dikin ku kesek bimîne an bimire, rûdaneke ku endamwerekî mirovî wisa dike ye. Nêrînên berdewamiya derûnnasiyî, berevajiya vê, bi fikr a ku dibêje ‘her yek ji me, demekê fetûsek bû’ dikevin nakokiyê. Dema em wêneya ûltrasonî a fetûseke 12 hefteyî dibînin, em bi asayî difikirin ku em kesek î ku, heger her tişt di rê de be, wê bizê, fêrî axavtinê be, û dawiyê jî bibe kesekî mirov î gehiştî. Lêbelê, tu ji me bi tu awayî bi fetûsekî 12 hefteyî re ji aliyê derûnnasiyî ve ne berdewam in.

Û “argumana neqilkirinê” dibe ku bi qasî ku xuya dike kêmtir mecbûrî be (Snowdon 2014: 234). Ferz bikin ku di bedenê we de tûmorek heye û heya ku mêjiyê we bi yekî tendurist (ku hatiye bexişandin) ve neyê guhertin wê we bikuje. Ev hal, dibe ku xwediyê bandorên perewî ên cidî be: ew wê bîranîn, plan, tercîh û taybetiyên din ên we îmha bike. Dibe ku ne zelal be ka hûn wê ji tiştekî wiha xelas bibin an na. Lêbelê ew ne diyar e ka hûn wê nikarin ji vê xelas bibin jî. Dibe ku emeliyat jiyana we bifilitîne, bes bi bihayekî gelek mezin. Em nikarin bi piştrastî vê yekê li derve bihêlin, heta heger mêjiyê nû ji bexşîner bîranînan, planan û tercîhan bide me jî. Lêbelê heger ne zelal be ku wê stînerê mêjî ne hûn bin, wê demê ne zelal e ku wê ew bibe bexşîner jî. Neqilkirina mêjî, dibe ku ji aliyê metafîzîkî ve bi neqilkirina kezebê ve hevta be. Angaşt ne ew e ku ev bi eşkereyî rast e, lêbelê ku ew ne bi eşkereyî çewt e. Û di wê rûdanê de ne diyar e ka divê kesek bi mêjiyê xwe î neqilkirî ve li hev bê.


8. Babetên Firehtir

Nîqaşên navbera nêrînên berdewamiya derûnnasiyî û ên tenê-fîzîkî, bêyî raçavkirina mijarên gelempertir ên li derveyî nasnava kesî nayên aşkirin. Bo nimûne, teorîstên berdewamiya derûnnasiyî divê îzah bikin ka çima endamwerên mirovî nikarin wekçawa em difikrin bifikirin. Wê ev, vegotineke derheqê siruşta taybetiyên zêhnî de bivê. An heger endamwerên mirovî dikarin bifikirin, divê ew îzah bikin ka em ê çawa bişên bizanin ku em ne ji van endamweran in. Ev wê li awayê şixulîna referansa cînavkên kesî û navên taybet an jî li siruşta zanînê vegere.

Hin nêrînên metafîzîkî ên gelemper îşaret dikin ku bo pirsa domdariyê bersiveke tekane tune. Mînaka navdartirîn, hebûnnasiya perçeyên demkî ye, ku di beşa 5em da hatiye qalkirin. Ew dibêje ku, ‘bona her heyamê ku hûn hene, kin an dirêj, perçeyekî we ê demkî heye ku tenê di wê heyamê de xwediyê hebûnê ye. Ev bona bûyîna we gelek berbijêran derdixe holê- ango, gelek hebûnên cuda ku niha rûdinin û vê (gotarê) dixwînin. Ferz bikin ku hûn tiştekî daringî ne, û em dizanin ku çi tişt tixûbên we ên mekanî belî dikin. Divê ew yek ji me re vebêje ka çi tişt wek perçeyê demkî an “qonaxa” we a niha tê hesibandin- perçeyê we ê demkî ku niha bicih e û tu demên din ne bicih e. Lêbelê, ew qonax, perçeyek ji hejmareke gelek zêde a heyberên ku bi demkî hatine raçandin e (Hudson 2001: beş. 4).

Wek mînak, ew perçeyekî wê hebûnê ye ku tixûbên wî ên demkî ji aliyê têkiliyên berdewamiya derûnnasiyî (Beşa 4em) ên navbera qonaxên wî de tê belîkirin. Ango, hebûneke ku fikrên we ên niha difikire temamiyeke qonaxên kesî ye, ku her yek ji wan bi ji ên din her yekê ve ji aliyê derûnnasiyî ve berdewam e, lê bi tu qonaxên din ve ne. Heger tişt ê ku hûn in ev e, naxwe hûn bi saya berdewamiya derûnnasiyî hebûna xwe didomînin. Qonaxa we a carî, perçeyek ji wê hebûnê ye ku tixûbên wê ên demkî ji aliyê têkiliyên girêdayîbûna derûnnasiyî ve tê belîkirin. Ango, yek ji hêbûnên ku niha fikrên we difikire temamiyeke qonaxên kesî ye, ku her yek ji wan ji aliyê derûnnasiyî ve bi her yek bi ên din ve girêdayî ye, lê bi tu qonaxên din ve ne (girêdayî ye). Ev dibe ku ne bi hebûnê ewil ve hevyek be, lewre dibe ku hinek qonax bi qonaxa we a carî ve ji aliyê derûnnasiyî ve berdewam be, lêbelê ji aliyê derûnnasiyî ve ne girêdayî wê (qonaxê) be. Heger tişt ê ku hûn in ev e, naxwe bona ku hebûna we bidome girêdayîbûna derûnnasiyî hem pêwist hem jî têrker e (Lewis 1976). Tiştê zêdetir ew e ku qonaxa we a carî perçeyekî endamwerekî mirovî ye, ku bi saya berdewamiya tenê-fîzîkî, û perçeyekî gelek heyberên seyr û gerîmander3 e, wek “kesên têkildar” (Hirsch 1982, beş 10). Heta, hinek dibêjin ku, ‘hûn, qonaxa xwe a carî bi xwe ne’ (Sider 2001a, 188–208). Û wê gelek berbijêrên din jî hebin.

Hebûnnasiya perçeyên-demkî îma dike ku her yek ji me fikrên xwe ên carî bi bêhejmar hebûnan re parve dikin, ku her yek di rabirdûyê an di dahatûyê de ji hev vediqetin. Heger ev rast bûya, em wê ji van tiştan kîjan bûna? Helbet, em ew tişt in ku dema em dibêjin ‘Ez’ îşaret dikin, an bi awayekî gelempertir referentên4 cînavkên kesî û navên taybet ên me ne. Lêbelê ev peyvan wê nikaribin tenê yek celeb tiştan îşaret bikin- di her gotinê de wê nikaribin ji nav gelek berbijêran de îşaretî tenê yekî bikin. Mihtemelen wê nebelîbûneke referansê çêbe, ku her gotinek bi nezelalî îşaretî zehf zêde berbijêrên cuda bike. Ew wê nebelîkirî bihêle ka em çi tişt in, û heta ka em çi celeb tişt in. Û bi qasî ku berbijêr xwediyê dîrokên cuda û mercên domdariyê ên cuda ne, dema me a derketina holê û tişt ê ku bona domdariya lazim e wê nebelîkirî bin. (Sider 2001b).

1 Mebest, gotara “Mind in Indian Buddhist Philosophy” a di vê Ansîklopediyê de ye. (n.w.)

2 Hemîsferektomî (hemispherectomy): hîlanîna nîvkadeke mêjî bi rêya emeliyatê (n.w.)

3 gerîmanderî (gerrymander): Dabeşkirina herêmeke hilbijartinê li cihên dengdanê, bi awayekî ku di hilbijartinan de avantajeke neadil bide partiyekê (n.w.)

4 referent: tiştê tê qestkirin/îmakirin (n.w.)

Ayer, A. J., 1936, Language, Truth, and Logic, London: Gollancz.

Ayers, M., 1990, Locke, vol. 2, London: Routledge.

Baker, L. R., 2000, Persons and Bodies: A Constitution View, Cambridge: Cambridge University Press.

Behan, D., 1979, ‘Locke on Persons and Personal Identity’, Canadian Journal of Philosophy, 9: 53–75.

Brueckner, A. and C. Buford, 2009, ‘Thinking Animals and Epistemology’, Pacific Philosophical Quarterly, 90: 310–314.

Campbell, S., 2006, ‘The Conception of a Person as a Series of Mental Events’, Philosophy and Phenomenological Research, 73: 339–358.

Campbell, T. and J. McMahan, 2010, ‘Animalism and the Varieties of Conjoined Twinning’, Theoretical Medicine and Bioethics, 31: 285–301.

Carter, W. R., 1989, ‘How to Change Your Mind’, Canadian Journal of Philosophy, 19: 1–14.

Chisholm, R., 1976, Person and Object, La Salle, IL: Open Court.

DeGrazia, D., 2005, Human Identity and Bioethics, New York: Cambridge University Press.

Garrett, B., 1998, Personal Identity and Self-Consciousness, London: Routledge.

Glover, J., 1988, I: The Philosophy and Psychology of Personal Identity, London: Penguin.

Heller, M., 1990, The Ontology of Physical Objects: Four-Dimensional Hunks of Matter, Cambridge, Cambridge University Press.

Hirsch, E., 1982, The Concept of Identity, Oxford, Oxford University Press.

Hudson, H., 2001, A Materialist Metaphysics of the Human Person, Ithaca: Cornell University Press.

–––, 2007, ‘I Am Not an Animal!’, in P. van Inwagen and D. Zimmerman (eds.), Persons: Human and Divine, Oxford: Oxford University Press.

Hume, D., 1739 [1978], Treatise of Human Nature, Oxford: Clarendon Press, 1978; partly reprinted in Perry 1975.

Jinpa, T., 2002, Self, Reality and Reason in Tibetan Philosophy, London: Routledge Curzon.

Johnston, M., 1987, ‘Human Beings’, Journal of Philosophy, 84: 59–83.

–––, 2007, ‘“Human Beings” Revisited: My Body is not an Animal’, in D. Zimmerman (ed.), Oxford Studies in Metaphysics, 3, Oxford: Oxford University Press.

–––, 2016, ‘Remnant Persons: Animalism’s Undoing’, in S. Blatti and P. Snowdon (eds.), Animalism: New Essays on Persons, Animals, and Identity, Oxford University Press: 89–127.

Langford, S., 2014, ‘On What We are and How We Persist’, Pacific Philosophical Quarterly, 95: 356–371.

–––, 2017, ‘A Defence of Anti-Criterialism’, Canadian Journal of Philosophy, 47: 613–630.

Lewis, D., 1976, ‘Survival and Identity’, in A. Rorty (ed.), The Identities of Persons, Berkeley, CA: University of California Press; reprinted in his Philosophical Papers vol. I, New York: Oxford University Press, 1983.

Locke, J., 1975, An Essay Concerning Human Understanding, ed. P. Nidditch, Oxford: Clarendon Press (original work, 2nd ed., first published 1694); partly reprinted in Perry 1975.

Lowe, E. J., 1996, Subjects of Experience, Cambridge: Cambridge University Press.

–––, 2012, ‘The Probable Simplicity of Personal Identity’, in Personal Identity: Simple or Complex?, G. Gasser and M. Stefan (eds.), Cambridge: Cambridge University Press.

Ludwig, A. M., 1997, How Do We Know Who We Are?, Oxford: Oxford University Press.

Mackie, D., 1999, ‘Personal Identity and Dead People’, Philosophical Studies, 95: 219–242.

Madden, R., 2016, ‘Human Persistence’, Philosophers’ Imprint, 16(17); available online.

Martin, R., 1998, Self Concern, Cambridge: Cambridge University Press.

Martin, R. and J. Barresi (eds.), 2003, Personal Identity, Oxford: Blackwell.

McDowell, J., 1997, ‘Reductionism and the First Person’, in Reading Parfit, J. Dancy (ed.), Oxford: Blackwell.

Merricks, T., 1998, ‘There Are No Criteria of Identity Over Time’, Noûs, 32: 106–124.

Nagel, T., 1971, ‘Brain Bisection and the Unity of Consciousness’, Synthèse, 22: 396–413; reprinted in Perry 1975 and in Nagel, Mortal Questions, Cambridge: Cambridge University Press, 1979.

–––, 1986, The View from Nowhere, New York: Oxford University Press.

Nichols, S. and M. Bruno, 2010, ‘Intuitions about Personal Identity: An Empirical Study’, Philosophical Psychology, 23: 293–312.

Noonan, H., 1998, ‘Animalism Versus Lockeanism: A Current Controversy’, Philosophical Quarterly, 48: 302–318.

–––, 2003, Personal Identity, second edition, London: Routledge.

–––, 2010, ‘The Thinking Animal Problem and Personal Pronoun Revisionism’, Analysis, 70: 93–98.

–––, 2011, ‘The Complex and Simple Views of Personal Identity’, Analysis, 71: 72–77.

–––, 2019, ‘Personal Identity: The Simple and Complex Views Revisited’, Disputatio, 11: 9–22.

Nozick, R., 1981, Philosophical Explanations, Cambridge, MA: Harvard University Press.

Olson, E., 1997. The Human Animal: Personal Identity Without Psychology, New York: Oxford University Press.

–––, 2002, ‘Thinking Animals and the Reference of “I”’, Philosophical Topics, 30: 189–208.

–––, 2003a, ‘An Argument for Animalism’, in Martin and Barresi 2003.

–––, 2003b, ‘Was Jekyll Hyde?’, Philosophy and Phenomenological Research, 66: 328–48.

–––, 2007, What Are We? A Study in Personal Ontology, New York: Oxford University Press.

–––, 2012, ‘In Search of the Simple View’, in Personal Identity: Simple or Complex?, G. Gasser and M. Stefan (eds.), Cambridge: Cambridge University Press.

–––, 2014, ‘The Metaphysical Implications of Conjoined Twinning’, Southern Journal of Philosophy (Spindel Supplement), 52: 24–40.

–––, 2016, ‘What Does It Mean To Say That We Are Animals?’, Journal of Consciousness Studies, 22(11–12): 84–107.

–––, 2018, ‘The Zombies Among Us’, Noûs, 52: 216–226.

Olson, E. and K. Witt, 2019, ‘Narrative and Persistence’, Canadian Journal of Philosophy, 49: 419–434.

Parfit, D., 1971, ‘Personal Identity’, Philosophical Review, 80: 3–27; reprinted in Perry 1975.

–––, 1976, ‘Lewis, Perry, and What Matters’, in The Identities of Persons, A. Rorty (ed.), Berkeley: University of California Press.

–––, 1984, Reasons and Persons. Oxford: Oxford University Press.

–––, 1995, ‘The Unimportance of Identity’, in Identity, H. Harris (ed.), Oxford: Oxford University Press; reprinted in Martin and Barresi 2003.

–––, 2012, ‘We Are Not Human Beings’, Philosophy, 87: 5–28.

Penelhum, T., 1967, ‘Personal Identity’, in The Encyclopedia of Philosophy (Volume 6), P. Edwards (ed.), New York: Macmillan.

–––, 1970, Survival and Disembodied Existence, London: Routledge.

Perry, J., 1972, ‘Can the Self Divide?’ Journal of Philosophy, 69: 463–488.

––– (ed.), 1975, Personal Identity, Berkeley: University of California Press.

Puccetti, R., 1973, ‘Brain Bisection and Personal Identity’, British Journal for the Philosophy of Science, 24: 339–355.

Quinton, A., 1962, ‘The Soul’, Journal of Philosophy, 59: 393–403; reprinted in Perry (ed.), 1975.

Rea, M. (ed.), 1997, Material Constitution: A Reader, Lanham, MD: Rowman & Littlefield.

Rigterink, R., 1980, ‘Puccetti and Brain Bisection: An Attempt at Mental Division’, Canadian Journal of Philosophy, 10: 429–452.

Rovane, C., 1998, The Bounds of Agency, Princeton: Princeton University Press.

Russell, B., 1918, ‘The Philosophy of Logical Atomism’. Monist, 28: 495–527 and 29: 32–63, 190–222, 345–380; reprinted in R. Marsh (ed.), Logic and Knowledge (London: Allen & Unwin, 1956), and in D. Pears, ed., The Philosophy of Logical Atomism (La Salle, IL: Open Court, 1985) [page numbers from the latter].

Schechtman, M., 1996, The Constitution of Selves, Ithaca: Cornell University Press.

–––, 2001, ‘Empathic Access: The Missing Ingredient in Personal Identity’, Philosophical Explorations, 4(2): 94–110; reprinted in Martin and Barresi 2003.

Schroer, J. W. and R. Schroer, 2014, ‘Getting the Story Right: A Reductionist Narrative Account of Personal Identity’, Philosophical Studies, 171: 445–469.

Shoemaker, S., 1963, Self-Knowledge and Self-Identity, Ithaca: Cornell University Press.

–––, 1970, ‘Persons and Their Pasts’, American Philosophical Quarterly, 7: 269–285.

–––, 1979, ‘Identity, Properties, and Causality’, Midwest Studies in Philosophy, 4: 321–342.

–––, 1984, ‘Personal Identity: A Materialist’s Account’, in Shoemaker and Swinburne, Personal Identity, Oxford: Blackwell.

–––, 1997, ‘Self and Substance’, in Philosophical Perspectives (Volume 11), J. Tomberlin (ed.): 283–319.

–––, 1999, ‘Self, Body, and Coincidence’, Proceedings of the Aristotelian Society (Supplementary Volume), 73: 287–306.

–––, 2008, ‘Persons, Animals, and Identity’, Synthese, 163: 313–324.

–––, 2011, ‘On What We Are’, in The Oxford Handbook of the Self, S. Gallagher (ed.), Oxford: Oxford University Press.

–––, 2012, ‘Against Simplicity’, in Personal Identity: Simple or Complex?, G. Gasser and M. Stefan (eds.), Cambridge: Cambridge University Press.

Sider, T., 2001a, Four Dimensionalism, Oxford: Oxford University Press.

–––, 2001b, ‘Criteria of Personal Identity and the Limits of Conceptual Analysis’, Philosophical Perspectives (Volume 15: Metaphysics): 189–209.

–––, 2013, ‘Against Parthood’, Oxford Studies in Metaphysics (Volume 8), K. Bennett and D. Zimmerman (eds.), Oxford: Oxford University Press: 237–293.

Sosa, E., 1990, ‘Surviving Matters’, Noûs, 25: 297–322.

Snowdon, P., 1990, ‘Persons, Animals, and Ourselves’, in The Person and the Human Mind, C. Gill. (ed.), Oxford: Clarendon Press.

–––, 1996, ‘Persons and Personal Identity’, in Essays for David Wiggins: Identity, Truth and Value, S. Lovibond and S. G. Williams (ed.), Oxford: Blackwell.

–––, 2014, Persons, Animals, Ourselves, Oxford: Oxford University Press.

Strawson, G., 2008, ‘Against Narrativity’, in his Real materialism and Other Essays, 189–207, Oxford: Oxford University Press.

Swinburne, R., 1984, ‘Personal Identity: The Dualist Theory’, in Shoemaker and Swinburne, Personal Identity, Oxford: Blackwell.

Thomson, J. J., 1997, ‘People and Their Bodies’, in Reading Parfit, J. Dancy (ed.), Oxford: Blackwell.

Unger, P., 1979, ‘I do not Exist’, in Perception and Identity, G. F. MacDonald (ed.), London: Macmillan; reprinted in Rea 1997.

–––, 1990, Identity, Consciousness, and Value, Oxford: Oxford University Press.

–––, 2000, ‘The Survival of the Sentient’, in Philosophical Perspectives, 14: Action and Freedom, J. Tomberlin (ed.), Malden, MA: Blackwell.

–––, 2006, All the Power in the World, New York: Oxford University Press.

van Inwagen, P., 1990, Material Beings, Ithaca: Cornell University Press.

–––, 1997, ‘Materialism and the Psychological-Continuity Account of Personal Identity’, in Philosophical Perspectives (Volume 11: Mind, Causation, and World): 305–319; reprinted in van Inwagen, Ontology, Identity, and Modality, Cambridge: Cambridge University Press, 2001.

Wiggins, D., 1980, Sameness and Substance, Oxford: Blackwell.

Wilkes, K., 1988, Real People, Oxford: Clarendon Press.

Williams, B., 1956–7, ‘Personal Identity and Individuation’, Proceedings of the Aristotelian Society 57: 229–252; reprinted in his Problems of the Self, Cambridge: Cambridge University Press, 1973.

–––, 1970, ‘The Self and the Future’, Philosophical Review, 79(2): 161–180; reprinted in his Problems of the Self, Cambridge: Cambridge University Press, 1973.

Wittgenstein, L., 1922, Tractatus Logico-Philosophicus, London: Routledge.

Wollheim, R., 1984, The Thread of Life, Cambridge: Cambridge University Press.

Zimmerman, D., 1998, ‘Criteria of Identity and the “Identity Mystics”’, Erkenntnis, 48: 281–301.




Çavkaniyen Din ên li ser Înternetê



PhilPapers bibliography on personal identity

Persons and Bodies: A Constitution View, symposium on the book by Lynne Rudder Baker, at the website A Field Guide to the Philosophy of Mind, maintained by Marco Nani and Massimo Marraffa (Università degli Studi Roma Tre)

Symposium on Olson’s The Human Animal, in the online journal Abstracta



Gotarên Têkildar



animalism | identity | identity: relative | Locke, John | mind: in Indian Buddhist Philosophy | personal identity: and ethics | temporal parts | zombies

Acknowledgments